|
|
|
|
Farûqê Devliken

Henekok –
Genekok – Melekok

Rojekê camêrek berê xwe bi qiblê vedike û dimîze.
Çima mele wî nabîne!
Mele dibê: “Te berê xwe bi qiblê vekirîye û dimîze, ma tu nizane mara te betal dibe, jina te ji te tê berdan.”
Camêrê me þaþ û matmayî dibê: “Na lo! Tu bi qedrê xwedê dikî bira jî?”
Mele dibê: “Bira û hem de çawa bira. Divê tu jina xwe berde û yekî din wê mar bike, dûre ew jî wê berde û jinûv de tu wê mar bike yan na mara te û wê nema çêdibe.”
Mêrikê me çawa jina xwe berdide, melê me dehere mara xwe bi ser dixe. Lê mêrikê me jî ne kawik e. Têra xwe weldizne ye. Deqe bi deqe, seet bi seet mele diþopîne.
Rojekê hayê mele ji bayê felekê tune, berî bi qiblê vekirî, doxîna xwe sist dike û bi serê terikê xwe digre û pijînîyê jê tîne. Zilamê me ji cîyê xwe piloz dibe û dehere mele di wê rewþê de zevt dike. Dibê: “Mele ya mele, divê tu jî jina xwe berde û jixwe hewceyî tu kesî jî nake, bi xêra dê û bavê xwe ezê wê mar bikim û dûre jî em qey li hev bikin…”
Mele av û nanê Tirko xwarîye, weldizneyekî li ser pozê xwe re ye, dibê: “Rast e. Berê min bi qiblê ve ye, lê min serê wî zîvirandiye bakur hey gewende!”
Werhasilî kelam, melê me difîkîne li ser dilê jina xwe û wî, zilamê me jî pê digre û bernade…
* * * * *
Yekî Beloyî di ber sekratê de ye. Dê tir nema di qûnê de disekine. Li ser serê wî terqîn û qur’an e. Ruhsitîn li dora serê wî dide cirvît û lotikan. Melê gund jî fîstanê xwe li nava xwe pêçaye û ber dilê wî xweþ dike. Çend deqeyek dibuhure, mele fêm dike ku dike rihê xwe teslîm bike.
Mele dibê: “Cinêtîyo eþheda xwe bîne. Tu dike biterqe.”
Cinetîyo lê vedigerîne û dibê: “Quzzzziiiiikkkkkkk!”
Mele dibê: “Kuro eþheda xwe bîne law, ne wextê quz û quzik e. Ewê di repika te nin ha!”
Cinetîyo dîsa bi heman þêwazê lê vedigerîne: “Quzzzziiikkkk!”
Mele lê dinere ku bi derewa ye, dibê: “Kero dehere, hela bê quzik e an terik e!”
* * * * *
Yekî mahfelîtî dike bizewice.
Mele derbasî hundur dibe, derî li ser wan diqefêle û mara wan dibire.
Ewil difitile ser zavê, dibê: “Tu þahfî an henêfî yî?
Zave dibê: “Ez ne þahfî me û ne jî henêfî, ez mahfelîtî me.”
Mele dibê: “Kuro tu camêr e law. Tu þahfî ye an Henêfî?”
Zave bi heman þêwazê dibê: “Seyda ma tu kerr e an dengê min nayê te. Ez ji te re dibêm ez Mahfelîtî me, Mahfelîtî!”
Mele bi bahc dibê: “Kuro ez dizanim tu rêxa dahþê ye. Mezhebê te çî ye, mezheb?
Zavê jî mîna mele hêc dikeve û dibê: “Ez bikutim ser dê û jinên wan ku te kirin mele. Ez ji te re dibêm Mahfelîtî me, tu radibe xwe dînomîno dike. De rabe ser xwe û here qûna xwe li avê xe, genîyê genî. Ne tu be û ne mara te be.”
* * * * *
Demsala havînê li herêma Merdînê û gelek deverên din yê Kurdistanê xew û raketin li ser xanîya ye. Ji ber germê û kelmêþan kes di hunduran de nasitire.
Hew xwedê dizane bê salê çi qas zarok di xanîyan werdibin û dest, nig, ser û parsûyên xwe diþkînin. Lê disâ jî em li ber xwe nakevin û ji raketina ser xanîyan naqerin. Pircaran bobelatên nedîtî jî diqewime, mîna mesela melê Elewþ.
Melê Elewþ ji evar de þîva xwe dixwe, nimêja xwe dike û ji ber germê û kelmêþan revî revî ber xwe bi ser xênî vedike. Jina wî dikeve himêza wî an nakeve em nizanin. Xêr û guneh di sutuyê wî de be.
Melê me neqlekê bi xwe dihise ku dike bi xwe de berde. Tewþî xewê, bi lez dehere qiraxa xênî, terikê xwe ji bin derpî derdixe û dibeliqîne. Wê þevê bi qudra xwedê çima bayê kur jî nayê. Mîza ku jê dibeliqe giþ li ser çavê wî vedigere. Li jêr dinere, li jor dinere, þaþ û matmayî di ber xwe de dibê: “Yarebî, sibhan ji navê te re! Dinya çikî sayî ye û tu ji xwe re li vê baranê!”
Dibe sibe, di ser taþtê de buyera ku bi serî de hatibû ji jina xwe re yek bi yek þîrove dike.
Jinik fêm dike ku bê mîza wî lê vegerandîye, dibê: “Xwedê ji te razî, doh ez jî li cem te di xew de bûm, min tu þilî nedît. Qey ê jor bi ser te de mîstîye. Ku ê jor be law, tiþt jê xera nabe, xêr e û ku ne ê jor be rabe ser xwe û biceheme serþokê xwe helal bike.”
Hay ji xwe hebin û bi sî û sitarê melan nekevin! Bawerî bi Denîz Baykal û Yaþar Buyukanit dibe, lê mixabin bi melan naaaaaaaaaa!
Xwe û jinên xwe û fitirên xwe ji melan bisitirînin, temîya min li we gidî…
12/11/2007-Mêrdîn
| Nivîsên berê |
TÝRK=KER

Celal, heta dereng zarokên wî çênabin. Talî yek bi yek wek cewrên kûçikan jê zêde dibin.
Kewaþê Fexrî jî bê zaro ye.
Rojekê dehere mêvanderîya Celal û ji Celal dipirse: “Law qûneko, heta dereng tu jî mîna min bê zaro bû. Xelkê hezar û pênsed kulp bi te vekirin. Ê go ne zilam e! Ê go zurîyet bi dû nakeve! Ê go jina wî nahêle têkeve himêzê!.. Tu bi qedrê xwedê dikî, ev pîç çawa bi dû te ketin loo?
Celal jî pîç ewledê zinê ye. Yekî mîna Fexrî kawik zevt kirîye, ma qey devje diqere.
Dibê: “Fexrî ezê ji te re bibêm, lê divê tu ji kesî re qal û behs neke.”
Fexrî dibê: “Ma tu eyb nakî, heta ez hebim ez vê qencîya te qey ji bîr dikim.”
Celal dibê: “Ez çûm cem melayê gund, xwedê û pêxember ji mele razîbe, neqlekê tenê nîha min û wek tu dibîne ev kerîyê zarokan bi du min ket.”
Fexrî difiskirîne û rasterast berî dide mala melê.
Li derî dixe, jina melê derî vedike.
Dibê: “Seyda li mal e?”
Jinik dibê: “Erê waye li hundur rûniþtîye.”
Fexrîyê me dehere di bin fisa Melê de xwe kerr dike.
Ew û Mele li hal û wextên hev dipirsin. Çaya xwe vedixwin. Jinika reben tê qedeh û çaydanê xwe radike. Lê deng ji Fexrîyê me dernakeve. Tênê bi qûnkiþkê ber bi Melê ve xwe dikiþkiþîne.
Mele meraq dike û dipirse: “Fexrî çi derdê te heye yabo?”
Fexrî dibê: “Tiþtê ku te daye Celal ez jî dixwazim.”
Mele dibê: “Kuro min çi daye Celal law?”
Fexrî dibê: “De xwe nexeþimîne ezbenî, ez ne xerîb im. Tu dilê birazîyê xwe rehet bike, ez ji tu kesî re qal û behsa vê buyerê nakim. Li tu deran ez nateqînim. Heta qîyametê dê di navbera min û te û Celal de be ev sir”
Mele dibê: “Kuro tu çi ji min dixwaze eþkere bibe ez qurban. Hayê min ji tê û Celal tuneye.”
