Lotikxane » Bavê Ronahî

Kerê bi xwe re neanî
Du camêrên hevalên leşkerîyê bûbûn destebrakên hev. Ji wan yek li gund dima yê din jî li bajêr. Yê li gund dima her cara ku hatiba bajêr, ji bo destebrakê xwe nîvişk, penîr, mast, gûz û hwd. dibirin. Destebrakê bajêr jî ew destvala ne dişand û şekir, ça, peruk/ libas/cil û hwd didanê.

Yê gundî cerekê  ji bo amadekarîya sersalê diçe bajêr  û ji xwe re dibê:

-Bi xwedê ez vê carê tiştekî nabim

Û li kerê xwe suwar dibe, destvala berê xwe dide bajêr û diçe mala destebrakê xwe.

Ew û destebrak bi hev re çayekê vedixwin. Yê gundî dibêje:

-Min ji bo we hinek tişt hazir kirin û danî ser pişta kerê, lê min kir û nekir vî ker kurê keran bi xwe re neanî.

Destebrakê wî dibê:

-Yê ku tiştek neanî, neşêt (nikare) tiştekê jî bibe.

Bi vê wesîlê sersala tevahîya Kurdan bi dil û can pîroz dikim, hîvîdarim wê sala nû bibe sala serfirazî û dilxweşîyê.

Ev nivîs 423 carî hatiye xwendin

DILXWEŞÎ Û ACIZÎ
Xort û keçek bi dilxweşî bi hevre dizewicin. Di navberê de dem û dewran diborin.

Rojekê mêr di nav nivînan de, ji jina xwe re dibê:

-Tu zehf ji min hez dikî ?

Jinik dibê :

-Erê.

Zilam:

- Madem wisa ye, tu ji min re tiştekî wisa bibêje ku hem dilê min pê xweş be, hem jî ez pê aciz bibim.

Jinik dibê:

- Yê te ji yê hevalên te mezintire.

Îcar birastî yê me Kurdan ji yên Tirk, Ereb û Farisan dehqat mezintire, lê mixabin ew bi haletên xwe yên piçûk îşê me Kurdan diqedînin. Min tiştek ji vê meselê fêhm nekir û çû…

Ev nivîs 1283 carî hatiye xwendin

KURÊ TE BA EZÊ HATIBAMA
Du malbatên Kurdên Êrîvanê ji hev dixeyîdin. Di navberê de dem û dewran derbas dibin, kurê yekî ji wan di qezayek  trafîkê de  jiyana xwe ji dest dide. Gelek camêrên xêrxwaz dixwazin bi vê minasebetê  dilmayîna herdu malbatan ji holê rakin, lewre diçin ba camêrê din û dibên:

-Kurê filan kesî wefat kir. Were tazîyê, ev firseteke ji bo rabûna vê dilmayînê. Li ba me Kurmancan dibêjin “ Dema mirî dimirin, xeber dibirin.”

Gelek kes tên û diçin lê nikarin wî bibin behîyê.

Dawîyê kesek rihspî û xwedî qedir diçe cem û jêre dibê: “ Tu bo çi naçî serxweşîyê ?Kurê wî xortek baş û nestêle bû.“

Ew jî dibê :

- Raste kurê wî xortek baş bû.  Lê bavê wî mirovek xirab e û ez qet jê hez nakim. Qisûrê nenêre. Heke kurê te ba, ezê hatibama, lê kurê wî ye ez nayêm.

Îcar mesela me li ser qedr û qîmet bû. Mixabin êdî ne qedr di nava me Kurdan de maye û ne jî qîmet û rêz û hurnet. Wisa li serê civata Kurd anîne ku nayê gotin.

De xwedê ji xêrnexwazan re nehêle rebbî….

Ev nivîs 643 carî hatiye xwendin

ŞERÊ QORAYÊ
Di dema şerê Qorayê de Tirk jî tev li wî şerî bibûn. Gelek xortên Kurdan jî di wî şerî de hatibûn kuştin. Melayan jî ji bo pesnê şer bidin, li mizgeftan wehz û fetwa didan.

Rojekê melayê gundekî roja înê dibêje:

-Kî şeva înê bi jina xwe re razê, wek li Qorayê kafirek kuştibe xêr jê re tê nivîsîn.

Gundîyek jî tê gotinên mela ji jina xwe re dibêje. Jina wî jî wê gotinê di mejîyê xwe de qeyd dike. Êvara înê mêrê wê dixwaze razê, lê jinik dibê:

-Ma mela ne gotibû kî êvara înê gankê bike, wek di şerê Qorê de kafirek kuştibe xêr jêre tê nivîsîn!.

