Lotikxane » Pîr Kemal

Tezkere temam, ma dagîrkirin
Tezkera ku “artêşa Tirk karibe sînor derbas bike û di nav xaka başûrê Kurdistanê de çalakîyên leşkerî bike” di meclîsê de hat qebûlkirin. BDP û 2-3 parlamenterên CHP ne tê de, tezkere bi piranîya dengdên AKP, CHP û MHP ket jiyanê. Êdî artêşa Tirk kengî bixwaze kare têkeve xaka başûrê Kurdistanê û bi bahaneya PKK başûr dagîr bike, tê de bimîne û hew derkeve.

Dagîrkirina başûrê Kurdistanê xewn û xeyala piranîya Tirka ye. Ji çepên wan bigrin heta bi îslamîstên wan, ji nîjadperestên wan bigrin heta bi piranîya sosyalîst û kominîstên wan, bi heman kîndarî û armancê dixwazin ku başûrê Kurdistanê bê dagîrkirin û Kurd nebin dewletek serbixwe. Çi hikmet be di demên buhurî de hinek serok û rêberên partîyên Kurd jî heman helwest digirtin, dijminatîya başûr dikirin û îro jî dikin. Ew kesên ku qaşo li ser navê Kurdan rêberîya şoreşa bakur dikin, bi dehan car di gotin û nivîsên xwe de başûrê Kurdistanê wek “Îsraîla duyem” bi nav dikirin, serxwebûna başûr ji dewleta Tirk re xeterek mezin didîtin û aqil didan rêveberên dewleta Tirko. Ev helwest kêm zêde îro jî di dilê û mejiyê hinekan de cîh girtiye û serxwebûna başûrê Kurdistanê ji destebrakên xwe yên Tirk re wek xeterek mezin û xincerek soranî” dibînin. Heke ji wan bê ewê ji dewleta Tirk zûtir başûr û destketinên wê têk bibin û ji holê rakin.

Ev ne cara yekê ye ku meclîsa Tirkiyê destûra derbaskirina sînor dide artêşa Tirk. Di her carê de jî PKK û Qendîl mahne û bahaneyên yekemîn in. Lê balkêş e; çi dema ku navbera Kurdên başûr û hikûmeta Bexdayê nexweş dibe û Kurd behsa serxwebûnê dikin, PKK û Qendîl derdikeve pêş û dewleta Tirk amadekarîyên ketina başûr dikin. Van heyaman dîsa navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Malikî ji bo maddeya 140 û mesela Kerkûkê aloz bû, hinek rêveberên Kurd behsa serxwebûnê kirin û hikûmeta Erdogan jî yekser “tezkere” anî meclîsê. Ev lihevrasthatin ne bilasebeb in.

Helbet her Kurd di dîtin û helwesta xwe de azad e, divê meriv rêzê ji dîtina hev re bigre. Lê gava bi giştî em xewn û xeyala Kurdistana mezin û berjewendîyên netewî bînin ber çavên xwe, ez hinekî cuda difikirim. Ji ber ez Kurdek netewperest im, ji bo min dagîrkirina başûrê Kurdistanê (ne tenê Qendîl, bi giştî dibêjim), yekîtî û yekparîya du parçeyên Kurdistanê, yekîtîya Kurdên bakur û başûr ji parçebûnê çêtir û bixêrtir e. Li şûna ku em wek du milletên cuda (her çiqas em yek millet bin jî) bijîn û çi di warê ziman û çi di hinek warên din de ji hev dûr bikevin, bela em yek millet û yek ziman bin, xwedîyê yek xakê bin. Gelo wê federasyona bi Tirkan re ji federasyona bi Ereban re ne baştir û selamettir be? Kes li vê difikire gelo? Ne tenê başûr, gelo dagîrkirina başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê û yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê dikeve bîra kesekî? Ma xewn û xeyala piranîya ji me ne Kurdistanek yekgirtî û azad e? Belê. Madem em Kurdistanek mezin û yekgirtî dixwazin, gelo dewleta Tirk başûr, rojhilat û rojava jî dagîr bikin û me ji sê dijminan rizgar bikin, me bikin yek û bi xêra dê û bavên xwe me nêzîktirî hev bikin ne bixêrtir e? Yan em ji hev parçebûyî bin çêtir e? Ez di şûna Kurdên başûr de bûma û heke birastî min yekîtîya Kurd û Kurdistanê bixwesta, minê doza “federasyona Kurd û Tirkan” li hikûmeta Erdogan û dewleta Tirk bikira. Çawa be Tirkiye nêzîkî Ewrûpayê ye, kêm be jî ji Erebên qûnreş medenîtir û germiktir in.

Niha hûnê bêjin “de here loooooo, bi sê telaqan tu xeyalperest î canim” ez zanim. Ez jî zanim ez xeyalan dikim, lê xeyalên xweş dikim. Xeyalên Kurdistana mezin û yekîtîya milletê Kurd û zimanê Kurdî dikim. Bela bi dijminekî be û ne bi çar dijminan. Bela bi parçeyekî be û ne bi çar parçeyan. Bela bi zimanekî be û ne bi du-sê zimanan. Ma ka ji vê xweştir xeyal babam? Carna xeyalperestî jî xweş e ha, qe nebe meriv di xeyalên xwe de digihê armanca xwe, dilê xwe pê şad û rehet dike.

