P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bavê Ronahî






BIRRO 30/01/2011

Li nezîk bajarê Hekerya, di gelîyê Tîyarê de gundek bi navê Dizê heye û gundek gelek bi xêr û bêr e. Di wî gundî de rezvanî, werzvanî /fêqîvanî û parêzvanî /zerzewatvanî gelek pê?ketî ye. Xelkê gund zêde jîr û zîrek in. Li gor gotinan, demên berê ?eraba  ji bo Îranê bahra pêtir ( pirranî ) li wî gundî dihat çêkirin. Gund bixwe di gelî de ye (kûrahiya çîya). Ciyekî gelek germ e, zerzewat û fêkîyên bajarê Culemêrgê hemi ji wî gundî  tên. 35 sal berî nuha min bixwe bi çavên xwe dîtîye ku ...

Ekber û ?ehwet 12/01/2011

Mala Ûsif hingê li Îranê bû. Ûsiv jî zaroyek dehsalî ye. Ew û mamê xwe Ekber ji qezayê diçin gund. Di wan çaxan de rêyên tirinbêlan nediçûn gundan . Gundê wan jî gelek dûr bû. Ji qezayê rêdikevin, dema ?ev bi ser wan de tê digehin gundekî çîyê û li  malekê dibin mêvan.  Bi ?ev dema radizên çirayê gazê ditemirînin; lê ji rojînê tava hîvê, li hundirê xênî dide û  xênî rohnî dike. Mêvan û xwedîyê malê di wî xanîyê yek ode de radizên. Nivê ?evê  mazûrvanê (xwedîyê malê) wan  derdikeve ser jina xwe ...

EZ JI GUNDÎYÊN XWE NAQETIM 24/11/2010

Berî salên 1980 î li piranîya gundên Kurdistanê ne kahrebar (cereyan ) ne jî di malan de kanî hebûn. Di wan deman de li gundan kanîyên gund hebûn. Dewar  li ser wê kanîyê dihatin avdan, zilaman li ser wê kanîyê destrê vedidan, jinan jî ji bo paqijî, xwarin û cil û firax ?û?tinê ji wê kanîyê av dibirin. Gelek caran jin ji ber dora avê, yan jî ji ber berberîya gund li ser kanîyê bi hev diçûn. Porê hev ka? dikirin û dijûnên derveyî adetê ji hev re digotin. Rojekê dema melayê gund li ser ...

EZ KER IM 11/11/2010

Berê li Culemêrgê bi tenê sînemayek hebû. Pi?tî derketin û pirbûna Televîzyonan, ew jî rabû. Ehmed Aslan kurê Xalidê Gewdan li ber derîyê sînemayê bilêt didirandin û kes berdidan hundir. Pirê caran ku hevalên wî pare tunebûn, Ehmed ew bê pare berdidan hundirê sînemayê Hevalên wî pir jî wî hez dikirin û henek pê dikirin. Digotinê: “Pa?navê te Aslan e, halla hallaaaa, yanî niha tû ?êr î ?" Ehmed digot:: " Kuro wilah ez ne ?êr im, ez ker im kerrrrr!” Hevalan: " Kuro tu kusan (çawan - çilo ) ker î? Ehmed: " Kuro yê ?êr ...

Xwezî ez li ?ûna te bûma 28/10/2010

Camêrek Cûlemêrgî ji xerîbîyê diçe bajarê Wanê. Li bajarê Wanê xanîyê xwe emanetî kirêcîyê xwe kiriye. Kirêcî jî ji ber pirbûna muhrîyan (mûrî- gêrik) dîkek  (kele?êr ) û pênc mirî?kan dikire û berdide nav baxçe da ku mihrûyan bixwin û mihrû kêm bibin. Rojekê yê Cûlemêrgî li eywana midbexê rûni?tî ye. Ji alîyekî qahwa xwe vedixwe, ji alîyê din jî li dîk û mirî?kan tema?e dike. Dîk serê her çend deqîkan bang dide, pîkolê dike û li mirî?kekê suwar dibe. Û dîsa pîkolê dike û dike "kî kirî kîîîî ." Dilê yê Cûlemêrgî bi halê ...

