P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Rêwîyê Kal






MÊRANÎ BI XESANDÎYAN NABE 19/10/2011

 Havînê naxira dewaran diçe li mêrgan diçêre, çêlek an nogin  wextê kelê wê tê conega dixwazin pê re bikevin lotikan. Çêlek, nogin  ji ber conega direvin; bazdidin û berê xwe didin gund. Conega û mozik bi xiroş baz didin ser çêlek û noginan.        Îcar carna conegayên hatine xesandin jî, tu dibê qey dikarin tiştekî bikin; ew jî bi pey çêlek û noginan dikevin. Nebîrewer êrîşî çêlaka bi kel dikin, wek mirovên bê hiş xwe diwestînin.        Rojekê em li ber derê malê di suhbetê de bûn, çêlekek hat û li pey çêlekê çend ...

HEMÛ QUMAŞ NE YEK IN 10/10/2011

Sed mixabin, li hêla Serhedê hîna jî qelen (next) ji bo zewaca ciwanan astengîyek mezine. Faro li metrepola Tirko dijî, rabû çû ji bo kurê (law) xwe keça pismamê xwe Sado  ya mezin xwest. Sado got “ Pismam daxwaza te li cî ye, lê belê tuyê 12 hezar next bidî û deh heb jî zêr bistînî.” Faro çarneçar şert û mercên pismamê xwe pejirand û got “ Ser çava re pismam, de bela bi xêr be. “  Faro zor û zehmet daweta kurê xwe kir, bûk bir werhasil…       Piştî dawetê şeş meh borîn, Faro ...

QUZÊ ŞIL ŞIROVE NAXWAZE 1/10/2011

Karsazê Kurd Kerîmo li Stenbolê dijî, Cemal jî Laz e û hevalê hev in. Laz Cemal herdem behsa dosta xwe dikir, Kerîmo jî hesûdî dikir. Çimkî Kerîmo bê dost bû. Rojek ji rojan Laz Cemal jinika dosta xwe anî ba Kerîmo, pê da nasandin û got “ Canan, va Kerîm Kurd e; destebirakê min e. Delala min  tu li vir rûnê, hinek karê min heye. Ez karê xwe biqedînim werim, em biçin malê “.  Cananê got “ Temam tu here emê suhbet bikin heta tu tê “        Xalê Kerîmo çeleng bû û kîrtûj ...

ŞÎRETEK WEK ŞÛJIN ! 22/09/2011

 Teknolojî kete jîyana mirovan, jîyan lewitî. Qirêj û gemar bi xwe re kire nav me mixabin. Kesayetîya mirova  jî  pêre qirêj girt.          Remezan li bajarê Eskîşehîrê firoşkarê xalî ya bû. Rojekê ji hevalê xwe Betal (herdu jî Kurd in) re got “ Ezê biçim Ispartayê ji bo xalîyan, tu jî bi  min re were  baştir dibe.“  Betal got “ Temam bira ez kêrhatî me, belê em tevde biçin.”  Remezan got “ Here razê, emê berbanga sibê  saet di 5’ an de bi rê kevin “        Remezan serê xwe danî ser balîfê ku razê, telefona ...

OXXXX XWEZÎ Bİ CANÊ WE ! 14/09/2011

Firoşkarekî Kurd çûye gundekî Tirkan, li ber derê malekê destgehê xwe vekirîye. Malxoyê malê jê re bi sênîyê hinek xwarin û çay tîne. Piştî xwarinê, herdu suhbet dikin û cixarên xwe dikişînin, jinek ji  malê derdikeve qûna xwe li ba dike û seksî  ber bi navenda gund diçe.      Kurdê me bi  rindikbûna jinikê matmayî dimîne û bi çavekî xowarde li jinikê mêze dike. Mêrê jinikê  dibê “ Ula Kurdo  sen ne yapıyorsun ? Neye bakıyorsun? (Lo Kurdo tu çi dikî? Li çi mêze dikî? “ Kurdê me  qe nagire  ser xwe û bi  ...

