Lotikxane

Destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane
MHP î Bestamî Kiliç (ê ku xwedêgiravî PKK î yan ew revandibû û bi trimbêla wî li Hatayê 4 polîs kujtibûn) endamê JÎTEM û îxtîxbarata artêşê derket.  Li gora ku hinek rojnameyên Tirk belhgeyên ji baregeha eskerî ya Hatayê bi dest xistine, derketiye holê ku berî kujtina 4 polîsan bi demek pir kurt, Bestamî Kiliî û sê endamên artêşê hevdu dîtine, şêewr û mişêwrên xwe danîne û piştrî 5 deqîqeyan jî Besamî Kiliç rastî PKKî yan hatiye. Piştre jî êrîşî polîsan hatiye kirin, 4 polîs hatine  kujtin û PKK jî ev kiryar girt ser xwe, xwedî lê derket.

Çapemenîya Tirko bi şeş telaqan sûnd dixwin ku kurê dêlê Bestamî Kiliç endamê îstîxbarata artêşê ye û îfadeya ku wî di derbarê revandina xwe de dane ne rast in, vîr û derew in û di kujtina wan her çar polîsan de jî tiliya JÎTEM û îstîxbaratê heye.

Dibêjin piştî kujtina polîsan, 3 kes wek qesasê polîsan hatine girtin û xelkê Hatayê dane lotik û zîtirkan û dest bi êrîşa ser Kurdan kirine, provokasyonek heywankî dest pê kiriye û ev jî lîztikek ji lîztika Ergenekon, JÎTEM û Kemalîstên dolheram e.

Ez serê we neteqînim, destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Wek mirîşka gêj li me hatiye ellawekîl.  Em hew zanin kî PKK ye, kî JÎTEM e. Kî Ergenekon e, kî bi kê re ye. Ji bo beravêtina referandûma Kasimpaşalî Receb çi ji destê kê tê dike û xelas.

Ê min bi xwe destê min di bêrîka min de ye cîgerim, îcar destê kê di bêrîka we de ye hay ji xwe hebin û hûn sax…

Kurdistan

Ev nivîs 21 carî hatiye xwendin

Cubbelî got: „Qiyamet nêzîk bûye!“
Piştî provokasyonên li bajarê Înegol û Dortyol a Hatayê, herkes ji xwe re fala qereçîyê vedike û texmînên xwe dibêje. Ma Cubbelî Ehmed efendî ji civatê kêm dibe?

Cubbelî Ehmed efendî yê ku li Tirkiyê têra xwe qûnalêsên wî hene, di derbarê bûyerên li Înegol û Hatayê de dîinên xwe anîn zimên û ji çapemenîyê re behsa hedîsan û qiyametê kir.

Rojnamevan jê dipirse:“Yaw cîgerim, yanî tu dibê bûyerên li Înegol û Hatayê nîşana roja qiyametê ne?“

Ew jî rîha xwe ya nîv metro difirkîne, serê xwe dihejîne û dibê:“Di filan hedîsê de dibêje ku wê dema fitne û fesadîyê bê. Aha ev dem hatiye û li gora min bûyerên Înegol û Hatayê nîşana alameta roja qiyametê ne“ filan û fîstan.

Lê ya balkêştir ku cubbelî begefendî doxînê li Kurdan jî sist dike, bala wan dikşîne û dibê:“Olan oxlim, mesele ziman be hûn zimanê xwe diaxivin, kesî devê ne ne dirûtîye. Hûn dibin serokkomar, wezîr û kizîr. Ma hîna hûn çi dixwazin ha?  Ma hûn doza îmana me li me dikin babam?“ û dide bin dûvê Kurdan.

Cubbelî virrek efendî dibêje ku parçekirina Tirkiyê xeyal e û ji xwe pir şerm û eyb e ku Kurd doza welatekî cuda bikin filan û jehr û ziqûm.

Îcar ka hûn bêjin gelî xwendevanan:

Gelo provokasyonên li Înegol û Hatayê alameta roja qiyametê ne yan na?

Stenbol

Ev nivîs 14 carî hatiye xwendin

DE VÊCAR PEYA HERE
Camêrek ji Gevera Hekariyan diçe Stenbûlê. Li Stenbûlê di demek kurt de

gelek dewlemend dibe. Ji bo ku dewlemendîya xwe nîşanî mirovên xwe bide,

ji xwe re tirinbêlek BMV modela herî dawî û nipûnû dikire. Pêncerên xwe

vedike ku  ber bi Geverê bi rê keve, zirkêtkek (kermozek) dikeve tirinbêla wî.

Yê Geverî bi vê yekê diqehire, hema zû bi zû camên penceran hildide jor û qilîmayê

jî vedike da ku zirkêtik nêzîkî wî nebe û pê li gazê dike.  Heta bajarê Wan ê penceran

venake. ( Heke di rê de muhtacîya wî bi tiştekî heb ajî hema zû derdiket û derî digirt).

