Lotikxane » Nûrî Celîk

Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
Hewce nake em bi dûdirêjî behsa ziman bikin û bêjin “Ziman nasname” ye. Helbet ziman nasname ye. Ne tenê nasname, ferqîyeta navbera mirovan e jî. Heke ne ji ziman be, tu ferqa min û yekî Tirk, Alman yan jî Swêdî namîne. Belkî em bi reng û dirûvê xwe ji hev bên cudakirin, lê ne ji ziman be ferqa min û reşikekî Afrîkayî jî namîne. Tiştê ku mirovan ji hevdu cuda dike û wan dike neteweyek cuda, helbet ziman e.

Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet jî dewleta Tirk,  bi vê zanînê herdem xwestine Kurdan asîmîle bikin da ku nasnameya wan nemîne û wek netew wan ji dîrokê rakin. Çawa ku bi asîmîlasyonê gellek kêmneteweyên li Tirkiyê asîmîle kirin û ji dîrokê rakirin, hewlek mezin dan ku heman pelûlê bi serê Kurdan de jî dakin û wan jî bikin wek xwe, bikin Tirk. Her çiqas piştî qetlîamên serhildana Şêx Seîd, Dersim û serhildanên din bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyê kirin û ew asîmîle kirin jî, lê piranîya Kurdan xwedî li zimanê xwe derketin û heta bi îro li ser lingan man. Bi vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî hestên netewî jî nemirin û Kurdan bi zimanê xwe hebûna xwe parazt. Ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûn, stûn û çîmentoya netewbûnê ye.

Heke em dewleta Tirk deynin alîyekî û bi çavekî din li asîmîlasyonê binerin, emê bibînin ku mixabin PKK jî ji alîyekî ve bûye alîkarê vê asîmîlasyona malkambax. Bi taybet kadroyên ku bi navê çepîtîyê ketibûn û ketine nava PKK, di asîmîlekirina xort û keçên Kurdan de rolek mezin û xirab lîztin û hîna jî dilîzin. Ew kesên ku heta îro jî belkî nikaribin çend gotinên Kurdî bînin cem hev, zimanê Tirkî kirin zimanê siyaseta PKK û ne tenê Kurdên bakur, herweha Kurdên başûr û Kurdên rojava jî hînî zimanê Tirkî kirin, Tirkî bi wan kirin wek şîr û şekir. Bi vê ve girêdayî, siyasetmedar û kadroyên ku di qada legal de siyasetê dikin, dîsa bi zimanê dijminê xwe, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirin û ev jî bû sedema ku zimanê Tirkî bandorek xirab li keç û xortên Kurdan bike û mejiyê wan ji Kurdî û hestên Kurdewarî dûr bixe, wan bêhtir bi Tirkî û Tirkan ve girêde.

Li gora lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin, her ku diçe zimanê Kurdî wenda dibe û bi taybet Kurdên bakur zêdetir bi zimanê Tirkî diaxivin û rehettir karin xwe bînin zimên. Hûn dev ji bajaran berdin, êdî li gundên Kurdistanê jî zimanê Tirkî rehên xwe bera nav dil û hinavên Kurdan dide û roj bi roj wan ji Kurdî û hestên Kurdistanî dûr dixe. Çima? Ji ber ku serok, kadro û rêberên ku pêşkêşîya wan dikin bi Tirkî diaxivin, di hinek televizyonên Kurdî de zimanê Tirkî ji zimanê Kurdî zêdetir derdikeve pêş, zêdetir pere dike, zimanê siyasetê Tirkî ye û tu xêr û berjewendîya wan siyasetmedaran di zimanê Kurdî de tuneye. Zarokên piranîya siyasetmedarên ku îro pêşkêşîya civaka Kurdên bakur dikin, yan bi temamî Kurdî nizanin, yan jî wek kerr û lalan nîv Kurdî û nîv Tirkî li nav hev dixin. Bi Kurtî; li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di xeterê de ye. Li gora min sersebebê herî mezin jî helwesta wan siyasetmedar û pêşewayan e ku bi mejîyê Tirkî, bi zimanê Tirkî û bi navê bratîya Kurd û Tirkan siyaseta Kurdayetîyê dikin. Helbet dewleta Tirk asîmîlasyonê dike, ev karê wê ye. Lê ew siyasetmedar û pêşewayên ku girseya Kurd didin dû xwe û berê Kurdan didin zimanê Tirkî, ji asîmîlasyona dewletê xirabtir bandorê li civaka Kurd dikin.

Berî çend rojan, Serokê Rêveberîya KCK Mûrat Karayilan, di derbarê zimanê Kurdî de helwestek erênî û Kurdewarî danî. Karayilan daxuyand û bang li Kurdên bakur kir ku “êdî di her qadê de, di her dezgehên dewletê de, bi zimanê Tirkî neaxivin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”  Karayilan got ku “Heke ev dewlet dixwaze li Kurdistanê bi Kurdan re bijî, bê qeyd û şert divê tehamilî guhdarkirina zimanê Kurdî bike, yan divê vî zimanî hîn bibe, yan jî wergêran ji xwe re bibîne.”

Karayilan, girîngîya zimanê Kurdî bi netewbûnê ve girêda got ku “Divê em vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî wek helwestek netewî bi pêş de bibin. Divê em bi Kurdî biaxivin. Çi kesê ku di dadgehan de bi Tirkî biaxive wê rêbaza welatparêzîyê binpê bike, divê herkes vê wilo zanibe. Ne tenê di dozên siyasî de, di her dozê de divê herkes bi Kurdî biaxive, bi Kurdî paraztina xwe bike. Banga me ji temamê Kurdan re ev e; divê her Kurd bi dadgehên dewletê re û bi hêzên dewletê re bi Kurdî biaxive. Divê em bi axavtina zimanê Kurdî ji xwe şerm û fedî nekin, ji bo me axavtina bi zimanê zikmakî şeref û xîret e, mezinatî ye û helwestek welatparêzî ye” û wekî din.

Mûrat Karayilan bi van gotin û daxwazên xwe şoreşek bi serê xwe kir. Û heke Kurdên bakur û di serî de jî kadro û siyasetmedarên PKK, KCK û BDP guh bidin Karayilan û di her qadê de zimanê Kurdî wek zimanê sereke bi kar bînin, ez bawerim wê ev şoreş bibe berberî bedelê şerê 30 salî.

Karayilan, di dawîya axavtina xwe de gotinek pir xweş û di cîh de gotiye. Dibêje: “Êdî em zimanê xwe biaxivin ku hinekên din jî zimanê me qebûl bikin.”

Belê, rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bilasebeb nedigot:

„Kurdino, heke hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heke hûn dixwazin xwe bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.“

Ziman ne tenê nasname ye, herweha xwenaskirin û xwenasandin e jî…

Ev nivîs 1122 carî hatiye xwendin

Manîfestoya Serok Barzanî divê rêbaza hemî Kurdistanîyan be.
Gotinek heye dibêjin:”Kesên ji dîroka xwe dersê wernegirin, nikarin pêşeroja xwe jî damezirînin”. Nirxandin û dersjêderxistina dîroka paşerojê, stûna damezrandina pêşerojê ye. Milletên ku ji dîroka xwe, yan ji paşeroja xwe ders wernegirtibin, di pêşeroja xwe de jî her dikevin heman xeletîyê û diteqinin. Lê milletên ku aqlêselîm dîroka xwe hûr dikolin, kêmasî û xeletîyên xwe dibînin û hewl didin ku di pêşeroja xwe de jî heman xeletî û kêmasîyan nekin da ku di pêşeroja xwe de biserkevin.

Em Kurd di vî warî de qelsin. Yek ji wan milletên ku giringî û pêwistîyê nadin dîroka xwe û dersan jê dernaxin, em Kurd in. Mixabin, ev rastîya me ye. Rastîyek tirş û tehl. Gava meriv li dîroka xwe dinere, dibîne ku di “serneketina” me de sedema herî mezin, sedema herî jandar bêtifaqî û dijminatîya me xwe bi xwe ye. Yanî şerê brakujî ye. Helbet şert û şirûtên dinyayê, berjewendî û hîlebazîyên dewletên serdest jî bandora xwe li me dikin. Lê dewletên serdest çiqasî xurt bin bila bibin, gava em ji hevre bi tifaq bin, gava em bi ruhek netewî, bi mejîyekî Kurdistanî tevbigerin, wê dewletên serdest jî zêde nikaribin bi me bilîzin û me bikarbînin. Lê mixabin bêtifaqî, berjewendîyên grubî, ezezî û gellek sedemên din heta îro nehiştine em Kurd bibin destek û bi yek dengî, bi yek ruhî û bi yek armancê biqîrin.

Îro em Kurd di pêvajoyek zîz re derbas dibin. Ji alîyekî parçeyek ji axa welatê me ber bi dewletbûnê ve diçe, ji alîyekî Kurdên seranserê cîhanê nêzîkî hev dibin, û ji alîyekî jî tifaq û hevgirtina navbera Kurdan xurttir dibe. Ev pêşketinên erênî di çavên dagîrkerên Kurdistanê de bûye kelem û wek şûjinekê di çavê wan de radibe. Bi her dek û dolabê dixwazin destdirêjîya tifaqa navbera Kurdan bikin û wan wek dem û dewranên berê bera hev din, bikin dijminên hev û şerê navxweyî bidin destpêkirin. Bi taybet dewleta Tirk û Îranê şev û rojên xwe jibo têkbirina başûrê Kurdistanê kirine yek û tunekirina perçê azad ji wan re bûye armanca sereke. Di vir de bar û berpirsiyarîyek mezin dikeve ser milê Kurdan û divê di her halûkarê de neyên lîztika dijminên xwe û mecalê nedin wan.