Ez serê we neêşînim, em dev ji xeyalperestîyê berdin (her çiqas xeyalên xweş bin jî), destûra tezkerê ji meclîsa Tirko derket û rê ji dagîrkirina başûr re vebû. Lê ne ew dagîrkirina ku ez xeyala wê dikim ha, na. Ev dagîrkirina demkî ye. Belkî Tirk wek Kibrisê çend herêmên başûr dagîr bikin û jê dernekevin (herçî heta PKK li wir hebe belkî hewceyî bi wan nemîne), lê bi temametî nakin. Ez jî zanim û hûn jî zanin ku ne Tirk dixwazin bi Kurdên başûr re federasyonê ava bikin û ne jî Kurdên başûr dixwazin terka Ereban bikin û bi Tirkan re federasyonê ava bikin. Hem Tirk naxwazin Kurd û Kurdistan bibe yek, hem jî Kurdekanim naxwazin têkevin bin hikim û bandora Kurmancên bakur. Ji ber vê; em hevdu nexapînin û serê hevdu neêşînin.

Di dawîya vê lotikê de binerin û bifikirin bê serokê MHP Devlet Bahçelî û serokê PKK başqan Ocalan çi dibêjin û çi digotin.

Serokê nîjadperestên Tirkiyê sayin keçel Devlet Bahçelî ji Erdogan re dibêje: “Heke birastî tu zilam î, mêr û mêrxas î, here Qendîlê dagîr bike û ala Tirkiyê heta hetayê têde biçikîne”. Ango “têkeve başûr û jê dernekeve”.

Û başqan Ocalan çi digot?

Di gellek nivîs û hevpeyvînên xwe de (dema hat girtin jî di îfadeyên xwe de gotibû) digot: “Li wir dewletek Kurdî tê damezirandin, ewê bibe Îsraîla duyem û di pêşerojê de kesek nikare wê asteng bike. Amerîka dixwaze Barzanî û Talabanî bike dewlet. Talabanî û Barzanî maşik in. Ev ji bo Tirkiyê xeterek mezin e. Ji bo em lîztikên wan têk bibin, ez amade me xizmetê bikim, ez karim rêxistinê li gora ku hûn dixwazin bişînim ser wan” û gellek tiştên din. (Li nivîs û îfadeyên başqan Ocalan binerin û bixwînin).

Li vir gotinên Devlet Bahçelî û başqan Ocalan hevdu temam dikin. Temamkirin çiye? Dagîrkirina başûr û têkbirina Barzanî, Talabanî û hikûmeta Kurdistanê ye.

Min bi xwe ji tezkera Tirkan û daxuyanîyên serokê serokan ev fêhm kir.

Gelo we çi fêhm kiriye?

Ev nivîs 1286 carî hatiye xwendin

Kampanya karikê
Wê rojê pismamê min hecî Hisên, di Fisbokê de got: „Ma tu dixwazi ez mesela Şemo ji te re bêjim?“

Min go de bêje pismam.

Û dest pê kir…

-Xalê me Şemoyê mitirb (li Nisêbînê ye, bi xwe hunermend e, li kemançê, zirnê û daholê jî dixe) karikekê (çêlîka bizinê) ji xwe re dikire û li hewşa xwe xwedî dike. Hebûn û nebûna wî ew karik e, wek zaroka malê lê dinere û kêfa wî pir ji karika wî re tê.

-Êêêêê, dûvre?

- Rojekê serê sibê xalê me Şemo radibe li hewşê li karika xwe digere nagere karik tune, diz ketine hewşê û karik dizîne. Agir bi nava Şemoyê me dikeve, ewqasî li ber karika xwe dikeve go nayê gotin.

- Weledddd, û dûvre?

- Hinek heval û cîranên wî diçin hal û mesela karikê û Şemo ji şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan re dibêjin. Ayşe xanim jî dixwaze kampanyekê ji bo kirîna karikek nuh bide destpêkirin. Şemoyê me vê dibihîze. Şemo vê kampanyê qebûl nake û dibê „Ez naxwazim pereyên şaredarîyê ji bo berjewendîyên xwe xerc bikim, ev ne layiqî min e cîgerim“ û alîkarîya şaredarîyê qebûl nake.

-Êêêêê, piştre?

-Min ji Şemo re gotiye „Ezê ji pismamê xwe re bêjim, bela di Lotikxanê de kampanyakê ji bo kirîna karikê ji bo te bidin destpêkirin“. Bi şeref  hûn di Lotikxanê de kampanya venekin, ezê li cem xalê me Şemo rencîde bibim û hew karim derkevim nam koma mitirban.