Fexrî lê dinere ku Mele xwe li tiþtekî nake xwedî (jixwe tiþtekî ku feqîro xwe lê bi xwedî ke jî tuneye) dibê: “Neqlekê di min ne, bila zarokên min jî çêbibe wîî!”
Rebenê Mele þiqamekê dawdiþîne nav çavê wî û bera didê, wî ji hundur diqewirîne, dibê: “Hey gû lawê pênç kîlo gû! Terikê min kêrî min bihata min ewil di xwe nîyha…”
Mesela Erdogan û Pûþt jî ev bû.
Hûn dibînin li ser serê feqîro dixan û hicac e. Ýraq ji wî re bûye dojeh. Ji ber bûyer û pirsgirêkên wê ne bi roj, ne jî bi þev xew bi çavan nabe. Hindik maye ji ber wê têkçûyîna Ýraqê miletê wî çîpên wî li beligoþka wî xin. Erdoganê qûnde dehere bi ser de digirî û gazinên xwe dike.
Hey ehmeq ji qûnên ehmeqan!
Hey gewende ji mêrga gewenda!
Hey qeþmer ji dewleta qeþmeran!
Pêþîyên me gotine: “Melhema gurî (keçel) hebûya, ewil ewê li serê xwe kiriba.”
Ev kûçikbavên Tirk jî mejîyê keran xwarine. Deherin û tên qûnên xwe dixin himêzên Emerîkîyan.
Bill Clintonê Emerîkî derî li ser Çilerê qefiland, þeqên wê dan nava xwe û berê we da rebbê jor, heta destê sibehê li ser dilê wê fîkand, li ber xwe neketin.
Li Ýraqê eskerên Emerîkî telîs kiþand serên eskerên wan, namûs, xîret û þerefa wan anîn du quriþ û niva, zingînî ji serên wan nehat û mêranî û zilamtîya wan li piþta wan ranebû.
Di civînên navnetewî de zilamên Emerîkî nexþeyên Kurdistanê çar-pênc neqla xist hundurê çavên wan, dîsa namûs neket bêvilên wan.
Mara reþ Condoleezza Rice her tim li hundurê çavên wan dinere û bi wî zimanê xwe yî çepel dibê: “Cewrên kuçikan, KURDÝSTAN! disa bi derewa ye.
Û anuha jî Erdoganko serê xwe dike jina xwe û tiþtna ji Puþt û ekîba Puþt hêvî dike. “Pîrê nemre bihar hat, kero nemre qîvar hat!
Ev rewþ reþa Tirko be, divê doxînên Emerîkîyan tim û tim di dest wan de be. Ne piþta Tirko ji erdê radibe û ne jî Emerîka ji nîhandina Tirko aciz dibe…
* * * * *
Rojekê ekîba ceryana qaçaxê digirin ser malekê. Tenê kevanîya malê li hundur e.
Serekîb negatîfê (filîm) sûretan di ber hejmarkerê de zevt dike.
Feqîra kevanîyê þoqê derbas dike; dest û nigên wê li hev digerin.
Serekîp dibê ev çî ye?
Rebenê ziman di dev de zuha dibe. Zimanê wê nagere.
Serekîb lê dinere ku dike dilê wê bisekine, di ber xwe de dibê nahlet li çavên þeytên bêbe û tenê jê re dibê: “Te vê neqlê gûyekî werê xwar, carek din em nebînin!”
Kevanîyê ji kêf û peroþî dibê: “Wey ser serê min, wey ser çavên min, wey ser nigên min!”
* * * * *
Mesûd Barzanî û wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Des Browne di 01.11.2007 de ji bo gef û fortên Tirkiyeyê yên li ser baþûrê Kurdistanê civîyan. Piþtî civînê Mesûd Barzanî got: “Gelê min qet meraq nekin, Des Browne soz daye min ku ev gef û fortên Tirko divê ji Tirko re nemîne.”
Dibên Des Browne di berdewama hevpeyvîna xwe de gotîye: “Hûn li me û Tirko gohdar bikin, bi her çar pirtûkên pîroz divê piþta Tirko ji erdê ranebe. Divê heft xwezîya bi telîsên Emerîkîyan bînin û hezar û pênsed quzilqurtên din…”
Wele yabo camêro peyva xwe anî cî. Doh we giþa dît bê Liverpool çi filîmê nedîtî anî serê wan. Bi her sê navên xwedê qûþa wan qetand. Ne yek, ne dudu, ne sisê, ne çar, ne pênc, ne þeþ, ne heft, heyþttttttttt law, heyþt! Heta hûn bixwazin cilika bênamûsîyê kiþandin serên xwe. Heta emrê wan hebe, divê vê hetiketî û têkçûyînê ji bîr nekin. Lê nakeve serê min, bêar û bênamûs in. Ew xîret bi wan re tuneye. Guherandina rojevê ne pirsgirêke ji bo wan. Qûna ku elimîbe tilîkan, li ber xwe nakeve zû bi zû…
Li ser navê hemû Kurdistanîyan ez Îngilîztanê û Liverpoolê pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Aqûbet îþev li taximê doþirmeyê Ezîz be û hevîdar in Fenerbaxçe jî ji destê PSV ê ne heyþt, heyþtê û heyþta bixwe.
08/11/2007-Mêrdîn
XALTÎKA ME FATÊ

Rêzdara hêja xaltîka me Fatê ev serê salekêye ku dinivîse, lê qasî tayên porê wê mixabin hê me tu nivîsên wê ne dîtîne û ne jî xwendine.
Bi serê min û we, gava min navê wê bihîst, min li cem xwe got, yan bi gopal dimeþe yan jî hin kes bi xêra dê û bavên xwe wê dibin û tînin. Lê gava ez çav sûret û bedewbûna we ketim, ez çav por û nerîna wê ketim, ez çav bejn û bala wê ketim, çongên min di bin min de fisîyan, xwezî di qirika min de zuha bû; mix di serê min de nema, aqil bû kerengo!
Ew porê we yî sor û hinekîrî, ew berçavka wê yî nazik û seksî, ew nerîna wê yî xezalî… Xwedê mala bavê min sitirand ku zewicîmim gidî, yan na ma qey min karîbû ev dil bisekinanda! Ma qey min karîbû ev hest kedî bikira! Ne li min û ne jî li tu kesî gohdarî dikirin; ewê mîna hespê rewan bidana çargav. Xwedê mala min û bavê min sitirand gidî!
Hilbijartin biencam bû, Recebo bi ser vebû, bibore, biserket, deng ji xaltîka me Fatê nehat.
Me xwe kir qurbana dê û jinên xwe, me “DTP kir PTT û AKP jî kir PKK” deng ji xaltîka me Fatê nehat.
Me xwe bi dîn xapand, ser û bejnên xwe li ber Tayibo tewend û mîna pêxemberêkî me wî pejirand, dîsa deng ji xaltîka me Fatê ya bejinzirav nehat.
Ûfûk Ûras bi xêra me Kurdên bêaqil bû parlamenter û li ser kursîyê xwe merixand. Di bin simbêl de kenîya, nigên xwe avêtin ser hev û xwe qure kir wek egîdên serê çîyan. Hîna ji bo wî çepik û tilîlîyên me nesekinîbû, bi nav tahb û keda me de mîst, em bir li paþ kerê sekinan, bi elawekîl deng ji xaltîkê nehat.
Roja sond xwarina parlamenteran Sirri Saqiqê me wek nêrîyê kol, parlamenterê herî çeleng, lihevhatî, kerîzmatîk û seksî hat hilbijartin, tew wek tiþtek nebûbe dîsa xaltîka me Fatê xwe kerr kir û deng jê nehat.
Evdile Gû, nahlet li çavên þeytên bêbe, me “L” ya paþnavê wî ji bîr kir. Lê guh medê, werê çêtir lê tê… Belê, Evdile Gû jî wek serokkomarê 11 emin hate hilbijartin û tevî jina xwe yî sernixwimandî çû çarmêlkî li Çankayayê rûniþt, xaltîka me Fatê xwe nelivand.
Tayibo û Buyukanit xwe li hev rakiþand mîna du kûçikê kerîyên koçeran. Baykal û Baxçelî xwe dan piþt Buyukanit û tenê hiþtin Tayib Erdogan. Talîya talî jî li ser pirsgirêka Kurd qûnên hev alastin û bûn heyran û qurbanên hev li ser qayîþa me Kurdan re. Dîsa xaltîka me Fatê deng jê nehat û xwe tev nelivand.