Mêrê wê dibê:

-Belê

-Jinik dibê:

-Madem wusane were em çend kafirên Qorayê bikujin û cihê xwe di bihuştê de garantî bikin.

Bi hev re kafirekî dikujin, jinik dibê:

-Yekî din, yekî din, heta spêdê 4-5 kafirên Qorayê dikujin.

Bi kuştina kafiran tirr û taqet di mêrik de namîne, lê jina wî zorê didê. Mêr dinere çare nîne, bi ser kurê xwe de diqîre û dibê:

-Lawo kurê kerê, rabe şerê Qorayê li ser quzê dîya te rabûye, tu jî were kafirekî bikuje xenzîr.

Îcar ev jî mesela me û Tirkan e

Bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa, kî roja înê neçe di camî û mizgeftên Tirkan de li dû wan nimêj neke, weke ku kafirekî bikuje û çûna bihuştê garantî dike û hûn sax…

Ev nivîs 1030 carî hatiye xwendin

MA DIZ DIGIRÎN?
Îrfanê Geverî yê Marîfanî,  bi bra û çend hevalên xwe ve diçin dizîya ?itû (zebe?) an.

Zevîyê ?itûyan li kendalekî ye. Li jêrî zevîyê zebe?an, zevîyek din heye, cihê wê de?t e.

Bra û hevalên Îrfan li pey hev rêz dibin. Îrfan  ?itûyan jêdike û li ber brayê xwe ve gêr dike/ digidirîne. Di dema gindirandinê de zebe?ek bi hêz tê û li serê brayê wî dikeve.

Bi lêketinê serê brayê wî dê?e, ?itû jî dipelixe û ava zebe? ya sor di ser rûyê wî de di herike.

Brayê Îrfan wisa hizir /goman /bawer dike ku serê wî ?ikestîye û ew xwîna serê wî ye di ser rûyê wî de diherike, dike qêrîn û girîn.

Îrfan jî bi ser brayê xwe de diqîre û dibê :

- Kuro neke girî qe?mer!  Em diz in-diz,  ma diz digirîn kurê kerê?

Îcar ev jî mesela me û hinek siyasetmedarên me ye.

Hinek siyasetmedar yan partîyên me wek wan dizan jî nayên. Dizên ku girî ji xwe re wek kêmanî û bêxîretîyê dibînin, ji hinek siyasetmedarên me wêrektir û bi xîrettir in. Ciwamêran hê ?eqamek li wan neketiye, hew we dît ji holê reviyan, teslîm bûn û dest bi înkara eslê xwe kirin.

Law ma serketin bê bedel, bê xwîn û bê pîkolî dibe oxlim?

Ma hûn wek Îrfanê diz jî nayên yaw, wî!

Ev nivîs 823 carî hatiye xwendin

ÇI XISARA NIMÊJÊ HEYE?
Di salên 1977-78 an de bayê Maksîzmê Kurdistana Bakur dabû ber xwe û xortên Kurdan bi wî alî û vî alî de diwe?and. Lewre piranîya xortên Kurdan bûbûn ?ore?van û ?ore?ger. Li gor bawerîya Marksîzmê  ol/dîn afyon bû û xelk pê dihatin tevizandin.

Rojekê li bajarê Wanê hinek xortên ji Amed, Cizîr, Nisêbîn û hwd. li mala malbatek welatevîn dicivin. Ew malbata welatevîn bi xwe ji Îranê ji ber welatevînîyê bazdabûn û hatibûn Wanê binecih bûbûn. Li bajarê Wanê jî ew kar didomandinû mala wan wek komel û mala rêxistinê bû û çi caran ji welatparêz û ?ore?geran vala nedibû. Malxweyê malê kesayetîyek zana û têgehi?tî bû. Temenê wî gehi?tîbû 60 salan, ji 7 salîya xwe de nimêj lê neçûne/her ninêj kiriye. Dema nimêjê tê malxwê radibe nimêja xwe dike.

Ji wan xortan Umo ji wî re dibê: “ Ew çi nimêj in tu dikî, ma bi kêrî çi tê?”

