P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Pîr Kemal






Pelûl bi serê Lotikxanê de jî rijîya 22/12/2010

Hevserokatî wek toqa naletê ket stuyê Kurdan û pê ve zeliqî. Em zilam hew wêrin tirrekê bikin, hew we dît melkemotek wek "Qomser Qolûmbo" anîn û li ser serê me daçikandin. Çiye yabo? Ê hûn tirrên zêdeyî xwe dikin. Çiye yabo? Ê zimanê we zêdeyî bejna we dirêj e. Çiye yabo? Ne hedê we ye hûn siyasetek serbixwe bime?înin. Çiye yabo? Yan hûn objektîf ajan in, yan sûbjektîf ajan. Filan û fîstan û hezar quzilqurtên din.  Axir... ?aredarê Amedê xalê me Osman Baydemîr lingê xwe zêdeyî bejna xwe dirêj kir (!) û gotinên wî li hesabê ...

Kurmancî wek gurê manco ye 17/12/2010

Hewce nake em dubare, sêbare û dehbare gîsin bikin û bêjin "Ziman nasname û hebûna milletekî ye". Bawerim ji Kurdan pêve tu millet û tu mexlûqat tune ku di zanîna vê rastîyê de be û li zimanê xwe xwedî dernekeve. Heta bi heywanan jî ji me zêdetir li zimanê xwe xwedî derdikevin. Kûçik wek kerê "nazirre". Ker wek kûçik "naewte".  Gur wek bergîlê "nahîre" û bergîl jî wek gur "nazûre".  Her heywan û teba bi zimanê xwe xwe li ser lingan dihêle, pê xwe diparêze. Lê mexlûqatek kesanedî heye ku dîn dijminê ...

Ew jî ji kîsî me çû 13/11/2010

Min ew li Êrîvanê nas kir. ?ev nîvê ?evê hatibû pê?îya me. Em grûpek ji Ewrûpayê çûbûn, kesê ku di wî temenê xwe de, bi wî porê spî û bi wê kesayetîya mitewazî hatibû pê?îya me Grî?ayê Memê bû. Grî?a wê demê nebûbû edîtorê rojnama Rêza Teze, xebatkarek ji rojnamê bû. Cara pê?în bû ku min Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê nas dikirin. Helbet min ew nas dikirin, lê wek hevdîtina rasterast cara ewil bû. Xwedê heye, dîtina Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê bandorek mezin li ser min hi?t, enerjîyek zêdetir da min, hestên ...

Sosyalîstên têr û birçî 29/10/2010

Zekî Alasya û Metîn Akpinar du ?anoger û lîztikvanên Tirk ên me?hûr in. Ev 37 sal in dost û hevalên hev in. Bi ser ku herdu jî xwe wek “sosyalîst” bi nav dikin jî, lê di gellek waran de dîtinên wan ne wek hev in. Lê dîsa jî dost in, ji hev naqetin. Lê ferqek di navbera wan de heye. Zekî Alasya sosyalîstekî birçî û zugurd e û Metîn Akpinar jî sosyalîstekî halxwe? û têr e. Metîn Akpinar di pirtûka ku Gunduz Demîr li ser wan nivîsandiye dibêje: “Bê ?ik û guman ez ...

Ji wan re adet e, lê ji me re qebhet e 27/09/2010

Ziman hebûn û nebûna milletekî ye. Ziman stûna netewe û pê?ketina millet û welat e. Ji ber vê ye ku rehmetî Mîr Celadet Bedirxan digot „Kurdino, heger hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heger hûn dixwazin xwe bi xelkê bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin“. Mesela me li ser pêwistîya zimên bû. Pi?tî ku TZP û BDP dest bi boykota zimanê Tirkî kirin û doza perwerdeya zimanê Kurdî li hihûmeta Kasimpa?alî kirin, agir ket doxîna rayedarên hikûmetê. Êêêêê, sermezinên dewletê jî ne xe?îm in canim, zanin ...