Di Kurdistanê de parçeyê ku herî zêde ji destê şerê navxweyî kişandiye başûr e. Çi xwe bi xwe bin û çi bi hêzên bakur re bin, êşek mezin ji destê şerê brakujîyê kişandine. Ji ber vê jî êş û elem, zehmetî û pirsgirêkên vî şerê qirêj baş zanin û têgihiştine ku êdî divê Kurd hevdu nekujin û dijminatîya hev nekin. Bi taybet Serok Barzanî yek ji wan kesan e ku bi tundî li dij şerê brakujîyê derdikeve.

Serok Barzanî di gellek daxuyanîyên xwe de bal dikişîne ser şerê birakujîyê û hetta di derbarê PKK de jî gotibû ku “Kujtina Kurd bi destê Kurd li paş ma, êdî wê Kurd hevdu nekujin” û gellek helwestên erênî nîşan dabû ku ev jî di nava Kurdan de bibû ciyê şanazî û payebilindîyê.

Serok Barzanî, bi biryar û helwestên Kurdewarî di herçar parçeyên Kurdistanê de bûye hêvîyek mezin û bandora xwe li temamê Kurdan kiriye. Wilo bûye ku li bakurê Kurdistanê jî wek serokê Kurdan derketiye pêş û her ku diçe bandora wî zêdetir, qedr û qîmetê wî bilindtir dibe. Ev jî bûye sedemek herî mezin ku dewleta Tirk wî ji xwe re bike hedef da ku bandora wî di nava Kurdên bakur de bişkîne û berê Kurdên bakur dîsa bide Abdullah Ocalan. Bandor û giranîya wî ewqasî çêbûye ku; gelek ji terefgirên PKKê birêz Mesûd Barzanî wek serokê temamê Kurdan qebûl dikin. Aramî, pêşketin û giringîya başûr, helwest û daxuyanîyên Kurdewarî yên Barzanî bike neke tesîra xwe da Kurdên bakur, sempatî û dilxwazîya ji malbata Barzanî û PDK re li bakur zêdetir bû. Ji ber van sedeman jî, dewleta Tirk bi mahna PKK başûr û malbata Barzanî ji xwe re kiriye armanca yekemîn û serxwabûna parçê başûr di dilê wan de bûye tirs û xofek mezin. Bi taybetî manîfestoya ku serok Barzanî di serdana xwe ya Îran û Tirkiyê de da dinyayê, ji Kurdan re bû hêvîyek mezin. Kurdên ku ji destê şerê navxweyî pir kişandibûn, şa bûn û bawer kirin ku wê ji îro û pêde Kurd hevdu nekujin. Lê dewletên dagîrkerên Kurdistanê rehet nasekinin û jibo Kurdan berî hev bidin her lîztik, dek û dolabê dizîvirînin. Ji xwe ji bûyara li Zaxo hat qewmandin diyar bû ku, xêrnexwazên Kurdistanê vala nasekinin.

Di van bûyarên kirêt de, hat xuyakirin ku, hebuna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di heman demê de gerantoriya temamê netewe û Olên li Kurdistana azad dijîn e. Ji wê bonê jî, wan bûyarên kirêt rolek mezin xist ser milê Serokê Kurdistanê. Serok Barzanî bi vê berpirsiyariyê tevgeriya û hewl da ku; di navbera hêzên Kurd, netewe û Ol ê li Kurdistana azad heyî de, pirsgirêk û nakokî dernekevin. Serok Barzanî bi zanyarî û dil pakiya xwe daxwaza xêrnexwaza têk bir. Ji temamê Kurdan ve ayan e ku, dewleta Tirk û Îran ji zûde dixwestin ku hêzên Kurd berî hev bidin û aramîya li başûrê Kurdistanê heyî têk bibin. Ev jî xeterîyek mezin e, ger hemwelatiyê Kurdistanê Manîfestoya Serok Barzanî nekin guhar ji xwe re; we têkdanên xêrnexwaza biser kevin. Û bê goman, wê ev yek jî bibe têkçûna netewên li Kurdistana azad dijîn. Ez wek kesekî Bakûrî; dixwazim bala rayedarên Kurdistanê, Kurdîstanxwazên di nav PKKê de (ger hebin) de bikşînim ser hewcedarîya îmaneke biqasî a serok Barzanî…….

Bela başûrê Kurdistanê ji roja pêşîn û heta niha jî di çavê temamê dagirkerên Kurdistanê û hinek ji rayedarên PKK de wek kelem û strî ye. Tam di vê çerçewê de, îro jî hin rayedar û nivîskarên Tirkan li dijî helwest û qedir girtina serokê Kurdistanê nerazîbûna xwe, jahrên û dijminatîya di dilê xwe de wedireşîn.

Wek me li jor jî bi kurtasî behs kir, bi taybet dewleta Tirk dixwaze PKK û hêzên başûrî bera hev de û şerê birakujîyê bide destpêkirin. Ev provokasyon bi kujtina 12 eskeran destpêkir û hîna jî berdewam e. Rayedarên artêşa Tirk eşkere dibêjin ku “armanca wan ne PKK lê Barzanî û başûrê Kurdistanê ye”. Herweha Mûrat Karayilan jî gellek caran ev rastî anîye ser zimên. Di vir de jî pir vekirî dixuye ku hebûna PKK tenê mahne ye, armanc tunekirina destketinên başûrê Kurdistanê, referandûma Kerkûkê û Mîsakî Mîllî ye. Ji xwe gellek ji rayedarên Tirk doza stendina Kerkûk û Mûsilê li hikûmeta xwe dikin û rê ji dagîrkirina Kurdistanê re vedikin. Tirk di vir de pir xeter dilîzin. Ji alîyekî dixwazin tifaq û nêzîkbûna ku di navbera Kurdan de çêbûye têk bibin, wan dîsa bikin dijminên hev, û ji alîyê din jî dixwazin ji van nakokîyan îstîfade bikin û di parçê azad de bicîh bibin.

Di vê babetê de bar û erkên mezin dikevin ser milê rayedarên Kurdperwerên di nav PKKê de (dubare dikim; ger hebin?????). Helbet niha ew jî li gora xwe bi van lîztik û projeyên dewleta Tirk dizanin. Lê mesele ew e ku neyên lîztika wan û başûrê Kurdistanê mecburî midexeleyek e ku ti rayedarên Kurdistana azad pê dilxemgîn bibin nekin. Rast e, cîh li wan teng e, çar hêlên wan dewletên dijmin in û hêvîya wan tenê alîkariya Kurdistana azad e. Bi haqaniya van hêvîya jî, divê PKK bi biryarên ku Kurdistana azad jê bargiran nebe, bilaks divê li gor berjewediya temamê Kurdan tev bigere û ew jî manîfestoya serokê Kurdistanê sûd wergire; da ku başûrê Kurdistanê karibe xwe ji zext û gefên Emerîka û dagirkerên Kurdistanê biparêze.

Ji ber ti Kurdperwer naxwazin wek 1975an bê serê başûrê welatê wî. Devê me Kurda ji şîr şewitiye!!!! ji wê bonê jî, divê em ehemiyetê ti wextî ji dest bernedin. Lê divê ev rastiya dîroka me a tahl, neyê wê wateyê ku em ê nikaribin zimanekî dîplomatîk li himber neheqiyê li dij berjewediya neteweya xwe de bikarneynin û dîplomasîyê nexin dewrê. Jixwe di serdanên xweyên dawî de, çi Neçîrvan Barzanî be, çi jî serokê Kurdistanê be helwestek mêrane, Kurdperest û dîplomatîk nîşanî temamê Dinyê dan. Lê divê di wî warî de neyê jibîrkirin ku, çawa erk û barê netewî dikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê, herweha erka PKK ye jî ku li berjewendîyên başûrê Kurdistanê bifikire û neyê lîztika dewleta Tirk. Ji alîyê din divê sedî sed rayedarên başûrê Kurdistanê jî rê nedin şerê li dijî PKK. Di şûna ku şerê PKK bê kirin, divê rê û çareyên ku çawa PKK bibe Kurdistanî bên dîtin. Divê fersendê nexin destê dewleta Tirk û grûba ku di nava PKK de dixwazin Kurdistanê têk bibin.

Di vir de em karin bi kurtasî bêjin ku, têkdana Kurdistana azad têkçûna Kurdan û xurtkirina dijmin e. Kî dibe sebeb bila bibe, kî rê ji têkdana aramiya heyî re veke bila veke, wê ev jibin wî webalê mezin dernekeve. Divê êdî Kurd li mezinên xwe, li Ehmedê Xanê guhdarî bikin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin:

““Ger hebûya me îtîfaqek

Pêkve bikira me întîqadek

Wê Rom û Ereb û Ecem temamî

Hemiyan jı me re bikira xulamî

Ev nivîs 827 carî hatiye xwendin

Stratejîya nû ya dewleta Tirk û çareserkirina pirsa Kurd
Guman tê de tune, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan, mezin dilîze û çav berdaye serokatîya Rojhilata Navîn. Bi siyaset û helwesta xwe heta bi ciyekî jî xwe da qebûlkirin. Siyaseta Tirk-îslam û xeyala Împaratorîya Osmanî da ber xwe. Ji bo bigihê armanca xwe, astenga herî mezin a li pêşîya xwe pirsa Kurd didît. Ji ber pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navîn de pirsgirêkek sereke û mezin e, çareserkirina vê pirsgirêkê jî rê ji serokatîya Rojhilata Navîn re vedike. Ji ber vê; Erdogan di destpêkê de stratejîyek siyasî û sivîl da ber xwe û dest pê kir, hêvîyek mezin da Kurdan û hinek gavên wek TRT6 û wekî din avêtin. Bi giştî çareserkirina pirsa Kurd belkî zêdeyî hêz û qiweta wî ye, belkî jî dewleta kûr, partîyên dijberên wî, rewşa herêmê û dinyayê wî asteng dikin. Lê helbet çareserîya ku em Kurd dixwazin ne di bername û dilê Erdogan û partîyên dewletê de ye. Belkî bi hinek gavên piçûk û demokratîk dilê Kurdan bê xweşkirin, lê bi giştî çareserkirina pirsa Kurd îro halîhazir di rojevê de naxuye.

