P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Devliken






TU KENGÎ ZEWİCÎ SERDARO! 30/09/2011

   (Diyarî ji bo Serdar)Pîrê bi tena serê xwe di qula xênî de rûniştiye û pir aciz e. Vedikeve nabe. Radibe nabe. Digere nabe. Rûdinê nabe. Nabe, nabe, nabe… Lawê pîrê Serdaro karmendê dewletê ye û ji bo karê xwe çûye li Stenbolê bi cîh û war bûye. Pîrê him bêriya lawê xwe û him jî bêriya neviyên xwe kiriye. Heta tu bê bes aciz e û ji bêhntengî û aciziyan dike bê pelç û biteqe. Xwendina pîrê tune û bi peyveke tirkî jî nizane. Serdarê wê jê re telefoneke Nokia 6200 kiriye û telefona wê ...

PÊVAJOYA QÛNEK 11/09/2011

Birêz û sayin Şexmûs Dîken (Stirî) di nivîsara xwe de bal kişandiye ser stratejî û polîtîkaya hukûmetê ya nû û parlamentêrê me yê doxînsist Bengî Yildiz (Stêrk) parastiye. Mirov hev biparêze û li hev xwedî derkeve pir xweş û baş e. Lê kesên li ber çavan û ruh didin civakê, divê hay ji xwe û tevgerên xwe hebin. Ez nabêjim bila kîrê xwe di ber de jêbikin. Na, heqê min li wan tune ez tiştekî wiha ji wan bixwazim. Mêr mêr gotiye, jin jî jin... Em ne dibêjin dev ji mêrantiya xwe ...

Em û Cejn 1/09/2011

Cejneke din hat û çû. Me ne tişt ji xwe û ne jî ji cejnê fêhm kir. Jiyana me bûye mîna erdê beyar, êdî ne cejn lê şîn tê, ne şahî lê şîn tê û ne jî kêf û bextewarî… Roja ewil ji mal derneketim. Wek her rojên Xwedê şiyar bûm, çûm destavê, min dest û lingên xwe, bibore, dest û ser çavê xwe şuşt û hatim rûniştim li ser taştê. Li Wanê ji firavînê re dibêjin taştê. Ji xwarina serê sibêhê re jî dibêjin sertişt. Firavîn jî di nava nîvro û êvarî ...

Ji Devê Li Ken Çend Devlikenî! 4/08/2011

Binê lingên min dixwre, lê bi xwe re nabînim bixwirînim. Gelo kes tune were ji dêleva min bixwirîne? Niza ez li ser serê xwe bisekinim, pişta xwe bidim dîwêr û binê lingên xwe bi dîwêr bidim wê kurmê min neşkê? An jî ez li ser qûnê rûnimê , her du destên xwe bidim erdê û herdu lingên xwe jî bilind bikim û kerek bi xêra kerbûna xwe were bi zimanê xwe bialêse? Li ser xêrê be, wa ye xalê min Kemal jî li ser vexwendina birêz û sayin dewlet yetkîlîlerî vegeriya welêt û lingên xwe tevlî ...

Bijî Hêkên Gunê Kurdan! 19/07/2011

Yekî Amedî û yekî Çînî bi hev re dikevin qayîşê (şert). Amedî dibêje; “Dermanê stresê li cem min heye. Çînî dibêje; “De here qûna xwe li avê xe lo, pisporê vî karî em in. Navenda enerjiya pozitîf, akûpunktûr û hemû cureyên stres û aciziyê rojhilata dûr e. Di rojhilata dûr de jî Çîn e… Ji ber vê jî dermanê aciziyê li cem min heye.” Yek ji Amedî, yek jî Çînî, dikevin qirka hev û pev dikevin. Yekî Erzurûmî di wir re derbas dibe, lê dinêre ku yekî simbêl melkis û yekî çavnûtikî li hev dixin. ...