Ahmed me yî Netirk û “eþîra” xwe dan dû hev û bejnên xwe tewandin li ber kûçikê devbixwîn Dewlet Baxçelî. Destê wî maçîkirin û dan inîyên xwe û dîsa dan dû hev û çûn rûniþtin li ser dêlên xwe. Xaltîka me Fatê meraq nekir û xwe nelivand.
Tirko û destgirtîyên Tirko dijminaya xwe ya li dijî Kurdan eþkere kirin, xaltîka me Fatê tenê di bin berçavka xwe re mêzekir.
Tirko PKK kir mahne û çavên xwe bera axa Kurdistana azad da, me dîsa tiþt jê nebihîst ez qurban.
Tirko go belkî em bi gef û fortên xwe yî pûç û hundur vala ziravê Kurdan di hundurên wan de biteqîne û mîna Dîyarbekir û Mêrdînê, Kerkûkê, Hewlêr û Silêmanîyê jî bi ser xwe de berdin û ji dêleva avê bi neftê xwe helal bikin. Xaltîka me ez nizanim bi xwe re nedît yan li xwe danenî, dîsa deng jê nehat.
Kurê Mele Mistefa, serokê Kurd û Kurdistanê brêz Mesûd Berzanî awirek da Tirko û leþkûçikên Tirko, qudûmê wan di qûnên wan re derxist û bi ser ziravên wan de beliqand. Nav nigên dê û jinên wan jî bi dest wan neket, mixabin, xaltîka me Fatê dîsa tilîyên xwe nelivandin.
Ji bo qirkirina me Kurdan destûrname ji parlamentoyê derket û kêf kirin û kenîyan. Li ser serên me Kurdan bi deh hezaran leþkûçik civîyan. Carcarnan jî xwe qewimandin li sînor û vegerîyan bi mirîyan, xaltîka me Fatê tenê mêzekir û kenîya.
Serok Berzanî li ser gef û fortên Tirko got: "Ez terefê aþtî û dostaniyê me. Li dijî þîdetê me. Lê mafê gelê xwe jî heta dawiyê diparêzim. Ji vê jî natirsim. Li hember kesî serê xwe jî natewînim. Zimanê tehdîd û þantajê hez nakim. Min qet jî hez nekir. Ne ji Tirkiyê, ez ji tu kesî talîmatan nagrim!” xaltîka me Fatê deng jê nehat.
Destûrname bû bombe û bi nav lepên wan de teqîya. Gef û fortên wan jî li wan çû gilî û li erdê fezelîyan. Emerika jî bi hewar û gazîya wan hisîya, lê nekirin tiþtik û bi bin xwe de berdan herdu alîyan. Xaltîka me Fatê neþitexelî, nenivîsî û nelivîya.
Xaltîka me Fatê di demek kurt de dinivîse, lê bawer nakim heta wê çaxê ronî di çavên min de bimîne...
01/11/2007-Mêrdîn
Otoasîmîlasyon Dergûþa
Asîmîlasyonê ye! 
Man û neman çî ye?
Man ziman e.
Neman jî hilqetindana ziman e.
Em radim û rûdinên pesnê xwe didin…
Em radim û rûdinên xwe dinepixînin.
Em radibin û rûdinên serên xwe ji dahola Heynderê aþiq mezintir dikin.
Em radibin û rûdinên bi Kurd û Kurdîtîya xwe sond dixwin:
Em xwedî dîrok in!
Em nijadekî herî kevn in!
Em dergûþa þaristanîyê nin!
Em xwedî zimanekî dewlemend û kevnare nin!
Em, em, em!..
Lê bawerîya we ji rebbê jor hebe, em tiþtekî jî ji xwe fêmnakin.
Ne hayê me ji Kurdbûna me,
Ne hayê me ji çand û kultûra me,
Ne hayê me ji huner û wêjeya me,
Ne hayê me ji mûzîk û folklora me,
Û ne jî hayê me ji me heye.
Em di guhên gê de dijîn.
Em mîna xiltan di bin axê de dijîn.
Tenê em xwe dinepixînin.
Tenê em xwe dipesinînin.
Tenê em xwe dixapînin.
Dûre ku em li xwe difitilin, hê nu zingînî ji serên me tê, dê Hasil dehere di Mûsil re derkeve û tenê xulam û xulamokbûn para me dimîne.
Miletekî nikaribe zimanê xwe wek alemê bikarbîne!
Miletekî ji ber zimanê xwe fedî bike!
Miletekî bi zimanê dijmin bi-xwe-xweþ-bî-ne!
Yeka wî miletî nabe dudu. Jixwe nebûye jî…
* * *
Li dûv damezrandina komera Tirkîyê, nîvkurd Îsmet paþa ji bo desthilatdarîya Tirko li bajarên Kurdan jî rûniþtkirin bide û gava biçin ku me Kurdan jî li dûv xwe bikiþkiþînin, gelek malbatên Tirk ji rojava dibe li bajarên me Kurdan bicîh dike. Îsmet paþa ji wan malbatan re tenê tiþtek dibê: “Çend mehekekî din ez ê werim serdana we, divê heta wê çaxê we zimanê cîran û derdorên xwe bi wan dabe jibîrkirin û zimanê xwe hînî wan kiribe, yan na…”
Mehek, du meh, salek dibuhure. Rojekê ji rojan Îsmet paþa xwe amade dike û diçe serdana wan malbatan. Lê hesabê malê û sûkê li hev dernakeve! Dibîne ku malbatên li wir bicîh kiribû ji dêleva zimanê heremê bi heremê bidana jibîrkirin û zimanê xwe hînî wan kiribana, heremê zimanê wan ji kokê de hilqitandibû û zimanê xwe li dewsê dirûtibûn.
Werhasilî kelam, Îsmet paþayê me dehere li paþ kerê disekine, kejika sutuyê xwe dixwirîne û bi nav destên xwe de berdide. Vaca vaca xwe davê ser teqla û berê xwe bi Enqerê vedike.
Doh li ku, îro li ku heyra?
Îro bi ronîya çirê em li Kurdên berê digerin.
Îro bi ronîya çirê em li xwe, li Kurdîtîya xwe digerin.
Îro bi ronîya çirê em li zimanê xwe li hebûna xwe digerin.
Dê nema hewceyî dijmin û asîmîlasyona dijmin dike qurban!
Dê nema hewceyî ên wek Îsmet paþa jî dike qurban!
Em dijminên xwe nin…
Em xwe dikin qurbana wî zimanê delal û ji þîrê dê þêrîntir!
Em xwe dikin qurbana wî zimanê dewlemend û xwedî dîrok!
Em li xwe danînin pê biaxivin.
Zimanê xwe kêm dibînin!
Zimanê xwe nizm dibînin!
Zimanê xwe feqirok û rebenok dibînin!
Zimanê xwe gundî dibînin!
Zimanê xwe çîyayî dibînin!
Zimanê xwe di bin zimanê dijmin re digrin û dibînin!
Dê û bav di hundurê malê de xwe dikin qurbana min û zaroyên xwe, bi zimanê dijmin zaroyên xwe perwerde dikin.
Dê û bav xwe dikin qurbana min û zaroyên xwe, zimanê dijmin ji zimanê xwe nujentir dibînin.
Ew mejîyên xerabe û genî, ew mejîyên þolî û herimî ne tenê xwe û zaroyên xwe, cîran û derdorên xwe jî asîmîle dikin. Gelek ji wan mejîyan di nav sazî û rêxistinên me jî de kar dikin, dixebitin. Sazî û rêxistinan jî emirqutî dikin.
* * *
Xanima min ji Azerbaycanê ye. Ji malbatek demokrat e. Bavê wê profesorekî navdar e û berî hilweþandina Sowyetê jî serokatîya partîya kominîst ya zaningehê dikir. Dêya wê muhendîsa kimyayê û ew bi xwe jî doktor e û mamosteya zaningehê ye.
