Lotikxane » Senger Îloz

Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
Li ser daxwaz, xwestek û tekoşîna Kurdan gelek nivîs têne nivîsandin û weşandin. Lê belê pirsa; ‘Gelo Kurd çi naxwazin û ji çi ne razî ne?’ zêde ne hatiye nîqaşkirin. Min xwest wek Kurdekî bi awayekî çavnêrî balê bikişînim ser vê mijarê.

Ramyar û zanayên me kêm zêde li ser dayîna mafên Kurdan û daxwazên wan çend gotinan dikarin bêjin û ramanên xwe jî bi awayekî tînin ziman. Lê ez berevajî difikirim û dixwazim ‘Kurd çi naxwazin?’ bînim ziman. Gelek pirsgirêk û arîşeyên li ser dayîn, pejirandin û tehemulkirina mafên Kurdan hene. Deshilatdar û serdest qet naxwazin van mafên xwezayî bibînin û heta ji wan tê paşguh dikin.

Gelo Kurd çi naxwazin û ji çi ne razî ne?

1-	Kurd naxwazin, bi zimanê serdest û deshilatdaran biaxivin.

2-	Kurd naxwazin, li dibistan û zanîngehên ku zimanê wan tê de qet tune ye perwerde bibin.

3-	Kurd naxwazin, navê kûçe, kolan, tax, gund û bajarên wan bi navekî biyanî bin.

4-	Kurd naxwazin, navê sazî, dibistan û odeyên rêveberiyên herêmî yên curbecur bi navê serdestan bêne binav kirin û kesayetî û hêjayên civaka Kurd jê bêpar bimînin.

5-	Kurd naxwazin, li ser hemû berhem û merqeyên xwarin, vexwarin û her wekî din navên bi zimanê serdest û biyaniyan binivîsin.

6-	Kurd naxwazin, stran û çîrokên xwe bi zimanekî din hîn bibin, li wan guhdar bikin û bixwînin.

7-	Kurd naxwazin, çand, huner, ûrf û edet û kevneşopa xwe bi zimanekî din hîn bibin û bijîn.

8-	Kurd naxwazin, li ser kolanan bêkar û eware bigerin.

9-	Kurd naxwazin, ku tu kes ji wan re bêje; ‘Zimanê Kurdî qelse û têra jiyan û afirandina berheman nake’.

10-	Kurd naxwazin, li welatên ku lê dijîn rastî miameleya penaberî û çîneke bindest bibin.

11-	Kurd naxwazin, zarokên wan ji bo avêtina kevirekî di heps û bendîxanan de birizin.

12-	Kurd naxwazin, hemwelatiyên gelên serdest êdî ji wan re bêjin; ‘Em xwişk û birayên hev in. Bi hezar salan em bê şer û pevçûn bihevre dijîn’.

13-	Kurd naxwazin, êdî hevdu bi xayîntî û îxanetê tewanbar bikin.

14-	Kurd naxwazin, li ser daxwaz û xwestekên serdest û deshilatdaran birakujiyê bikin û tirê ji hev berdin.

15-	Kurd naxwazin, baca ku didin dewletên deshilatdar li deverên din were xerc kirin û bi top û bombeyan li wan vegere.

16-	Kurd naxwazin, di qada navnetewî de li şûna navê xwe û herêma xwe bi navê dewletên deshilatdar bêne binavkirin.

17-	Kurd naxwazin, Kurdên ku di nav pergala serdestan de hatine bişavtin û asîmilekirin ji wan re bêjin; ‘Bav û bapîr, an jî dayik û dapîra min jî Kurd bû. Em hînî ziman û çanda xwe nebûn û niha jî bi vê jiyana xwe em kêfxweş in’.

18-	Kurd naxwazin, li ber deriyên hemû sazî û dezgehên dewletê ji aliyê leşkeran ve bêne pêşwazîkirin.

19-	Kurd naxwazin, bi bijîşk, mamoste û rêveberên xwe re neçar bimînin ku bi zimanekî din biaxivin û derdê xwe bînin ziman.

20-	Kurd naxwazin, ji bo berjewendiyên rojane hesûdiya hev bikin û bi zimanê deshilatdarên xwe bihevre biaxivin.

21-	Kurd naxwazin, hemû çavkaniyên wan ên binerd û sererd bêyî ku tu fêde li wan bibe, ji aliyên deshilatdaran ve bêne bi kar anîn.

22-	Kurd naxwazin, bi ol û baweriyên hevpar bêne xapandin.

23-	Kurd naxwazin, TV, rojname û pirtûkên bi ziman û naveroka li gor dilê deshilatdaran weşanê dikin bişopînin û bixwînin.

24-	Kurd naxwazin, li her welatê ku lê dijîn bi nasnameya welatên din bêne naskirin.

25-	Kurd naxwazin, serkeftinên wan ên werzîş, sînema, muzîk û her wekî din wek destkeftinên deshilatdarên wan bêne nirxandin û binavkirin.

