P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Devliken






De here 5/02/2012

De here de here De here li paş xwe nenêre De here de here Te li paş xwe nêrî jî venegere De here de here Bila hişê te ji serê te nefire De here de here Ma hiş di serê te de heye ku bifire De here de here Nahlet li şeytanê te were De here de here Xwe fahş neke û venegere De here de here Bi ser dimsê de dew venexwe De here de here Ker jî wek te ne ker e De here de here Serî bi hêlekê qûn bi hêlekê ve dihere De here de here Lêvên te gewher pozê te gulover e De here de here Ez bi ...

Batkî û Ekîba Xwe Ji Bo Çi Civiyane? 5/02/2012

Gelo Mûrad Batkî û ekîba xwe ji bo çi li dora vê maseyê civiyane? 1: Hêdî hêdî ji xwe re mirîdan çêdike da ku rêxistineke ne pir fahş û ne pir cahş ava bike. 2: Ji bo biratiya kurd û tirkan zexmtir û xurtir bike hewl didin. 3: Ji bo navê sîtkoma xwe ya bi navê “cîran cîran” ku di TRT6 ê de diweşe biguhere û bike “cîran cîran xwedê min neke cîranê wan û min nexe pirika wan” 4: Pere û kariyerê hemû nirx li ber çavê wî reş kirine, lewma jî hewl dide ku ...

Pêkenoka Muxtarê Keran 1/02/2012

Camêrekî ji muxtarê keran pirsî: "Hûn ker herî pir ji çi ditirsinş" Muxtarê Keran: "Ji Tirkan." Camêr: "Çima?" Muxtarê Keran: "Dixwazin me jî asîmîle bikin." Camêr: "Çawa?" Muxtarê Keran: "Ji me re dibêjin heke hinekan ji we re got hûn çi ne, hûn ê bibêjin em kûçik in, an na em ê we bixesînin!" Camêr: "Wê çaxê ji niha şûn de hûn ê bireyên." Muxtarê Keran: "Na. Min ji wan re got, hûn a rast bixwazin ji me ji kûçikan ê nêzîkî we em in. Ya din jî di zimanê Tirkî de nabe peyvek bi tîpa "h"yê dest pê ...

Av çû bin qûna serekerkan! 6/01/2012

Serfermandarê artêşa mehmetçivîkan ê teqawîtbûyî Îlker Başbûx ji alî hukûmeta Erdoxanê qasimpaşayî ve hat girtin. Dest û lingên wî bi werîsekî ji wan werîsên ku Mahmûdê Rizo êzing li ser pişta keran dişidand girêdan û ew xistin hundurê telîsekî û berê wî dan girtîgeha Silîvriyê. (Di dijminayiya Mahfelîtî û Şerefiyan de jî Dawiko ji ber eskeran xwe di hundurê telîsekî de veşartibû) Her çiqas Îlker Başbûx bi dest û lingên girêdayî di nav lepên cewrikên Erdoxan de kir warewar û got hewce nedikir ku we dest û lingên min girêbidaya, ez nedireviyam jî, ...

Min çima navê xwe guherî? 5/01/2012

Sedema vê guherînê çi bû û îcar ev ji ku derket? Ma qey min jî wek hinekan navê xwe demode dît û min da pey nûjenîzm û modernîzmê gelo? Ev navê ku dê û bavê min li min kirine çima diguherim? Ji ber navê xwe fedî dikim an navê min nema bi min û derdora min xweş tê? Ev lotika bergîrkî ji ku derket? Madem ku min navê xwe guherî, divê ez ji xwendevanên xwe yên ezîz û hêja re rave bikim, ne wisa? Dibe ku kêm zêde bandora van pirsên ku min li jor li pey hev ...

Ziman! 2/01/2012

Ziman, man û neman e! Dema em dibêjin, bêyî ziman netew nabe netew; netewek bi zimanê xwe dibe netew, qerf û henekên xwe bi me dikin û vê nêrînê pir nizm, kêm û bê wate dibînin. Dema em dibêjin, zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe xwe bînin ziman, dibêjin, `Ehh! Ma her tişt ziman e? Mirov xwe çi hîs bike, mirov ew e; lewma jî ez xwe Kurd hîs dikim û ev jî ji bo min bes e.` Em dibêjin yabo heyran dema ziman tune be di navbera te û tirkan de, di navbera ...

Sinetçî 28/12/2011

Diyarî ji bo Sofî Zelal… Du sinetçî bi hev re dikevin şert. Yek ji Mêrdînê û yê din jî ji Bûrsayê ye. Navê yê Mêrdînî Hecî Quto û nave yê Bûrsayî jî Hecî Orhan e. Temenê herduyan jî nêzî hev in. Teqrîben li dora heyştê ne. Herduyan jî ji xortaniya xwe dest bi vî karî kirine û kêmanî pêncî-pêncî û pênc salên wan bi jêkirina çermikên zêde derbas bûye. Rojekê herdu sinetçî li ser daxwaza çentesazekî li Enqerê tên cem hev. Çentesaz herdu qeraseyan diezibîne, wan li dikana xwe dike mêvan. Xwarinê dide wan; xwarina xwe dixwin. Piştî ...

Lotikek Kurdewar li Erdo ket! 4/12/2011

Çapemeniya tirko û derdora Erdo vedişêrin, lê rewş û tenduristiya Erdo ne baş xuya dike. Hin dibêjin, kwînêr di qûnê de derketiye. Hin dibêjin, rêviya zêde kin bûye dirêj nabe. Hin dibêjin, gû di qûnê de esiriye, nikare derkeve destavê (Dema derdikeve destavê jî, ew mîratmayê gû wek bişkulên nêriyên hulorî jê dikevin). Hin dibêjin, qaçikî bûye. Hin jî dibêjin pênçeşêr e. Lê tew ez dibêjim ji van ne yek e jî. Hebe tune be “nexweşiya kurd” tê de derketiye û bi şerefa Mele Menîrê şahê pîrekên bî, tu hekîm jî nikare jê ...

Dema ew hatin divê em nexapin! 13/11/2011

Serokê damezrînêr yê Kenyayê gotiye: Dema rojavayî hatin, di destê wan de încîl, di destê me de jî erdên me hebû. Çavên me girtin û em hînî duakirinê kirin. Dema me çavên xwe vekirin jî, di destê me de încil, di destê wan de jî erdên me hebû…   Dema Ereb hatin, di destê wan de qur’an, di destê me de jî ne tenê erdên me, her wiha welatê me, zimanê me, kevneşopî, çand û kesayeta me hebû. Kirasekî spî kişandin ser bedena me, şaşikek dan serê me, rojê pênc caran berê qûna me bi ...

Madê min çû hemsiyan 11/10/2011

Nizanim ji ku derket, madê min çû masiyan.   Min ji ber çila xwe nekir der. Ez rabûm ser xwe, min xwe xweş û baş girêda û min xwe li derve qewimand. Ji ber ku çilapekên baranê dihatin, min xwe xweş û baş girêda, yan na ez karîbûm şilfîtazî jî derketibama… Ji masiyan jî, “Hemsî”    Li Stenbolê jî divê tu masiyan ji sûka masîvanan bikirî. Ez jî wisa dikim û tim diherim ji Qerekoya Stenbolê li qiraxa behrê li wê sûkê masiyên xwe dikirim. Her çiqas ji bo şîvekê piçekî bi zahmet be jî, hêja ...