Werhasilî kelam, mesela xalê me Şemo (ku hevalê min ê taxê ye û me gellek rojên xweş jî bi hev re derbas kiriye) ev e gelî lotikvanan. Dizên malxirab karika wî dizîne, Şemo bê karik maye û muhtacî karikekê ye. Heçê perên wî hebin yan karikek wî ya zêde hebe, bela bi xêra dê û bavê xwe alîkarîya xalê me Şemo bike. Yan na, heke xalê me Şemo ji kerbê karika xwe nexweş bikeve û xwe „harakîrî“ bike, sebeb hûn in ellawekîl…

Ev nivîs 571 carî hatiye xwendin

Min derî li şiroveyan asê kir
Belê qurban. Me derî li şiroveyan asê kir û me mifte li beşê şiroveyan xist. Me xwest ku di beşê şiroveyan de xwendevanên me dilê xwe rehet bikin, dîtin û lotikên xwe li ser nivîsan pêşkêş bikin, baş yan xerab helwesta xwe deynin holê. Lê me nizanîbû ku wê pelûl û şorba vîrûs û emaîlên bi serê me de birije û me kezebreşî bike.

Niha hûnê xwe aciz bikin û bêjin “Çima we derîyê şiroveyan li me asê kir bavê min” ez zanim. Lê heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîska ne.

Ez rojê 10 seetan dixebitim. Seetek çûn û yek hatin, dike 12 seet. Bawer bikin ez dibim wek darekî hişk û wek wan kesên ku ji kerê bikevin û binermijin. Ez bi dilekî xweş têm malê û dikevim admîna Lotikxanê ku çend lotikan bavêjim. Lê ez çi bibînim başe hûn zanin? Her carê 200-290-300 emaîlên vîrûsan ji min re hatine. De were û ji nav vê pelûlê derkeve. Heta ez wan emaîlan bak dikim û ji malperê davêjim jî 2-3 seetên min diçin, herdu çavên min sor dibin û dibin wek zotika mirîşkê. Ew jî ne bes e, îcar xanima malê jî dest bi pitepitê dike û wek mirîşkê bi nikilan bi nav serê min dikeve, dibêje: “Wey wey wey, 12 seet kar ne bes in îcar bi vîrûsan jî dakeve ne, na wele hema bi înternetê û Lotikxanê re bizewice çêtire bavo” û seravdan dide min rebenê xwedê.

Ez serê we neêşînim, ez ji 12 seet çûn û hatina kar neditirsîyam, lê ku min berê xwe dida malê, ez diketim heyr û tirsa ku dîsa 300 emaîlên vîrûsan ji min re hatibin û ez wan yeko yeko ji malperê bavêjim. Min dît wilo nabe û ez nikarim derdê vîrûsan û pitepita jinikê bikşînim, min go a baş ezê derî li şiroveyan asê bikim û serê xwe rehet bikim. Hem ezê ji kezebreşîya emaîlên beredayî xilas bibim, hem jî ezê ji nikilên mirîşka malê azad bibim.

Aha ji ber van herdu sedeman, min derî xilqand û êdî derî ji şiroveyan re venakim gelî xwendevanan. A baş hûn şiroveyên xwe bi jina xwe yan mêrê xwe re par vekin bixêrtire. Lê ku jina we yan mêrê we jî dest bi nikilan bike û pirça serê we hilçine, ez ne mesûl im babam…

Ev 2 roj in serê min rehete hûn zanin. Ne emaîlên beredayî ji min re tên û ne jî mirîşka malê nikilan li nav serê min dixe. Oxxxxxxxxx, ma ka ji vê xweştir!

Pîrkemal

Başçawîşê Lotikxanê

Ev nivîs 519 carî hatiye xwendin

“Serokê Taxa Jêrîn” û “Nivîskarê Taxa Jorîn”
Ez bawerim heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku dilê wan ji bo Kurdistana mezin û yekgirtî lêdide hebin, yek ji wan Mesûd Barzanî ye. Heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku Kurdperwer û netewparêz bin hebin, yek ji wan Mesûd Barzanî ye. Û heke di Kurdistanê de 10 Kurdên ku ne kîndar û dilpak hebin, dîsa yek ji wan Mesûd Barzanî ye.

Min kek Mesûd di sala 1988-89 an de li Stokholmê nas kir. Di wê hevdîtinê de bandora ku li ser min hişt û bawerîya ku da min ev bû:

-Bawermend, mitewazî, Kurdperwer û wek rehmetîyê bavê xwe Kurdistanî bû.

Serok Barzanî, di her wesîleyê de xeyala xwe ya Kurdistanek serbixwe û yekgirtî tîne zimên. Çi li cem dostan û çi jî li cem dijminan be, wek hinek canbazan li ser du şerîtan nalîze, ya dilê xwe dibêje û venaşêre. Çendîn caran dewleta Tirk û hinek dewletên Ewrûpî jê xwestin ku PKK wek rêxistinek terorîst bi nav bike û Kurdan bike dijminên hev jî, kek Mesûd nehat lîztika wan û got “PKK ne terorîst e, heta ez hebim wê êdî Kurd şerê Kurd neke” û xwêsîya xêrnexwazan di qirika wan de hişt.