Bi pirsa Kurd ve girêdayî, hêzek din a ku rê li ber pêşketina Erdogan û siyaseta wî digirt, çeteyên wek Ergenekonê bûn. Ergenekona ku ji binê artêşê heta bi serê artêşê xistibû bin bandor û kontrola xwe, hem li Tirkiyê û hem jî li bakurê Kurdistanê asteng û hêza herî tarî û kujer bû. Çi bi îradeya xwe, çi jî bi destûra Amerîka û Ewrûpayê, Erdogan çû ser vê hêza tarî û bi sedan general û endamên vê hêza tarî dan girtin û şandin girtîxaneyan. Erdogan astenga çeteya Ergenekonê ji ber xwe hilanî, rê ji xwe re vekir, lê pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd hîna jî wek xwe ye û wek asteng li ber Erdogan û hikûmeta wî sekinîye.

Ji bo çareserîyek aştîyane hikûmeta Erdogan ji zû de hevdîtin bi serokê PKKê Ocalan re danîbûn, mişteşar û alîkarên xwe heta bi Îmralîyê jî şandibûn. Di hevdîtinên herdu alîyan de hêvîyek derketibû holê, hêvîya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demoktratîk çareser bibe û şer raweste, êdî xwîn neyê rijandin. Hevdîtin hatibûn wê astê ku êdî behsa mizakereyan û avêtina gavên berbiçav dihat kirin. Lê çi hikmet be, berî ev mizakere berhemên xwe bidin, Ocalan xwe bi paşde vekişand û got ku “herdu alî jî min wek taşeron bi kar tînin” û mizakere qut bûn, bi êrîşa Silîva (Farqîn) û kujtina 24 leşkeran şer dîsa dest pê kir.

Piştî destpêkirina şer, dixuye ku herdu alî jî (AK partî û PKK) ji stratejîya siyasî û sivîl derbasî stratejîya şer bûne. PKK bi şer dixwaze xwe li ser AK partî û Erdogan ferz bike, Erdogan jî dixwaze “hakimîyeta herêmî” bi dest xe, di şexsîyeta PKK û KCK de tevgera Kurd berteref bike, wê ji çapa leşkerî bixe û lawaz bike.

AK partî û Erdogan bawerin ku wê bi vê stratejîyê PKK ji çapa leşkerî bixin û hêza wê lawaz bikin, ji awira gelemperî re bidin xuyakirin ku PKK ne hêzek ewqasî xurt e ku hêza wê tê mezinkirin. AK partî bi xwe jî zane ku bi vê stratejîyê PKK xilas nabe, lê bi kêmanî bawere ku wê pişta PKK bê şikandin, piştî lawazkirinê ewê karibin dest bi mizakereyên çekberdanê bikin û belkî piştre şert û mercên siyasetek aqilane derkeve holê.

Yek ji nîşanên stratejîya şer girtina endamên KCK û rêlibergirtina siyaseta sivîl e. AK partî û bi taybet jî Erdogan, bi girtina endamên KCK û şaredarên bakurê Kurdistanê, vekirî şerxwazîyê dide pêş û rê li ber siyasetkirina Kurdan digire. Di van girtin û zîndankirinan de her çiqas sedem têkilîyên endamên KCK û PKK bin jî, astengkirina siyasetek sivîl, bike neke agirê şer gurtir dike û tu rêyek din ji Kurdan re nahêle. Erdogan ê ku di her axavtinên xwe de Kurd dawetî siyaseta sivîl dikir, îro du alî dilîze û rêya siyasetê li ber Kurdan digire, berê wan dide siyaseta şerê çekdarî. Helbet di virde BDP jî ne bêguneh e. Heke BDP di qada legal û sivîl de siyasetek serbixwe û xwedî îrade bimeşanda, heke BDP siyaseta şer a PKK di nav siyaseta sivîl û legal de bi cîh nekira, belkî AK partî û Erdogan jî ewqasî neçûna ser BDPê û rê li ber endamên wê negirtina. BDP karîbû bi siyasetek legal û sivîl wan qoz û bahaneyan ji destê Erdogan derêxe û bi kêmasî nebe sedema gurkirina şerê çekdarî. Heke BDP piçekî siyasetek wêrekî û serbixwe li himber PKK û Qendîlê bimeşanda û bingeha xwe ji vê re amade bikira, hem wê PKK mecbûr bimaya lê guhdar bike, hem jî wê qedir û îtîbara wê di nava Kurdan û Tirkan de zêdetir bibûya. Lê BDP ev tişt nekir û nikare bike jî. Nikare bike çunkî ne bernameyek wê ya Kurd û Kurdistanî heye, ne jî xwe wek partîyek Kurd dibîne. Siyaseta PKK li himber Kurd û Kurdistanê çi be, ya BDP jî heman helwest û siyaset e.

AK partî û Erdogan, bi vê stratejîya şer helbet nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê kêm zêde dixwaze di kesayetîya PKK de tevgera Kurd bifetisîne û ji çapê bixe. Ji ber vê jî, siyaseta “berê asayîş û piştre siyaset” derxistiye pêş, stratejîya sivîl radestî siyaseta şer kiriye. Ji xwe hema bêjin piranîya partî û desthilatdarên Tirkiyê heman siyaset meşandine. Berê xwestine tevgera Kurd bifetisînin, ji çapê bixin, piştre jî xwedêgiravî hinek gavên siyasî bavêjin. Xuyaye Erdogan û hikûmeta xwe jî dane dû şopa kevnare û dixwazin bi heman siyaseta xelet rê li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd bigrin. Ev siyaset berê jî bi ser neket û wê sibê jî tu encaman nede.

Li vir divê meriv rol û destketinên başûrê Kurdistanê ji bîr neke. Başûrê Kurdistanê federatîf e, nîv dewlet e, her ku diçe pêş dikeve û zêdetir nêzîkî serxwebûnê dibe. Ev rewş di siyaseta dewletên cîran û dewletên Rojhilata Navîn de bandorek mezin dike, çavê dewletên dagîrkerên Kurdistanê ditirsîne. Ji ber vê; dewletên cîranên Kurdistanê bi her awayî desttêwerdanan di başûrê Kurdistanê de dikin, ji bo alozkirina rewş û destketinên başûrêKurdistanê dixwazin her bahaneyê bi kar bînin. PKK û baregehên li Qendîlê sedem û bahaneyek ji wan bahaneyan e ku dewleta Tirk her serê demekê êrîşî başûrê Kurdistanêdike, gundên Kurdan bombebaran dike û zirarê digihîne Kurdên sivîl. Heke herdu alîyan (dewlet û PKK) dev ji stratejîya şer berdabûna û dest bi stratejîyek siyasî û sivîl bikirana, Tirkiye tu bahaneyek nedidît ku ewqasî êrîşî xaka başûrê Kurdistanê bikirana û zixt bidana rayedarên Kurdistanê. Ji ber vê; çi serok Barzanî be, çi jî kek Nêçîrvan Barzanî be, di her halûkarê de giringîya siyaseta legal û sivîl tînin ser zimên, herdu alîyan jî di qada legal û siyasî de dawetî çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin. Rayedarên hikûmeta Kurdistanê, bi taybet jî serok Barzanî û kek Nêçîrvan di zanebûna vê mijarê de ne. Herdu kesayet jî girîngîyek mezin didin destketinên başûr û zanin ku heke ev parçeyê azad ji dest biçe, wê êdî Kurd carek din ewqasî nêzîkî azadî û serxwebûnê nebin. Ji ber vê ye ku di her wesîleyê de bang li Kurdan dikin û dibêjin „paraztina başûrê Kurdistanê erka her Kurdekî ye“ û hawara xwe digihînin seranserê Kurdan. Ji ber vê sedemê; stratejî û siyaseta şer (bi taybet heta PKK li Qendîl û başûr be) cîh li Kurdistanek azad û serbixwe tengtir dike, lê stratejî û siyaseta legal û sivîl, wê cîh li azadî û serxwebûna başûr firehtir bike.

Başe çareserî çiye?

Li gor min, stratejî û siyaseta şer îro ji Kurdan re zirarek mezin e, qoz û bahaneyên mezin dixe destê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan. Ev qoz û bahane ji bo têkbirina Kurdistana azad tê bikaranîn. Di şûna stratejîya şer de, stratejî û siyaseta siyasî û sivîl maqûltirîn çareserî ye. Divê PKK, KCK û BDP stratejî û siyaseta sivîl ji xwe re bikin armanc û hewl bidin ku li ser bingehek demokratîk û mafdarî makzagona Tirkiyê bê guhertin. Divê qada legal û siyasî nebe qada şer û ev qad bi rêyên demokratîk ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bê bikaranîn. Herweha heke birastî çareserkirina pirsgirêka Kurd tê xwestin, divê AK partî û Erdogan jî di makzagona nû de mafên siyasî û nasnama Kurdan qebûl bikin, rê ji perwerdeya zimanê zikmakî re vekin, xal û maddeyên nîjadperestî ji makzagonê derêxin û bi makzagonek demokratîk û wekhevî cudabûna di nava Kurd û Tirkan de ji holê rakin. Heke ev kiryar pêk bên, wê mizakereyên çekberdanê jî encamên baştir bidin û pêvajoyek aram û aştîyane dest pê bike.