Li bajarê Wanê  caman tîne xwar û ji zirkêtkê re dibêje: ” Te dixwest tirinbêla min qirêj û (gemarî) bikî ne, dê bixwe. Min tu bi suwarî anî heta vir. De vêcar peya here Stenbûlê ca hişê te bê serê te min di te kirêêêêêêê!”

Ev nivîs 11 carî hatiye xwendin

MEWLEWÎ Û BEKTAŞÎ
Yê mewlewî (peyçûyên Mewlana) û yê Bektaşî rojekê li cihekî bi hev re sohbetê dikin.

Bektaşî ji mewlewî re dibê: “ Hûn îbadeta xwe çawa dikin?”

Mewlewî: “ Em dibêjin Aallaaaaaah û difitilin”.

Yê bektaşî dibê: “ Ku me got allaaaaah em êdî hew difitilin”.

Di van heyaman  de apaçîyan dîsa wek salên 1998-99 an dest bi êrîşan kirine û ji her kesên ku  ne li gel wan in dibêjin xayîn, cehş, xwefiroş, hevalên dewletê, AKP ê û hwd.

Ka em hinekî paşde biçin û bi çend mînakan binêrin bê ka qûna reş û spî çawa derdikeve holê.

Berî 1980î wan digot: “ Kurdistana sosyalîst, serbixwe û yêkbûyî

Me digot:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Ew derketin Surîyê û gotin: “Federesyona Rojhilata navîn”.

Me dîsa got: “ Kurdistana serbixwe û yekbuyî, yan Kurdistan yan neman”.

Hatin Romayê gotin: “Em li Enqerê bûn rêxistin, li Kurdistanê bûn partî, çûn rojhilat bûn artêş, hatin Ewropa emê bibîn dewlet”.

Me dîsan got: “ Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Çûn Tirkiyê îcar gotin: “ Demoqiratîk cumhurîyet” û pesnê Kemalîzmê dan.

Paşê jî gotin:” Ne kurdistan , ne federasyon, ne otonomî , tenê nasname zêdeyî serê me ye”.

Me dîsan got:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”.

Niha jî dibêjin:” Heke dewlet zorê bide me, emê bibêjîn otonomî”.

Em dîsa dibêjin: “ Kurdistana sebixwe û yekbûyî , yan Kurdistan yan neman”.

Bi kurtî ew çûne kîderê wek gumgumokan rengê axa wan girtin û wek mewlewîyan gotin:” Allaaah” û ji merc û xîmên ku ji xwe re danîn fitilin.

Me jî wek  wek Bektaşîyan carakê got:” Kurdistana serbixwe û yekbûyî, yan Kurdistan yan neman”  û em her li ser ya xwe man.

Vêcar gelî xwendevanan,  hûn destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bibêjin bê ka kî layîkî wan gotinên ku ew dibêjin e?

Ev nivîs 13 carî hatiye xwendin

Ev nivîs 12 carî hatiye xwendin

QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
Sêwasîyan jî bi serketina taxima Sêwas sporê ji xwe re navek dîtin, “ yîxîdo (yiğido) “. Her hefte, heçê kesên qe ji futbolê nezan û bêfêm in jî dıçûn pêşbirk temaşe dikirin. Zaraveyê  Sêwasîyan jî  li gor Tirkê din gelek qebe ye.  Gava dipeyivin tu dibê qey mîrkutan li nav serê meriv dixin.

Di pêşbirkê de wextê pozîsyonên hêrîşê ji bo golê çêdibûn, bi xiroş digotin “ haydi vur, haydi gol at  ( de lêxe, de golê biavêje) “ Gava lîstikvanan  dijraberê rêzikan tiştek bikirina, faûl bikirina,  kizîr (hakem) li tûtikê dixist. Ev tûtika kizîr ku li dij Sêwas sporê ba temaşevanan  bi dijûn (çêr) an bi peyvikên neçê û qebe berteka xwe nîşan dikirin.

Sêwas spor wexta ji bo gol avêtinê hêrîş kir, faûl çêbû, lê kizîr nedît û lîstikê dewam kir. Yixîdoyê qerase, şewqeyê wî şeş koşe rabû pîya deng li kizîr kir, bi dengekî bilind û bi hêrs got: “ Ûlan hakemmm ! Hakemmm ! Gozin gotinde mi, gormiyorsun ûla pezevenggggg ! (kizîrrrrr! Kizîrrrrr ! Ma çavê te di qûna te de ye, qey tu nabînî lo qewaddddd).  Werhasil..

