P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Senger Îloz






One Minute Wan! 25/11/2011

Erdhej û piştî erdhejê keraseta li Wanê pêk hat, bû ezmûnek ji bo me hemûyan. Çi sazî, çi dezgeh, çi partî û rêxistinên sivîl û siyasî bi hevkariyeke mezin mil dane hev û bi alîkariyên ji bo xelkê Wanê re eleqedar bûn. Heyf û mixabin ku piştî demeke dirêj bi ser erdhejê de derbas bû jî hêja birînên xelkê Wanê ne hatine cebirandin û ji piraniya wan re di vê zivistana reş de cihekî germ û nerm jî ne hatiye peydakirin. Ew li nav çadir û naylonan ji neçarî tevî zar û zêçên ...

Bazirganîya Şer û Hejarîya Me 15/08/2011

Rojeva kurdan dîsa şer û pevçûn, jan û mirin e. Ka em ji xwe bipirsin. Gelo çima em kurd ewqas belangaz in ku ji mafê jiyaneke azad û aram bêpar hatine hiştin. Gelo çima her tim li ser serê me wek agirê dojehê dewranek digere ku bawermendên tu olan jî nikarin vê şîrove bikin? Belê hawîrdora me bi fêlbaz û fitnekaran hatîye pêçan û bi hemû hebûna xwe ya nenaskirî em ketine bendîxana vê dinyaya ku xweşî û aramîyê ji me re heq nabîne. Yan em nizanin çi dixwazin û ketine pey ...

TRT Şaş û AKP Duşeş! 6/06/2011

Pêşbaziya Strana Xwe Bêje ya TRT şeşê ku bi produksiyoneke xurt dest pê kir, dîsa bi produksiyon û portokoleke xurt bi dawî bû. Di ?anoya AKPê ya fînala pê?baziyê de, hunermendên li studyoyê bûn qe?merok, siyasetvanên hikumetê û rêvebirên TRTê jî wek lîstikvanên herî serkeftî li ser dika pê?baziyê hunerên xwe nî?an dan. Bi vê dîmenê jî derket holê ku, TRT ?e? a ku weşaneke şaş dike ji bo AKPê jî xebateke Duşeş dike! Bernameya Strana Xwe Bêje ji destpêkê heta niha bi zimanekî tirkewar we?ana xwe dikir û ji nav kanalê jî ...

Kasetên Lotikxanê di rê de ne! 25/05/2011

Gelî lotikvanan, wek hûn ji me çêtir zanin û ji me nêztir di?opînin, êdî kaset bûne mode. Kî bixwaze kê ji ber xwe bide alî kasetekê ji kîsê xwe jê re çêdike û oxira wî dike oxira xêrê û jê re dibêje bye bye. Niha li Tirkiye modeya kasetan heye. Pê?î bi Baykalo ev mode dest pê kir û bi MHPê jî berdewama wê hat. Armanca van kasetan diyar e û bi serê me jî neketiye. Kî çi dike bila bike, lê em jî zanin bê em çi dikin û em ê çawa ...

Lotikxane dikeve meclîsê! 16/04/2011

Berî hilbijartina gi?tî ya Tirkiyeyê ku wê 12ê Hezîranê pêk were, siyaset ji tenûrên nermik û germikên lotikxanê germtir bû. Heta kela siyasetê ewqas zêde bû ku, êdî çi dide ber xwe wek pizotên agir disincîrîne û qûna hevrikan dax dide. Lotikxanê jî xwe ji vê tir?ik û ?orbê nehi?t û nûnerekî xwe di?îne meclîsê! Axir, bi kurtasî rew?a siyaseta ku niha li Tirkiye tê kirin ev e. Lê mijara me ne siyaseta elo û cimo ye, ya me li ser lotikên kurdewarî û mafxwaziya kurdên bakûr e. Lê nebî ku ...

