
Hewce nake em bi dûdirêjî behsa ziman bikin û bêjin “Ziman nasname” ye. Helbet ziman nasname ye. Ne tenê nasname, ferqîyeta navbera mirovan e jî. Heke ne ji ziman be, tu ferqa min û yekî Tirk, Alman yan jî Swêdî namîne. Belkî em bi reng û dirûvê xwe ji hev bên cudakirin, lê ne ji ziman be ferqa min û reşikekî Afrîkayî jî namîne. Tiştê ku mirovan ji hevdu cuda dike û wan dike neteweyek cuda, helbet ziman e.
Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet jî dewleta Tirk, bi vê zanînê herdem xwestine Kurdan ...