Bi kurt û Kurmancî; gavên eskerî zilm, zor û serhildanê bi xwe re tîne. Û gavên siyasî jî çareserî û encamên siyasî bi xwe re tîne. Demokrasî û demokratîkbûn bi naverokek siyasî dixemile. Heke naveroka demokrasîyê bi siyasetek demokratîk neyê dagirtin, tu wate û giringîya wê demokrasîyê namîne.

Ev nivîs 2033 carî hatiye xwendin

Qendîl bi mij û dûman e
Heta berî hevdîtina Ocalan û parêzerên wî bi 1-2 hefteyan jî her tişt temam bû. Ocalan bi piştrastî digot ku “Min û dewletê li hev kiriye, em hatine asta avêtina gavên pratîk” û mizgînîya aştîyê dida me.

Kêfa me hat. Me go de wê Ocalan û dewlet li hev bike (ji ber ji Ocalan pêve tu mixattap di nava PKK û BDP de tunene), şer bisekine û êdî bêhna xwînê ji Kurdistanê neyê. Lê hevdîtina dawîn a Ocalan û parêzerên wî Kurd xeyalşikestî kirin û xuyabû ku wê dîsa dest bi rijandina xwînê bê kirin.

Ocalan eşkere digot ku “Ez xwe vedikşînim” û mizgînîya roja nexêrê da me. Di van gotinan de xuyabû ku hevdîtinên Ocalan û dewletê (heta berî çend rojan jî kesî nizanîbû kî bi Ocalan re hevdîtinan dike, çi kes in û çi dixwazin. Lê vê dawîyê di înternetê de derhet holê ku kesên bi Ocalan û PKK re hevdîtinan dikin endamên Dezgeha Ewlekarîya Tirkiyê MÎT ê ne û hetta serokê MÎT ê Hakan Fîdan jî beşdarî van hevdîtinan bûye) ne samîmî ne û heke samîmî bin jî, hinek alîyên di nava dewlet û PKK de wê samîmîyetê têk dibin û nahêlin dengê çek û sîlehan bisekine. Ji ber vê ye ku Ocalan di hevdîtina xwe ya dawîn de digot “Herdu alî jî min wek taşeron bi kar tînin”.

BDP di hilbijartinan de astek bilind bi dest xist, 36 wekîl derxistin. Heke BDP bi siyaset û armancek aqlêselîm bimeşîya, wê di meclîsê de karîba tiştên gellek baş bikira, di guhertina makzagona 12 Îlona faşîst de rola xwe bilîzta û di avêtina hinek gavên demokratîk de bibûya alîkar. Lê xuyabû ku 36 wekîlên BDP û rola wê hinek alîyên sererd û binerd tirsandin. Ji bo ku BDP di guhertina makzagon û pêkanîna demokrasîyê de rola xwe nelîze û her tişt bi qîma AKP, CHP û MHP bimîne, BDP ji dewrê hat derxistin. Helbet ji ber ku BDP jî nikare û bi xwe ne bawere siyasetek serbixwe û xwedî îrade bimeşîne, neket meclîsê (ji ber vê Selahattîn Demîrtap got “Em di siyaseta dora masê de ne şareza ne) û li gora min hat lîztika hinek alîyan. Daxuyanîya Ocalan, neçûna BDP a meclîsê û şerê li Farqînê hevdu temam kirin, pêvajo xitimî, hat xitimandin û berê mij û dûmanê berê xwe da ser çiyayê Qendîlê û başûrê Kurdistanê.

Helbet di derketina alozîyan de rola siyaseta AKP û Erdogan jî pir e. Erdogan soza çareserkirina pirsgirêka Kurd da xelkê û hêvî û alîkarîyek mezin ji Kurdan stend. Lê Erdogan tenê xwest û dixwaze bi çend gavên piçûk wek TRT6 û wekî din çavê Kurdan biseyîne û dilê wan xweş bike. Gerçî Erdogan pirsgirêka Kurd bi temamî çareser bike jî, belkî hinek alîyên di nava dewlet û PKK de sedemên din derxin holê û nexwazin aştî çêbibe. Wê nexwazin, ji ber ji vî şerê qirêj bi milyon dolaran pare tê qezenckirin. Kurdistan guzergaha bazirganîya narkotîka Afganistan û Îranê ye. Ji vê bazirganîyê endamên artêşa Tirk, dewleta kûr û çeteyên narkotîkê milyon dolaran qezenc dikin û hetta bi trimbêlên xwe jî wê narkotîkê dikşînin Tirkiyê û dewletên Ewrûpayê (îtîrafkarên Ergenekon û JÎTEM ê pir vekirî ev eşkere kirin).

Sedemek din ya berdewamkirina şerê çekdarî bêguman statu û destketinên başûrê Kurdistanê ye. Statu û destketinên başûrê Kurdistanê wek xincerekê li ser dilê Tirkiyê û Îranê sekinî ye. Herdu dewlet wek îmana xwe zanin ku wê rojekê Kurd û Ereb li hev nekin û wê Kurd serxwebûna xwe êlan bikin, bibin dewletek serbixwe. Ha îsal, ha jî 10 salên din ferq nake. Serxwebûna başûrê Kurdistanê bike neke wê bandorek mezin li parçeyên din jî bike û wê daxwaza xwestina serxwebûnê di dilê Kurdên din de geştir bike, pêşdetir bibe. Tirkiye jî, Îran jî vê baş zanin. Ji ber vê; Qendîl, PKK, PJAK ji bo Tirkiyê û Îranê bahaneyek pir başe, bahaneya ku têkevin başûr û hew jê derkevin.

Îro rewş pir aloz e û serê çiyayê Qendîlê bi mij û dûman e. Ji alîyekî Îran û ji alîyê din jî dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin. Amadekarîyên mezin tên kirin ku hem Îran û hem jî Tirkiye di bejarê re têkevin Qendîlê û xwedêgiravî qira PKK bînin, wê ji holê rakin. Bi taybet dewleta Tirk zixtên mezin li hikûmeta başûr û rayedarên Kurdistanê dike da ku yan rê bidin wan biçin Qendîlê, yan jî ew bi xwe bi hêza pêşmerge cîh li azadîya rayedarên PKK teng bikin. Ev jî helbet tê wateya destpêkirina şerê brakujîyê û heta bi ciyekî têkçûna destketinên başûrê Kurdistanê. Her çiqasî serok Barzanî digot û dibêje “Êdî wê Kurd şerê hev nekin” jî, lê pirê caran şer tê devê derîyê meriv û meriv bixwaze nexwaze xwe di nava şer de dibîne, mecbûrî şer dibe. Ji ber vê ye ku serok Barzanî di axavtinek xwe de digot “Em bê çare ne”. Ji alîyekî PKK hesasîyet û destketinên başûrê Kurdistanê li ber çav nagre û ji xaka başûr êrîşî Îran û Tirkiyê dike, ji alîyê din jî Tirkiye bi rêya Amerîkayê zixtan dide rayedarên Kurdistanê ku PKK ji xaka xwe biqewirînin yan jî rê bidin wan ku ew PKK ji Qendîlê derêxin. Aha bêçaretîya ku serok Barzanî dibêje ev e. Wek ku bav û kalên me dibêjin, “Jor simbêl e, jêr rîh e”. Yan jî, “Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye”.

Serok Barzanî baş zane ku dewleta Tirk dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje. Ji alîyekî dixwaze PDK-Barzanîyan û PKK bîne himberî hev, şerê Kurdan bide destpêkirin û statuya ku îro başûr bi dest xistiye têk bibe, ji alîyê din jî dixwaze bi bahaneya PKK têkeve başûrê Kudistanê û di başûr de bi cîh bibe, herêmên tampon çêke û hew ji başûr derkeve. Çawa ku dewleta Tirk ji bo çend Tirkên Kibrisê Kibris dagîr kir û hew jê derket, dixwaze heman lîztikê bîne serê başûr û ji bo çend Tirkmenan û bi bahaneya PKK, di başûr de konê xwe vede. Aha tirsa serok Barzanî ji vê ye, bêçaretîya wan dîsa ji vê tirsê ye. Tirsa şerê brakujî û dagîrkirina başûrê Kurdistanê.

Li gora dixuye, rewş gihaye astek bilind û wê Tirk di xaka başûr re êrîşî Qendîlê bikin.  Hêvîdarim hem rayedarên PKK û hem jî rayedarên başûrê Kurdistanê neyên lîztikên dewleta Elî Osman û bi dek û dolabên Osmanî neyên xapandin, nekevin nav şerekî ku brînên mezin di laş û gewdeyê Kurdan de vekin.

Ev nivîs 1466 carî hatiye xwendin

AKP û wesayeta nû
Hinek alîgiren AKP ê û AKP bixwe, ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta restorasyona komarê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û wesayeta nû û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên ku şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetçiyan teng bikin, dide der.