Ev nivîs ji bo geşkirin û xurtkirina Lotikan diyarî ye…

Ev nivîs 206 carî hatiye xwendin

Ji ber deynê bacê Xalis Axa rûçikandin
Xalis Axayê Liceyî ku xwedî serweteke bi milyar dolaran bû, niha dilê kûçikan pê dişewite. Heta ji xizmetkarên xwe pere deyn dike û debara xwe wisa dike. Axa çi ji destê wî hat kir, lê ne ji dewletê re ne jî ji Ak Partiyê re bû yar!

Xalis Axa di hilbijartinan de, xwe ji bo Ak Partiyê û Teyyib Erdogan kiribû wek fedayiyekî. Lê hesabê Axayê Kurd negirt û dîsa dane bin dûvê wî û ji ber deynê bacê lotik li ser lotikan lê xistin û ew bê pûş û per hiştin.

Xalis Axa, piştî jina wî ya ciwan jî dev jê berda bi tik û tênê ma û niha di koşka xwe ya ku dewletê dest daniye ser de rût û tazî ye.

Axayê me ji bo Teyyîb, çi ji destê wî hatibû kiribû û heta ji bo gerên hilbijartinan firokeya xwe ya taybet jî jê re terxan kiribû. Lê hesabê Xalis Axa ne girt. Teyyib bi ser ket û yê wî jî qûş qetandin jê re ma.

Mesela Xalis Axa bi awayekî eşkere û li darî çavan bi me da nîşandan ku, kurd wextê ji bo malê dinyayê û berjewendiyên jiyanê çiqas ji eslê xwe dûr bikevin jî ew dîsa ji neçarî ‘bêmane’ vedigerin ser ‘tirikê reş’!.  Êdî Xalis Axayê me jî her çiqas niha xwe baş û qenc nîşan bide jî, wî xeletiyên xwe yên herî mezin dema ku di nav dewlemendiyê de, rastiya xwe ji bîr kiribû kirine.

Yanî gelî lotikvanan, raste dibêjin, ‘dîn û îman û nijada pere nîn e’, lê em dibêjin heye. Ger Xalis Axa, bi jiyan û tevgerên xwe, xwe nekiriba qeşmerê deshilatdariyê û hêza xwe ya aborî ji bo gelê xwe jî nîşan bida, dibe ku ev ne hatiba serê wî. Lê Axayê me, wek gelek kurdên zor dewlemend, xwe di nav dewlemendiyê de winda kir û her ku çû ji eslê xwe dûr ket.

Piştî vî halê wî yê şerperze jî heyfa tu kesî lê nehat û malbata wî jî di nav de herkesî pihînek lê xist. Lê ew dîsa lixwe mikur nehat û hê jî dibêje, ‘Ger ez mal û milkê xwe ji dewletê bistînim, ez ê 20 febrîqeyan li bajarên kurdan vekim’. Û camêr mînak daye û ji bo bajarê Mûşê jî gotiye, ‘Ger ez di salekê de qezenca kesane ya bajêr ji 500 dolarî nekim 5 hezar dolar bila ji vî welatî min biqewirînin’. Dît ku baweriya kesî lê nema, dixwaze bi van lotikên ji rastiyê dûr dengê xwe bilind bike.

Êdî hûn bifikirin, piştî ku qûna Axayê me tazî bû, hewl dide ku lotikên zêdeyî xwe bavêje.

Her wiha Xalis Axa, ku doza xwe ya li hemberî dewletê qezenc neke wê vegere Liceyê. Û li wir dixwaze here ser rezê ku ji bav û kalan jê re maye. Û bê şerm û fêdî dibêje, ‘ez ê dîsa bibim kesê herî dewlemend ê Liceyê’. Ev lotikên dewletê yên qerase xuyaye têra wî ne kirine û hê jî nahewe jixwe re.

Xalis Axayê rûçikandî hiş û aqilê xwe bi dewlemendiyê xwariye û hê jî dev ji ya xwe bernade û di 83 saliya xwe de dixwaze vegere rojên xwe yên berê.

Ev nivîs 262 carî hatiye xwendin

Mîzah, Rastî û Heqî
Gelî Lotikxanevanan. Lotikxanê ji bo Kurdîtiyê û zimanê Kurdî xwe çirand lê dengê xwe ne bir tu kesî. Heta car caran ji bo Kurd jî bibin yek ji neteweyê modern û rojavayî Lotikxane û nivîskarên wê hema li ser rûyê dinyayê çi dîtin rût kirin û berdan nav Gulîstana Lotikxanê!

Em baş dizanin ku kêfa hermet û camêrên lotikvan gelekî ji van nivîs û wêneyên ku nivîs xemilandine re hatiye. Lê çaxê hûn li ser wan dîmen û nivîsan radibin zîtirk û tapanan, bi nermik û germikan keserekê dikişînin, em li quncikê xwe bi derdê dinyayê û jiyanê re mijûl in.