Ez serê we neêşînim, mesela me li ser dilmezinî û dilpakîya kek Mesûd Barzanî bû.

Wek tê bîra we, başçawîşê malpera Nefelê, kekê me Arif Zêrevan, di nivîsek xwe de (bawerim nivîsa bi navê “Ez li Kurdekî digerim ku bihesidêmê“ bû) rexneyek tûj li serok Barzanî girtibû û ew wek „Serokê Taxa Jêrîn“ yan jî wek „Muxtarê Taxa Jêrîn“ dabû xuyakirin. Digot ku „Kurdistan ji Mesûd Barzanî re taxa jêrî ye û Mesûd Barzanî nikare siyasetek Kurdistanî bimeşîne“ filan û bêvan.

Helbet herkes di dîtina xwe de azad e. Rêzgirtina wê dîtin û fikra azad jî para me ye. Lê ya ku ez dixwazim bêjim û bînim zimên ev e ku Serokê Taxa Jêrîn (!) ew gotinên kek Arif xistin bin lingên xwe, bincil kir û tu kîn û nefretek li hemberî wî neajot. Ji ber vê jî, kek Mesûd Barzanî dîsa derîyê xwe ji Nefelê û Arif Zêrevan re vekir û „Serokê Taxa Jêrîn (!)“ „ Nivîskarê Taxa Jorîn“ qebûlî meqamê xwe kir.

Di vir de dixuye ku kek Mesûd Barzanî girîngîyekê dide dezgehên Kurdî û  xebata wê dezgehê. Her çiqas xwedîyê wê dezgehê li dijî wî nivîsandibe yan êrîşî cenabê wî kiribe jî, ew xwe naxe şûna êrîşkar û mitawizîtîya xwe, dilmezinîya xwe têk nabe. Ez bawerim heke hinek siyasetmedar yan serokên din  bûna, wê helwestek din li dijî wî nivîskarî bigirtina û hetta wê ambargoyek ji ambargoya Amerîkayê mezintir danîbûna ser wî. Lê kek Mesûd ew diltengî nekir.

Arif Zêrevan hevpeyvînek kamil bi serok Barzanî re çêkiriye. Destên wî sax bin, siheta wî xweş be.

Hêvîdarim wê êdî Mesûd Barzanî ne wek „Serokê Taxa Jêrîn“ lê wek „Serokê Herçar Taxên Kurdistanê“ di serê kekê me Arif Zêrevan de şewq bide.

Ev nivîs 1147 carî hatiye xwendin

Kurdên Tirka
Ji zû de min dixwest ez li ser vê babetê binivîsim, lê nedibû qismet. Piştî ku min nivîsa dostê xwe Dilbixwîn Dara di malpera Avesta de xwend, min got êdî bes e, divê ez lotika xwe bavêjim û kela dilê xwe hênik bikim.

Ez bawerim di warê nepewparêzîyê de ferqek pir mezin di navbera Kurdên bakur û Kurdên başûrekan de heye. Hem jî ferqek ji çiyayên Cûdî û Araratê mezintir. Em Kurdên bakur zêdetir Kurdistanî difikirin, zêdetir kezebşewitîyên Kurdistana mezin û netewparêzîya her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ew netewparêzîya ku li cem Kurdên bakur û Kurdên rojava heye li cem Kurdên başûr nabînim. Bi qasî ku em dilxwazî û piştgirîya wan dikin, ew a me nakin. Belkî ez xelet bim, lê tiştê ku heta niha min dîtiye û dibînim ev e.

Gellek caran li kuçe û kolanên bajarên Almanyayê rastî braderên xwe yên başûrî hatime û têm. Bi taybet jî helwesta Soranekanim bala min pir dikşîne, min kûr kûr difikirîne û hêsir dikevin çavên min. Gellek caran ez bi wan re bi Kurdî axivî me lê wan bi Tirkî bersiva min daye. Tirkîya wan ji Tirkîya min xweştir, têkilîya wan a bi der û dora Tirkan re ji têkilîya Kurmancan zêdetir e. Gellek caran min bi çavê serê xwe dîtiye ku xortên Soranekanim di maça tîmên fûtbolê de formayên Tirkan li xwe kirine û sloganên “Turkîye, Turkîye” avêtine. Ew Tirkên ku karin xwîna Kurdên bakur vexwin û bi çavê Ereban li Kurdên başûr dinerin, li ber dilê wan wek şîr û şekir in. Seyranên xwe li Stenbol, Izmîr, Bodrûm û Kûşadasi dikin, pereyên xwe didin Tirkan û ew pere jî piştre dibin gule û fîşek û li bakurê Kurdistanê pê keç û xortên Kurd tên kujtin. Halbûkî di çavê Tirkan de Kurd her Kurd e, dijmin e, terorîst e, ne mirov e û Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye. Lê mixabin ew Tirkên ku dijminê riknê milletê Kurd e, di çavê piranîya Kurdekanim de wek hingiv şîrîn e.

Mesela me li ser gotina “Kurdên Tirka” bû.

