|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Bi tirþikê virikî bûn, dest avêtin firþikê
Ehmed Beyan-26/07/07-Enqere- Belê, hilbijartin hat û derbas jî bû. Kasimpaþalî Receb hemi partîyên Tirkiyê dan ber lotik û pehînên bergîlkî û bi serê xwe bû mîr û wezîr. Tiþtek balkêþe ku ji dema Ednan Menderes û heta niha, ev cara duyem e ku partîyek bi serê xwe dibe desthilatdar û cara duyem rayên xwe zêdetir dike. Helbet Recebo û partîya wî kêm yan zêde tiþtên baþ kirin û çend lotikên demokratîk avêtin derûdorê. Jibo berjewendîya dewleta xwe be jî, hinekî çavê Yekîtîya Ewrûpayê bi herîyê seyand û piçekî dilê Kurdan jî xweþ kir. Lê helbet ev çend lotikên seyandî têra me Kurdan nakin, lê mixabin ji ber ku em Kurd di meydanê de tunene û hefsarê me ketiye destê Demokratîk Cimhûrîyetçîyan, qedera me di navbera herdu lêvên Îmralîyê de maye û wek mirîþka gêj li me hatiye. Werhasil, Kurd jî ne bêaqilin haaaa! Erê ji bêçaretî dengê xwe nakin, lê dibînin û gava dem bê helwesta xwe jî datînin. Dibêjin 20-30 milyon Kurd li Tirkiyê û Kurdistanê dijîn. 20-30 milyon!!!!!!?????? Êêêêêê? DTP çend ray girtin? 1.04.910 (milyonek û çar hezar û 900 û 10 ray). Yanî, riba riba Kurdên bakur. Ev jî tê vê maneyê ku Kurdên bakur êdî ji xwarina tirþikê têr bûne û dest avêtine firþika AKP. Ê ji xwe zêde ferqek mezin di navbera daxwaza herdu alîyan de nemaye. Herdu alî jî Demokratîk Cimhûrîyetê diparêzin û herdu alî jî pesnê Mistoyê Kor didin, Kemalîzmê diparêzin û li dijî “Neteweparêzîyê-Îlkermîllîyetçîtî” ne. Werhasilî kelam, ez serê we neêþînim û dilê we reþ nekim, heger ez hindik û rindik bêjim; Kurdan dît ku doz û armancek Kurd û Kurdistanî nemaye. Mixabin qedera Kurdên bakur bi qedera Îmralîyê ve hatiye girêdan û ew jî li gora xwe tevna xwe dirêse. Geh jehrî dikeve, geh laþê wî duxre û geh jî radyoya wî xera dibe. Ev jî dibin pirsgirêkên netewî, pirsgirêkên ku gerîlla karibin xwe di ber de bidin kujtin. Haaaa, berî go ez ji bîr bikim lo, ka digotin 3 milyon Kurd îmze kirine û gotine “Ocalan îrada me ye?” Birastî ew 3 milyon Kurd bi ku de çûn? Ma go di þûna milyonek ray de wan sê milyonan ray bida DTP û di þûna 23 wekîlan de 69 wekîl biþandina meclîsa Virqo ne çêtir bû gelo? Yaaaaa brakoooo! Di vir de jî dixuye ku Kurdayetî ji qirikê û bi jor de ye û êdî Kurd ji xwarina tirþikê virikî bûne wesselam! De bila dîsa Xwedê alîkarê DTP û çend Kurdên welatperwer be rebbî!
|