Cewrikên dêleguran dîsa li Înegol’a Bursayê, li Dortyol’a Hatayê êrîşî Kurdan dikin, ne kizîr û ne jî xizir li tûtikê naxin ! Li ser serê Kurdan xirmîn û gurmîne, kesekî ku li tûtike bixe tuneye mixabin. Çavê wan di qûna wan de ye, kes we nabîne. Bi vê rewşê ser erd û bin erd jî govenda xiringîyê dilîzin. Ji wan re gog hat ber kaşoyê, ma wê çima kêf nekin….

Hawarrrr hey hawarrrr!

Kurdino, rabin çeqel û çuqelên ku dor li we girtine wek gurê dev bi xwîn biqewirînin, ji bilî we dostê we tunene bizanibin. Yan çavê we jî di qûna we de ye ku hûn hîna jî rastîyê nabînin ?!

Ev nivîs 14 carî hatiye xwendin

Ev nivîs 208 carî hatiye xwendin

Apo apo apê me, tu yî Beşîkçî yê me!
Hem di nav Tirkan de û hem jî di nav Kurdên bakur yên îro de kêm kes wek Îsmaîl Beşîkçî gunikreş derdikevin. Boxê berana, insanê insan, heqparêz û Kurdperestê Tirk Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, dîsa raserî lotik û neinsanetîya sawcîyên dewletê hat. Lê apê me, apê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî, wek hercar serê xwe ji sawcîyên dewletê re xwar nekir, dîsa got “Kurd”, dîsa got “Kurdistan”.

Kuro bela piranîya serok û  siyasetmedarên me xulamtîya ferek gunikê te bikin apê Îsmaîl! Ez bi serê te kim tu kurê bavê xwe yi, te şîrê helal mijtiye û hew.

Çima ku di nivîsek xwe de li ser mafê çarenûsa gelê Kurd nivîsandibû, sawcîyên dewleta virqo dîsa bela xwe li apê me Îsmaîl Beşîkçî xistin û doz lê vekirin, ji 7 heta 15 salan ceze jê re dixwazin. Di dema îro de ku pirsa Kurd û Kurdistanê qada navnetewî jî derbas kiriye û gihaye hîm, roj û marsê, sawcîyên dewletê hîna jî wek hespên ku berçavka şevê li ber çavê wan e der û dora xwe nabînin, wek keran kerr û lal in nabihîzin û guhên xwe ji rastîya Kurd û Kurdistanê re digrin.  Di dema ku heta bi serokkomar, serokwezîr, mişk û pisîkên Tirkiyê jî rastîya hebûna pirsa Kurd qebûl dikin, sawcî hîna jî li ser sergoyan ji xwe re bi heftokan û xar û qirûş dilîzin û înkara Kurd û Kurdistanê dikin. Lê apê me Îsmaîl Beşîkçî tirr di wan de kir fissssssssssssssssss, di dadgehê de da bin dûvê wan û dîsa got: “Kurd û Kurdistan heye min di we kirino” û qûş li wan qetand.

Apê me Îsmaîl Beşîkçî ji sawcîyê 11. dadgeha giran re gotiye:

“Dev ji van çîrok û çîvanokên Elî Osmankî berdin sawcî begefendî. Qaşo Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe serok û xwedî gotin. Lê xeyalan nebînin cîgerim, heta Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke nikare tu gûyekî bixwe” û wek mirîşka gêj anîye serê sawcî.

Piştre apê me Beşîkçî, boxê berana, kilê çavê insan û insanetîyetê gotiye:

“ Sawcî efendî, oxlim, parçekirina Kurd û Kurdistanê bûyera herî girîng a Rojhilata Navîn e. Di vê derbarê de mafê axavtinê yê zanîngeh, medya û nivîskara ye. Doz û lêpirsîna sawcîyan ji korkirin û astengkirina ramana azad pê ve ne tu gû ye” û daye bin dûvê sawcîyê dewleta virqo.

Ez serê xwe, we û serê apê xwe Beşîkçî neêşînim, xwezî yekî wek Îsmaîl Beşkçî bibûya serokê Kurdên bakur û hew.  Law serokên me îro daketine xişxişê û Kemalîzmê diparêzin, lê gunikreşê Tirk Îsmaîl Beşîkçî zêdeyî 30 sala ye Kurd û Kurdistanê diparêze û gavekê bi şûnde navêje. Hem jî di ber doza Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe di zindanan de derbas kir haaaa..!

De îcar bêjin qurban:

Ma serokatî ne layiqî Îsmaîl Beşîkçî ye babam?

Stenbol

Ev nivîs 197 carî hatiye xwendin

CEZAYÊ AXAFKÊ
Ebdilayê Şero ê Jîrkî rêya wî dikeve Sowara Xelê (Suwarî Xelîl).  Camêrek Hemkî jî li Sowara Xelê bi tirpanê gîya didûrit (diçinit-diçine) û dike texê (gurz). Ji bo paletîyê jî axafk (mirtoxe) bi xwe re biriye.

