P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Rêwîyê Kal






QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ? 1/08/2010

Sêwasîyan jî bi serketina taxima Sêwas sporê ji xwe re navek dîtin, “ yîxîdo (yiğido) “. Her hefte, heçê kesên qe ji futbolê nezan û bêfêm in jî dıçûn pêşbirk temaşe dikirin. Zaraveyê  Sêwasîyan jî  li gor Tirkê din gelek qebe ye.  Gava dipeyivin tu dibê qey mîrkutan li nav serê meriv dixin. Di pêşbirkê de wextê pozîsyonên hêrîşê ji bo golê çêdibûn, bi xiroş digotin “ haydi vur, haydi gol at  ( de lêxe, de golê biavêje) “ Gava lîstikvanan  dijraberê rêzikan tiştek bikirina, faûl bikirina,  kizîr (hakem) li tûtikê dixist. Ev ...

Evren li axretê çi bersiv da? 25/07/2010

Dibêjin diktatorê cûnta 12 Îlonê Kenan EVREN mirî ye. Û berê xwe daye axretê.  Li axretê deftera wî ya amel vekirine û dest bi pirsîyarîyan kirine. De ka em binerin bê pirsîyarî çawa dom kirîye û çi lotik li Arnavût Kenan xistine . -         Te ew gelê ku Xwedê teala bi navê Kurd afirandiye înkar kiriye, te zimanê wan qedexe kirîye, te gotîye “ ev gel Tirkên çîyayî ne, pê li berfê kirine,  dengê kart-kurt derxistine, ji ber wê gotine Kurd “ rast e ? -         Bi vebirî ev ne rast e, bêbextîyan li ...

KER JÎ FIRÎYA 22/07/2010

Yabo bi serê mele Îso yê topal min tiştekî ecêp dît. Lê ez nizanim ev çi ye bi paraşûtê difire? Ker e, cinawir e yan jî tiştek din e! Kî pê derxîne ezê bi destûra başçawîş ji rûpişta pereyê tirxankirî yên Lotikxanê xelat bikim û 3 roja bişînim plaja gola Wanê. a-) Şêx mirîdê xwe firandî ye b-) Mirîdan şêxê xwe firandî ye c-) Teyreki çar ling e difire ç-) Ev ker e difire d-) Ev balafira bêmirov Heron e e-) Rêxistin bi kerê  îstixbaratê berhev dike f-) Dewlet bi kerê rêya Apoyîyan raçav dike g-) Colemêrgî kerê bêdestur ji ...

MIRINA KARMEND BI WATE YE 16/07/2010

Tê zanîn û dîtin li komara Tirkîyê hemû karmend (memur) jîyana xwe bi deynî û taxsîd dom dikin. Şert û mercên aborî giran e, bê deyn jîyan ne bi derfet e.      Rojek ji rojan karmendek diçe ser dilovanîya xwe, jîyana xwe ji dest daye û mirîye. Mirin bi vî awayî bûye. Destekî karmend li ser singa wî ye, destekî wî jî li ser xirê wî ye. Wisa rep û req maye.  Mele tê ku  laşê wî bişo û bike nava kefen. Lê dike nake nikare destê mirî ji ser singa wî û ...

Mîza Hindûyan û beqlawa Kurdan 8/07/2010

Yabo dibêjin van Hîndûyan  vexwarinek sosret çêkirine. Ji mîza çêlekan bi  “Xoloka Bay” gavberê Pepsî Cola û Coca Colayê û vexwarinên din derketine holê.Lewra çêlek li ba Hîndûyan pîroz e, mîza wan jî dermanê her derdî ye. Li kuçe û kolanên Hîndistanê hema diqêrin û dibêjin: “ Werin mîza çêlekê, werin mîza çêlekê, werin ama zemzem, werin dermanê mirinê” û qûş  li Colayê qetandine elawekil.      Tirk bi şîrê dêlegurê (Asena) û bi vexwarina şîrê dêlik û dêleguran bûne cewrik û pesnê xwe didin. Şîrê mehînê (kımız) vedixwin û pê serxweş dibin. Ev ...

