Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dildar Ismaîl

dildarismail@hotmail.com

 

 

Çavên te

 

Çavên  te qeyid û awzin

Hêlîna  herdo lêv nazin

Bi þev û roj çav narazin

Derdê min kûre ji kê gazin

 

Por berdaye  reng  zêrîne

Çirûska dêmen tev dilvîne

Perdê  rake can bibîne

Çavên te keser û nalîne

 

Ew gerdena bê zêr û lal

Evîn are bike menal

Ji wan  lêva avek  zelal

Jiyan çiye  herdemî nal

 

Çavên te dîn û harkirim

Bûme dildar dil jarkirim

Derya tev pêl ez ne birim

Çiqa derd û xem na mirim

 

Nehûnîne pora zêrîn

Bawerim rakim ala  jîn

Nacivînim  tu carî kîn

Ma ne bese herdemê þîn

 

Helbestên berê

 

 

Helebçe

 

Roj hemî dûmane

Leylane li ber çavên bê ronî

Dîlan û qîr û zare zar

Þeveqa bê hêvî

Lorîkên bê þîr

Kezeba sincirandî

Dilê peritandî

Agirê dijwar

Xwîna tar

Dibare û difûre

Birîna kûr

Min hiþyar dike

Hêstirên gorna  bê kefen

Tariye roj û þev

Hawar û nale nal

Dengê zarokên bê zar

Dengê bê guhdar

Avdare kulîlkên zer

Newroze þînî û gulên sor

Qêrîna qad û azman

Li hev dizîvire

Kî þiyar dimîne

Kî xembar dimîne

Azmanê miþtî dûman

Cehdeyên renge sor

Dîwarên bê deng

Qelenê xwînê  dimîne

Sal û roj li hev tê der

Dijmin dimîne dijmin

Jiyan xwe nû jendike

Buhar berdewam dibe

Helebçe dimîne nîþan

Bilûr dike fîxan

Yek dest û yek peyiv

Bo dayika niþtiman

Birîna hemî kurdan

Helebçe ……..?

16.03.2008

 

 

 

BUHIRÎ

 

Di ber min re buhirî

Min nizanîbû ew kî ye

Yare an are

Buhar zivistanê winda dike

Sal salê pûç dike

Sorbûna rengê gulê xwe geþ dike

Bi þûnve dihêle rengê hemî gulan

Buhirî ..Nizanim xewne

An xewneroje …..

Germ dibe li min can

Hinav tên guvaþtin

Xwîn tarî dibe

Li ber roniya buhara nûjen

Difûre ..

Yare an are

 Nizanim….

Nepirsin ji min kî ye

Yare

Yar li ku digere

Di tariya jiyanê de

Xwe nîþan dide

Xwe tavêje ramanên min

Ramanên salên berê

Buhirîn gelek sal

Buhirî yar û avdar

Gul namîne gul

Roj namîne tar

Dil dimîne kul

Hêvî dimîne ji dil

16.12.2009