Ez jî gellek caran bûme şahid ku Kurdên başûr ji Kurdên bakur re dibêjin “Kurdên Tirka”.  Gava ji min pirsîne ez ji ku me, min gotiye ez ji “bakurê Kurdistanê” me. Şaş mane û fahm nekirine. Piştre min gotiye ez ji “Kurdistana Tirkiyê” me. Lê ji wan re gotina Kurdistanê abes û heram hatiye û gotine: “Haaaaaa, tu Kurdê Tirka yî” û bi şexsîyeta min û Kurdayetîya min lîztine.

Kurdên Tirka ha!???

Kesê ku bi Kurmancîya gewrik zanibe, xweş zane bê “Kurdên Tirka” tê çi mane û wateyê. Tê çi wateyê hûn zanin?

Kurdên ji kîrê Tirka! Yan jî Kurdên ji dola Tirka!

Belê, di Kurmancî de maneya “Kurdên Tirka” rasterast tê wateya “Kurdên ji kîrê Tirka”.

Birastî ez ecêbmayî û matmayî dimînim. Gelo hikûmeta başûrekanim di warê netewparêzî û di warê Kurdistanîbûnê de qet tiştek nedaye milletê xwe? Qey di dibistan û zanîngehên başûr de qet behsa Kurd û Kurdistanê nayê kirin? Qey siyasetmedar, zimanzan, kadir û rêveberên dezgehên başûr qet behsa Kurdên parçeyên din ji xelkê xwe re nakin? Ev çi rezaletî û şorba nîskê ye?

Kurdên Tirka ha!??

Kurdên ji kîrê Tirka!

Kurdên ji dola Tirka!

Ê başe kaka, gelo ku em ji we re bêjin “Kurdên Ereba” wê çi bê bîra we, yan wê bi we xweş bê?

Çima ne Kurdên bakurê Kurdistanê, Kurdên Kurdistana Tirkiyê, lê Kurdên Tirka?

Werhasilî kelam…

Ez bi xwe Kurdê Kurdistanê me canekem. Ne Kurdê Tirka me, ne jî ji dola heramzadeya me. Kî xwe wek Kurdên Tirka yan Kurdên Ereba dibîne nizanim, lê serok Mistefa Barzanî xweş gotiye û rast gotiye:

Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike!

Ev nivîs 988 carî hatiye xwendin

Qantir za
Serokê CHP û kilê çavê dew?îrmeyên Tirkiyê birêz hacûc Kemal Kiliçdaroglû, li navenda gi?tî ya partîya xwe, hinek namzetên partîya xwe da nasîn û quma?ê wan pê?kê?î awira gelemperî kir.

Birêz hacûc Kiliçdaroglû, ji roja hu bûye serokê CHP û heta niha wek cin ji gotina „Kurd“ ditirsîya û Kurd nedianîn ser zimanê xwe. Lê qantir za, gotina „Kurd“ ji devê wî derket û tew hinek sozên ji bejna xwe mezintir jî dan.

Kiliçdaroglû, jina xwe ji xwe berda, sê telaq xistin destê xwe, bi wan her sê telaqan sûnd xwar û got ku „Ezê li Tirkiyê modela mirovê azad“ pêk bînim. Wê Kurd bi awayekî azad bibin xwedîyê nasnameya xwe (aha lotika bergîlkî ji vê re tê gotin), wê cînayetên tarî bên ruhnîkirin, emê canî û qesasan bigrin û serê wan têxin qûna bavê wan, wan radestî dadwerîyê bikin (çi dadwerîyek azad li Tirkiyê heye loooo)“ û serê hefsarê hespê xwe berda.

Hacûco gellek soz û peymanên din jî rêz kirin û tenûra CHP germ kir. Got ku ewê benda ji sedî 10 rakin, qanûna partîyên siyasî biguherin û bi dehan lotik û zîtirkên din.

Werhasilî kelam, dibêjin „Gotinên êvara dikevin qulê dîwara“. Îcar heger gotinên Kiliçdaroglû û Kasimpa?alî Receb jî ne lotikên êvara bin ba? e. Emê qûna re? û spî pi?tî hilbijartinê bibînin.

Haaaa, wê ev soz û peyman qa?o di dema desthilatdarîya CHP de pêk bên ha, ne di dema ku CHP di mixalefetê de be. Ango, heger CHP bibe hikûmet (ku xewn e) xwedêgiravî wê van sozan pêk bîne. Eynen wek mamê me ?erafeddîn Elçî ha. Ew jî dibêje, „Heger ez bêm hilbijartin ezê ji bo pêkanîna kongreya netewî bixebitim“. Lê ku neyê hilbijartin?

Ev jî mesela me û CHP û Kiliçdaroglû ye. Bibe hikûmet wê sozên xwe pêk bîne.

Lê ku nebû hikûmet?

Ji xirrê wî ve…

Ev nivîs 981 carî hatiye xwendin

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!
Xwedîyê dezgeha Aras kekê me Bedran Ehmed Hebîb, lotikek Erebkî avêt, Ereb û Erebî kir wek ?îr û ?ekir û danî ber Kurdan.