Yanî nabe ku hûn bêjin; beroşê deynin ser êgir, bipijînin û sifrê jî li ber me raxin.

Hin kul û gazinên me jî hene. Em ji xwendevanên ku bi kêf û eşq vê malpera qerfî û lixwemikûrhatina hest û ramanên kurdewar direşîne dişopînin tiştekî tenê dixwazin.

Niha dîsa şer û pevçûn bûye mijara sereke. Lotikxane jî ji neçarî vê mijara rojevê ku bandorê li derûniya me hemûyan dike derdixe pêş. Û ev jî ne mijareke qerfî û mîzahî ye. Û ji kerema xwe hûn jî madê xwe tirşo mirşo nekin. Helwesta xwe nîşan bidin û ji kêfa xwe ya jiyanê jî tiştekî winda nekin. Guneh ne gunehê me ye û yên sûcdar jî ne em in.

Ger we heta niha guh bida qêrîn û gaziyên li ser ziman, çand, huner û dîroka xwe ev nedihat serê we. Û jiyana ku me bi germik û nermikên Lotikxanê bi kêf û şahî berdewam dikir li me heram nedibû. Lê heyf û mixabin ku van rojan dîsa mij û dûmaneke demdemî li ser hêvî û daxwazên me peyda bû. Wek kurdekî ji rêzê divê em ji niha û şûnde şûrê xwe tûjtir bikin û bikin wek cûzan.

Lê ne ji bo herikandina xwînê, ji bo nifşekî ku bikaribe bi fikr û ramanên xwe, xwe ji nû ve biafirîne û destûrê nede destdirêjiya mafan. Ji ber vê jî divê em hemû hewldanên xwe ji bo pêşerojeke ronahî, rewşenbirî, hunerî, çandî û civakî bikin.

Lotikxane dibe ku malpereke qerfî be, lê bawer bikin kesên pir hêja têde hene. Ew xwe ji qîrêjiya siyasetê dûr dikin û bi rastî û heqiya peyamên xwe yên ji dil û can derdikevin hemberî we. Êdî em jî dibêjin rastî jî heye, heqî jî heye. Baş bifikirin û kîjan ji we re lazim be wê hilbijêrin. Dibe ku rastiya heyî bi gelek kesan xweş were, lê rêya heqiyê tenê di rastiya heyî de derbas nabe.

Ev nivîs 210 carî hatiye xwendin

Mihelmiyan dîsa ya xwe kir
Gundê Hespinasê (Mercimekli), bi pirçandî û piroliya xwe tê nasîn. Lê niha bi saya mihelmiyên ‘tirşik xwarî cihemî’ bi çalakiyên tewşo mewşo derdikeve pêş. Me dixwest Hespinas bi nîsk,  petîx û tiroziyên xwe yên li tu cihê dinyayê peyda nabin derkeve pêş. Xweziya min pê ye ku nîskên Hespinasê di beroşa Lotikxanê de bikelin û zikê hemû xwendevan û nivîskaran pê bibe meşk. Lê mixabin mihelmî dibin asteng û nahêlin di Lotikxanê de nîskên Hespinasê werin kelandin.

Ez par çûbûm gundê Midyadê Hespinasê ku bi navê xwe yê Tirkî Mercimekli Köyü jê re dibêjin. Gundekî kevnare ye û xwecihiya ol, bawerî û miletên cihê kiriye û hê jî ew bêhna kevneşopî jê difûre.

Di populasyona Hespinasê de Kurd jî hene, Suryanî jî hene, mihelmî jî hene û heta êzîdiyan jî hene. Lê niha gund ne weke berê rengîn û dewlemend e. Piraniya gundiyên fileh ango Suryanî ber bi Ewrûpa ve koç kirine. Gundiyên misilman jî li bajarên curbecur belawela bûne û hejmara şêniyên gund gelekî kêm bûye.

Di van salên dawî de li Hespinasê ji xeynî petîx, tirozî û nîskên gund ên ku bi wê tama xwe li tu deverê dinyayê peyde nabin komeleyek jî hatiye avakirin.  Komeleya Diyaloga navbera Ziman Bawerî û Şaristaniyan a Mihelmiyan, ji wextê ku hatiye avakirin heta niha gelek caran di medyayê de bi xebatên xwe yên pêkenokî xwe nîşan da. Navê gund bi lotik û zîtirkên tewşo mewşo derxist pêşberî raya giştî.

Mihelmiyên ku bi xwarina tirşika Kurdan cihemî ne dev ji van lotikên xwe yên beredayî bernadin û çi ji destê wan tê dikin. Par piştî mirina hûnermendê Amerîkayî Michel Jackson li gund nimêja cenaze kirin û ji bo vê çalakiyê gazî medyayê  jî kiribûn.