Malxweyê malê dibê: “ Umo, ez ji 7 salîya xwe de nimêj dikim. Heke li gor bawerîyê be, ezê biçim behi?tê, tuyê jî biçî dojehê/cehnemê û ez li karê me. Heke ne li ser bawerîyê be jî, ez rojê pênc caran dest, ling, dev û rûyê xwe di?om, paqijî ye. Ji nexwe?î û mîkroban difilitim û bedena min fereh dibe. Ez 17 caran radibim û rûdinim, hereketan dikim, xwîn di bedena min de digere, sporê dikim, dîsan li karê me û ji te çêtir im. Îcar ka bêje, ma çi xisara nimêjê heye qurban?”

Wê demê xortên me bi eraqa Marksîzm û Lenînîzmê, bi ?eraba kominîzm û sosyalîzmê serxwe? bûbûn û li dij gellek adet û toreyên mezinên xwe derdiketin, rêz û qîmet ji wan re nedigirtin.

Û îro?

Êro jî heman tir?ik bi serê xortên Kurdan de bariyaye, yan jî dibarînin. Dîsa bi çîrokên sosyalîzmê û bratîya Kurd û Tirkan mejiyê wan dikin ?orba nîskê û ji hest û helwesta netewî tên bidûrxistin.

Bi kurt û Kurmancî; wê demê jî, îro jî, xortên me wek golikên nav garanê lotik û zîtirk li mezinên xwe dixistin û didan bin dûvên wan. Îcar zarok û nevîyên van xortên me wê çi tirr û fisan ji bav û kalên xwe berdin ez wê meraq dikim…

Ev nivîs 622 carî hatiye xwendin

MA EM JI QUZÊ KERÊ NE?
Ba? nayê bîra min, lê wisa bawerim sal 1975 bû. Kurdên Ba?ûr li bajarê Bonn ê ?ahîyek li dar xistibûn. Kek Tariq Eqrewî jî Mîr Kamûran Bedirxan vexwendibû wê ?ahîye.

Mîr Kamûran jî ew ne ?ikand, bi wê pîremêrîya xwe hate ?ahîyê. Çend Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ( ku piranîya wan mele bûn û  bi karkerî li Elmanya dixebitîn) li dora mîrê xwe civîyabûn.

Bi qasî tê bîra min, kek Çelo ( Mele Çelebîyê Girêsîrî/goreceyîz),  Mele Ebdilkerîm, Mele Sidîq, Mele Zekî, Kek Ûbeyît ?aqar û çend Kurdên binxetê ku ez xelet nebim yek ji wan nîvîskar Konê Re? bû), me sohbet dikir. Kurdên me li ser meselên Kurdayetî û  xasma li ser meselên ziman pirs ji mîr dikirin. Wî jî bersiva wan dida. Di navberekê de Mîr Kamûran ji wan kesên ku li dora wî civîyabûn yeko yeko pirskir ka ji kîjan bajarê Kurdistanê ne? Wan jî navên bajarên xwe jê re digotin.

Di nav wan de yê herî xort ez bûm.

Mîr Kamûran got:

-Brazî tu ji kîderê yî ?

Min got:

-Ezbenî ez ji Hekarya me.

Mîr got:

-Tu ji kîderê yî ?

Vê carê min got:

-Ez ji Culemêrgê me.

Mîr Kamûran Axînek kê?and û got:

-Tu ji kezeba Kurdistanê yî!.

Li ser wê gotina Mîr Kamûran, Mele Çelebî devê xwe anî ber guhê min û got:

-Kek Xalid, ma tu ji kezeba Kurdistanê yî û em ji quzê kerê ne….!

Mîr Kamûran bi wê minasebetê gelek xwe bi min xwe? kir û me dest bi sobetê kir.

Ji ber me her çend hevdu ne dîtibû jî, lê min jê re name ?andibûn ( ji bo ku ez çêtir fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibim, kitêbên wî yên nivîsandî jê xwestibûn û wî jî ji bo min ?andibûn.) Berî kitêb bên nameyek ji min re ?andibû û di nameyê de gotibû: ”Brazî, min kitêbên te xwestî dan postê û ez niha hatim malê”. Ji bo hindê min spasîya xwe jê re got.

Ku Mîr Kamûran zanî yê kitêb jê xwestî ez im û dixwazim çêtir fêrî zimanê bav û bapîran bibim, xwe zêdetir bi min xwe? kir û yên din ji bîr kirin.

Di navberekê de folklora Kurdî derket ser dîkê. He?t xort û keçên Kurdên Dersimê govend ge? dikirin. Kêyfa  Mîr gelek ji wê govendê re hat û dikir ku ji kêfan bifirîya.