Ev dijminayî meriv şaş nake, lê ecêb e. Ecêb e çunkî, kesên vê dikin hewl didin ku zimanekî Kurdewarî bi kar bînin. Jargon “Wek welatperwer xuya bikin jî, di esasê xwe de ji avkişandina ser aşê siyaseta wesayetçîyên nû pêve ti karê din nakin û bi vê metoda bi wesayet jî rewşên ku ne di berjewendîyê millet de, wek xelasîyekê ji millet re bi nîşankirin jî namînin. Cehalet û paşverûtî ya xwe jî li ser her kesî ferz dikin. Rewş wisa ye ku, tu dibê qey di vî warî de hatine wezîfedarkirin“.

Hin ji wan wek qelemşûrên kirêgirtî, kîn û nefreta sîstema wesayetçî direşînin. Êrîşên ku dikin bê hed û hesab in, bi çavsorî ne. Bêpîvanîya di êrîşê wan de, vexwendinên lînçkirinê, di dek û dolabên van de mebesta tunekirina kesayetê mixalif jî têde, ev rewşa ku ev siyasetçîyên bi wesayet têde ne bi tu awayekî din nayê binavkirin.

Belê, ev “tekoşîna netewî ye” û şerê paraztina mewzîyên di destê çînan de ye. Ev “tekoşîna netewî” şêweyê şerê herî hişk e.

Siyaseta wesayetkar dibêje; “Di şer de her rê û rêbaz mubah e”. Û li ser vî esasî, kuştin, boxtanên reşkirina kesan û bi her awayî li dij derketina xweparaztina siyasetek bi şexsîyet û bi van awa jî hemi hêz û derfetên di destê xwe de dixin dewrê.

Ji alîkî ve jî, wek xelaskerên qirnê davî şîreta li her kesî dikin. Bi metodên tehdîtkar, (wek hiqûqnenasên-hiqûqnas) dipirsin: “Hûn demokratîkbûna welêt dixwazin?”, “Hûn dixwazin pirsgirêkên heyî bi riyên demokrasîyê bên çareserkirin?” ” Di demokrasîyê de çi heye ku di sîstema wesayeta me a nû de tinebe?“ Çi kêm e, têra çî we nake?” “Ger hûn ji derveyî wesayeta me demokrasîyê bixwazin, çalakîyên we yên însanî jî di nav de, emê bi her derfetê êrîşî we bikin, ji bo tunekirina we emê vexwendnameyên lînçkirinê bavêjin holê, emê rê li ber derketina we a nav insanan jî asteng bikin”

Belê, ev “tekoşîna netewî ye”. Di vê tekoşînê de hûn li ku cîh digrin girîng e. Hûn êrîşî kê dikin, li dijberî kê ne girîng e. Îddîayên we çi dibin bila bibin, ji hemuyî girîngtirîn ew e ku, kirinên we bi kêrî kê tên? Karê kê hêsanî dikin?

Ezê nivîsa xwe bi hevîyekê bi dawî bînim.

Hevîya min ji Yezdanê mezin go sîstema we hilweşîne û yên di bin helweşandinê de sax mayî jî hedayet bike.

Ev nivîs 2357 carî hatiye xwendin

Hilbijartin, PKK û helwesta ba?ûr
Me hilbijartinek din jî li pa? xwe hi?t. Kurdan vê carê hejmara wekîlên xwe kirin 36 û bala awira gelemperîya cîhanê ki?andin ser xwe.

Bê guman di vê serketinê de rol û faktora tifaqa Kurdan pir e. Pi?tî ku BDP û KADEP ê tifaq kirin û HAK-PAR ê jî pi?tgirî da namzetên serbixwe, moralê Kurdan bilindtir û bawerîya wan xurttir bû. Derxistina 36 wekîlan nî?ana vê ye ku ger rêxistin û partîyên Kurdan bi tifaq û yekgirtî bin, belkî di hilbijartinên pê? de ev hejmar xwe bigihîne 40 û hetta 50 wekîlan jî. Tifaq xurtbûn e, bawerî ye, moral û ge?bûna ruhê netewî ye. Xuyabû ku gava tevgerên Kurd yekdest bin, wê gelê Kurd jî xwedî li wan derkeve.

Kurdan heta îro bedelek mezin daye. Heta meriv gepa tehl nexwe, nikare qepa ?îrîn jî bixwe. Em bixwazin nexwazin, hez bikin yan nekin, îro PKK û BDP mohra xwe li van bedêlan xistiye û bûye mixattabê dewletê yê herî mezin. Yekîtî û hevkarîya hêzên Kurdî di qada siyasî û sivîl de mixattabîya BDP xurttir dike. Ne tenê mixattabîyê, herweha dibe sebeb ku BDP û herweha PKK jî gavên xwe li gora vê tifaqê bavêjin û siyasetek Kurdistanî bime?înin.

Pi?tgirîya KADEP-HAK-PAR û rêxistinên din, wê bihêle ku BDP jî bi berçavkek din nêzîkî doza Kurdî û yekîtîyê bibe û di avêtina hinek gavan de hêz û helwesta wan rêxistin û partîyan jî li ber çav bigre. Ji ber vê; tifaqa BDP-KADEP û HAK-PAR ê gavek girîng û pêwist e. Berdewamîya vê tifaqê wê gav û derfetên mezintir ji Kurdan re bîne û ez hêvîdarim wê di pê?erojê de ev tifaq bibe sebeba yekîtîyek mayende jî.

Tifaq û hevkarîya van her sê partîyên Kurd kêfa bi hezaran Kurdan anî. Lê herweha kes û dezgehên ku li dijî vê tifaqê derketin jî hebûn û henin. Kes û dezgehên ku nikarin sê kesan bînin ser hev û ji zimandirêjîyê pê ve ti?tekî berbiçav ji destê wan nayê, li dijî vê tifaqê derketin û derdikevin. Li gora wan KADEP û HAK-PAR bûne ?irîkê gunehên PKK û BDP, ketine bin xizmeta Kemalîzmê û dixwazin Lozana 2. Pêk bînin. Lê divê meriv wek mirî?ka birçî di xewna xwe de garis nebîne û li gora ?ert û ?irûtên herêmê û dinyayê tev bigere. Divê neyê ji bîr kirin ku Kurdên ba?ûr jî bi otonomîyê dest pê kirin. Lê pi?tî ku PDK û YNK dev ji ?erê brakujîyê berdan û dengê xwe kirin yek, pi?tî ku ?ert û ?irûtên herêmê di berjewendîya wan de geriya, dev ji otonomîyê berdan û doza federalîzmê kirin û îro wek dewletek federe amadekarîya serxwebûna Kurdistana pê?erojê dikin. Ango; divê meriv lingê xwe li her ti?tî nexe û wek çêlekê ?îrê di sîtilê de nerjîne. Her ti?t gav bi gav pêk tê, gav bi gav meriv digihê armanca xwe.

Di hilbijartinê de serketine namzetên BDP ên serbixwe peyamek pir vekirî da Tirkiyê û dinyayê. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne, Kurd berdêla keda xwe dixwazin, berdêla xwîna ?ehîdên xwe dixwazin. Kurd êdî mafên xwe yên insanî dixwazin, dixwazin di herêmên xwe de xwe bi xwe îdare bikin. Bi derxistina 36 wekîlan Kurdan ?eqamek mezin li bin guhê partîyên dewletê û hikûmeta AKP xist. AKP a ku bi TRT6 ê û çend gavên piçûk xwest Kurdan ji rê bibe, gavek bi pê? de avêt lê 10 gav jî bi pa?de avêt. Erdogan li gellek sozên xwe xwedî derneket û tew dest bi înkara hebûna pirsgirêka Kurd jî kir. Ji bo ku çend rayên nîjadperestên Tirk bistîne û nehêle partîya MHP bendava hilbijartinê derbas bike, pi?ta xwe da Kurdan û wek Melayê Me?hûr pa?ûpê li kerê siwar bû. Erdogan bi vê siyaseta xwe hem xwe ji Kurdan dûr xist û hem jî nikarîbû rê li ber MHP bigre. Siyaseta Erdogan tenê bi kêrî dewleta kûr û artê?ê hat. Ji xwe kiryarên polîsên dewletê û girtina siyasetmedarên Kurd pir e?kere dike ku Erdogan û dewleta kûr di nava tifaqê de ne.

Dezgeha Bilind a Hilbijartinê YSK, di mijara wekîlên girtî yên BDP de provokasyonek din derxist û bû sedema bohranek din, neheqîyek mezin li BDP û Kurdên bakur kir. Botkotkirina çûna meclîsê alozîyek din li Tirkiyê derxist. YSK a ku dezgehek ji dezgehên dewleta kûr û Kemalîzmê ye, bi vê provokasyonê rê ji ?erxwazan re vekir û carek din e?kere kir ku hinek terefên dewletê naxwazin a?tî çêbibe û Kurd di qada sivîl de siyaseta xwe bikin. Ev lotika YSK bi kêrî AKP û Erdogan hat û di ?ûna Hatîp Dîcle de wekîlek din li AKP zêde kirin.

Boykotkirina çûna meclîsê û çêkirina civînên li Amedê, du îhtîmalan bi xwe re tîne. Yan wê Kurd nekevin meclîsê, sînorekî bik?înin navbera xwe û Enqerê û meclîsa xwe li Amedê çêkin, Amedê wek paytextê xweserîya demokratîk êlan bikin (ku li gora min a herî rast jî ev e), yan jî wê hilbijartinek duyem li Amedê çêbibe û ji nû ve wekîlên Amedê bên hilbijartin. Wek ku Cîhgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK kek Nêçîrvan Barzanî jî ji rojnamevan Hasan Cemal re gotiye “ Êdî top ji nav lingê Kurdan derketiye û top li Enqerê, di nav lingê Erdogan û hikûmetê de ye” çareserîya pirsgirêkan li Enqerê ye û heke pirsa Kurd di qasa siyasî de neyê çareserkirin û gav neyên avêtin, wê ev helwest hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo Kurdên bakur û hem jî ji bo Kurdên ba?ûr jî ne ba? be.