Dûayên Nedîtî 9/07/2011

Camêrek bi navê Ristem li gundekî girêdayî Mêrdînê dijî. Rojekê destê wî teng dibe. Pere jê re lazim dibe û dikeve nav mitalan. Fikir û raman mejî li wî dikemirîne. Ristêm berê xwe dide mala cîranê xwe Rizo da ku çend quri?an jê deyn bike û bêhna wî bê ber wî.. Ristem li deriyê hew?ê dixe û pi?tî kîliyekê, derî vedibe. Gozêya xanima Rizo derî vedike. Pi?tî lihevpirsîna hal û wextê hev, Ristêm devê xwe dibe û tîne û ji Gozê re dibêje; “Ji kerema xwe re tu karî bangî Rizo bikî? Karê min ...

Kurdî, Kurd, Kurdistan 2/07/2011

Kurdî, Kurd, Kurdistan. Navê vê erdnîgarê çima Kurdistan e? Ji ber ku kurd lê dijîn; welatê kurdan e. Navê vî netewî çima kurd e? Ji ber ku bi kurdî dipeyivin. Kurdî tune be, kurd jî tune ne. Kurd tune bin, Kurdistan jî derew e. Gelo em ê çi wext qîmet bidin zimanê xwe? Em ê çi wext ji zimanê xwe hez bikin û xwe bikin qurban? Civaknasek wiha dibê: “Ne zimanê netewekî, netewê zimanekî heye” Em çi netew in? Zimanê me çî ye? An jî em netewê kîjan zimanî ne? Pi?tî lêrasthatina vî wêneyî, qidûmê min ?ikest. Ziman ji min xeyîdî; ji me ...

Tirsa Kîr! 6/06/2011

Rojekê camêrek dihere gundekî. Camêrê me kesî nas nake û eletexmîn berê xwe dide malekê. Li derî dixe û xwediyê malê derî lê vedike. Xêrhatinê li hev didin û derbasî hundir dibe. Ber êvarê ye û ji bo ?îvê sifre li erdê raxistiye. Camêrê me di hundirê xwe de dibêje, “Bi telaq jina min, bibore xesûya min ji min hez dike.” Bi rastî jî camêrê me bi siûd e. Li ser sifrê mesefa savarê û qinên go?tê berxan li ser xemilandine û hîn dest bi xwarinê jî nekirine. Bi hev re, mahzûban, herdu jinên ...

quz-otogar 20/05/2011

Rojekê camêrekî ji haziran ne çêtir, kîrê wî radibe û berê xwe dide kerxanê. Ji serî de dest pê dike û dime?e, çavên xwe li yekê digerîne, da ku kurmê xwe bi?kîne û cercûra xwe têde vala bike. Berî ku kerxanê serobinî hev bike û here di dawîyê re derkeve, çav yeka navsere dikeve. Di bin simbêlan de dikene û gava xwe davê hundir. Dibê: “Bi telaq niha derbên vê kûçikbavê xwe? in.” Bi destê jinikê digre û bi pêplikên avahiyê ve radipelikin. Dikeve hundirê odê û derî li ser xwe û jinikê diqifilîne. Her ...

Xirtûjê Ba?ewala 10/05/2011

Hemû ni?tecihên ?amê ba?ewala-bêderpî digerin. Tenê kirasekî spî bera ser la?ê xwe didin û egalekê li ser simala serê xwe bicih dikin û bi vir de û wê de zîz dibin. Dema bayeke, bahozek radibe, kirasê wan li serê wan digere û qûn û kîr û gunê wan derdikeve meydanê. Ji ber vî hawê wan jî, li ?amê kesê ku qûn û kîr û gunê hev nedîbin tune ye. Ev mesele ji bo zilaman nedibû pirsgirêk, lê ji bo jinan pirsgirêkeke mezin bû. Rojên hewa nexwe? bûya, ba û bahoz hebûya, rebenê ...