Vê carê jî Mihelmiyan xwe ji bo Mewlûda Michel Jackson gelekî şidandine û hewl didin birayê Michel  Jackson ê misilman Jemaine Jackson jî dawetî mewlûdê bikin. Mewlûd wê 26 ê Hezîranê bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Mihelmîkî bê xwendin û wê qurban bêne serjêkirin. Piştî mewlûdê jî tîşortên li ser wêneyê Michel Jackson hene wê ji mêvanan re belav bikin.

Xalê min ê ku haya wî ji van lotikên mihelmiyan nîn bû jî bêhemdê xwe di wê nimêjê de cih girtibû. Lê her çiqas xalê min qebûl neke jî di nav refên nimêja cenazeyê Michel Jackson de cihê xwe girtiye û heqê xwe jî jê re helal kiriye.

Lê vê carê jî mihelmiyên ku hay ji şaristaniya welatê xwe nîn in bi navê komeleyê haziriyê dikin ku ji bo Michel Jackson Mewlûdekê bidin. Tê gotin ku wê ji bo Mewlûda Michel Jackson berx û beranan serjê bikin û mêvanên xwe têr goşt bikin. Ez jî ketime kula Xalê xweyî reben. Gelo mihelmî neçin wî ne xapînin û sewalên wî ji bo Mewlûda Michel Jackson jê nestînin! Eman eman xalo haya xwe jixwe bike û nede pey mihelmiyan!

Êdî jixwe naxwazim li ser vê mesela tîşortan bisekinim. Gelo wê xalê min ê 65 salî jî ji van tîşortan lixwe bike an na! Ku tîşort lixwe bike û teybeke ku benta Michel Jackson daniye ser bavêje ser milê xwe û here nav zeviyan ezê qet lê şaş nemînim!

Ev nivîs 290 carî hatiye xwendin

Heçê neyê mewlûda Şivan Perwer ne ji me ye!
Her çiqas em Şivanê xwe rûmeta gelê xwe, bi lotikên pîroz rexne bikin û carna tirrê ji meselê berdin jî lotikxanecî baş dizanin ku di vê dinayaya nîvgilover de gava em hunermendên qeşmerok û Şivan Perwer  bidin ber hev, qedr û qîmetê wî çêtir derdikeve holê.

Gelî lotikvanên hêja, herkes dizane ku Şivan Perwer nirxekî giranbûha yê gelê Kurd e. Dengê Şivan ketiye her malek Kurdan û heta niha bi milyonan kes li ber deng û awaza wî ya xweş û zelal mezin bûne. Ev jî li aliyekî Şivan Perwer bi muzîk û awaza xwe di nav Kurdan de şoreşek pêk aniye.

Kêfa Lotikxanê û lotikxaneciyan ji lotikên germik û nermik re tê, ango ne ji lotikên li ser hesabên qirêj hatine kirin re. Tewanbarî û sûcdarkirin ne karê lotikxaneciyan e. Lewma her çiqas car caran Lotikxane bi Kurdiyek xweş û pak çend lotikan bavêje kes û kesayetiyên hêjayên civakê jî, tu kes dilê xwe jê nagire. Ma çima bigire. Ne ketiye diziya bax û bostanên wan!

Carna kesên ku Lotikxanê dişopînin bi mêranî û jinaniya xwe dihesin, carna bi Kurdbûna xwe, carna jî bi saya Lotikxanê hay ji lotikên siyaseta Kurdan dibin. Mesela Şivan Perwerê me jî meselek wiha ye. Şivan Perwer yek ji wan kesên herî populer ê civaka Kurd e. Û ji bo dilê xwe nehêle jî di Lotikxanê de malikek jê re jî hatiye veqetandin. Di wê malikê de bê dilmayin û êşandin ji bo wî jî çend lotikên germik û nermik tên avêtin.

Lê belê xuyaye ku hin agahî û nûçeyên derbarê Şivanê me de bi hesûdî û bêtehemulî têne ragihandin. Ger ne wisa be jî hin tişt hene ku divê mirov bi hestiyarî tevbigere û nehêle ku nirxên civakê bi nebaşî bêne naskirin. Ev tiştên wiha jî bi piranî di nav Kurdên me yên li Ewropayê de derdikeve holê. Çi mesela wa ye em jî nizanin, lê divê bi medya û ragihandinê xwe wisa biçûk nexin û îmana hevdu teneke nekin. Gava ew bi vî şiklî li hev bikin wê nikaribin bigihîjin tu armancê û wê kenê zarokan bixwe bînin. Lewma divê ew jî weke Lotikxanê bikin û ne bi hesûdî lotikên xwe bavêjin.

