P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Lezgîn Şêxo






Şabaş Apê Yilmaz şabas! 1/04/2010

Apê me Yilmaz Çamlibel 3 pirtûkên hêja ji bona pirtûkxana Lotikxanê diyarî kirin. Berya cendakî di Lotikxanê de, nivîsek bi sernivîsa "em Lotikxanê difroşin" derketibu.Cima tu nabê apê me Yilmaz jî wê nivîsê dixwîne, mitalê dike û dibê: „Hella hellaaaaa,  gelo ev lotikxanecî çima wê Lotikxanê bifroşin babam“ û ketiye nav fikar û mitalan. Rabû berya çendakî bi me re têkilî danî û ji me pirsî: „Êêêêê, we xêr e yaw, çima hûnê Lotikxanê bifrosin hê?“ Yekî wek apê Yilmaz min nikarîbu derew lê bikira.Ez mecbûr mam ku ez rastîyê jê re bêjim Min got: ...

Şifêr, qomser û heval 7/03/2010

 Zilamekî bi tirimpêlê pir qeze dikirin. Ji ber ku qomserê qerekolê dostê wî bû, hercar ew ji heps û cezê xelas dikir. Ne carek, ne dudu,ne sê, dostê wî jê tê serê bêvilê û jê re dibê: “Filankes, min di te kiro,  binêr ez ji te re sûnd dixwim ku carek din tu dîsa qezeyê bikî û têkeve qereqolê, ez nema te berdidim, ezê te bigrim û têxim hepsê, bes e law!” Cend roj derbas dibin, rojekê qomsêr dinere ku dîsa zilamê wî di ber polîsa de ye, ew girtine, tînin qereqolê û dibên:” ...

Xalê Mûsa Enter û Pîra Hilwa. 18/02/2010

Gava ku min nûçeya li ser Seda Sayanê xwend ku şeş mêr berdane, mesela xalê Mûsa û Pîra Hilwa hate bîra min. Pîra Hilwa gelekî henekçî bû. Rehmetyê xalê Mûsa pirr jê hez dikir. Rojekê xalê Mûsa ji pîra Hilwa re got: - Wa Hilwa! Sûretekî te yê gelekî xweşik li cem min heye, di sûret de kofîyek li serê te ye, xizêm di bêvla te de ye û hîna tu ciwanî. Pîra hilwa jê re got: -Tu bi rastî dibêji Mûsa? Xalê Mûsa got: -Erê welehî ez bi rastî dibêjim. Pîra Hilwa dîsa got: -Mûsa, ez bi qurbana serê ...

Rêwî û gûyê zarokê 1/02/2010

  Rojekê zilamekî rêwî, li gundekî dibe mêvanê malekê. Mazûrvan şîvê jê re çêdikin, şîva xwe dixwin û şevbêrka xwe dikin. Dibe wextê razanê, cihê wî jî datînin û dibên: „Heyran tu ji rê de hatîye û tu westîya ye, keremke ser cîhê xwe razê“. Herkes diçin ser cihê xwe radizên. Nîvê şevê mêvan ji êşa zikê xwe ji xew şiyar dibe, dibîne ku qurqura nava wî ye. Hema radibe ser xwe û berê xwe dide deryê derve ku here destavê. Dema derî bi hêdîka vedike ku derkeve, dibîne ku kûçikek weke keftarekî li devê ...