Jiber ku pirsalan di bin ala Sowyet de jîyabûn, ji bilî zimanê xwe yî zikmakî, Rûsî jî wek zimanê xwe yî zikmakî û heta jê xweþtir bikartînin û diaxivin. Di hundurê malê de herdu ziman jî wek hev desthilatdar in. Heta ku berî ez bi xanima xwe re bizewicim jî di hundurê malê de tenê herdu ziman dihat axivîn. Lê gava ez tevlî malbatê bûm ji mejbûrî Tirkî jî dê qayîþ bi wan herdu zimanan re kiþand…
Jiber ku xanima min bi Kurdî nizanîbû, zimanê min î zikmakî mabû sêwî.
Keça min di hewar û gazîya min de hat!
Em li Baku ya paytext dijîyan. Di hundurê malê de xanim, xwesû û xezûrê min bi Rûsî û Azerî diaxivîn. Ez rebenê xwedê jî ji mejbûrî û feqîrî, ji bo min bi wan bida fêmkirin, min devê xwe bi wan re xwaro-maro dikir û çend bêje bi Tirkî, çend jî bi Azerî li hev siwar dikir. Heta ku keça min li min gîha…
Ziman namûs e!
Ziman xîret e!
Ziman man û neman e!
Ziman li xwe xwedîderketin e!
Ziman welatperwerî ye!
Ziman nijadperwerî ye!
Ziman hertiþt e!..
Min bi xwe re peymanek îmze kir:
Divê keça min bi zimanê min hîn û perwerde bibe!
Divê keça min bi zimanê min biaxive!
Divê keça min bi zimanê min xwe nas bike!
Divê keça min bizanibe Kurd e!
Divê keça min bizanibe ji Kurdîstanê ye!
Divê keça min hez bike ji Kurd û Kurdîstanê!
Belê, di hundurê Bakuyê de min keça xwe hînî Kurdî kir.
Belê di nav Azerîyan de min keça xwe bi zimanê xwe perwerde kir.
Belê, li derveyî welêt min keça xwe nêzîkî welêt kir.
Li derveyî welêt min piþt li asîmîlasyonê þikenand.
Li derveyî welêt min ji zimanê xwe hez kir û li ser hertiþtî re girt.
Li derveyî welêt dilê min, mejîyê min û zimanê min bûn yek.
Ez nuha li Mêrdînê dijîm. Keça min li ser xaka Kurdîstanê bi hemtemenîyên xwe re dilîze, bi dilekî Kurdî, bi mejîyekî Kurdî.
Ez nuha li ser xaka Kurdîstanê dijîm. Keça min ji zaroyên xweh û birayên min, ji zaroyên dost û hevalên min xweþtir û çêtir bi Kurdî diaxive.
Xanima min bi Azerî, Rûsî, Îngîlîzî û bi Tirkî dizane.
Xanima min hêdî hêdî hînî zimanê keça xwe jî dibe…
Min nehiþt keça min asîmîle bibe, lê mixabin, wer xuyayê keça min ê dêya xwe asîmîle bike…
22/10/2007-Mêrdîn
TÛLE
ERDOGAN

Sal hezar û nehsed û nod û nizanim çi bû, di bernameyekê de min Yilmaz Erdogan naskir. Rast e, berî wê bernameyê jî dihat naskirin netiþtiko, lê bi wê bernameyê nav û dengê wî di guhên hemû mirovan de kir zingînî, bi teybetî jî di yên me kurdan de…
Wek anuha di hiþ û aqilê min de ye ew roj; ew roja ku Yilmaz bira jî wek Yilmaz mîna dîkê qoqo azandida.
Navê bernameyê “Sîyaset Meydani”, pêþkêþvanê bernameyê jî Elî Kirca bû. Mêvanên Elî Kirca wê þevê kurê kerê, bibore, kurê rahmetlênehatê Arpaslan Turkêþ, Tûgrûl Turkeþ bû. Mijar jî dîsa wek her car “Pirsgirêka Kurd” bû.
Her ji serîyekî dengek û her ji dengekî jî qeþmerîyek difûrîya. Tûgrul Turkeþ axa singê xwe rakiribû, xwe li zincîrê dixist û radikþand. Kef bi ser devê wî diket, jahra wî tevlî girêza wî ji devê wî diherikî erdê. Hindik mabû ku derdora xwe bi jahra xwe qir bikira, Yilmazê me yî Erdogan bi ser girêza wî de mîst û mîza Yilmazo mîna panzehîrê jahra wî di nav girêza wî de fetisand, pêþî li encama wê jahrê girt. Dûre Yilmazê me wek xwendekarekî dibistanê destê xwe rakir û xwest hin tiþtan bîne ziman. Elî Kirca ew neþikenand û destûr dayê.
Yilmaz got: “Lawê Çomer, heta do û pêr qeþmerê bavê te digot Kurd nîne. Bav û kalên me berê li çîyê li ser berfê dimeþîyan, kart-kurt ji ber nigên wan bilind dibû. Ew bêjeya kurd ji wir tê. Kurd tuneye, ji tirkên çîyayî re dibên kurd û hezar û pênsed quzilqurtên din…”
Yilmaz jî wê êvarê mîna Tûgrûl singê xwe rakiribû û wî jî bi heman þêwazê xwe radikþand: “Tûgrulê lawê Qulhûn, navê min Yilmaz e. Ez ji Colemêrgê me. Li Colemêrgê ji sedî heyþtê min nas dikin, ji sedî heftê jî dost, heval û merivên min in. Ez rabim di vê ekranê de li hundurê çavên wan binerim û bibêm Tirk im, ewê henekên xwe bi min bikin û bi qûnên xwe bi min bikenin. Ez Kurd im, lê ne serbilind im. Ez bêm Tirk im jî ne problem e ji bo min. Le tu Tûgrûl axa?”
Ma Tûgrûl ê bigota çi. Devê xwe bir û anî, wek þeytan pê bikene, wî jî got: “ji bo min jî ne problem e” û li ser dêla xwe rûniþt.
Ji kêf û peroþî, ji serbilindî û serfirazî em nema di qalikên xwe de hildihatin. Serî li me bûbû dahola Heynderê aþiq, yanî wê êvarê Yilmaz piçekî din xwe rakiþandiba, serîyê li me gotiba pelç û teqîyaba. Xwedê mala bavê me sitirand ku zêde xwe li zincîrê nexist wê þevê qolo...
Na na, bi wan peyvikên Yilmaz î hênik, xemilandî û hundurvala, bi wê þêwaza Yilmaz î ku Tûgrûlo biribû li paþ kerê sekinandibû, kêfa me kir ez di wê bawerîyê de me encax Kurdîstan serbixwe û azad biba me hewqasî kêf bikiraya.
Rojan bera mehan, mehan bera salan da, em hatin di du hezar û hefta re derketin. Yilmazê me yî tenê bi navê Mukremîn dihat naskirin, Yilmazê me yî bizorê nanê zikê xwe derdixist, hezar qeþmerî dikir ku debara xwe bike, nuha þûr simbêlê wî nabire. Selika qûna wî nema di pantor de hiltê. Ji qalindbûna yaqê gomlekan nema li sutuyê wî tên hev. Têra zikê wî de du hevalcêwî hiltê.
Lê divê mere li xwe mikur bê, Yilmazo ji me biaqiltir û jîrtir derket. Wî Kurd û Kurdîtî ji bo berjewendîyên xwe xweþ bikaranî. Hayê me jî ji bayê felekê tune, me bi serê wî sond dixwar. Ew serê wî yî wek gundorên ser xanîyên Mêrdînê…
Pêr Yilmaz Erdoganê Colemêrgî, Yilmaz Erdoganê ku apê wî ji ali kontra ve hatibû kuþtin, telîsek pere dîyarî leþker û leþkûçikên Tirko kir ji bo qirkirina me Kurdan.
Qey bira jî Yilmazo nizanîbû bi dana wan pera bi ser gor û hestîyên apê xwe de dimîze?
Ma xema terikê Yilmaz e lo! Ma wê Yilmaz dev ji pera berde û bi dû þopa apê xwe keve?
Na wele!
Ma bi çî xwe em van tiþtan ji Yilmazo hêvî dikin?
Yilmazo kî ye û çî ye?
Ji bo Yilmazo dev ji vê dewlemendîyê berde, ji bo Yilmazo dev ji vî nav û dengî berde, ji bo Yilmazo dev ji vê berîberdanîyê berde kî yê jê re bibê eferin?
Ji bo tu destên xwe belovacî li nav çavên wan bixe, ji bo tu belxema sîng û qirika xwe tevdî li ser rû û çavên wan bela bike, ji bo tu bi kenekî qerfok li hundurê çavên wan binere û ji wan re bibê herin qûnên xwe li avê xin yawrîlerim;
Welatperwerî lazime!