Dema çavên wî bi Ebdila dikeve, ji bo ku axafkê nedê, larîka (firax) axafkê dibe di binê texek gîya de vedişêre. Pîştî Ebdila diçe; ew li larîka axafkê digere, nagere, nabîne. Piştî qedandina tirpankirina gîya, wî gîyayî tîne gund dike lowe

( dike kidase – datîne ser hev û bilind dike).

Di navberê de şeh meh derbas dibin, dibe zivistan. Ji ber berberîya gundan gîyayê Ebdila tê sotin. Ebdila mecbûr dimîne pezê xwe bibe Hemkan û (navê gundekî ye ) bide miştê. ( bi heq heta biharê xwedîkirina pez an jî heywanek din)  Li Hemkan xwedîyê axafkê jî li ser lowa gîya ye; dixwaze çend texe (gurz) gîya derxe û bide pez . Dema Ebdila tê nîk (cem) wî û silavê didê, ew jî silava Ebdila vedigire. Çawa şenê xwe li bin texa gîya dide û derdixe, larîka axafka ku şeş meh berê ji Evdila veşartibû ji nav texê dikeve ber pîyên wan.

Herdu bi hevre şaş û maş dibin.

Yê Hemkî ji Ebdila re dibê: ” Dema li Sowara Xelê min tu dîtî min ev larîka axafkê ji te veşart. Ez hindî lê gerîyam lê min nedît. Niha tu hat û va ew jî hat dîtin”.

Evdila jê re dibêje: ” Ma xwedê dihêle yê Hemkî qismetê yê Jîrkî buxwut (bixwe) qesîs!”

Axir diçin mala yê Hemkî wê axafkê germ dikin û bi hev re dixwin. Lê yê Hemkî ji bo veşartina axafkê ceza dide xwe. Pênc pezên Ebdila bê heq (bê pare) heta biharê xudan (xwedî) dike,  lotikek eşîrkî li xwe dixe û xwe bi Ebdila dide azakirin (heq helalkirin).

Vêca wê xwedê heta kengî bihêle Ergenekon û hevalbendên wê heqê me Kurdan bixwin ez jî nizanim. Lê hîvîdarim wê Kurd di vê vepirsînê / referandûmê de larîka ( firaxa) wan ya veşartî derxin holê.

Ev nivîs 149 carî hatiye xwendin

Wê çi şêwirmend jê derkeve, heheyyy!
Birastî ez nema zanim ne bikenim û ne bigrîm. Feqîrê Şemoyê me (Şemdîn Sakik lo) 18 salan li serê çiyan ma, di nav mar û dûpişkan de raza, bi xwarina şorbe û pîvazê virikî bû û dawîya dawî hat ket zindana Diyarbekirê û bi xortanîya xwe şa nebû.  De xwedê ahê wî ji kesî re nehêle rebbî…

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin Şemoyê me raporek ji 40 rûpelî ji Misteşarê Ewlekarîyê Mûammmer Guler re şandiye û pêşniyaz kiriye ku jê re bibe şêwirmend.

Dibêjin Şemoyê me rapora xwe bi hevalê xwe Tûncer Gunay re ji Mûammmer Guler re şandiye, gotiye û bilandiye. Li gora ku nivîskarê rojnameya Takvîm Zafer Şahîn nivîsandiye, Şemoyê me ev pêşniyaz li Mûammmer Guler kiriye.

- Wek rêveberekî PKK 18 salan li herêmê mam. Ez rêyên herêmê wek nava destê xwe dizanim.

- Haya min ji her lîztikên pişt perdê yên li Iraq û herêmê heye. Ez karim vêna bi beşên îstîxbaratê re parve bikin.

- Ez karim bêjim bê çawa êrîş diçin ser qereqolan û îstîxbaratên biyanî çawa bi PKK re kar dikin.

- Di derbarê rêdana Kurd, poşmanî û amadekirina zagona poşmanîyê de karim ji girtîgehê bi telekonferansê agahdarîyan bidim.

- Heger bê xwestin, ez karim wek şêwirmendê Misteşarê Ewlekarîyê jî bixebitim.

Û filan û fîstan…

Dibêjin niha biryar di nav herdu lêvên Mûammmer Guler de ye. Heger Mûammmer Guler bêje „temam cîgerim“, wê Şemoyê me bibe şêwirmendek ji şêwirmendên dewleta Tirko.

Wey weledddd xalê Şemo!

Law ma tu ê vî halî bû cîgerim?

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan:

Gelo em bi halê Şemoyê xwe bikenin yan em bigrîn?

Hûn çi dibêjin?

Amed

Ev nivîs 177 carî hatiye xwendin