Mîr got:

-Axxx! Brazî, welah dilê min jî dixwaze, lê çokên min ranabin…

Bixwe ji ber wê eleqa ku Mîr Kamûran nî?anî min dayî û ?ûn de, hevalan yan ji min re digotin “Mîr” an jî digotin “Kezeba Kurdistanê “.”Heta niha jî kesên wan deman welatparêzî dikirin û min nas dikin, dibêjin “ Mîr an jî Kezeb”

Têbînî : Her wek tê dîtin ev ne tenê pêkenok e, her wiha bîranînek dîrokî ye.

Di xebata min ya welatevînî de Mîr Kamûran bi pirtûkên xwe, Kek Çelo/ Mele Çelebîyê Girêsîrî û Kek Ûbeyît ?akar bi dostanî û zanabûnên xwe ji min re bûn rêber û alîkar. Hersê jî çûne dilovanîya xwe. Bila rehma xwedê li wan be û cihê wan behe?ta baqî be.

Ev nivîs 651 carî hatiye xwendin

SEGÊ MEZIN ?IRÎKÊ GURG E
Gurgek, serê çend rojan carekê dikeve nav pezê axê û pezekî jê dibe. ?ivan rastîyê dizane lê ji ber ku dixwaze seyê mezin berde ser dêlika xwe û çend cewrikan jê werbigire, rastîyê vedi?êre û ji axê re nabêje. Axa bang dike ?ivên û gefan lê dike û jê re dibê: Ezê pezên çûyî hemîyan ji heqê ?ivantîya te bibirim.

?ivan bê gav dimîne û ji axê re dibêje : Ez xulam seyê mezin ?irîkê gurg e.

Axa: Tu bêbextîyan li segê mezin dikî, ew segê navdar û jêhatî ,çawa dibe ?irîkê gurg ?.

?ivan : Heke tu bawer nakî, î?ev roja hatina gurg e, were nav pez û bi çavên xwe bibîne.

Axa bi ?ev diçe çolê nav bez. Dibe nîvê ?evê;  segê mezin hêdîka ji cihê xwe radibe li dor pez çerx dibe û ji alîyê çepê de diewte.

?ivan ji axê re dibê: Te bihîst, dengê ewtêna segê mezin ji alîyê çepê hat, wî hi?aret da gurg û gotê ji vî alî de were. Lê gurg wê ji alîyê rastê bizûre. Segê mezin jî wê segên din bide pey xwe û ji alîyê rastê de here û wan bixapîne,  gurg jî wê ji alîyê çepê de bê pezekî bibe.

Pi?tî 20 deqîqan zûrîna gurg ji alîyê rastê tê . Segê mezin radibe segên din dide pey xwe û diçe. Lê gurg ji alîyê çepê tê pezekî dibe. Axa dixwaze li pey gurg bikeve lê ?ivan nahêle û dibê : Bisekine, tuyê rastîyê sibehê çêtir bibînî.

Dotira rojê nêzîkî nîvro, segê mezin xwe hêdî-hêdî pa? de dihêle.

?ivan ji axê re dibê: Biner wî xwe pa? de hi?t,  tu wî ji ber çav nerevîne û wî bi?opîne.

Axa segê mezin di?opîne û  segê mazin ji girekî ber wê ve dibe  û diçe ser kelex. Axa jî diçe ser kelex û  çi bibîne, gurg bahra xwe pez xwarîye, bahra segê mezin jê re hi?tîye û segê mezin ketîye ser para xwe û dixwe. Axa guleyekê bera segê mezin dide, wî dikuje,  ?ûnda vedigere û tê cem ?ivên û jê re dibê : Kuro madem te dizanî ew ?irîkê gurg e,  te çima nediku?t?.

?ivan : Ne, ne te û ne kesekî din ji min bawer ne dikir. Û min dixwest doleke wî ji dêlika xwe bigirim.

Axa :Ne ew ?irîkê gurg, nankor û dolheram e, yên ji wî jî bibin wê her wek wî bin.