Hebîbê me dibêje: „Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje Kurdî yek ziman e. Di rojevê de Kurdî bûye du ziman: Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn“  û weke ku ti?tekî nû ke?if kiribe, me hi?yar dike.

Êêêêê kek Bedran, ev çend sal in qarewara Lotikxanê bû û digot: „Kurdî çû, ziman parçe bû, yekîtîya Kurdan têk çû, dijmin naxwaze Kurd bibin yek, ji ber vê nahêlin Kurmancî û latînî serdest bibe“ kesî bawer nedikir.

Bedranê me pesnê alfabe û zimanê Erebên qûnre? daye û ew kiriye zêrê zer. Pi?tî ku behsa wêje û edebîyata kevnar a Kurdan kiriye û gotiye: „Wêje û edebîyata kevn a Kurdî hemû bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn“, bawere ku alfabeya latînî li zimanê Kurdî nayê û ji ber ku kesên mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî, Hacî Qadir, Xanayê Qubadî û ewên din di dema xwe de bi alfabeya Erebî nivîsandine, divê Kurd tev bi alfabeya Erebî binivîsin û dev ji alfabeya latînî berdin.

Bibore kek Bedran, lê ev tam mejiyê Soranekanim e!

Ji xwe ma gellek ji nivîskar û rew?enbîrên Soranekanim jî heman lotikan navêjin? Ew jî xwe dispêrin heman ti?tî û dixwazin alfaba Erebî li serê Kurdan bikin bela. Xelet fêhm nekin, ne ji ber ku ji alfaba Erebî hez dikin ha, na. Ji bo ku 20-25 milyon Kurmanc asîmîle bikin, wan ji latînî dûr bixin û wan têxin bin bandora Soranî û alfaba Erebî û ji niha ve yekîtîya netewê Kurd têk bibin.

Kekê me Bedran Hebîb (hebîbê ber dilê alfaba Erebî) bi dewamî çi bêje ba? e?

Dibêje:“Sîstema siyasî ya Tirkiyê xwe diguhere. Mistefa Kemal berê xwe dabû Ewrûpayê, lê sîstema îro (yanî behsa AKP û Recebo dike) berê xwe daye welatên Ereb û îslamê. Ev jî nî?ana vê ye ku dibe rojek ji rojan zimanê Erebî berê xwe bide Tirkiyê, bi fermî yan nîv fermî li gel latînî bê bikaranîn. Ev jî wê di berjewendîya yekîtîya netewê Kurd de be“.

Ango, Bedranê me alfaba latînî di berjewendîya netew û yekîtîya Kurdan de nabîne, lê gava mesele dibe alfabeya Erebî, di berjewendîya yekîtîya netewî de dibîne. Mêro dîsa bi mejiyê Soranekanim fikiriye. Gava albafa latînî be, di xizmeta Kurmancan de ye û wê Soran pê asîmîle bibin, têkevin bin bandora Kurmancî û Kurmancan. Lê ku li Tirkiyê alfabe bû Erebî, aha wê gavê xwedê da wan. Wê Kurmanc bi xêra alfaba Erebî bên ser dînê Soranan, Kurmanc û Kurmancî têkeve bin bandora Soran û Soranî, alfaba Erebî.

Bedranê me dîsa lotikek Sorankî avêtiye û gotiye: „Ji bo neteweyekî divê alfabeyek hebe, ji bo Kurdan jî alfabeya Erebî zaf ba? e. Yekgirtina zimanê Kurdî berî hemû ti?tî ji wê de dest pê dike, Kurd vegerin ser zimanê Erebî. Ji bo yekgirtina neteweyî jî her ev divê. Eger bixwazin ev rastî ye, nexwazin jî ne kê?e ye, lê ji ber vê boçûnê bila agir bi kesî nekeve“ filan û fîstan.

Alfaba Erebî li te û li we pîroz û bimbarek be kek Bedran. Em Kurmancên bakur ji latînî razî ne kaka. Madem hûn 2-3 milyon Soranekanên ba?ûr dixwazin xwe li ser 20-25 milyon  Kurmancan ferz bikin û ferz dikin, madem we Soranî li ser Kurmancî ferz kir û ferz dikin, madem we  Kurdî kir du parçe (tu bi xwe jî qebûl dikî), dev ji Kurmanacan û alfaba latînî berdin canekem. Hûn li rêya xwe û em li rêya xwe. Bela Erebî û Erebên qûnre? li we û latînî û Tirkên qûnre? jî li me pîroz û bimbarek bin.

Yanî tu bawer dikî wê pi?tî vê seetê, pi?tî 70-80 salên latînî, alfaba Erebî li Tirkiyê bibe fermî yan nîv fermî kek Bedran? Tu bawer dikî wê Amerîka, Israîl û dewletên rojava dev ji berjewendîyên xwe berdin û bi rehetî bihêlin ku Tirkiye têkeve dawa Erebên bêderpî?

