P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Senger Îloz






Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne? 26/07/2010

Li ser daxwaz, xwestek û teko?îna Kurdan gelek nivîs têne nivîsandin û we?andin. Lê belê pirsa; ‘Gelo Kurd çi naxwazin û ji çi ne razî ne?’ zêde ne hatiye nîqa?kirin. Min xwest wek Kurdekî bi awayekî çavnêrî balê biki?înim ser vê mijarê. Ramyar û zanayên me kêm zêde li ser dayîna mafên Kurdan û daxwazên wan çend gotinan dikarin bêjin û ramanên xwe jî bi awayekî tînin ziman. Lê ez berevajî difikirim û dixwazim ‘Kurd çi naxwazin?’ bînim ziman. Gelek pirsgirêk û arî?eyên li ser dayîn, pejirandin û tehemulkirina mafên Kurdan hene. ...

Ji ber deynê bacê Xalis Axa rûçikandin 11/07/2010

Xalis Axayê Liceyî ku xwedî serweteke bi milyar dolaran bû, niha dilê kûçikan pê di?ewite. Heta ji xizmetkarên xwe pere deyn dike û debara xwe wisa dike. Axa çi ji destê wî hat kir, lê ne ji dewletê re ne jî ji Ak Partiyê re bû yar! Xalis Axa di hilbijartinan de, xwe ji bo Ak Partiyê û Teyyib Erdogan kiribû wek fedayiyekî. Lê hesabê Axayê Kurd negirt û dîsa dane bin dûvê wî û ji ber deynê bacê lotik li ser lotikan lê xistin û ew bê pû? û per hi?tin. Xalis Axa, ...

Mîzah, Rastî û Heqî 22/06/2010

Gelî Lotikxanevanan. Lotikxanê ji bo Kurdîtiyê û zimanê Kurdî xwe çirand lê dengê xwe ne bir tu kesî. Heta car caran ji bo Kurd jî bibin yek ji neteweyê modern û rojavayî Lotikxane û nivîskarên wê hema li ser rûyê dinyayê çi dîtin rût kirin û berdan nav Gulîstana Lotikxanê! Em ba? dizanin ku kêfa hermet û camêrên lotikvan gelekî ji van nivîs û wêneyên ku nivîs xemilandine re hatiye. Lê çaxê hûn li ser wan dîmen û nivîsan radibin zîtirk û tapanan, bi nermik û germikan keserekê diki?înin, em li quncikê ...

Mihelmiyan dîsa ya xwe kir 14/05/2010

Gundê Hespinasê (Mercimekli), bi pirçandî û piroliya xwe tê nasîn. Lê niha bi saya mihelmiyên ‘tir?ik xwarî cihemî’ bi çalakiyên tew?o mew?o derdikeve pê?. Me dixwest Hespinas bi nîsk, petîx û tiroziyên xwe yên li tu cihê dinyayê peyda nabin derkeve pê?. Xweziya min pê ye ku nîskên Hespinasê di bero?a Lotikxanê de bikelin û zikê hemû xwendevan û nivîskaran pê bibe me?k. Lê mixabin mihelmî dibin asteng û nahêlin di Lotikxanê de nîskên Hespinasê werin kelandin. Ez par çûbûm gundê Midyadê Hespinasê ku bi navê xwe yê Tirkî Mercimekli Köyü ...

Heçê neyê mewlûda ?ivan Perwer ne ji me ye! 28/04/2010

Her çiqas em ?ivanê xwe rûmeta gelê xwe, bi lotikên pîroz rexne bikin û carna tirrê ji meselê berdin jî lotikxanecî ba? dizanin ku di vê dinayaya nîvgilover de gava em hunermendên qe?merok û ?ivan Perwer  bidin ber hev, qedr û qîmetê wî çêtir derdikeve holê. Gelî lotikvanên hêja, herkes dizane ku ?ivan Perwer nirxekî giranbûha yê gelê Kurd e. Dengê ?ivan ketiye her malek Kurdan û heta niha bi milyonan kes li ber deng û awaza wî ya xwe? û zelal mezin bûne. Ev jî li aliyekî ?ivan Perwer bi muzîk û ...