Nijadperwerî lazime!
Çavtêrî lazime!
Dilekî mîna pola lazime!
Gunekî reþ lazime!
Kesayet lazime!
Þexsîyet lazime!
Mejîyekî Kurdî lazime!
Ehleqekî mirovahî lazime!
Namûs lazime!
Xîret lazime!
Nerînek Kurdîstanî lazime!..
Kurd û Kurdîstan ji bo berjewendîyên xwe bikaranî ne bes, çû xwe kir qurbana axa ser gora Þêx Seid û ji malbata wî zewicî, ji malbata wî ji xwe re jinek xwest û anî.
Ma bi xwedê A. Melîk Firat jî ji malbata wî ye???…
Birê wî Mistefa Erdogan, xwe dike qurbana min û we, xwe dike qurbana ax û bixuþkên Kurdîstanê, çand, huner û folklora me ji xwe didize, ji me didize û ji bo çeqel û wawîkan bikartîne.
Mere tirî ji rezê xwe bidize…
Sinîya ku me re tê de nan bixwe, mere rabe tê de birî…
Xelk were di jina apê mere ne, apê mere bikuje,
Xelk jina apê mere mar bike û zaroyên apê mere li ber dîwara bihêle,
Xelk gundên mere bi ser mere de xera bike,
Xelk li pêþ mere dest bavê qîz û jinên mere,
Xelk li pêþ jinên mere fîkîyên wek xîyar, bacanê reþ û gêzeran biebîne mere,
Xelk namûsa mere bîne du quriþ û nîva,
Xelk zimanê mere hilqitîne û di qûna mere ke,
Xelk mere di welatê mere de bike penaber,
Û dinyê giþî li mere bike dojeh û ne eyb û ne fedî, li ser vê hetîketî û gûxwarinîyê re mere rabe qîz û jinên xwe pêþkêþî wan bike.
Malbata ku bûka wan di bin mafyozên nijadprest û devbixwîn de bûbe paspas,
Malbata ku bûka wan þeq û nav nigên xwe ji bo çend quriþ pere ji tewtewe, qeþmer û neînsanan re vekiribe,
Malbata ku bûka wan ji mafyoz û nijadperestan gon xwaribe, hûn ê çi hêvî bikin ji wê malbatê ezbenîno!
Mere di malzaroka dêyek kurd de, mere di malzaroka jinek Colemêrgî de mezin bibe û mere rabe serê xwe têxe qaçika jinek netiþtik.
Mere rabe ji bo jinek netiþtik þexsîyet û kesayeta xwe erzan bike û bifroþe.
Mere ji bo dêlegurekê xwe bi jina dijmin ke.
Ey gelê min î xwedî rûmet!
Ey gelê min î xwedî kesayet!
Ey gelê min î xwedî þeref û xesîyet!
Ey gelê min î xwedî þexsîyet!
Ji îro û pêve we li ku Yilmaz, Mistefa û yên wek wan dît, wan þermezar û qûnên wan jî dax bikin. Dax bikin ku hew karibin li ser xwe biedilin…!
22/10/2007-Mêrdîn
Ji qiyametê re sê tirê kera mane! 
Ji qiyametê re sê tirê kera ma!
Ji qiyametê re sê tirê sê kera ma!
Ji qiyametê re pir hindik ma!
Qiyamet tê!
Qiyamet hat!..
Bi kuþtina wan her hivdeh eskeran rehên qûna Yaþar Buyukanitê serpapor li hev gerîyan û ji bêçaretî û kêm qewetî nekir der, tira yekemîn teqand… Tira wî bi rengê fisê ji qûna wî pengizî. Tê yê sond bixwara ku wî qeþmerbavî berî ku bi xwe de biteqîne barê sê qemyonan pîvaz û sîr xwaribû. Ji bêhna wê tirê, dêlegura jina wî di serî de heta xulam, xulamok û gelek yawerên wî jî, hay ji bayê felekê tune vecerehî-zîntreh bûn, heta dereng bi ser hiþê xwe ve nehatin.
Tira duyemîn, Tayîp Erdogan û Evdile Gul bi hev de teqandin. Dost û hevalên wan î Emerîkanî mesela Ermenîyan li ser dilê wan tirþ kir.
Tira sêyemîn, li ber teqanê ye…
Ha teqîya û ha diteqe…
Bila biteqe û qunê li xwedîyê xwe biqetîne.
Îro li ser tezkerê ewê biaxivin.
Îro ewê fermana xwe bi destên xwe îmze bikin.
Îro ewê destên xwe bi ser devên xwe din û xwe bifetisînin.
Ne bi delkê, bi qaweta pî û nigên xwe ewê bajon ser sêdarê.
Ewê bi ruhstînê xwe bin…
Zarokên Med, çîya qulqulî kirine û hêlînê xwe tê de çêkirine. Hêlînên xwe ji gur, çeqel, wawîk û rovîyan diparêzin. Li jor Yezdan, li bin Yezdan re Þêr û ber bi jor ve dixwazin rapelikin gur, çeqel, wawîk û rovî…
Em ne li baþûrê Kurdîstanê ne, em ne li rojhilatê Kurdîstanê ne û em ne li rojavêyê Kurdîstanê ne jî, em di bin çengê we de nin kurê kerê, di bin çengê we de… Dev ji gef û fortên pûç û vala berdin, em li Amedê rûniþtîne, em li Mêrdînê veketîne, em li Dêrsimê paldayîne, em li Þirnexê razayîne, em li Colemergê beradayîne û em li Kurdîstana mezin azad û serbixwe digerin berxê min, li Kurdîstana mezin.
Waye Gûþûrê Þerefî bang dike û dibê tezkere di meclise re derbas bûye law.
Wey li ser rêxê, bibore, li ser xêrê be rebbî!
Bi bang û hewara birayê me yî Guþûr ji ber qompîturê rabûm û raste rast min berê xwe bi mal vekir. Min quna xwe da erdê an neda erdê xanima min î delal û ji temamê parlamenterên wê parlamentoyê çêtir û jêhatîtir, telewîzyon vekiribû û qahweya min jî danîbû ber min…
Ez giham ser axavtina parlamenterê me Silho, Silho bi zimanekî nermik û henik gor dîtin, nerîn û zanyarîya xwe hin þîret û pêþnîyar ji ker û golikên li wir tewilîbûn pêþkêþ dikir. Serên giþa di ber wan de, wek ‘filehê di xwesûya xwe ne’ bi ser terikên xwe de diponijîn. Weyle ku min terikên we di dê û jinên we kirno û ê min û xwendekaran jî di ser de! Erê weleh, eyn di ser de û heta di ber de!..
Silhoyê me zanîbû di hawana qahwê de hewê dikute, lê dîsa jî xwest tiþtna bi wan bide fêmkirin û di serên wan de bikute. Axavtina xwe bi dawî kir û pêve serê xwe bera ber xwe da û çû li dewsa xwe rûniþt. Berî ku rûnê li hêla Dewlet Bahçelî nerî, qudûmê wî þikenand.
Ma xema terikê Bahçelî ye lo, têra wî hestî avêtine ber; tirko û leþkûçikên xwe herin operasyonê li baþûr çêbikin û vegerin jî dawîya hestîyên wî naye…
Li dû axavtina Silho, Þukru Elekdax xwe avêt ser teqla û ber bi kursîyê ve herikî. Berçavka xwe ji qûna xwe, bibore, ji bêrîka xwe derxist û dest bi axavtina xwe kir. Ma bi xwedê mere nikare ji wê hewtehewtê re bibê axavtin. Ji heft kuçikan bêtir direyê û kes jî nizane li ser çi diaxive û qal û behsa çi dike.
Wî jî tûrikê xwe vala kir û çû li dewsa xwe mexelbû. Jixwe hewce nake ez ji we re axavtina wî þîrove jî bikim. Ew bist û çar seatan jî biaxive, axavtina wî hundurê qalikê findiqekê tije nake. Ji xêra xwedê re mere ew her þeþ pîjên (ok) partîya wî di qûna wî kiraya. Na, na, bila pênc ji qûna wî re be, ya dawî jî ji qûna serokê wî re…
Jixwe hewce nake em li ser qeþmerên din bisekinin. Gû birê rêxê ye. Ez hevalê xwe Welato bera ser dê û jinên giþa dim. Ma bi xwedê Welato çi qas xwe bi paþ ve dikþîne jî, ez wî bi ser wan de dahf didim. Qawet be ji te re yabo! Ji dêleva me jî li ser dilên wan bifîkîne…
Vê sibê zû qeþmerekî ji partîya MHP jî me bera ser dê û jinê xwe dida û gef û fort li me dixwar. Digot: ‘Bajon baþûr û giþî ber xwe din, ne tenê þervanên PKKê, pêþmergeyan jî ber xwe din. Bila tenê yek kurd jî li ser rûyê erdê nemîne.’