EZ NEBÛM TU GÛ 13/10/2010

Di van 20 salên dawî de hinek Kurdên me pa?navên xwe guhertin û kirin ?înanoxlû, Terzîoxlû, Axacanoxlû, Azîzoglû û hwd. Bi kurtî, li pa? navê xwe gotina “ oxlû” zêde kirin. Her çi hikmet e, yên pa?navên xwe dikin “oxlû” piranîya wan di demek kin de dewlemend dibin. Li bajarê Wanê jî gelek kesên wisa hene û cihê ku diçinê jî kif?kirî ne. M. Qesaboxlû hem mirovek ne dewlemend, hem jî mirovek hinekî zirtepoz û beredayî ye. Rojekê M. Qesaboxlû dikeve qilûba dewlemendan. Çawa dikeve hundir, bi dengek bilind dibêje “ Ez di qûna ...

DUAYÊN DÎNO 5/10/2010

Navê wî yê rastî ?abedîn bû, lê bi kurtî jê re digotin” ?abo”. ?abo jî wek her xortekî di xortanîya xwe de bibû ?ore?ger û di zanebûna xwe de jî gelek jîr bû. Ew jî wek herkesî tê girtin û di bin ê?kencan de derbas dikin. Di dema lêdanan de guhên wî giran/kehr dibin. Dema ji girtîgehê tê berdan jî dîn dibe (an jî xwe li dînîtî datîne).  Nimêj û duayên wî pir ecêb bûn. Carnan rikeetek nimêj dikir, carnan sed rikeet, lê duayên wî pir ecêbtir bûn. Ji ber ku guhên wî giranbûn, ...

BENZETMEK GIBÎ OLMESIN 2/10/2010

Kurdek welatparêz û dilpaqij/saf bi  malbata xwe re  ji bo betlana salane ji Almanya  diçe Çe?mê li otêlekê bi cih dibe. Otêl jî otêle ha, bi turîst û natûrîstan dagirtî ye. Spêdê heta êvarî xwe bertavkirin, soberî, sporên cûrbecûr û xwarinên xwe? li wir ti?tên rojane û adetî ne.  Li hotêlê malbatek Tirk ji yên biroqrat jî heye. Ew malbat çi cara ku malbata Kurd dibîne, silavê didinê, li ser pîyan sohbetê dikin û li halê hev dipirsin. Hinek caran li ser masekê xwarinê jî dixwin. Rojekê yê Tirk li ser xîz/qûmê xwe dirêj ...

EZÊ BI XWE DI KERA XWE NIM 23/09/2010

Kalemêrek herdu makerên xwe dide pê?îya xwe û diçe çîyê ku hem di dirûngeha (gîyayê ji bo alifê zivistanê tê hilanîn û nayê çêrandin)  xwe de gîya biçine û hem jî hinek daran bi xwe re bîne gund. Diçe dirûngehê makerên xwe girê dide, bi tirpanê gîya didirû, gîyayên li ber devê tirpanê neketî jî, bi dasê diçine. Dû xortên nêzîkî kalo dibînin ku herdu kerên kalo maker in, nîyeta xwe li keran xirab dikin. Dixwazin bi awayekî kalo bixapînin û xwe bi makerên wî rehet bikin.  Xort ji Kalo re dibên” Kalo, em hatine ...

APO ÇÛÇKÊ TE BIXWE 19/09/2010

 Doh êvarî ez çûm serdana kek Necatî Tank. Me bi hev re cigarek erase kê?a. Wî got” Keko ez diçim cîhekî, dixwazim ku tu jî bi min re bê”. Rabû em çûn cîhekî haho, haho, haho çi binerim! Vaye 14-15 Kurdên dost û heval ku her yekî bi kêmanî 30 salên xwe di xebata Kurdewarî de bi awayek kadirî borandine, girîlê çêdikin. Her yek ji alîyê xwe de wek mê?ên hingiv karekî dike. Hinek seletê çêdikin, hinek go?t sor dikin, hinek destexanê/sifrê datînin. Axir em rûni?tin, bi alîyekî kêyf, henek, pêkenok û serpêhatî, ji alîyekî ...