PKK îro li ba?ûrê Kurdistanê, li Qendîlê ye. Hebûna wê ya li ba?ûr bike neke ji bo aramîya Kurdistanê jî dibe xeter. Dewleta Tirk di her êrî?a ser ba?ûrê Kurdistanê de PKK dike mahne û rew?a ba?ûr aloz dike. Çareserkirina pirsa PKK û Kurdên bakur wê di serî de di xêra Kurdistana ba?ûr de be. Heke ne ji pirsa PKK û tirsa êrî?a dewleta Tirk be, belkî Kurdên ba?ûr ji zû de serxwebûna xwe êlan bikirana. Sedema herî mezin a ku Kurdên ba?ûr serxwebûna xwe êlan nakin, tirsa wan a ji dewleta Tirk e. Ji ber vê; çareserkirina pirsa Kurdên bakur û PKK wê di xêra temamê Kurdan û di serî de jî wê di xêra ba?ûrê Kurdistanê de be. Gava pirsa Kurdên bakur û PKK çareser bibe, wê sebeb û mahneyên êrî?ên dewleta Tirk ji holê rabin û wê tu sedeman nebîne ku bi e?kereyî li dijî serxwebûna ba?ûr derkeve. Dewleta Tirk jî van ti?tan ji min û we ba?tir zane. Ji ber vê ye ku her tim ji a?tî û çareserîyê direve û naxwaze pirsa Kurd di qada siyasî û demokrasîyê de çareser bike. Tirsa dewleta Tirk û Erdogan ne ji PKK, lê ji êlankirina serxwebûna ba?ûrê Kurdistanê ye. Tirk ba? zanin ku gava pirsa PKK û Kurdên bakur çareser bikin, wê tu qoz di destê wan de nemîne ku êrî?î ba?ûr bikin û wan bitirsînin. Wê nikaribin di qada cîhanî de êrî?ên xwe biparêzin. Ji ber vê; heta ji wan tê ji a?tî û çareserîyê direvin û heta ji wan tê pirsgirêkan zêdetir dikin, rê li ber siyasetkirina Kurdan digrin û berê wan didin çiyê.

Wek me li jor jî behs kir, PKK rastîyek û realîteyek e. Înkarkirina hebûna PKK tu fêdê nade kesekî, ne Tirkan, ne jî Kurdan. Hezkirin ti?tek e û qebûlkirina rastîyan ti?tekî din e. Kek Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe de balê dik?îne ser realîteya PKK û çareserkirina pirsa Kurd. Nêçîrvan Barzanî jî qebûl dike ku Erdogan ji bo çareserkirina pirsa Kurd hinek gavên piçûk avêtine, lê ev gav ne bes in û hê ti?tên ku bên kirin gellek in. Em nizanin ka wê Erdogan wan ti?tên ku mane pêk bîne yan na, lê kek Nêçîrvan Barzanî jî ba? zane ku heta pirsa PKK û Kurdên bakur çareser nebe, wê rehetî ji wan re jî tunebe û wê ?ûrê dewleta Tirk her li ser serê wan be.

Bi kurt û Kurmancî; Di vir de erkek mezin dikeve ser milê Kurdên ba?ûr û bi taybet jî PDK û Barzanîyan. Ji bo çareserkirina pirsa PKK û Kurdên bakur, çi kek Nêçîrvan dibe û çi jî serok Barzanî dibe, divê di qada navnetewî de zorê bidin Erdogan û dewleta Tirk da ku vê pirsê di qada demokrasîyê de çareser bikin û ji ?er û pevçûnê re bêjin êdî bes e. Çareserkirina pirsa Kurdên bakur û PKK ne tenê pirsa Kurdên bakur û dewleta Tirk, herweha pirsa Kurdên ba?ûr e jî. Divê em ji bîr nekin ku gava di malekê de nexwe?îyek hebe, temamê endamên malê pê dikevin û rehetî ji kesî re namîne. Dermankirina wê nexwe?îyê erka her endamê malê ye.

Ev nivîs 978 carî hatiye xwendin

Sezgîn Tanrikûlû û CHP a nû
Min çend meh berê çüna Sezgîn Tanrikûlu a nav CHP ê wek mafekî rewa bi nav kir. Gelek kesan bi ?ermokî jî be êrî?î min kirin û helwesta min rexne kirin. Hineka min wek ” Ebûqatê Ebûqat” û hinekan jî wek ”Siponsorê Sezgîn ê siyasî” bi nav kir. Tam di vê xalê de ez dixwazim spasî Sezgîn Tanrikûlû bikim, ji ber min di nivîsa xwe de ji Sezgîn Tanrikûlû daxwaz kiribu ku ger ew nikaribe CHP a ?OVENÎST biguhere jî, divê ew wek Sezgîn Tanrikûlû ji xeta xwe ya welatparêz ?a? nebe û nekeve ber pêlên CHP ê. Bi siyaseta CHP ya arîfeya hilbijartinê derket holê ku Tanrikûlû di guhertina siyaseta CHP ê de rolek sereke û erênî dilîze. Gava mirov li s?yaseta CHP ê ya berî çûna Tanrikûlû dinere, mirov rola wî ba?tir dibîne.

Kurdan heta îro bi berxwedanê hinek serketin bi dest xistine. Lê gellek caran me ji bîr kiriye ku em têkevin nava partîyên dewletê û wan partîyan ji hindur de birûxînin, yan wan partîyan ji hindur de bînin ser rêya îmanê û wan di pirs û mesela Kurd de bi kêmanî nermtir bikin. Ger 70 wekîlên di nava AKP de xwedîyê ruhek netewî û di zanîna mesela Kurd de bûna, ez bawerim wê îro AKP di pirsa Kurd de di ast û rew?ek cudatir de bûya. Herweha ger Kurdên ku di nava CHP û MHP de jî xwedîyê ruhek netewî bûna û di qebûlkirina pirsa Kurd de zorî bidana partîya xwe, belkî îro Kurd di astek din de bûna. Lê nebû. Wekîlên ku di nava partîyên dewletê de cîh girtibûn, yan ji bo bêrîka xwe û berjewendîyên malbata xwe xizmet kirin, yan jî pi?tgirî dan siyaseta ?ovenîst û serokên wan partîyan û bûn ?irîkên sûcê wan.

Dewlet siyasetek 40-50 salî datînin ber xwe, bi plan û projeyên dûdirêj dixebitin, siyaseta xwe berfireh dime?înin. Lê em Kurd heta bi îro jî rojane fikirî ne, me rojane siyaset kiriye û em bi plan û projeyên dewletê derneketine ser rê. Halbûkî ger rew?enbîr, zanyar û siyasetmedarên Kurd bi aqlê selîm têketana nav partîyên dewletê û di wan partîyan de „hêlînek ji bo pê?eroja Kurdan“ çêkirana, belkî di van 30 salên dawî de rew? cudatir bibûya û hetta heta bi ciyekî rêveberîya wan partîyan jî têketa destê Kurdan. Lê mixabin me nekir. Me „ji hindur de fetihkirina kelehê“ neanî bîra xwe. Me bîr biribe jî me li xwe dananî û sersarî kir û hîna jî dikin.

Ji ber vê; min pi?tgirî da Sezgîn Tanrikûlû û helwesta wî. Heke mirov xwe naskiribe û xwedîyê îradeyek saxlem be, ez bawerim karê ku mirov di nava partîyên Kurdan de bike, mirov kare di nava partîyên dewletê de jî bike. Bes ku ew îrade û kesayetî radestî siyaseta ?ovenîst nebe.

CHP berî hilbijartinê plan û projeyên xwe pê?kê?î awira gelemperî kir. Di bernama wan de pêkanîna „sîgorta malbatê, kêmkirina dema eskeriyê, damezrandina Komîsyona Lêgerîna Heqîqet a Edaletê, daxistina benda hilbijartinê û heta bi astekê naskirina nasnama Kurdî jî“ hene

Ji alîyê din serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû ji Denîz Baykal û grûpa wî helwestek cudatir datîne. Ji CHP a kevn zêdetir artê?ê rexne dike û kêm be jî, ji CHP a kevn zêdetir dixwaze xwedî li nirxên „Sosyal Demokrasîya Tirkiyê“ derkeve. Ez bawerim di van guhertinan de rola kesên mîna Tanrikûlû jî ne kêm e. Bi taybet ger bixwazin, Kurd û Elewî karin bandorek mezintir di guhertina CHP û siyaseta wê de bikin ku ti?tê dixuye jî ev e. Çerkez ên ku CHP dagîr kiribûn û di bin serokatîya Onder Sav de siyasetek ?ovenîst û artê?parêz dime?andin, îro ew siyaset hêdî hêdî bi xêra Kurd û Elewîyan tê guhertin û nermtir dibe. Ev jî helbet di berjewendîya Kurdan de ye. Helbet hîna kêmasîyên CHP pir in. Namzetkirina endamên Ergenekonê û Kemalîstên ku dijminatîya Kurdan dikin ji bo CHP darbeyek mezin e. Lê divê em ji bîr nekin ku CHP partîyek dewletê ye, xwedîyê dîrokek 70 salî ye û ji guhertina wê re jî wextek dirêj, xebat û kefteleftek mezin pêwist e. Lê di her halûkarê de CHP a nû ji CHP a kevn bi gellekî nermtir û Sosyal Demokrattir dixuye û heger Kurd û Elewîyên di nava CHP de bi îradeyek saxlem biçin ser pirsgirêkan, wê karibin hêhî hêdî kirasê ?ovenîzm û Kemalîzmê heta bi astekê ji CHP bikin.