Ez çi bikim, tû û jina xwe tevlî mehmetçîkan xwe li sînor naqewimînin ku em di guhên we de du pêyvê nermik û ji bo jina te jî germik bikin.
Çi tiþtekî xweþ lo, li koþka xwe, li ser nivîna li kêleka qahpikan xwe merixandîye, qedeha wîskîya wî di dest de, gel keyfîm gel!
Du gotin jî ji bo Nivîskarê Hurrîyetê Ertuxrûl Ozkok.
Lawê rêxa dahþê, xwe bi însan ke û zêdê najo ser me.
Me hêç nexe!
Me li xwe sor neke!
Me li xwe neke agir!
Yan na, emê çîpê te li beligoþka te xin, hay ji xwe hebe!
Hindik ma hin kes dest di qirika te û serê te jî di qaçika ca te xin, hindik!..
Benden soylemesi Ertuxrûlcîk…
18/10/2007-Mêrdîn
BÝJÎ TEZKERE!
Çiqas ji sîyasetê direvîm, sîyaset jî hewqas ber bi min ve tê. Pênûsa xwe diþkînim, tilîyên xwe diebînim qûna Denîz Baykal, lê mixabin, nikarim bi zimanê xwe. Ma qey zimanê xwe jî hilnaqetînim û di ber de jênakim law…
Rojeva Tirkîyê germ dibe û sar dibe; carna dikele, dikele dipejîqîne; carna jî diqefile, diqefile bûz digre. Wek mere du seatan li qutba baþûr be û du seatan jî li ya bakur…
Xwedê çêke, Xwedê!..
Pêr gor hinekan panzdeh û gor hinekan jî hivdeh leþker hatin kuþtin. Ew panzdeh an hivdeh leþker bûn agir û bi erdê ketin. Ji rojhilatê Tirko heta rojavayê Tirko, ji baþûrê Tirko heta bakurê Tirko seranser belebahn bû. Ji kerran heta kwîran, ji dînan heta baqilan û ji keran heta gur, wawîk, çeqel û rovîyan tu kes neman ku pê nehisîyan û pê mijûl nebûn. Ji heft salîyan heta heftê salîyan hemûyan; kêr, meqes, þîþ, top, tufeng û tanqên xwe hildan milên xwe û rabûn ser tapanê; ji bo Kurd û Kurdîsatanîyan bipelçiqînin, bieciqînin û bipelixînin.
Serleþker û binleþker li ser meytê wan xêrnedîyan hêsirên timseh dibarînin û bi nav hest, kul û birînên gel de dimîzin. Gel jî dixape û bawer dike, dibê qey bira jî ev bênamûs kurê bênamûsan li ber me dikevin û hêsiran li ser me û êþa me dibarînin.
Ma hûn giþ di nav xwîna xwe de bigevizin û bifetisin jî li ber we dikevin lo bêaqilno!
Sib yek, nîvro yek û êvarî yek ji we binax bibe jî, ma qey xema terikên wan ne nesitirîno!
Welatê perçe bibe! Axa me yê ji dest me here! Vana çîrokên hundurpûç û hundurvala ne bêhiþno! Ji bo wan ne welat girîng e û ne jî ax û bixuþkên welêt; tenê li ser bala wan tiþtek heye, ew jî; pere, nav, qoltix û desthilatdarî. Ji bo van tiþtan jî ehmeq û seriþkên mîna we bikar tînin. Biaqil bin, jîr bin û li ser xwe biedilin…
Ma qey bira jî dikeve serên we netiþtikno?
Ki dine qûna Elo û Welo?
Ki quldike deling û bindelingê Eyþê û Fatê?
Ki dibeliqîne bi ser Þemsê û Emþê de?
Hazirîya xwe û þandina tezkerê yî parlamentoyê dikin jinbixelkêmanan. Dilê wan û destdirêjayî ya çayê QANDÎLÊ û KURDÎSTANÊ heye.
De biþînin law, biþînin; maþalê rojekê berî rojekê derkeve ew tezkere. Êdî ji we bêtir em dixwazin tezkere ji parlamentoyê derkeve û hûn serserkî xwe li sînor biqewimînin. Bê bêserî hûn derbasî alîyê din nabin. Hêvîya min ji Xwedê heye ku tezkere bi awayekî erênî dê ji parlamentoyê derkeve û dîsa hêvîya min ji Xwedê heye ku yeka we nabe dudu û xelas…
Denîzo doh serê xwe kir qaçika jina xwe û çû serdana gazîyên Gatayê. Rojnamevan û rojnamegû jî bi wîr e. Têra xwe weynekî û þilekî kir û derket derve. Li ber derîyê nexweþxaneyê li ekranên qamerayan nerî, wechê xwe tirþotahlî kir û axivî, bibore, reyîya: ‘Werin li hal û rewþa van gazîyan binerin, yên bê nig, yên bê çîp, yên bê dest, yên bê pî, yên bi çavekî kwîr, yên bi herdu çavan kwîr, yên ker û yên kerr û tew ya herî girîng jî, yên terikên wan di ber de jêbûne… Rebenê jinên wan ewê çi bikin, xwelîya ber tenûrên kê li serên xwe kin? Di ciwanîya xwe de ji wî qudretî mahrûm mane, ewê bajon bin kê an kî yê bajo ser wan? Ez xemgîn im, lê ne Bîrhat im! Min gelekî dixwest birînên wan derman bikim, lê hezar û nizanim çi qas mixabin, terikên min dê kêrî min nayê… Ji bo dilê jina xwe rehet bikim û birîna we bikewînim xwe davêm derîyê Farûqê Devliken û bi ser wî de digirîm. Xwedê ji wî razîbe, dibê av û agirê wê vedimirîne, min ji vê hetiketîyê xelas û rizgar dike…
Dewleta Tirko rabûye ser tapanê û hindik maye xwe û derdora xwe bilewitîne. Dibe bi serkeve û dibe jî binax bibe. Hinekî jî bi me Kurdan ve girêdayî ye…
Tirko biçûk û mezinên xwe, bi leþker û leþkûçikên xwe rabûnin ser tapanê; gelo em Kurd çi qasî ji vî þerê qirêj û gemarî re amadene?
Banga min ji herçar perçên Kurdîstanê, ‘XWE BÝ YEK’ kin!
Banga min ji gelê Kurd re, ‘XWE BÝ HEV’ din!
Fatîheyekê li ser ‘BÝRAKUJÎYÊ’ bixwînin û binax bikin!
Kenê dijmin li xwe nînin!
Kenê sîxwiran li xwe nînin!
Yan mirin û yan jî KURDÎSTAN!
Yan KURDÎSTAN û dîsa yan KURDÎSTAN!
Kurd û Kurdîstanî xwe nekin ax û bira pêlî we nekin Tirk û leþkûçikên qirêj û gemarî!..
12/107/2007-Mêrdîn
YA STAR!
Em Kurd tu carî ber ve narin!
Em Kurd tu carî biaqil nabin!
Em Kurd tu carî xwe nas nakin!
Heta em hebin hiþ û aqilê me nayê serên me!
Tim û tim emê reben û rebenok bin!
Tim û tim destên me vegirtî xanî bi xanî, derî bi derî gerê para me be!
Tim û tim ehmeqî û kêrnehatîyê para me be!
Tim û tim serên me yê li tahtan û tahtên jî li wî serê me yî kêmaqil bikeve!
Heta hetayê aqilê me yê ji kîsê xelkê, zimanê me jî bi peyv û þitexalîyên xelkê dê bixemile!
Heta hetayê bi fikir û ramanên xelkê emê bitemirin û bi xewn û kabûsên xelkê jî þîyar bibin!
Hey xwedê bi ser de ketno û di bin wî menenasî de pelixîno!
Hey nexweþî û nerehetîyên nedîtî di we de derketno!