Lotikxane him dibistan e him jî mizgeftek e ji zimanê Kurdî re. Yanî Lotikxane cihê îbadeta ziman e gelî xwendevanan! Heçê xwedî bawerî be lê dicive. Kesên ne xwedî baweriya hişmendiya Kurd û Kurdistanê ne jixwe nikarin tê de bihewin û bi reva rev diçin cihekî din ji xwe re dibînin. Hê ku me ajanê xwe ne daye pey we zû vê meselê çareser bikin! Jixwe vaye hin sazî û rêxistinan mesele kirine meseleyek netewî û nerazîbûna xwe daxuyandine. De hûn jî destê xwe zû bigirin. Ellawekîl vaye ajanê me amadekariya xwe dike ku bikeve du vê meseleyê.

De yellaaaah zû hevdu hembêz bikin û bihêlin ku ew tirrên di we de bûne fiss bêhnek pîroz bidin derdora we!

Emê jî li Lotikxanê mewlûdekê bidin û hemû teamên xweş ji bo xatirê vê lihevhatinê pêşkeş bikin.

Her tişt ji kîsî me ye, qet dengê xwe nekin…

Ev nivîs 459 carî hatiye xwendin

007 James Lotik dest bi kar kir!
Me got Kurdperwerî, Welatperwerî, Mirovperwerî û Lotikperwerî, lê ne bi vê ecêb û sosretê babam! Hin bûyer diqewimin ku kenê kûçikan heta yê çivîk û werdekan jî bixwe tînin. Em ji van bûyeran re dibêjin Bûyerên Kenogirî. Ajanê me yê nû 007 James Lotik serê xwe daye ber vê rêyê û bi biryare ku van bûyeran zelal bike.

Ev bûyer birînên wisa kur dikolin ku neyên cebarkirin û derûniya civakê jî serobino dikin. Paşê jî êş, jan, keder û neçarî dîsa diçe ser sêhra berê.

Li vî welatî tiliya kî di zotik an jî kuleka kî de ye tu kes nizane! Hema etehyatu çawa lê hatu ye! Li aliyekî di ser siyasetmedaran de kulm li ser kulman tên weşandin, li aliyekî operasyon û li aliyekî jî tolhildanên çekdarî ku heçî Kurd be Tirk be ferq nake xisareke mezin didin derûniya mirovan.

Li vî welatî kî çi dike nayê zanin. Bê zanîn jî nayê eşkerekirin. Ger bê eşkerekirin jî lê xwedî nayê derketin. Lê xwedî bê derketin jî bi hincetên vir de wir de kirinên gemarî û hovane bi awayekî dîsa têne nixumandin, an jî wan weke rastiyên mafdar bi miletê cêhil didin qebûlkirin. Yanî her tişt jixwere mere rû dide û herkes jî xwe di kiryarên xwe de mafdar dibîne.

Werhasil bi qasî ku hûn jî bi van Lotikên ku ne yên xêrê ne têdigihîjin, em behsa bûyerên vê dawiyê yên li Tirkiye qewimîne dikin. Li aliyekî nûnerên Kurd ên ku bi şiklekî ketine parlemenê û hewl didin mafên Kurdan biparêzin an jî xwe wisa nîşan bidin hene. (Lê ew jî bê biryar in û heta niha çi dixwazin hê jî di serê wan de zelal ne bûye. An jî em ji vê tirşikê tiştekî fêm nakin.)

Li aliyekî jî hêzên çekdar hene û ew jî li gorî peyamên ku radigihînin, dixwazin bi şiklekî beşdarî siyasetê bibin û dev jî rêbaza tundîtiyê berdin. (Lê kirin û gotinên wan jî hevdu nagirin û bi van kiryarên xwe yên dawî heta ji wan jî tê xwe dûrî çareseriyê û rêbaza aştiyane dikin. Heta wek mînak mayînên ku fermandarê Tirk dibêje min danîne jî digirin ser xwe û dibêjin ew leşker bi mayînên me hatine kûştin. Êdî jixwe hewce nake em behsa bûyerên Samsun û Tokatê jî bikin.)

Dewlet jî ango hikumeta Ak Partiyê her çiqas pirî caran bi dûrûtî tevbigere jî hewl dide ku hin guherînan pêk bîne û hema piçek jî be ber bi demokratiyê ve here. Lê carna kulmên ku davêjin Kurdan diqevizin û bi ser û bêvilên wan de jî diteqin. Me heta niha ji van rûdan û bûyerên diqewimin tiştek fêm nekiriye. Heçî ji vê tirşikê tiştekî fêm bike jî emê dikê salê ji wan re diyarî bikin. Lê me ne bawer e. Lewre di dewletê de jî hêzên tarî û şerxwaz hene, di nav tevgera Kurd de jî. Ji bo zelalkirina van bûyeran ajanê me 007 James Lotik niha li ser kar e.