Di dawîya nivîsa xwe de karim bêjim ku di guhertina bername, rê û rêbaza îro ya CHP de Sezgîn Tanrikûlû rolek ba? lîztiye. Hêvîdarim Kurdên ku di nava CHP, AKP, MHP, HAS Partî û partîyên din de ne, bêyî ku îradeya xwe radestî siyaseta ?ovenîst û Kemalîst bikin, ji bo guhertina partîyên xwe û qebûlkirina pirsa Kurd zêdetir bixebitin.

Ev nivîs 1031 carî hatiye xwendin

Kurd, hilbijartin û mamê me ?erafeddîn Elçî
Mamê me ?erafeddîn Elçî têra xwe xwedî tecrûbe û serpêhatî ye. Ji damezrandina TKDP bigrin heta bi parlamenterîya wî û wezîrtîya wî, têra xwe rojên xwe? û re? derbas kiriye, kêm yan zêde xizmetek ji Kurdan re kiriye. Di vî warî de qet ?ika min tuneye. Lê hinek lotikên wî car caran ?ik û gumanê di serê Kurdan de çêdike û meriv difikirîne.

Rojeva Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi mijarên hilbijartinê hatiye dagîrkirin, rojev germ e. Bi taybet ji bo Kurdan germ e. Pi?tî hevdîtinên BDP, KADEP û HAK-PARê, hêvîyek mezin derket pê? ku Kurd qe nebe di hilbijartinan de hevkarîyek netewî pêk bînin û li himber partîyên dewletê bibin yek deng, yek hêz û yek helwest. Dil dixwest ku rêxistin û dem û dezgehên ji derveyî van hersê partîyan jî têkevin nav vê hevkarîyê û ev dan û stendin bibin destpêka avakirina enîyek netewî. Lê mixabin pi?tî hevdîtinan tenê BDP û KADEP ê li hev kir û mamê me ?erafeddîn Elçî ji Amedê wek namzetê BDP ê serbixwe hat destnî?ankirin. HAK-PAR jî ji ber hinek sedeman bi BDP re li hev nekir, biryar da ku wek partî têkeve hilbijartinan, lê pi?tre biryar da ku serbixwe nekeve hilbijartinê lê destekê bide namzetên Kurd ên serbixwe. Di her halûkarê de dan û stendin û hevdîtina partîyên me gavek erênî û lotikek dilxwe?îyê bû.

Hinek alî çima ku bûye namzetê BDP ê serbixwe, mamê me ?erafeddîn Elçî gunehbar dikin û dibêjin ku wî rûn li ser nanê BDP, PKK û Kemalîzmê kiriye. Belkî ji alîyê xwe de xwedî maf bin û sebebên wan jî hebin. Lê gava em li helwesta dewleta Tirk, AKP, CHP, MHP û partîyên din dinerin, bi taybet meriv dibîne ku AKP û pêve girêdayî dewleta kûr, bi xurtî dixwaze di kesayetîya BDP de tevgera Kurd tune bike, rê li ber siyaseta wan a sivîl bigre û berê wan bide ?er û pevçûnê. Nî?ana vê jî helwesta YSK (Dezgeha Bilind a Hilbijartinê) ye. YSK hema yekser biryar da ku 12 namzetên serbixwe yên BDP  nikarin bibin namzet û rê li ber wan girt. Ev jî tê wateya ku AKP û dewleta kûr li dijî serketina Kurdan dest dane hev û naxwazin Kurd biin dengek xurt. Ji ber vê; çawa ku AKP, dewleta kûr û hetta Ergenekona ve?artî li dijî Kurdan hevkarîyê dikin û berjewendîyên partî û dezgehên xwe datînin alîyekî, divê partî û rêxistinên me jî berjewendîyên xwe deynin alîyekî û destekê bidin BDP (jê hez bikin yan nekin) û di hilbijartinan de wê bi tenê nehêlin, kêm yan zêde bi wê destekê moral û bawerîya Kurdan bilindtir bikin. Ji ber vê yekê, ez helwesta mamê xwe ?erafeddîn Elçî di cîh de dibînim (bi ser ku dîsa li berjewendîya xwe fikiriye û heger BDP ew li Amedê nekiriba namzet, bawerim wê wî jî wek HAK-PAR ê xwe ji nav refê BDP pa?de veki?anda).

Wê YSK biryara xwe pa?de bik?îne yan nek?îne niha nizanim, lê xeterîyek din jî li ber mamê me ?erafeddîn Elçî ye. Heger hat û hat hilbijartin û çû meclîsê, ji xwe wê kêfa me gellekan bê. Lê ku hat û bingeha BDP li Amedê dengek zêde nedan ?erafeddîn Elçî û tenê hevalên xwe hilbijartin, wê lotikek bêîman li mamê me Elçî bikeve, wê di çavê xelkê de piçûk bibe û ew çend rêz û hurmeta ku jê re dihat dayîn jî badilhewa biçe, qedr û qîmet jê re namîne. Ez bawerim mamê me Elçî jî di vê zanînê de ye. Lê hêvîdarim ez xelet bim.

Doh-pêr min hevpeyvînek mamê ?erafeddîn Elçî xwend. Gotinek wî bala min pir ki?and. Digot, “Heger ez bêm hilbijartin, ezê ji bo pêkanîna kongreya netewî bixebitim”.

Ez bawerim evê gotinê di serê gellekan ji me de pirs û guman afirandine. Heger ez bêm hilbijartin, ezê ji bo pêkanîna kongreya netewî bixebitim!? Yanî çi?

Yanî ku tu neyê hilbijartin, tuyê ji bo pêkanîna kongreya netewî nexebitî mamo? Yanî hilbijartina cenabê te ji pêkanîna kongreya netewî pîroztir û çêtire ha? Çima berî mirinekê tu wê erka xwe ya netewî pêk naynî û ji bo pêkanîna kongreyek netewî dest bi lotikan nakî, lê wê Kurdên xwelîliser li benda te û hilbijartina cenabê te bin? Belkî tu 50 salên din jî neyê hilbijartin mamo, bêhna Kurdan ewqasî ne fireh e ezbenî, ma bela Kurd bê kongreyek netewî bimînin, wî!

Ez serê we neê?înim, hûr lêxim û kûr lêxim, heger YSK biryara xwe neguhert û rê li ber hinek siyasetmedarên Kurd girt, li gor min divê BDP, KADEP, HAK-PAR û çi rêxistin û dem û dezgehên Kurdan hebin, hilbijartinê beravêtî bikin, aloz bikin, nehêlin ku partîyên dewletê di Kurdistanê de dengekî bi tenê jî bistînin. Çawa ku AKP û hevkarên wê li dû dek û dolabên Osmanî ne, divê Kurd jî bi yekdengî vê lîztikê têk bibin û çewalan têxin serê partîyên dewletê.

Çîroka min ji we re xwe? û ka tela?ek ?ebe?….

Ev nivîs 766 carî hatiye xwendin

Tevgera Goran û provokasyona Silêmanîyê
?er û pevçûnên navxweyî ne di berjewendîya Kurdan de ye. Ji alîyê kê dibe bela bibe, alozkirina aramîya Kurdistanê di berjewendîya dijmin de ye û ne di xêra Kurdan de ye. Alozkirina aramî û têkbirina destketinên ba?ûrê Kurdistanê, têkbirina her çar parçeyên Kurd û Kurdistanê ye, ?ikenandina xewn û xeyalên temamê Kurda ye û ji dijmin pêve tu faydeyê nade tu kesekî din.

Tevgera Goran ji roja ku derketiye holê û heta niha, bi helwest û kiryarên xwe,  di bin perda guhertin û reforman de hewl dide û dixwaze aramîya li Kurdistanê têk bibe û hikûmeta Kurdistanê birûxîne. Provokasyona vê dawîyê ya li Silêmanîyê û êrî?kirina ser baregeha PDK, nî?ana vî ti?tî ye. Her çiqas serokê Goranê New?îrwan Mistefa xwedêgiravî li dijî bûyera li Silêmanîyê derketiye jî, lê agahdarîyên ku ji PDK û YNK hatine bidestxistin, nî?an dide ku tiliya tevgera Goran û hinek alîyên xêrnexwazên gelê Kurd di vê êrî? û provokasyonê de heye.

Berî niha jî tevgera Goran bi daxuyanîyekê ji xelkê xwestibû ku serî li ber hikûmeta herêmê rakin û serhildanên Tûnis û Misrê wek mînak nî?anî xelkê dabû. Xuyaye ev provokasyona ku li Silêmanîyê hatiye pêkanîn berhema wê daxuyanîyê ye û ev berhem jî bi rijandina xwîna Kurdan encam da, Kurd bi destê Kurdan hatin kujtin û kêfa dijmin li me hat. Bêyî ku berjewendîyên Kurd û Kurdistanê li ber çav bên girtin, berjewendîyên tevgerî û ?exsî dîsa derketin, derdikevin pê? û bêhna ?erê brakujî ji van kiryar û helwestên xirab tên.