Hey kwînêr di qûnên we de þîn hatno û hûr û rêvîyên we de hundurê we de teqîyano!
Hey jan bi serî ketno û nema bi hiþ xwe ve hatno!
Bes e, bes e, bes eeeee!..
Wûnê çi wext ji wê xewa merezî þîyar bibin lo!
Wûnê çi wext xwe bi qurbana vî zimanî bikin û lê xwedî derkevin lo!
Wûnê çi wext xwe bi însan kin û wek însanan bifikirin lo!
Wûnê çi wext ji bin dijmin rabin û li ser xwe biedilin lo!
Wûnê çi wext bibin xwe lo!
Lo! Lo! Lo! Loooooooooooooooooooo!..
Ehmeqnoooooooooo!
Bêarnoooooooooooooo!
Qeþmernoooooooooooooo!
Xwenenasnoooooooooooooo!
Teresnoooooooooooooooooooo!
Bêvilçonoooooooooooooooooooo!
Janbiserîketnoooooooooooooooooo!
Bi qurbana zimanê xwe bûnoooooooo!
Bi qurbana jinên xwe bûnooooooooooo! (carna jî jinên we bi qurbana we bin)
Haho!
Haho!
Û dîsa hahooo!
Ji ber van xwenenasan, ji ber van tolazan, ji ber van serkeran, ji ber van minafiqan, ji ber van dolxerabnan em berê xwe bi ku vekin?
Êdê li zikak û kuçên me jî kes nema li xwe datîne bi zimanê xwe biaxive law! Gava din ez li çend xanima rast hatim; nixumandîbûn. Yek jê pêncî-þêst salî bû, dudu jê ciwan bûn û ya din jî navosere... Ji sed metroyî dîyar dibû bê ji terikên kê ketine û ji qunên kê þemitîne. De îja xwe dikirin qurbana min û we û bi zimanê dijmin bi hev re diaxivîn. Bi wî zimanê wan kûçikbavên ku pêr xwe kirin qurbana Dalîla Mayeser û her deh hevalên wê diaxivîn.
Erê lo! Delîla û yên wek Delîla ji alîkî þer û ji alîkî jî ji bo çand û hunera me kar û xebatê bikin û ev xanim û xanimoþkanan jî serê dijmin di qaçikên xwe kin û bi zimanê dijmin bi xwe xweþ bînin.
Çi tiþkî xweþ lo!
Wexta ku a pîr ji wan qetîya û xatir ji wan nexwest, hevala wê bi tirkîyak nermik û derik mere dike germik got: ‘Fistik kendîne îyî bak! (li xwe miqatebe fistiqê)’
Qebhetpêdehatîyê jî lê vegerand û got: ‘Sag ol findik, sen de…(spas findiqê, tu jî’
Min jî di hundurê xwe de got: ‘Îkînîze de îyî bakardim da, her neyse…(min ê li we herduya jî xweþ binerîya, lê guh medê)’
Rahma xwedê li Delîla Mayeser û her deh hevalên wê be! Xwedê teala wan bi rahma xwe þa bike û me jî bi hiþ û aqil!..
Li zimanê xwe xwedî derkevîn!
Li xwe xwedî derkevin!
Li hêjayên xwe xwedî derkevin!
Li þexsîyêt û kesayetên xwe xwedî derkevin!
Mêr li jinên xwe, jin jî li mêrên xwe xwedî derkevin!
Li zarokên xwe xwedî derkevin!
Kenê dijmin li xwe nînin!
Kenê sîxwir li xwe nînin!
Kenê qumil li xwe nînin!
Þêrê navxweyî nekin!
Pevçûna navxweyî nekin!
Ji dijmin re nebin lîstok!
Bi dijmin re nebin heftok!
Bira ji pênûsên we xwîn biniqute ne hibir, lê ne ji bo min û te ji bo dijmin!
Ey nivîskar, rewþenbîr û entellektuelên me, bibin qurbana xwe û bajon ser dijminên me!
Çi Talabanî, çi Berzanî û çi Apo, hemû yek in ji bo me û guh medin qeþmer, tewtewe û kûçikên tûle!
Biborin ezbenîno, Devliken îro we nekenand, lê tiþt nabe, ka îro jî emê bi xwe û rewþa xwe bikenin…
Hahaha û dîsa hahahaaaaaaaaaaaaaa!
02/09/2007-Mêrdîn
NEBÊJÝN PROFESOR, BÊJÝN KER, KERRR!
Waye proker Halaçoglu em giþ mirandin û bir bi qûna wan togan ve zeliqand. Bênamûs lawê bênamûsa tê bê qey ji nav nigên dêya xwe bêhn kirîye.
Qey ev dolker serê xwe ji qaçika dêya xwe dernaxe û li dora xwe nanere law?
Hey kûçika di dê û jinên te nîyho!
Tu ji keran re bibêje, ker bawer nakin law!
Tu ji tahjîyan re bibêje, tahjîyê bi fisên xwe yî genî te þermezar bikin hey jin bi xelkê mayo!
Tu ji rovîyan re bibêje, rovîyê ji zexelîyên te devji zexelîyên xwe berdin hey sutuqereho!
Ne eyb û ne fedî kûçikbavo bi ser me de dibeliqîne! Bi zimanekî wek ê nav nigên kûçik dibê: ‘Kurd çî ye? Kurd ji ku derket? Evên ku wûn ji wan re dibên Kurd bi eslê xwe ne Kurd in, Tirk in! Ki dibê derewa dike. Kurd tuneye û Kurdîtî jî tiþtekî dûrî aqila ye. Yên van derewan dikin, agir bi malên xwe dixin û nahletekê li xwe tînin. Wextê ku mere koka wan dikole derdikeve hole kî ew jî Tirk in.
Weyle ku min di ca derewçîna nîyhî, erê weleh eyn min di ca derewçîna nîyhî!
Û ewên ku tekirin profesor û ew dîplemo kirin destên te, ez bi kutim ser dêya wan jî ji qewla Evdilbaqîyê me yî Sûrî.
Hey qeþmer ji gundê qeþmeran!
Hey gewende ji qûna gewenda!
Hey togê sûka!
Hey jina zaroka!
Hey Hecî Meter te bi ser vekiro û mîna kirîko tu li ser sekinîyo!
Hey gu lawê pênc kîlo gu!
Hey sûtikê zikaka!
Û nizanim çi û nizanim çi û nizanim çi…
Wextê ku Kurd li ser rûyê erdê dijîyan, hîna dêlika dêya we yî Asena nehatibû gon kurê kerê!
Wextê ku Kurd li ser rûyê erdê ji bo þaristanîyê kar û xebat dikirin, hayê xwedê ji we, hayê we jî ji însanetîyê tunebû cewrê kûçik!
Wextê ku we di malzaroka dêlika Asenayê de cih girt, me Asena û yên wek Asena kedî dikir tereso!
Wextê ku wûn ji Asenaya qûnek teliqîn, ji mejbûrî em bûn þivan ji xwe û kerîyên pezên xwe re haro!..
Rahmetîyê apê me yî Mûsa di hevpeyvînek xwe de digot: ‘Çawa me Selçûk hanê wan sunnet kir û ew kirin misilman, bi qaweta xwedê rojekê emê riþmê li serên wan bigerîne û wan bike însan jî!’
Peyv û gotinên rahmetîyê apê me bi serê xwe were ye, lê berî ku em wan bi însan kin, divê ev bêarna di merheleyak din re derbas bibin.
Ew jî wûn dizanin çî ye hevalno?
Divê em riþmê li serên wan bigerîne û wan di nav ker û golikan de êm jî bikin, ku xwe baþ nas bikin yan na rêz û hurmeta wan ne ji wan re û ne jî ji derdora wan re çêdibe.
Rahma xwedê li te be ey apê hêja!
Li qusûra birazîyê xwe nenere, ne heyfa te ku ez te di mijarek were de derbas dikim. Helaçoglû ye, qelaçoglû ye her çi rêxa dahþê ye, bi qurbana axa ser gora te be rebbî!
Hezar heyf ku tu najî yan na çend þitexalîyên xweþik ji bo Helaçoglu te yê li hev suwar bikira, lê ez çi bikim, xwe kirin qurbana jina te û di heyþtê salîya te de te kuþtin.
Di heyþtê salîya te de zirav di hundurê wan de teqîya.
Di heyþtê salîya te de birazîyê te bera ser qîz û jinên xwe dan!
