P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Lezgîn ?êxo






Mesûdê me da bin dûvê Tirkan 9/10/2010

Li Berlinê dê weledê xwe avêtibû. Ji çûk heta maçûk, çi Tirkê ku hebû wek garana gund berê xwe dabû Berlînê. Tew heta bi serokwezîr Kasimpa?alî jî hatibû hewarê. Ji serê xwe heta bi lingê xwe bi sor û sipî xemilandibûn. Tew ji xwe hinekan li ser qûna xwe jî nivîsandibûn „TURKÎYE“. Li xwe bawer bûn. Digotin „Alman kî ne lan, emê wan di nav golan de bihêlin û tirrê ji wan berdin“. Lê hesabê wan û sûkê li hev derneket. Dema lîztikê dest pê kir, te digot qey lîztikvanên Tirkan nanê bê xwê xwarine, ...

ODP û EMEP lotikek kerîkî avêtin 23/09/2010

Li gora nûçeyek Dema Nû, ji bona qatilên 12ê Îlonê werin dadgehkirin, li Stenbolê çalakîyek hatiye lidarxistin. Wek Oda Tabiban, KESK, BDP, HAK-PAR, EDP (Partiya Demokrasî û Wekhevî). Komela Çira û gelek partî û sazîyên civakî besdarî vê çalakîya qerase bûne. Di çalakîyê de axavtin hatine kirin û daxwazîya dadgehkirina wan qatilan hatiye kirn. Heta vêderê hemi ti?t normal e. Lê ti?tê ecêb û ne normal ew e ku partîya ÖDP û EMEP ku qa?o wê ew jî be?dar bibuna, xwe ji vê çalakîyê ki?andine. Niha ez dizanim gelek ji we dibên ma xwe ki?andibin çima ...

Ji bo bîranîna Xalê Mûsa 20/09/2010

Dema bênderê ye. Xalê Mûsa xwe amade kiriye û li ser rê li benda Traktorê ye ku here gundê Zivingê ser bênderê. Pismamê Genco ji kolana nav gund daket ber qehwa xwe, dît ku xalê Mûsa li ser rê ye. Genco bang lê kir û got: - Bi ku de xalo? Xalê Musa: -   Ez li benda traktorê me, ezê herim ser bênderê Genco: -    Xalo, biner em ?irîk in ha.. Xalê Mûsa: -    Bela, em ?irîk in. Lê ne tenê ?irîkê bênderê ha! Em ?irîkê hemi ti?tî ne. Genco: -   Hema bi telaq bela, jin ne tê de em ?irîkê hemi ti?tî. Xalê Mûsa: -   Lawo Gênco, ma ji ...

Dêrsim keleha BDP ye. 15/09/2010

Ev gotin,gotina wekilê BDP yê Dêrsimê Ziya Xalîs e, ku pi?tî ?irovekirina encama Referandumê gotîye. Gava ku min ev gotina wî di internetê de xwend, hinekî serê min tevlihev bû û min ji xwe re got; gelo ez ?a? im? Rabû ez dîsa ketim malperan, vî alî wî alî min encamên referandûma li Dêrsimê dîsa derxist. Encamên wê ev in. BE?DAR: 66,05 NA       : 80,8 ERÊ     : 19,2 Li seranserê Tirkîyê be?dar: 77,1 77,1-66,5:10,6 yanî Boyqot: 10,6 Bi xwe matematîka min ne ewqes qewîn e û min kir û nekir ez negihi?tim formula Ziya Xalîs bê çawa bi %10,6 Dêrsimê ...

Boykot, 101 carî boykot! 10/09/2010

Di vê dema ku mesela referandûmê wek go?tê birajtî di miqilkê de diqije, wek Lotikxane Partîsî ne mumkune em jî  bêdeng bimînin. Di demek kin de me komik û civînên xwe çêkirin, me onba?î, çawî? û sîxurên xwe kom kirin û pistî minaqe?eyên dûr û kûr, bi piranîyan dengan em gihi?tin encamek bê binî. Encama ku em gihi?tînê ev e ku di referandûmê de em ne dibên erê,em ne dibên na.Emê pi?tgirîya BDP bigrin û bêjin, yabo boykot û sed carî boykot! Lê ji bona em pi?tgirîya BDP bikin û boykotê li dar xînin, ê ...