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

De li bendê bin kaka, xewnan bibînin ku alfaba Erebî li Tirkiye bibe fermî yan nîv fermî û Kurmanc jî dest bi alfaba Erebî bikin, alfabe û zimanekî yekgirtî pêk bê û hûn ji bela latînî, Kurmancî û Kurmancan xelas bin…

http://aknews.com/ki/aknews/9/213072/

Ev nivîs 1520 carî hatiye xwendin

Ciyê te bihu?t be xalê Sadik
Erê xalê Sadik, te jî ji nav me bar kir, felekê derba xwe li te jî xist.

Me rojên xwe? bi hev re bihurandin, em wek kur û bavekî bûn.

Tê bîra te gava tu dihat mala me ya li taxa Tenstayê û te terî?ek sor li ber dara malê dipêça, ji bo tu bi ser malê vebi û malê nas biki..

Û tê bîra te, gava Îbo ew terî?a sor vedikir, diçû bi darên li ber malên cîranan dipêça û te rêya malê wenda dikir, te li derîyê xelkê dixist..

Tê bîra te gava te got “wê sibê zarok û dêya zarokan ji welêt bên” û ?ahî ketibû nava me, kêfa me pir hatibû.

Û tê bîra te, gava em çûbûn balafirgehê,  me ji te  pirsîbû “ma tê xanima xwe nas bikî xalê Pê?merge?” û te gotibû “çawa nas nakim malnexerabno, qapûtekî sor li xwe kiriye”.

Tê bîra te, gava tu li ber devê derî li benda dêya zarokan bû, derî vebûbû, jinikek Swêdî qapûtek sor li xwe kiribû û hew nemabû te xwe bavêta ser jinika Swêdî, bûbû hewar hewara jinika Swêdî, rebenê tirsiyabû..

Erê xalê Sadik, xalê Pê?merge…

Tê bîra te gava te behsa serpêhatîya xwe û masîyan dikir.

Te ?ewk li dora xwe zîvirandibû û bi hinerek xurt ew ber bi avê de avêtibû. Û tê bîra te, gava derzîya ?ewkê di pi?ta stuyê te de aliqî bû, li ?ûna masî tu ketibû ?ewka xwe..

Heyf û mixabin ev dinya dinyayek bi mirin e xalê Sadik..Xwezî mirin tuneba.

Îro felekê pi?ta xwe da te, sibê jî dora me ye ma kî zane..

Belkî rojek ji rojan em li axretê jî rastî hev bên û behsa wan bîranînên xwe bikin, bikenin û bigrîn.

Belkî em li axretê jî Newrozên xwe, ?ahî û dawetên xwe pîroz bikin û têkevin serê govendê..

Û belkî jî em hevdu nebînin, tenê bîranînên me bijîn, em di bîranînan de bi hev re bin..

Lê ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne xalê Pê?merge..

Rehet razê..

Ew zarokên ku te ji kolanên bajarê Edenê anîbûn, ew zarokên ku Kurdî nizanîbûn, yan jî pir kêm zanîbûn, îro bi hestên netewî xwedî li zimanê xwe û te derdikevin, dixwînin, dinivîsin, berheman didin.

Rehet razê xalê Sadik..

Gîha li ser koka xwe ?în tê..

Bela ciyê te bihu?ta rengîn be xalê Pê?merge..

Bi vê minasebetê, bela serê malbata wî, dost û hogirên wî sax be..

Ev nivîs 563 carî hatiye xwendin

Ji niha ve spas kaka
Wek hûn zanin, serê sala nuh, ango 01.01, hema bêjin ji alî temamê dinyayê ve tê pîrozkirin. Lê sersala Kurdan di 13.01 de tê pîrozkirin. Dîrok û sedema 13.01 ba? nayê bîra min, lê heta bi îro jî li hinek ciyên Kurdistanê Kurd di 13.01 ê de sersala xwe pîroz dikin.  Heta sala 1980î jî me li gund sersala xwe di 13 ê mehê de pîroz dikir, xwe dikir qirdik û di nava gund de li pere, nok û mewîjan digeriyan.

Welhasil, mesela min li ser 01.01, sersal û rojbûna min bû.

Di nasnama gellek ji Kurdên me yên bakur de rojbûna wan wek (01.01) hatiye nivîsandin. Memûrên dewletê zêde serê xwe pê nediê?andin.

Ji ber ku xwendin û nivîsandin kêm bû û dê û bavan “Kurmanckî” lêdixistin, rojbûna zarokan nedihat bîra wan,  dê û bavan nizanîbûn zarok di kîjan rojê de çêbûne. Gava memûrên dewletê didîtin ku rojbûna zarokan ne kif? e, hema yekser 01.01 di nasnama wan de dinivîsîn û xwe jê xelas dikirin. 01.01 wek mohra Silêman pêxember li nasnama zarokên Kurd diket.

Di nasnama min de jî mohra Silêman pêxember heye. Ango ez jî di 01.01 de çêbûme. Lê rojbûna min ne wek a xelkê tofelaqî ye, rast û dirust e. Min ji bavê xwe pirsî û wî jî bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got “sedî sed rast e, tu di 01.01 de  hat dinyayê û te lotikek li me xist”.  Xuyaye ji ber ku min di çêbûna xwe de jî gellek lotik avêtine, ez bûme Lotikxanecî û heta niha jî dev ji lotikan bernadim.  Belê, 01.01, sersala Mîladî û çêbûna min.