Wey dinyayê! 20/07/2010

Mixabin em Kurd li ti?tekî xwe xwedî dernakevin. Xwezî bi wê roja ku Kurd jî wek Cihûyan netewperest bin û xwedî li her ferdekî netewê xwe derkevin. Cihû alîkarîya her ferdekî cihû dikin. Israîlî naçin li a?xana yekî Ereb xwarinê naxwin, ji dikanên Erebên qûnre? ti?tekî nakirin da ku perên xwe nedin dijminên xwe û wan pê dewlemend nekin. Lê karin 100 kîlometro herin li a?xane yan li dikana yekî cihû xwarinê bixwin û ti?tên xwe ji cihûyan bikirin. Çima? Ji bo ku yê cihû dewlemend bibe û nebe parsekê xelkê. Lê em Kurd çi ...

Dilê tirsonek sînga gewr nabîne 29/06/2010

Berî her ti?tî li min biborin. Ji ber gellek ji metelokên me Kurdan erotîk û seksî lê têr naverok in, divê ez wan bi kar bînim. Mal malê me ye, ma mayê avêtin. Bav û kalên me ji berê de gotine:”Tu heri er?, dîsa tê bê ber terkê re?” Ango tu çi dikî bike,tu bi ku de diçî biçe, tê her dîsa vegeri ber lingên min. Îcar ev jî mesela me û Tirkolera ye. Pi?tî înkara 80 salî, dîsa vegeriyan ber terkê re? û hebûna Kurdan qebûl kirin. Em jê hez bikin yan nekin, gellek ...

Dev ji me, xwe û ?ivan Perwer berdin! 29/04/2010

Nîqa?ên di derbarê hozanê me ?ivan Perwer de didomin û herkes ji alîyê xwe de li gel yan li dij, daxuyanîyan derdixin.  Di vê derbarê de hem li gel û hem jî li dij ?ivan Perwer bi sedan emaîl û bi dehan nivîs ji me re hatin ?andin. Lê sînorê me kif? e û me nivîsên li dijî ?ivan newe?andin, nawe?înin. Lotikxane dijberîya merivê Kurd nake û heta ji me bê emê nekin jî. Lê em sînorê rexneyên xwe jî zanin û wan rexneyan di wateya dijminatîyê de tucar bi kar naynin. Mesele ...

Sofî Xelef dîsa lotikek bêîman xwar 14/04/2010

Serê rebenê Sofî Xelef ji te?qelan xelas nabe. Endamê Polîtburoya Partîya Lotikxanê Sofî Xelef, hefta buhurî raserî sosretek kesanedî hat û niha di bohrana fikr û ramanî de gêjomê?o bûye, psîkolojîya wî bûye ?orbe. Li gora ku Sofîyê me di civîna polîtburoyê de anîye zimên,  bûyer bi vî awayî qewimîye . Sofî Xelefê ku oldar e û di nimêj û niyazên xwe de qisûrê nake, ji ber xwarina “Doner kebab” a Tirkan bi jehrî dikeve û bi ambûlansê wî radikin nexwe?xanê.  Tu nabê ?ifêrê ambûlansê wê rojê 5 ?û?e wîskî, 2 ?û?e vodka Gorbaçov ...

Em Lotikxanê difro?in!!!!! 12/03/2010

Dibêjin:“Xwedê teala bi elb û çewalan bi ser hinekan de dibarîne“. Ewqasî ku ?ans û nesîbê hinekan fireh e. Ez bawerim tenê em Kurdên xwelîliserên bakur, rojava û rojhilat bê ?ans û nesîb mane. Ma?elle Kurdekanên me yên ba?ûrekan sînorê ?ans û nesîb jî buhurandine. Tew xwedê teala ne bi elb û çewalan, lê bi telîs, xurcik û bîdonan bi ser wan de barandiye. Wan 10 dixwest, xwedê 100 daye wan. Bi qewlê xwedê û saya serê xalê me G.W.Bû?h, canekanim ji tengasiyê derketin firehîyê û kêfa li ser kêfê dikin. Xwedê ...