Pira selatê 1/09/2010

Xwendevanên Lotikxanê; hayê we jê heye  ku îro rewsa sîyaseta me Kurdên bakur çiqasî hesas bûye? Li gora min rews ewqas hesase, eyn bûye wek pira selatê. Niha ez dizanim hûn dibên kuro ma vê meha Remezanê  ev pira selatê ji ku derket lo! Kuro mêrik ji melê pirsî got: Seyda, li gor min bihîstîye dibên pira selatê gelkî teng û zirav e, ma ev rast e?   Mele ji mêrik re got: Ezbenî, pira selatê wek mû zirav û wek ?ûr jî tûj e. Mêrik nehi?t ku mele gotina xwe bidomîne, hema gotina wî birrî û ...

?aba? Apê Yilmaz ?abas! 1/04/2010

Apê me Yilmaz Çamlibel 3 pirtûkên hêja ji bona pirtûkxana Lotikxanê diyarî kirin. Berya cendakî di Lotikxanê de, nivîsek bi sernivîsa "em Lotikxanê difro?in" derketibu.Cima tu nabê apê me Yilmaz jî wê nivîsê dixwîne, mitalê dike û dibê: „Hella hellaaaaa,  gelo ev lotikxanecî çima wê Lotikxanê bifro?in babam“ û ketiye nav fikar û mitalan. Rabû berya çendakî bi me re têkilî danî û ji me pirsî: „Êêêêê, we xêr e yaw, çima hûnê Lotikxanê bifrosin hê?“ Yekî wek apê Yilmaz min nikarîbu derew lê bikira.Ez mecbûr mam ku ez rastîyê jê re bêjim Min got: ...

?ifêr, qomser û heval 7/03/2010

 Zilamekî bi tirimpêlê pir qeze dikirin. Ji ber ku qomserê qerekolê dostê wî bû, hercar ew ji heps û cezê xelas dikir. Ne carek, ne dudu,ne sê, dostê wî jê tê serê bêvilê û jê re dibê: “Filankes, min di te kiro,  binêr ez ji te re sûnd dixwim ku carek din tu dîsa qezeyê bikî û têkeve qereqolê, ez nema te berdidim, ezê te bigrim û têxim hepsê, bes e law!” Cend roj derbas dibin, rojekê qomsêr dinere ku dîsa zilamê wî di ber polîsa de ye, ew girtine, tînin qereqolê û dibên:” ...

Xalê Mûsa Enter û Pîra Hilwa. 18/02/2010

Gava ku min nûçeya li ser Seda Sayanê xwend ku ?e? mêr berdane, mesela xalê Mûsa û Pîra Hilwa hate bîra min. Pîra Hilwa gelekî henekçî bû. Rehmetyê xalê Mûsa pirr jê hez dikir. Rojekê xalê Mûsa ji pîra Hilwa re got: - Wa Hilwa! Sûretekî te yê gelekî xwe?ik li cem min heye, di sûret de kofîyek li serê te ye, xizêm di bêvla te de ye û hîna tu ciwanî. Pîra hilwa jê re got: -Tu bi rastî dibêji Mûsa? Xalê Mûsa got: -Erê welehî ez bi rastî dibêjim. Pîra Hilwa dîsa got: -Mûsa, ez bi qurbana serê ...

Rêwî û gûyê zarokê 1/02/2010

  Rojekê zilamekî rêwî, li gundekî dibe mêvanê malekê. Mazûrvan ?îvê jê re çêdikin, ?îva xwe dixwin û ?evbêrka xwe dikin. Dibe wextê razanê, cihê wî jî datînin û dibên: „Heyran tu ji rê de hatîye û tu westîya ye, keremke ser cîhê xwe razê“. Herkes diçin ser cihê xwe radizên. Nîvê ?evê mêvan ji ê?a zikê xwe ji xew ?iyar dibe, dibîne ku qurqura nava wî ye. Hema radibe ser xwe û berê xwe dide deryê derve ku here destavê. Dema derî bi hêdîka vedike ku derkeve, dibîne ku kûçikek weke keftarekî li devê ...