Di heyþtê salîya te de bizdonektîya xwe li herçar perçê dinyê bela kirin!
Helaçoglu, em Kurd in, em Kurdîstanî ne!
Helaçoglu, em zarokên Med in!
Helaçoglu, em zarokên Kawayê Hesinkar in!
Helaçoglu, em zarokên Mezopotamya in!
Helaçoglu, em çêlikên Zerdeþtê Kal in!
Helaçoglu, em nevîyên Þêx Sihîd in!
Helaçoglu, em nevîyên Seyit Rizo nin!
Helaçoglu, em nevîyên Mîr Bedirxan in!
Helaçoglu, tu Mistefa Berzanî, Qazî Mehemed û Evdirahman Qasimlo nas dike?
Helaçoglu, ew jî serok û rêberên me ne!
Helaçoglu, hayê te ji Ahmedê Xanê, Feqeyê Teyran û Melayê Cizîrî heye?
Ew jî kalik û feylezofên me ne!
Helaçoglu, zimanê xwe di xwe ke û godarî bike, hîna ez pê de têm. Lawê Mistefa Berzanî Kek Mesut, qelemê cavên Ereb, Fariz û Tirkan Mam Celal û Þêrê qesefê Evdela Ocalan ev jî ji bo we bira zêdaya ser kezebê be lo Helaco!
Ma hewce dike ez çend cewrþêrên din bînim rojevê? Ku tu ne ker bî Helaçoglu, ev mînakana ji te re bes e û heta li ser re diqulipe.
Biner lawê min, kes nizane tu ji kîjan qûnê ye û tu radibe dev davê miletekî kevnare û xwedî dîrok. Xwe bi însan ke û ji dêleva tu koka me dikole, rahêje qazmeyekî û bi dû koka xwe keve. Ew bênamûsê ku wûn bi wî radibin û bi wî rûdinên, xweþik bikolin bê ji qûna kê ye û ji terikê kê þemitîye û dûre ber bi nêrîyê kol ve gindir bibin. Bi qeþmerîyên were xwe nehetikînin û me jî neqeherînin. Bi her sê navê xwedê ku em hêç bikevin, cîh ji we re li cem xiltan jî namîne.
Temam berxê min, te min anlamîþkir?
Berçavka xwe di qûna xwe û pênûsa xwe jî di a ca xwe ke û xwe bi camêr ke! Ez carek din qeþmerînin bi vî rengî li dora te nebînim yan na ezê bi ser te û qewmê te de bimîzim, bibeliqînim…
23/08/2007-Mêrdîn
----------------
XWE BAÞ BÝRÝCÝMÎNÝN LOO!
Wele yabo camêran DTP jî kedî kirin. DTP ji AKP û MHP ê bêtir Mîsak-î quzilqurt diparêzin. Roja ku berê xwe dane Enqerê û vir de tew nema kes wan nas dike kuro! Bi hersê navê xwedê, ne ji wê tirkîya wan î hetiketîkokî be tew mere nizane Kurd an Kurdîstanî ne. Çiqas xwe vediþêrin jî kiras li wan rûnanê. Hema qey çenikî xwe tevdidin, ji sed metroyî kovikên wan bang dikin, xwe dilewitînin. Em jî bi van re dihetikin. Xwedê heqê vî miletê nizan û xizan ji we re nehêle rebbî!
Ahmedê me yî TÝRK, bi wî paþnavê ku min dîyarî wî kiribû qayîl nebû. Camêr di daxûyanîya xwe de bi zimanekî dirêj û fezelyayî ne eyb û ne fedî tilîya xwe li min kilomilo kir û got: ‘Carek din divê tu vî paþnavî li tu deran nîne ser zimanê xwe. Ýja Netirk çî ye? Ez hur Tirk im û heta lawê Tirka me. Li ser qayîþ û qicixa we jî re, ji îro û pêve navê jina xwe jî ezê bi Tirkan kim. De were qebûl nekin ha, min di we kirno!’
Tiþtê ku ez dizanim, yên ku dibin Tirk, terikên wan nema radibe û qûnek dibin. Bi çî xwe û bi çi hawî tê di me ke, di serê min û civakê de zirnixtepirsek e. Bi serê min û we law, çêr û xeberên Bulent Ersoya nermik û qûn germik çawa ji bo min mîna bayê xerbî tê û hênikayê bi xwe re tîne, çêr û xeberên Ahmedê wan î Tirk lawê Tirk jî eyn bi vî rengî ye ji bo min. Ne xwe pê biêþînin û ne jî ji wî re bikin qebhet. Jixwe qebheta mezin rûniþtandina li ser koka qewmê xwe ye. Ew jî carmêlkî li ser rûniþtîye û tu kes jî jê re nabê yor yor tu çi dikî!!!
Sirrî Saqik, birê Þemo, Þemoyê ku me da ber Hemo, Hemoyê bavê Brahîm, Brahîmê tê naskirin bi navê Dembor. Berî ku wûn bibên de îja Dembor kî ye û ji ku ye, ez pê de werim ezbenîno. Dembor birê Esmera jina Mehmedê Os e û Mehmedê Os jî dijminê qîzê temenkin û qûn beroþ e. Wûn bi qedrê xwedê dikin law kevirekî bi ser din û biterikînin lo! Dê serî li min bu dahola Heynderê aþiq. Ez Sirrî Saqik þermezar û qûna wî jî dax dikim.
Camêr ew jî fentezî bûye. Weke nerîyê kol xwe dibixudîne. Tew roja ku telewîzyonên tirk ew parlamenterê herî karîzmatîk hilbijartin û vir de þûr nema simbêlê wî dibire. (Simbêl tuneye heta þûr bibire law! Guh medê bira hevok pê biseyine loo! Ma ku simbêl hebaya jixwe qala çûna xwe û maça tirkî nedikir, we xwelî li serê min kirno!)
Bi telaqên þoreþgerên kevn êdî efendîyê me yî karîzmatîk Sirrî þipîya dibeliqîne. Dibê ez li vir û xelîfe li Bexdê. Jixwe hayê wî ji Bexdê hebaya qal û behsa Bexdê nedikir.
Erê yabo erê, pîyê xwe di pîyê jina xwe rake û zar û zecên xwe jî bi tengala xwe din, heryekî/ê alek tirko jî di dest xwe xin û berê xwe bi Stenbol Olimpîyat Stanyûmî vekin. Haa! Berî jibîrkirinekê, her bi avêtina xolekê divê wûn li hundurê qamerayê binerin û tilîyên xwe yî navîn ji Kurd û Kurdîstanîyan re nîþan bidin!
Sebehat Tûncel a ku me bi serê wê sond dixwar, tew dar ji binî de birî û qeþmerê bavê xwe bir li paþ kerê sekinand. Hema qe qeþmerê bavê wê pesnê Misto û jina Misto nedida law porkurno! Vê janbiserîketê xwe û me tevde hetikand gidîno!
Ji me derew law, rojnemevanê Lotikxanê Cemîlê Devliken ragîhand me ku Sebehat xanima me yî di girtîgehê de hatibû hilbijartin, dil xistîye Misto û dibê hezar heyf ku ez di pêvajoya wî de nejîyam. Ji ber vî hawî jî ez gelekî xelîl im, bibore, xemgîn im.
Wekî din jî, pesnê qaltaxa Latîfe û rêbera pantirkîstan dêlika Halîde Edîp Adivar jî dide. Rast derew, dibên bandrola herdu qaltaxa zêde zêde li ser xanimoþka me çêbûye.
Navê veya jî sîyaset e. Weyle ku min di hundurê were sîyaset de mîstî, erê weleh min di hundurê were sîyaset de mîstî! Navê veya ne sîyaset e birano, xûþkno; navê veya alastina qûna ye navê veya alastina nav niga ye!
Jixwe hewce nake em qal û behsa Aysel xanimê bikin. Wek mirîþka gêj lê hatîye. Nikilê xwe ji nav gû dernaxe. Noþîcan be xuþkê!
Hîna me qûna Akin Bîrdalê xwe nedîye. Navran di dest de digere. Ku þelwer jê þemitî xwedê ji min û wî jî re mezin e law!
Yên din jî hîna cahil in. Mîna mozîkên dû qunên ciwanga ew jî li dû qûnên Ahmed û Sirrî zîz dibin. Ewê nuha xwedê li min û wan jî bêbe rahmê, qet meraq nekin!
Mego qey me cebeþên Dî