|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Em piþtgirîya helwêsta serokê Kurdistanê dikin

Îroj li cîhanê û nemaze jî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû peyda bûye ku ji bo guhartinên mezin û nehêlana neheqîyên dîrokî rê hatiye vekirin. Ev pêvajoya hanê pêvajoyeke fersendan e û ji bo gelek etnîsîteyan û herweha ji bo neteweyê kurd jî pêvajoyeke qederguhêr e. Di vê pêvajoyê de bi pêkanîna hêvîyên neteweyekî re, xewnên etnîsîteyên din jî rast digerin ku qedera wan bi xwe jî bi pêngav û serketinên kurdan ve hatiye girêdan. Loma em ne bi tenê bi destketîyên xwe yên neteweyî serbilind in, herweha bi bidestxistin û bikaranîna maf û azadîyên hemû etnîseteyên li Baþûrê Kurdistanê jî serbilind in û ji bo hewildanên berfirehtirkirin û xurttirkirina van maf û azadîyan jî giringîya amadekirina îmkanan û piþtgirîyeke xurt tînin zimanî. Divê bête dîyarkirin ku ne neteweyê kurd û ne jî tu etnîsîteyên Baþûr di tu demên dîrokê de, bi maf û azadîyên xwe ew qasî þad nebûne û ji bo pêþerojeke ewle ew qasî hêvîdar nebûne.
Neteweyê kurd ji bo xurtkirin û ewlekirina desthilata xwe û rizgarkirina hemû deverên baþûrê welatî gihaye qonaxeke pir giring. Di vê qonaxê de, em dibînin ku îradeya neteweyî bi daxwaza bicîkirina madeya 140î, þertên pêkanîna wesîyeta pêþîyên me amade dike ku dê pêþeroja me ewletir bike. Ji ber wê wesîyetê ye ku îroj kurd hemû bi hevdu re dibêjin “Kerkûk dilê Kurdistanê ye” û ji ber wê helwêsta dîrokî û neteweyî ya biistiqrar e ku îroj herkes xwe bihêztir û bihêvîtir dibîne.
Ji ber sedemên dîyarkirî, neteweyê kurd di pêvajoyeke qederguhêr re derbas dibe. Ev 15 sal in ku kurd li beþekî welatê xwe desthilatdar in û bi kêmanî li wî beþî ji bo nehêlana neheqîyeke dîrokî bi îmkanên peydakirî di nav kefteleftekê de ne. Lê di vê pêvajoya qederguhêr de roj tune ye ku gef li hebûna kurdan, li maf û azadîyên wan û herweha li deskeftîyên wan nayên xwarin. Her ku li quncikeke welatê me kulîlkek dibiþkive û bihar xwe amade dike ku hêdî hêdî bi rengînîya xwe bi kurdan re bibiþire, hingê çavnebarîya dorhêlê, gef û êriþên wê yên piralî jî bêtir dibin.
Îroj ev gef û êriþ di pêþengîya Tirkîyeyê de ji her demê bêtir xuya dibin. Lê helwêsta serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanîyî ya ku ji bo neteweyê kurd xeteke zelal nîþan dide û li hemû alîyên welatê me dibe sedema coþeke mezin û hisên neteweyî digihîne bandevê jî wek panzehîra van gef û êriþan fonksîyonê dilîze.
Em, kesên ku navên wan li binê vê daxuyanîyê ne, dîyar dikin ku piþtgirîya helwêsta serokê Kurdistanê dikin û li dijî hemû gef û awayên destdirêjîya dewletên herêmê ne ku hertim dixwazin çavsorîyan li kurdan bikin û hertim li dijî azadî, aramî û aþtîya navçeyê ne. Em piþtgirîya peyivên birêz Barzanîyî dikin ku dibêje; “Em tehdîdê li tu kesî nakin û tehdîdê ji tu kesî jî qebûl nakin. Em destê xwe naxin nav karûbarên hinekên din û vê yekê ji hinekên din jî qebûl nakin.”
Em jî dibêjin ku “Heqê tu dewletên biyanî tê de nîne ku xwe tevlî meseleya Kerkûkê bikin”. Em jî dibêjin ku “ji aliyê tarîxî û cografî ve nasnameya Kerkûkê kurdistanî ye” û “Her midaxeleyeke ku bixwaze rê li ber bicihkirina madeya 140î bigire dê bibe sebeba felaketa herî mezin” û hêvî dikin ku ev mesele tu caran negihêje qonaxeke weha.
Em nemaze heqaretên ji alîyê berpirsîyarên Tirkîyeyê yên ku li birêveberên kurdan û bi taybetî jî li þexsîyeta serokê Kurdistanê tên kirin û destdirêjîya wan a ku di van rojên dawîyê de bi awayekî nedîtî xuya dibe bi tundî rûreþ dikin û herweha bale dikiþîne ser uslûba piranîya medyaya tirk ku di pirsa maf û azadîyên gelê kurd û daxwazên wan ên meþrû de “qerqûdeyên xwe yên biapolet” dîsan derdixînin meydanê.
Em bangî hemû hevwelatîyên kurd dikin û dibêjin ku dev ji hiþyarbûna xwe bernedin û herweha bawerîya xwe dîyar bikin ku neteweyê kurd dê tu carî destûrê nede pêkanîna wan planan ku îradeya kurdan ya meþrû paþçav dikin.
Mustafa Aydogan
filseydo@hotmail.com
Enwer Karahan enwerkarahan@hotmail.com