Metirsin qurban, ez wek hinekan nabêjim ku “ez û Hz.Îsa hevdemên hev in”. Ji ber sersala Mîladî sersala Îsa pêxember e jî. Ji ber vê, wê dinya û alem sersala Îsa pêxember û sersala min pîroz bikin. Ji niha ve xwedê ji we razî be, xwedê miradê we bi 70 horî û nûrîyên bihu?tê bike rebbî. Lê ku we 01.01, ango sersala min pîroz kir, destvala pîroz nekin qurban. Çend gul û beybûnan ji Lotikxanê re bi?înin.

Bi vê minasebetê, ez sala 2011 li we û li temamê Kurdan  pîroz dikim.

Pîrkemal

Ba?çawî?ê Lotikxanê

Ev nivîs 836 carî hatiye xwendin

Pelûl bi serê Lotikxanê de jî rijîya
Hevserokatî wek toqa naletê ket stuyê Kurdan û pê ve zeliqî. Em zilam hew wêrin tirrekê bikin, hew we dît melkemotek wek “Qomser Qolûmbo” anîn û li ser serê me daçikandin. Çiye yabo? Ê hûn tirrên zêdeyî xwe dikin. Çiye yabo? Ê zimanê we zêdeyî bejna we dirêj e. Çiye yabo? Ne hedê we ye hûn siyasetek serbixwe bime?înin. Çiye yabo? Yan hûn objektîf ajan in, yan sûbjektîf ajan. Filan û fîstan û hezar quzilqurtên din.

Axir…

?aredarê Amedê xalê me Osman Baydemîr lingê xwe zêdeyî bejna xwe dirêj kir (!) û gotinên wî li hesabê hinek alîyan nehat. Osmanê me ji bîr kiribû ku me?andina siyasetek serbixwe û bi ?exsîyet li hesabê hinek alîyan nayê û wê ew alî nehêlin ku bejna Osmanê me santîmekê jî bi ser bejna wan keve. Ma rastî li hesabê kesekî tê babam? Nayê. Yan divê tu di bin sîya wan de siyasetê bikî û ji sînorê wan dernekevî, yan jî wê ava serê te bê kelandin. Encama 30 salên vê dawîyê ev e. Çawa ku ava serê Orhan Mîroglû kelandin, helbet kelandina ava serê xalê me Osê jî pir hêsan û rehet e.

Pi?tî ku ayet daketin û hat gotin ku Osman Baydemîr lingê xwe zêdeyî xwe vedizilîne, hevserokatîya ?aredarîya Amedê  ket rojeva Kurd û Tirkan. Her çiqasî rayedarên BDP “hevserokatîya ?aredarîya Amedê” înkar kirin û gotin ku biryarek wilo negirtine jî, lê “gotinên êvara dikevin qulê dîwara”. Çend roj derbas nebûn, hat gotin ku cîhgira ?aredarîya Yenî?ehîrê Hafîze Îpek bûye Hevseroka ?aredarîya Amedê û li ser serê xalê me Osman Baydemîr bûye wek Qomser Qolûmbo.

Lê xwezî ev tenê bûya. Ji berê de dibêjin “kera nebin nav kera ji bo ji hev hîn nebin tirr û fisa”. Mixabin pe?kên pelûla hevserokatîyê li me jî, li Partî Demokratî Lotikxane jî ketin û xaltîla me FATÊ serî li me hilda.

Xaltîka me Fatê serî li polîtburoya Lotikxanê xist û bi nameyek vekirî doza hevserokatîyê li me kir. Di nameya wê de tenê yek xal û ?ert hebû. Hevserokatî!

Xaltîka me Fatê di nameya xwe de eynen wilo nivîsandiye:

“Hevalno, hogirno… Hevserokatî bûye mode û ez naxwazim ji vê modeyê bi pa?de bimînim. Hevseroka BDP jin e, va hevserokek jin ji xalê me Osman re jî kirin diyarî. Çima ma ez ji Ey?ika Ereb im bavê min? Ma ez wek hevserokên BDP jî nayêm? Dîplome be dîplome, zanîngeh be zanîngeh, pisportî be pisportî, ma ev keramet û marîfet bi kê re hene babam? Yan hûnê min bikin hevseroka Partî Demokratî Lotikxane, yan jî ezê ji endametîya partîyê îstîfa bikim” û çewalek xist serê me.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî ji nav ?eqê xaltîka we Fatê ve, polîtburoya sererd û binerd a partîya me pi?tî nîqa?, pevçûn û buks û kulman, biryar da ku xaltîka Fatê bike “Hevseroka Partî Demokratî Lotikxane” û wefadarîya xwe bîne cîh.

Ez wek ba?çawî?ê Lotikxanê, hevserokatîya xaltîka Fatê ji mecbûrî pîroz dikim û herdu lêvên wê radimîsim.

Ev nivîs 663 carî hatiye xwendin