007 James Lotik dest bi kar kir! 20/04/2010

Me got Kurdperwerî, Welatperwerî, Mirovperwerî û Lotikperwerî, lê ne bi vê ecêb û sosretê babam! Hin bûyer diqewimin ku kenê kûçikan heta yê çivîk û werdekan jî bixwe tînin. Em ji van bûyeran re dibêjin Bûyerên Kenogirî. Ajanê me yê nû 007 James Lotik serê xwe daye ber vê rêyê û bi biryare ku van bûyeran zelal bike. Ev bûyer birînên wisa kur dikolin ku neyên cebarkirin û derûniya civakê jî serobino dikin. Pa?ê jî ê?, jan, keder û neçarî dîsa diçe ser sêhra berê. Li vî welatî tiliya kî di zotik an jî ...

Heyfa Xalê Ehmed li erdê nema 15/04/2010

Kulm di Kulekê de asê ma.. Kulma ku avêtin Xalê Ehmed , ji hevkariya Kurdan re bû hincet û ferzek ji ferzên îmanê. Pi?tî vê bûyera kambax tixûbên Kurdistanê jî ji nûve hatin nî?ankirin. Ev lotika nijadperest ji wan re nema û kulm di kuleka xwediyê xwe de asê ma. Heta niha gelê Kurd gelek ê? û jan ki?andin û hê jî xêrnexwaz nahêlin jiyanek xwe? û aram bijîn û mafên xwe yên ji zayendiyê tên bidest bixin. Xalê me yê Ehmed jî yek ji wan kesane ku heta vî temenê xwe gelek caran ...

Aramo Copy Center 6/04/2010

Aramo bi bernameya xwe ya Aramo Show ku di Kanal 4 ê de tê we?andin dixwaze bersiveke nûjen bide civata ?emdîn û Fatê. Lê camêr hisabê lotikxanê ne kiriye û bi qe?merokiyên xwe yên ne ji dil hetika xwe tîne! Aramo Show ji ber nûjenî, ciherengî û cudabûna xwe hêjayî tema?ekirinê ye. Bernameya hefteyî Aramo Show rojên pênc?eman di saet 22.00 yan de di Kanal 4 ê de tê we?andin. Lê belê hunermendê qe?eng û xo?ewist rêzdar Aramo di vê bernameyê de derdikeve derveyî sînorên xwe û hewl dide bi lotikxanê re bikeve ...

Hovîtiyek û Mikurhatinek 13/03/2010

Pi?tî ku Swêd lotikeke bêîman ji bo meseleya qirkirina ermenan avêt, hejmara welatên ku ev qirkirin qebûl kirine gihî?te 20 an û çav li rê ye ev hejmar zêdetir jî bibe. Weke ku dîroknas jî dibêjin; em jî meselê hewaleyî dîrokê dikin û vê çîrok û serpêhatiya li jêr bi we re parve dikin. Ji kerema xwe gava we nivîs xwend nifir û çêrên xwe di be?a ?îroveyan de bi zimanî ermenkî binivîsin. Heke na em berpirsiyariya gotinên we qebûl nakin! Dema terqa filehan, bi min jî ne xwe? bû ku fileh dikû?tin. Lê ...

Mêraniya jina Kurd! 10/03/2010

Hevseroka BDPê di meclîsê de kurmê xwe avêtin. Gulten K??anak, bi sedema pîrozkirina roja jinan derkete ser kursiyê meclîsê û çend latên xwe ajotin. Mêraniya jina Kurd li wê jî girt û çi hate ber devê wê got. Xanimê ji nivîsara ku dixwend ji fihêtiyê ye çi ye em nizanin, lê bi zorê be jî serê xwe hildida û dîtinên partiya xwe dianîn zimên. De xwe? helal be ?îrê dayikê jê re. Ev lotik ne bes e! Xanima K??anak, di meclîsê de bi we?ana zindî xwedî li Roj Tv yê û siyasetmedarên li Ewropayê hatine ...