Lê belê hin pirs di serê ajanê me yê herî jêhatî 007 James Lotik de hene: Gelo dibe ku sîxurên herdu aliyan jî yek bin û ji hevdu haydar bin? An jî dibe ku sîxurên herdu aliyan jî destê xwe danîbin ser qevzeyên tivîngê xwe û bihevre sond xwaribin ku heta hetayê jiyana xwe li ser kuştin û aloziyê bidomînin?

007 James Lotik niha ketiye du bersivên van pirsan. Her wiha piştî van pirsan 007 James Lotik difikire ku lotikên van demên dawî ne yên xêrê ne û kî dibe bila be, li gorî baweriya wî wê xwediyên van lotikan di wan lotikên xwe de bên fetisandin.

007 James Lotik herî dawî dibêje, şerxwaz carna ji eyba dinyayê aştiyê jî dixwazin û şerê xwe yê çekdarî jî bi vê gotinê piştrast dikin û didomînin.

Ev nivîs 345 carî hatiye xwendin

Heyfa Xalê Ehmed li erdê nema
Kulm di Kulekê de asê ma..

Kulma ku avêtin Xalê Ehmed , ji hevkariya Kurdan re bû hincet û ferzek ji ferzên îmanê. Piştî vê bûyera kambax tixûbên Kurdistanê jî ji nûve hatin nîşankirin. Ev lotika nijadperest ji wan re nema û kulm di kuleka xwediyê xwe de asê ma.

Heta niha gelê Kurd gelek êş û jan kişandin û hê jî xêrnexwaz nahêlin jiyanek xweş û aram bijîn û mafên xwe yên ji zayendiyê tên bidest bixin. Xalê me yê Ehmed jî yek ji wan kesane ku heta vî temenê xwe gelek caran lotikên ne mirovî û hovane xwarine û dîsa jî dev ji helwesta xwe ya Kurdperwerî û mirovperwerî bernedaye. Jixwe ji paşnavê wî jî diyare ku kirine ne kirine ew ne anîne ser rêya xwe û ew paşnavê Tirk jî bûye rûreşiyek ji Tirkan re. Êdî dev ji Kurdan berde Tirkên hov û nijadperest ku ji sedî 99ê wan koçberên Anadolê ne û bi eslê xwe ji nijadên curbecur tên, bixwe jî naxwazin  Kurd bibin xwedî paşnavekî Tirk.

Werhasil, herî dawî dolheramekî ku bi nijadperestiyê heta qirikê hatiye dagirtin kulmek avêt xalê me û hişt ku kerr, kor û lal hemû bi carekê rabin ser piyan û vê lotika gemarî şermezar bikin. Belê gelek serpêhatî çêbûn, lê bi qasî vê kulmê tu bûyerê evqas deng neda bû.

Ji hawîrdorê Kurdistanê û Tirkiyeyê hema bêje hemû kesên bi hestiyarî tevdigerin, nerazîbûna xwe nîşandan û ji xalê me re serxweşî xwestin. Li aliyê din piştî vê bûyerê nijadperestên bi dirûvê demokratiyê tevdigerin jî vala nesekinîn û ev helwesta gelê Kurd a li hemberî vê bûyerê hezm nekirin.

Heta ji wan tê dixwazin vê bûyerê wek tiştekî rewa nîşan bidin û serê xwe dixin bin derpiyê aqilmendên xwe. Yek ji wan kesan bi navê Yılmaz Ozdil nivîskarê Hurriyetê ye û (Lotikxane heta niha zimandirêjiya derveyî edebê ne kiriye, lê vê carê bibexşînin) vî ji gur ketî di nivîsa xwe de bûyer wek tiştekî ji rêzê nîşan daye, hişmendiya Kurd û Tirkan  daye ber hev û xwestiye Kurdan careke din biçûk bixe. Yanî kûçikê ber dergehê nijadperestiyê hinekî ewte ewt kirin û hê jî dikin. Ev kûçikê zimandirêj ji hestiyariya ku ji bo xalê me derketiye holê ne razî ye û serê xwe dixe wî cihê ku bêhemdê xwe jê derketiye.

Lê belê her çiqas derdorên weke wî kesî difikirin, li vî welatê wehşîtî û fehşîtî lê berbelave pir bin jî, êdî divê ev helwesta Kurdan a pîroz  ji wan re bibe guhar.  Kurd di vê bûyerê de gelekî serkeftî bûn û hema jixweber heçî li kolanan, heçî bi daxuyaniyan, heçî bi telefon, înternet, medya û hwd.. hemû alavên ragihandinê bi kar anîn û hemû tilihên xwe bi hev re berdan nav kuleka wan dolheramên ku bi kulmekê xwestine bi rûmeta gelê Kurd bilîzîn. Ev lotika wan ji wan re nema û destê ku kulm avêt di kuleka xwediyê xwe de asê ma.

Ev nivîs 486 carî hatiye xwendin

Aramo Copy Center
Aramo bi bernameya xwe ya Aramo Show ku di Kanal 4 ê de tê weşandin dixwaze bersiveke nûjen bide civata Şemdîn û Fatê. Lê camêr hisabê lotikxanê ne kiriye û bi qeşmerokiyên xwe yên ne ji dil hetika xwe tîne!