MALBATA BÊ HIŞ 1/07/2010

   Zemanê berê kî kurê xwe bizewicanda gustîlek û çend zêr ji bo xelata bûkê dikire bêrîka xwe, gund bi gund digerîya. Bi salixên dost û nasên xwe û bi dîtina xwe, dergistîyek xelat dikir. Remo jî bi vî armancê dibe mêvanê malekê. Sibê bavê keçika xama ji bo dîtina Remo ji keça xwe re dibê: “ Qîza min,  ka biçe ji kanîyê avê bîne em pê dest û rûyê xwe bişon. “ Keçik fêm dike ku mêvan Remo hatîye xwazgînîya wî. Destîyê xwe hildigire diçe ser kanîyê. Beybûna di qûleteyna (kurn) kanîyê de ...

Gelo ev çi dikin? 22/06/2010

Heçê pê derxe emê wan hefteyekê bişînin konê quntara çîyayê Bagokê kampa lotikxanê, bila goştê karxezalan û kewan wek Erol TAŞ bixwin, zik mezin bikin. A)    Ji hirçê ditirsin xwe veşartine B)    Westîyane bêhna xwe vedidin C)    Li benda otobusê ne D)    Ji bo dizîya zebeşan bostan raçav dikin E)    Derketine nêçîra kerguhan F)    Ji bo arvan bi çewalan ard birine aşê avê G)   Ji Enqere’yê  fîrar kirine H)   Çûne serê çîyê ku bibin gerîlla I)      Rêça xwe winda kirine J)     Çavgirtonkê dilîzin K)    Çûne karê, berxik dane bi karikê L)    Apoyîyan dor li wan girtîye û nikarin birevin M)  Xîyarên apê Cindo dizîne, cenderman ew ...

TIRPANÊ BIDIN DESTÊ BAŞQANAN 18/06/2010

Wextê behsa yekitî û hevgirtina Kurdan tê rojevê , rêber û serokên rêxistin û partîyên Kurdan xwe dixin nava livînê û dibên: “Ez nexweş im, nikarim bikevim bin barê giran, tenduristîya min ne baş e, destûr nade  “ filan û bêvan Yek dibê: “ Ay yadêêêê lingê min diêşê “, yek dibê: “ Ay bavoooo pişta  min diêşê “, yek dibê: “ Offffff qirika min diêşê “, yek jî dibê: “ Êêêêêê behna min teng dibe, nikarim hewayê hilînim “.  Gava hûn li ser pişta gel lotikam diavêjin, gûza dişikînin, wê demê saxlemin ne ...

ZIRTÎNÊ PÊ BIXIN GİDÎÎÎ! 10/06/2010

 Ker bi her awayî bi kêrî her karê mirova tê. Lê dîsa jî keran biçûk dibînin û rehetîyê nadin keran. Celo her roj li kera xwe siwar dibû diçû zevîyê. Zevî jî  gelek dûrî gund bû. Celo kera xwe bi bendeki bi darê ve girê dide û dest bi xebatê dike. Derdora zevîyê hemî giha ye. Ji nişkê ve kerguhek  (kêvroşk) ji nav giha derdikeve û baz dide di nêzî kerê re derbas dibe. Ker xof digire, bendê xwe diqetîne û berê xwe dide gund direve. Celo bi pey kerê dikeve ku bigire. Pêre ...

JI BO XWEŞÎYÊ KÛÇİKEK HEWCEYE 3/06/2010

Nezîro yê feqîr û belengaz, dike nake nikare xesûya xwe û jina xwe memnûn bike. Herdem pê re di şer û pêvçûnê de ne.Nezîro mêze dike derbasî nabe, dibê: “ Ya starrrr ji destê we, ez serê xwe hildidim diçim, Xwedê hevza meriv ji we bike. Hûn dawa çi li  min dikin wey ? “ Bi kul û derdê xwe ve dikeve rê dimeşe, nizane wê bi ku da biçe. Nezîro diçe gundekî, bala xwe didê wa ye zilamek di destê wî de kûçikek bi gerdenî (qeydik) li pêşîyê dimeşin, li pey wan ...