LI ALÎYÊ DIN MÊZEKE KEFTORÊ HERAM 6/09/2011

Apê Silêman nexweş li ber mirinê bû. Doşega wî raxistin, mela bi ser de dixwend. Xebera reş giha gund, gundî ji bo heq helalîyê çûn serdana wî.      Rebeno wisa nexweş bû, ji  jan û êşa  nexweşîyê nikarîbû serê xwe li xwe bigirta. Serê wî carê bi alîkî ve diket, çavê wî beloq dibûn û kûr mêze dikir.      Ji gundîyan xalê Necmedîn bala xwe dayê waye apê Silêman çavziq li wî mêze dike. “ Ev çima li min mêze dike gelo? Dibe ku  min jî bi xwe re bibe “  Mela got “ Ne ...

BELA DI KERA AXÊ NE 30/08/2011

Li bajarekî Tirko em qeflek hevalên hembajarî çûbûn nêçîra kêvroşkan. Piştî nêçîrê em birçî bibûn, hevalên me ji şivan kavirek kirîbûn û ser jê kiribûn. Li ser kanîyê em kombûn ji bo xwarinê. Şivan jî  li tenişta me pezê xwe diçêrand. Wexta goşt pijîya hevalê me Basrî, şîşikek tijî goşt kire nav perçek nan û da şivan. Şivan gelek dilxweş bû.    Basrî gelek henekvan bû, hevalê me yê dî hecî Hiseyîn nîşan da û ji şivan re got “ Biner ev hevalê me bê jin e, hevjina wî çû rehmetê .“ Şivan got ...

KER JÎ ROJÎYÊ DIGIRIN 23/08/2011

Mam Mihemed û Hecî Huseyin heval û hinkûfê hev bûn. Li ser  bûyerên rojanî qerf û henek dikirin. Niha herdu jî çûne ser dilovanîya xwe, xwedê rehma xwe li wan bike.  Dîsa wek niha meha remezanê havînê destpêkiribû. Mam Mihemed çûbû Enqerê, ji wir dizivirî. Wexta ji otobosê peya bû, ewil berê xwe da firoşgeha Hecî Huseyin, piştî xêrhatin û hal pirskirinê Hecî Huseyin got “ Mihemed, xêra bavê  te be qe  li Enqerê rewşa rojîyê çawa bû? Kes rojîyê digire an ne ? “ Mam Mihemed di ber xwe de kenî, paşê serê ...

DI GORÊ DE JÎ REHETÎ TUNE 1/08/2011

 Rojekî Mam Osman û zarokên xwe çûn mîhrîcana bajêr lûna parkê. Zarokan xwestin li balerînê siwar bin. Mam Osman dilê wan ne şikand  got: “ De hûn siwar bin ez jî  li jêr we temaşe bikim”. Keça wî got: “ Bavo wele tu siwar nebî, ez qayîl nabim. Tu jî siwar be “.  Mam Osman neçar li balerînê siwar bû.  Wexta balerîn  bi lez zivirî û ba girt, qidûmê Mam  Osman şikest. Mam Osman lêbû bi kirîza (tengezarî) dil biçûya.      Mam Osman kire  feryat û fîxan, erdkar balerîn da sekinandin û Mam Osman ...

QÛNA ME BER BI ENQERÊ NEÇERIXÎNIN ! 20/07/2011

Kurê zîlamekî Mûşî nexweş e, ew û pîreka xwe kurik birine Erzirûmê ba doktor. Doktor miayene (sehandîye) kiriye, derzî û derman nivîsîye. Bûye êvar ji mecbûrî çûne otêlekê bi cîh bûne.      Wextekî nîvê şevê dilê zîlêm xwestîye bi pîreka xwe re bikeve lotikan, fîşekekê bi teqîne. Kurik jî razayî bûye, ji bo bi wan nehese di nav nivînê de bi baldarî tevdigere. Jî bo fersenda kirinê bibîne, ji pîreka xwe re dibê: “ Keçê qûna xwe ber bi gundê me biçerixîne (bizivirîne)” Jinika feqîr belengaz dibê: “ Lo rebeno ka gundê me li ku ...