Aramo Show ji ber nûjenî, ciherengî û cudabûna xwe hêjayî temaşekirinê ye. Bernameya hefteyî Aramo Show rojên pêncşeman di saet 22.00 yan de di Kanal 4 ê de tê weşandin. Lê belê hunermendê qeşeng û xoşewist rêzdar Aramo di vê bernameyê de derdikeve derveyî sînorên xwe û hewl dide bi lotikxanê re bikeve pêşbirkê. Em pêşî Aramo hişyar dikin û dibêjin, ‘Nekeve vê xeletiyê xwe ne hetikîne!’

Xwedê heye formata bernamê gelekî xweş e û formatên wisa êdî ji bo weşanan pêdiviyek in. Bernameya Aramo Show ji ber Beyaz Showa ku li Tirkiye di Kanal D yê de tê weşandin hatiye girtin. Em dikarin bêjin ji sedî 101 ji ber hatiye kopîkirin. Na yabo ne ji sedî sed e! Ji raxistin û dekora studyoyê bigire heta kursî û maseyên hûndir yekser ji ber bernameya Beyaz Show hatine girtin. Ev şibandin jî li aliyekî, camêr bê şerm û fêdî bi liv û tevgerên xwe jî heta jê tê dixwaze xwe bişibîne Beyazıt Ozturk.

Her wiha Aramo di bernameya xwe de qeşmeriyeke ne ji dil dike û lewma dîmeneke komîk derdikeve holê. Yanî qeşmeriya ku jê nayê dike û temaşevanan bi van helwestên xwe yên nîvqeşmerkî û ne jidil dixapîne. Em her çiqas rasterast jê re nabêjin qeşmerokiyê dike jî, em hay jê hene ku qeşmerî jî hunerek e. Heta hunereke wisa ye ku kesên ne pispor bin nikarin qeşmeriyê jî bikin.

Em dibêjin, ev formatên bernameyan her ku ji ber hinekên din hatibin girtin jî divê naverok û tevgerên pêşkeşvan yekser ne teqlît bin. Ango divê pêşkeşvan li gorî girseya xwe ya temaşevan tevbigere û nekeve rewşên komîk.

Aramo gava li ser dikê ye eynî weke arstîstan disekine û her çiqas haya wî jê nebe jî ‘Dibe ku dixwaze xwe wisa nîşan bide’ ew bi sekn û tevgera studyoyê xwe ji temaşevanên ‘ehmeq!’ gelekî bilindtir dibîne û bi helwestên xwe ji wan re dibêje; ‘Waaa gundîno ez kurdê herî modern û serkeftî me. Li min binêrin û jixwe fedî bikin. Kesên weke min tune bin hûn ne hêjane seriyek sîr û pîvazekê jî!’

Ev nivîs 416 carî hatiye xwendin

Hovîtiyek û Mikurhatinek
Piştî ku Swêd lotikeke bêîman ji bo meseleya qirkirina ermenan avêt, hejmara welatên ku ev qirkirin qebûl kirine gihîşte 20 an û çav li rê ye ev hejmar zêdetir jî bibe. Weke ku dîroknas jî dibêjin; em jî meselê hewaleyî dîrokê dikin û vê çîrok û serpêhatiya li jêr bi we re parve dikin.

Ji kerema xwe gava we nivîs xwend nifir û çêrên xwe di beşa şîroveyan de bi zimanî ermenkî binivîsin. Heke na em berpirsiyariya gotinên we qebûl nakin!

Dema terqa filehan, bi min jî ne xweş bû ku fileh dikûştin. Lê belê hinekan ew dikûştin. Sîleh dane min û hevalekî min jî. Ji me re gotin: “Hûn jî herin bikûjin.” Hevalê min ji min re got: “Were em herin newalê.”  Em derketin çûn ber çemekî. Çem dehl bû. Li ber kemekê me dît ku jinek hatiye kûştin. Bi texmînî me zanibû ku ew ermenî ye. Li ser piştê dirêjkirî bû. Zarokeke biçûk li ser dilê wê bû. Diyar bû ku zarok hê nû bi çaplukan diçû. Piştî ku pîrek hatiye kûştin zarok bi çaplukan hatiyer ser dilê wê, pêsîra wê derxistibû û lê dimijiya. Pîrek belkî wê rojê an rojek berê hatibû kûştin, kes nizane…

Xiştîna piyê me çû wê zarokê. Gava ku ew çav bi me ket devê xwe ji memikê derxist. Xwe hildavêt, çavê wê li me bû, weke ku dixwest em herin rakin…