Ma Kurd û Tifaq! 6/04/2011

Van rojan, bi taybetî li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê rojev pir tije û germ e. Her wiha ji bo siyaseta kurdan jî heyecan û bendewariyek derketiye holê. Heta siyasetvanên me, ewqas xwe di nav de windakirine ku, hindik maye bê ?erm û fedî tifaqê jî di navbera xwe de bikin! Me çi ji wan ew bi qîma xwe ne! Werhasil li gor nîqa? û daxuyaniyên vê dawiyê, xuyaye ku wê vê carê kurd nalêtê li ?eytanê xwe bînin, tifaqa xwe çêkin û tiliya xwe jî di çavên fitne û fesadan de rakin. Heger ...

Tescîlkirina Newrozê 21/03/2011

Newroza me bi xêr û xwe?î, kêf û seyran û dilge?î hat. Em vê cejna xwe ya taybet bi dil û can pîroz dikin û pê ?a û serbilind in. Lê belê, êdî divê em tenê bi pîrozkirina nav xwe nemînin û vê cejna giranbûha li ser navê gelê Kurd, li qada navnetewî bi mihrîcanên dewlemend ên danasîna gelê Kurd pîroz bikin. Gelo tenê pîrozkirin bes e? Pêdivî pê heye ku ev roj êdî tenê bi pîrozkirinê nemîne û di qada navetewî de jî bi reng û xemla gelê Kurd were pê?ke?kirin. ...

Xoceyê Cilêtçî Îsmaîl Be?îkçî! 5/03/2011

Xoce û Seydayê me yê Zerik Îsmaîl Be?îkçî dîsa ji ber ku di nivîseke xwe de behsa Kurd û Kurdistanê kir û doza mafên kurdan kir ji aliyê dadgehên dewleta Tirkiye ve hat sizakirin. Xoce vê carê bi nivîsa xwe ya ‘Mafê neteweyan yê diyarkirina çarenûsa xwe û Kurd’ hat darizandin. Ji ber ku peyva Kurdistan û tîpa ‘Q’yê ku navê herêma Qendîlê di nivîsa wî de derbas dibû 15 meh ceza lê birîn. Lê belê Seydayê me vê carê bi tevdîr bû. Dema çû salona dani?înê ji ber ku çeka xwe ...

Em stranên xwe dixwazin! 12/02/2011

Pi?tî ku desteserkirina TRTê ya ar?îvên muzîka Kurdî e?kere bû, em jî ji bo bidestxistina wan stran û kilamên giranbûha ketin tevgerê. Em ji bo ?ikandina mohra li ser qaseya wê ar?îvê li sîxûrekî geriyan û me ew dît jî! Derket holê ku dewleta Tirk lotikek bê îman li stran û kilamên kurdî xistiye û ji derbeya 27ê Gulanê 1961ê vir ve, ar?îveke giranbûha binaxkiriye û gelek ji wan jî di qaseyeke mohrkirî ya ar?îva TRTê de ve?artine. Ressam û Rojnamevan Fikret Otyam gotiye; êdî bila êsîrtiya wan kilam û stranên ku min diyarî ...

Li TRT 6ê, Navenda Nûçeyên Tirkmancî! 26/01/2011

Bi zêdebûna we?anên kurdî re her kes ji aliyekî ve lotikekê li kurdî dixe û zimanê me metrek û nîv ji nav devê me tê ki?andin. Bi taybetî jî TRT 6ê, di bernameyên xwe yên nûçeyan de, kurdî kiriye pêlîstok ji xwe re û bi zimanekî ku bêhna tirkî jê difûre, bi po? û pihînên kesanedî kurdî dipelixîne. Televizyona dewletê TRT ?e? a ku bi zimanê tirkmancî we?aneke xurt û bi rêk û pêk dike, li ser zimanê ku di nûçeyên xwe de bi kar tîne, gotin û rexneyê ji kesî re nahêle. ...