
Ebdilayê Şero ê Jîrkî rêya wî dikeve Sowara Xelê (Suwarî Xelîl). Camêrek Hemkî jî li Sowara Xelê bi tirpanê gîya didûrit (diçinit-diçine) û dike texê (gurz). Ji bo paletîyê jî axafk (mirtoxe) bi xwe re biriye.
Dema çavên wî bi Ebdila dikeve, ji bo ku axafkê nedê, larîka (firax) axafkê dibe di binê texek gîya de vedişêre. Pîştî Ebdila diçe; ew li larîka axafkê digere, nagere, nabîne. Piştî qedandina tirpankirina gîya, wî gîyayî tîne gund dike lowe
( dike kidase – datîne ser hev û bilind dike).
Di navberê de şeh meh derbas dibin, dibe ...