Belkî tevgera Goran di hinek daxwazên xwe de, di pêkanîna reforman û tunekirina gendelî û hinek pirsgirêkên heyî  de xwedî maf be jî. Lê alozkirina rew?a Kurdistanê û hewldanên ku dixwazin xelkê li dijî hikûmetê rakin ser pîyan, ne di ciyê xwe de ye, ji zirarê pêve tu faydeyê nade gelê Kurd. Heger tevgera Goran bawere ku di daxwazên xwe de xwedî maf û heqdar e, divê teko?îna xwe di çarçoveya demokrasîyê û berjewendîyên ba?ûrê Kurdistanê de bime?îne. Divê teko?îna xwe di parlamentoyê de, bi ?êweyên dostane û brayetî bime?îne bêyî ku bibe sedemê alozkirina herêma Kurdistanê û jidestbirina destketinên heyî.

Kurdistan ne Tûnis û Misir e. Kurdistan bûkek ciwan û serbixêlî ye û çar dijminên hov ew dorpêç kiriye, ji çep û rast dixwazin wê bûka serbixêlî birevînin û ji holê rakin. Helbet di destpêka damezrandina dewletekê de kêmasî, gendelî, dizî û her cûreyên xirabîyê pêk tên. Bi taybet jî ev di xwîna gelê Rojhilata Navîn de heye.  Heta dewletek demokratîk (ku ba?ûrê Kurdistanê bi vî halê xwe jî ji piranîya dewletên Rojhilata Navîn demokratîktir e) û mafdar pêk bê, divê sal û zeman derbas bibin. Hê em ne bûne dewlet em radibin doza guhertina hikûmet û parlamentoya ku di Rojhilata Navîn de wek mînaka demokrasîyê tê destnî?ankirin, dikin. Hê me ne gotiye „bismîllah“ hinek radibin fatîhayê li ser can û cesedê bûka serbixêlî dixwînin û dibêjin „el fatîhe“.

Helbet wê xeletî û kêmasîyên hikûmetê jî hebin. Ma di kîjan hikûmetên dewletên cîhanê de xeletî, kêmasî, dizî û gendelî nayên kirin gelo? Di welatên ku herî zêde pê?ketî û qa?o demokrat in, ma dizî nayê kirin yan gendelî têde tuneye? Di kîjan hikûmet û welatê cîhanê de rist û sîstemek %100 bê xeletî heye? Tuneye. Ji ber vê; kî dibe bela bibe, rêxistin, partî yan jî kesên ku bixwazin xelkê ba?ûr li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bînin provokasyonê û rew?a herêma Kurdistanê aloz bikin, destketinên ku bi xwîna ?ehîdan hatine avakirin têk bibin, rûn li ser nanê dijmin dikin, xizmeta dijminên gelê Kurd dikin.

Bi kurt û Kurmancî; têkçûna ba?ûrê Kurdistanê têkçûna herçar parçeyên Kurd û Kurdistanê ye. Kesên ku bixwazin Kurdistanê ji bo berjewendîyên xwe bikin qurban, wê di dîroka gelê Kurd de her û her wek xayîn bên binavkirin.

Ev nivîs 1396 carî hatiye xwendin

Hizbûllah, PKK û potansîyela Kurd
Serbestberdana serok û rêveberên Hizbûllahê nîqa?ek mezin da destpêkirin. Tirsa salên 92-93 bi pa?de vegeriya, tirsa destpêkirina kujtîyên faîlî mechûl dîsa ket rojevê û bêhna ?erê Hizbûllah û PKK ji van ?ik û gumanan fûriya, difûre.

Di salên 92-93an de jî heman kiryar hatin kirin. Potansîyela welatparêzî, potansîyela Kurdperwerîyê berfireh û xurt bû. Kesên ku ne Hizbûllah û PKKî bûn, kesên ku Kurdperwer bûn û dixwestin siyasetek ji derveyî van herdu hêzan bime?înin, di nava liv û tevgerekê de bûn. Û tam di vê demê de, ji nedîtî ?erê Hizbûllah û PKK dest pê kir. 17 hezar welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Ji rew?enbîran bigrin heta bi bazirgan û siyasetmedarên ku karîbûn bibin kadir û rêveberîya doza  Kurd a pê?erojê bikin, ji holê hatin rakirin. Mi mahneya “alîkarîya PKK” bi hezaran kadir û kedkarên ku bi xwe ne PKKî bûn û ne jî Hizbûllahî bûn, hatin qetilkirin. Piranîya wan welatparêzan yan ji bingeha PDK-KUK ê bûn, yan ji bingeha hinek siyasetên din bûn, yan kesên ku ji PKK veqetiyabûn, yan kesên ku dilxwazên PKK bûn lê siyasetek netewî dime?andin, yan jî welatparêzên serbixwe û bê teref  bûn. Tenê li bajarekî piçûk mîna Nisêbînê 1500 welatparêz û kedkarên doza Kurd hatin qetilkirin. Lê balkê? e, di vî ?erê qirêj de tu kadir û rêveberên Hizbûllah yan PKK nehatin kujtin. Pi?tî qetilkirina 17 hezar welatparêzên faîlî meçhûl, ew potansîyela ku wê di pê?erojê de ji dewletê û hinek alîyan re bibûya serê? û asteng, ji holê hat rakirin, meydan dîsa ji PKK û dewletê re ma. Ji ber ku meydan vala bû û êdî hewceyî bi Hizbûllahê nema, operasyonên li dijî Hizbûllahê dest pê kirin û serokê wê Huseyîn Velîoglû li Stenbolê hat kujtin, kadirên wê hatin girtin. Pi?tî e?kerekirina JÎTEM û Ergenekonê, belge bi belge derket holê ku Hizbûllah ji alî dewleta kûr û Ergenekonê ve hatiye damezirandin û hinek rêveberên Ergenekonê ev ti?t qebûl kirin. Ango, ?erê Hizbûllah û PKK ji alî dewletê ve ?erekî bi ?êwr û mi?êwr bû, di vî warî de jî dewleta kûr bi ser ket û potansîyela Kurdperwer ji holê hat rakirin.

Îro dîsa heman pirs û tirs di serê Kurdan de diçin û tên. Gelo dîsa heman lîztik tên lîztin?

Di serbestberdana rêveberên Hizbûllahê de 3 texmîn tên rojevê. Yek jê me li jor behsa wê kir, tunekirin û rakirina potansîyela Kurd û rêlibergirtina pê?ketina hestên Kurdewarî, tunekirina alternatîfên din.

Texmîna duyem: ?erê Hizbûllah û cemeeta Fethûllah Gulen. Prof. Yalçin Kuçuk – ku wek ?êwirmendek ji yê dewleta kûr û Ergenekonê tê qebûlkirin- berî bi çend rojan di civîna „Yekîtîya Ciwanên Tirkiyê“ de bal ki?and ser xurtbûna tevgera Fethûllah Gulen û got ku „tevgera Fethûllah Gulen li Mûsil û Amedê binê PKK dikole, wê lawaz û bêtaqat dike,  ev yek jî min pir aciz dike“.

Li gora îstatîstîkan, 2 hezar dibistan û di navbera 7-10 milyon jî endam û alîgirên tevgera Fethûllah Gulen hene. Hejmarek pir mezin û balkê? e. Tê zanîn ku be?ek mezin ji vê hejmarê li bakur û ba?ûrê Kurdistanê bi cîh bûne û çalak dixebitin. Heger ev îstatîstîk rast bin, ?ik û gumana ku Prof. Yalçin Kuçuk dike ne dûrî aqilan e û îhtîmalek piçûk be jî, belkî dewleta kûr bixwaze Hizbûllah û Fethûllahcîyan bera hev de da ku Fethûllahcî nebin alternatîfek xurt.

Texmîna sêyem jî ev e ku belkî hikûmeta AKP bixwaze Hizbûllahê di qada siyasî û sivîl de li himber KCK û BDP bi kar bîne da ku hêz û qiweta BDP bi?kîne, wê ji çap bixe û di hilbijartinên pê?erojê de ji vê îstîfade bike, deng û rayên BDP parçe bike.

Di her halûkarê de serbestberdana rêveberên Hizbûllahê ne normal e, dûrî aqilan e û di serê herkesî de ?ik û gumanan çêdike. Çima bi lez û bez, pi?tî 10 salan çima îro?

Helbet di qada siyasî û demokratîk de mafê herkesî, mafê her dezgeh û partîyê heye ku siyasetek sivîl û demokratîk bime?îne. Ev maf mafê Hizbûllahê ye jî. Heger Hizbûllah wek berê dest navêje çek û dest bi kujtina Kurdan neke, ew jî wek herkesî xwedî maf e ku siyaseta sivîl bike û hetta têkeve meclîsê jî. Siyaseta sivîl û demokratîk mafekî rewa ye û bi ?ertê ku ?erê Kurdan neke, Hizbûllah jî xwedî maf e ku ji vê siyaseta sivîl îstîfade bike, dîtin û daxwazên xwe bîne zimên û mafê kesekî jî tune ku bi tehdît û zirt û gefan rê li ber wê bigre, bibe sedemê ?erê brakujî û kujtina Kurdan.

Dil dixwaze ku Kurd dîsa venegerin salên 92-93 û xwîna Kurdan dîsa bi destê Kurdan neyê rêtin. Dil dixwaze ku çi Hizbûllah dibe çi jî KCK dibe, neyên lîztikên dijminên milletê Kurd û nebin sedemê têkbirina destketinên ku îro Kurdan di qada siyasî û demokratîk de bi dest xistine.

Ez hêvîdarim wê ewrên re? û tarî yên salên 92-93 li ser Kurd û Kurdistanê negerin, xezeba dijminan li ser me nebarînin û kêfa xelkê li me neynin.

Ev nivîs 761 carî hatiye xwendin