Hevalê min çêr kir, berê tivinga xwe dayê û got: “Ez ê wî bikûjim.” Min got: “Bernedê!” Wî got: “Ez ê berdim.”  Min got: “Na!” Wî got: “Ê!” He me berhev dida teqîn ji tivinga wî hat. Serê zarokê perçe bû û gêrî nava avê bû, bi avê re çû. Min jî xwe winda kir, xwe ranegirt û berî hevalê xwe da. Ez nêzî laşê hevalê xwe bûm, min lê nihêrt, piçekî sekinim, xwe tev nade miriye…

Îcar ez poşman bûn, lê êdî tiştekî ez bikim tune bû…Min hemû fîşekên xwe berdan hewayê ber bi gund ve bazdam û min hewar da gundiyan: “Hewar e, hewar e, werin ermeniyan hevalê min kûşt, fîşekên min xelas bûn, ez bi zorê xelas bûm, reviyam hatim.” Gelek ji gundiyan rakirin sîlehên xwe û berê xwe dan newalê. Piştî nîv saetê em rastî termê jinikê û hevalê min hatin. Gundî çûn ser terman û pirsîn: “We berî jinikê daye?” Min texmîn kir ku wan fêm kiriye ku jinik nû hatiye kûştin. Min jî got: “Ez nizanim  me berî hevdu da, min dît ku hevalê min ket, ew pir bûn, ez ber bi paşve vedikişiyam û min şêr kir heta fîşekên min xelas bûn. Nizanim bê jinik bi derba me ketiye yan bi berê ve hatiye kûştin.”

Xeyala wê zarokê dihate bîra min, min nikaribû xwe ragirta û ji ber vê jî digiriyam. Gundiyan digot qey ez ji ber kûştina hevalê xwe digirîm…

Ev serpêhatî ji pirtûka “Desteyek Ji Çîroka Jiyana Min” a Mehmûd Yeşîl hatiye girtin. Yeşîl, ev çîrok ji bavê xwe bihîstiye. Ew kesê ku di vê serpêhatiyê de li şûna ermenan hevalê xwe kûştiye gotiye ku, divê ev bûyer weke sirekê bimîne û ji tu kesî re neyê gotin. Rûpel: 69-70-71

Ev nivîs 282 carî hatiye xwendin

Mêraniya jina Kurd!
Hevseroka BDPê di meclîsê de kurmê xwe avêtin. Gulten Kışanak, bi sedema pîrozkirina roja jinan derkete ser kursiyê meclîsê û çend latên xwe ajotin.

Mêraniya jina Kurd li wê jî girt û çi hate ber devê wê got. Xanimê ji nivîsara ku dixwend ji fihêtiyê ye çi ye em nizanin, lê bi zorê be jî serê xwe hildida û dîtinên partiya xwe dianîn zimên. De xweş helal be şîrê dayikê jê re.

Ev lotik ne bes e!

Xanima Kışanak, di meclîsê de bi weşana zindî xwedî li Roj Tv yê û siyasetmedarên li Ewropayê hatine girtin jî derket û Rêdana Demokratîk a ku AK Partî hewl dide pêk bîne, tawanbar kir. Lê lotikvanên Kurd ne li pey şopa van lotikên ji rêze ne xanimê. Ew dixwazin xanim û beglerên meclîsê bi sekn û xîtabeta xwe jî karibin nûnertiyê bikin. Lê mixabin ji ser kursiyê meclîsê ji xeynî lotikên hişk ên siyasî pê ve tiştek nayê xuyakirin.

De fihêt nekin werin haaa…

Werhasil Xanimê di weşana zindî de ji kursiyê meclîsê ligel sîmultaneya ji bo ker û lalan dilê xwe rehet kir. Lê Lotikxane ji bo xanima Kışanak û nûnerên din dibêje: “Hermetno û begno, raste hûn bûn parlementer û nûnerê gelê xwe, lê hê jî hûn nikarin vê nûnertiyê bi sekn, xîtabet û zanîna xwe bikin. Berî ku hûn derkevin ser wî kursî, hinekî li mala xwe li ser nivîsarên xwe bişixulin, ma wê çi ji we kêm bibe. An jî kerem bikin werin Lotikxanê deriyê me ji we re vekiriye. Werin em wê perdeya şerm û fihêtê ji ser rûyê we rakin.

Em ji parlementerên Kurd hêvî dikin ku ew jî bê tirs û fedî bi degelbûn û jîrbûna xwe derdê xwe bînin zimön. Gulten xanim ji bo roja jinan derket ser kursiyê meclîsê, lê weke em her tim dibin şahid, bi jinaniya xwe mêrantî kir. Gava di roja jinan de jinên Kurd rabin mêraniyê lixwe deynin, ka em rebenê Xwedê ji bo wan çi bikin. Em bangî jinên Kurd dikin da ku werin li qesr û seraya Lotikxanê bicivin. Li wir her tişt serbest û azad e. De fihêt nekin û werin haaa….

Ev nivîs 349 carî hatiye xwendin