Werhasilî kelam, segên mezin, destebrakên gurgan di nav me Kurdan de pir in. Bi gurg re dikujin, bi ?ivên re ?înê digrin û hûn sax…

Ev nivîs 1246 carî hatiye xwendin

ATATURK GÎBÎ ORÛSPÛ ÇOCÛXÛ!!!
Nisretê Hecer mirovek tolaz bû û li ?emdînan heyamekê serokatîya ?aredarîya ?emdînan dikir. Di dema serokatîya ?aredarîyê de, jina memûrek ji yê Tirkan ku gelek bedew e, dostika  serpêl /yuzba?îyekî ye. Nisret jî çend caran ji jinikê dixwaze lê jinik nadê. Lê Nisret xistîye serê xwe, ew ê bi awayekî xwe bigehîne nav nivîna wê û kela dilê xwe lê hênik bke

Nisret bi mehan serpêl di?opîne, ka kîjan seetê tê mala jinikê. Pi?tî seeta yuzba?î hîn dibe, bi wî re dostanîyê datîne û ?evekê wî û hinek kesên din yên giregirên navçeyê di xwarinxanê de vedixwîne xwarinê. Nisret li seetê dinere û ji mêvanan re dibêje; “ Xanima min nexwe? bû, ez biçim lê binerim û heta seetek din ez têm, hûn li kêyfa xwe binerin”.

Dostika serpêl jî berî seeta ew bê  pencerê hinekî vekirî dihêle. Nisret jî pê dizane û di wê pencerê de dikeve xênî û diçe nav nivîna jinikê û ji alîyê pa?îyê de lê rast dike. Jinik pê dihese ku ev ne serpêl e û xwe dizivirîne. Çi binere, yê ku ji alîyê pa?îyê de lê rast kiriye Nisret e . Jinik ?a?o-ma?o dibe û ji Nisret re dibêje; “ Way ATATURK GÎBÎ ORÛSPÛ ÇOCUXÛ ADAM WAY!”

Ev nivîs 1222 carî hatiye xwendin

ELÊ GULÊ
Elê ji e?îra Giravîyan li Gundê Kotranisê dijîya. Elê nêçîrvanek gelek jîr û zîrek bû.

Di nêçîrvanîyê de gelek salên dijwar û bûyerên ecêb hatibûn serê wî. Lewre Elê di nêçîrvanîyê de bibû mirovek xwedî tecrûbe û bispor.

Rojekê dema Elê di nêçîrê de ye, hew dibîne hirçek nêr û biçûk qesta wî dike. Hirç ji alîyekî lepên xwe li serê xwe dixe, ji alîyê din digirî û ber bi Elê ve tê. Pa?ê hirç destên xwe jî bilind dike û bi hî?aretan ti?tan ji Elê re dibêje.

Lê Elê  tênagehe hirç çi dixwaze û berê ?e?xanê dide hirçê. Hirç dema dibîne Elê berê tifingê lê rast kir,  dikeve ser çar lepan, xwe bi awayek lawaker/hêvîker bi xu?ankî xwe nêzîkî Elê dike û digirî. Elê  bi behitî/?a?mayî lê dinere û tifingê tîne xwar.

Hirç dîsan bi destan li serê xwe dixe, digirî û hêdî- hêdî vedigere, çend gavan tavêje, disekine û bi çavên girî, dilbikul, levakerî û hêvî û biryayî li Elê dinere.

Elê têdigehe ku derdek hirçê heye û dide pêy hirçê. Hirç wî dibe cihekî û li wir disekine. Elê çi bibîne! Vaye hirçek nêr û mezin û mêhirçek bi hevre ne. Elê berê tifingê dide hirça mê, lê hirç berê lula tifingê dide hirçê mezin. Elê gulekê bera hirçê mezin dide û hirç dikeve. Hirçê biçûk û mêhirç  ber bi hev dibezin, ji kêyfan hevdu hinbêz dikin û bi hev ?a dibin.

Pa?ê herdu hirç dikevin ser lepan, bi awayek minetdarî bi xu?ankî tên ba Elê û bi hi?aretan ji  Elê re dibêjin “bi pey me de were”.

Elê radibe dide pey wan. Herdu hirç  Elê dibin binê zinarek asê.  Elê çi binere, di zinar de hingiv diherike û binê zinar bûye gola hingiv. Elê ji wê rojê û pê de dest ji nêçîrvanîyê berdide û be?ek debara mala xwe bi wî hingivî çareser dike.

Îcar mesela me li ser malbata Barzanî û PDK bû.

Malbata Barzanî û PDK bi teko?îna dehê salan em ji hirçek wek Sedam filitandin. Lê hinek Kurdên me li dewsa ku PDK ê û malbata Barzanî bi zinrên hingiv xelat bikin, tên lîztîka xêrnexwazan û dixwazin wan pês/ gemarî /kotî bikin. Hema ew celeb kes bi qurbana hirçan bin û hew.

Ev nivîs 528 carî hatiye xwendin