Gabar Çiyan

zarathustra@telia.com

Þerê taybetî

û

tedbîr

 

 

Tirkiyê, biryarek e fermî ji bo operasyonên leþkerî li ser xaka pîroz, a Kurdistana Azad da. Gelek kes li ser bersivekê kur dibin: Tirkiyê dê operasyonekê bike, an na?

 

Pirs, ji aliyekî xwe, bi þerê psîkolojîk yê Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê, di kirina þerê psîkolojîk, tehdîtkirin û þantajê de tecrûbeya xwe a dewletî heye, piralî ye. Biryara Tirkiyê, bi helwêsta rast a Kongreya Emerîkayê ve, ku dixwaze Iraq bibe sê parçe, ve girêdayî ye. Armanca xwe: Sistkirin û paþdexistina pêþniyara Emerîkayê li ser pirsa qirqirina ermeniyan e. Pasîfkirina hêzên Emerîkayê, li rojhilata navîn e. Qelskirina dezgeh û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tirkiyê, serê revebirên PKK ê dixwaze û berê hêzên kurda dide hev...

 

Hêza PKK a li baþûr û cihên ku lê ne, sînorên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gelek xeteran diparêze. Helwesta rêvebirê PKK ê Murat Karayilan, ji bo têkiliya bi rêvebir û parastina Herêma Kurdistanê, erênî ye...

 

Herêma Kurdistanê, ji gelek awiran ve, dezgehên xwe yê dewletî ava dike. Hejmarek dewletên mezin, konsolosxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin. Arteþa Kurdistanê, roj bi roj bi hêz dibe û dibe artêþek e modern. Ev yek, ji aliyê Tirkiyê ve tê raçavkirin. Tirkiyê, ji PKK ê bêhtir, pêþketina li Herêma Kurdistanê ji xwe re xeter dibîne û gelek caran îndîrek be jî, wê, muhatabê xwe dibîne. Divê alî neyê jibîrkirin.

 

Pirsa giring ev e: Em çi bikin ku, Herêma Azad a Kurdistanê biparêzin?

 

Di demên wisa hesas de, girtina tebdîran, destpêka têkçûna planên neyaran e. Mirov dikare, di destpêkê de çend gavên esasî bavêje:

 

- Sûriyê di serî de, beþek ji erebên li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, bi biryara Tirkiyê kêfxweþ bûne. Ev yek derdixîne holê ku, erebên nasyonalîst, ji kurda re xeter in. Lewma sînorkirina hejmara ereban li Herêma Kurdistanê, raçavkirina wan, û xurtkirina sînorê Kurdistanê yê li ser sînorê ereb û tirka, pirsek e giring e.

- Divê têkiliya turkmenê li Iraqê bi kurda re, ji nû ve û bi þêweyek e sîstematîk bê raçavkirin/nirxandin. Têkiliyên dostanî, bê xurtkirin. Lîstikên Tirkiyê li ser turkmena, bê sînorkirin.

- Hêza asayiþa Herêma Kurdistanê, ji destê partiyên netewî bê derxistin. Asayiþ, bê netewî kirin û bi þêweyê herî modern ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê organîzekirin.

- Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal Talebanî di beyana xwe a dawî de qala 4 ûs anku navendên leþkerî yê Tirkiyê li ser xaka Iraqê kiribû. Pir giring e ku, hêza Tirkiyê a li Herêma Kurdistanê bê sînorkirin. Çalakiyên wan bêne raçavkirin. Hejmara hêza Tirkiyê li Iraqê û Herêmê, gav bi gav ji holê bê rakirin.

- Her konsolosxaneyekî Tirkiyê, weke navendek e îstîxbaratê kar dike. Vekirin û pirkirina konsolosxaneyên Tirkiyê li gelek deverên Iraqê û Herêma Kurdistanê, dikare were rojevê. Sînorkirina balyozxaneyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, pirsek e giring e.

- Mixabin e ku hejmara dezgehên perwerdekirinê yên "turkî îslamî", li bakur û baþûrê Kurdistanê pir zêde dibin. Mentalîta îslamiya kurdî a Ehmedê Xanî, cihê xwe dide a turkî îslamî anku a Fethullah Gülenî ûhwd. Li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê hejmarek mezin dibistanên turkî îslamî hene. Ew li hemberî alfabeyek e yekgirtî a kurdî, tîpên erebî diparêzin. Bi vê yekê, rê li ber tîpê latînî digirin.

Pir eþkereye ku, îdeolojiya turkî îslamî, li pêþiya zimanek yekgirtî, hizirkirina bi kurdî, Kurdistanek e azad û demokratîk, û pir rengbûna Kurdistanê ji awira çand û olî ve, xeterek pir mezin e.

Divê programa perwerdekirina xwendevanên kurda li dibistanan, netewî be û ew ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê amadekirin û raçavkirin. Sînorkirin û ji holêrakirina dezgehên perwerdekirinê yên turkî îslamî, xebatek e pir giring e.

- Nirxandina sîstematîkî ji awira berjewendiyên netewî li ser têkiliyên aborî bi Tirkiyê û welatê cînar re, pirsek e giring e.

- Parastin û raçavkirina mafê mirovan li Kurdistanê pirsek e giring e. Divê neyê jibîrkirin ku, xeletiyên Hikûmeta Herêmê li ser pirsê, ji neyaran re dibe navgînên dijayetiyê.

- Ji bilî Xabûrê, vekirin û peydekirina deriyên alternatîf, pirsek giring e.

- Tirkiyê, pêþerojê, ji operasyonên artêþî bêhtir, dê giraniyê bide çalakiyên terorî, yên li derveyî sînorên xwe. Çalakiyên wan, dê ji êrîþên taybetî û sînorkirî pêk were. Ew dê çalakiyên xwe, bi rêya endamê îstîxbarat û tîmên taybetî bide kirinê.

Pir giring e ku, rêvebir, dezgeh û hêza PDK, YNK û PKK ê þiyar bin. Hevkariya xwe a îstîxbaratê kur bikin. Ne li benda wê bin ku, êrîþ were ser wan. Lê ew, cî û kesên bi þik û þûphe diyar bikin û mafê jiyanê li ser xaka Kurdistana Azad ji wan re nehêlin.

- Avakirina dezgehek e hiqûqî pêwîst e. Ew dê Tirkiyê û welatên cînar ji awira "îhlalkirina sînorê Herêma Kurdistanê" û "çalakiyên wan yên terorî li Herêma Kurdistanê" raçav bike û raporan amade bike. Dezgeha hiqûqî dikare, îhlalkirina sînoran û çalakiyên wan yên terorî bîne rojeva dezgehên navnetewî û hwd.

 

Divê mirov ji bo þerê psîkolojîk û yê fîzîkî jî amade be, tedbîrên mirov hebe. Tedbîr, dermanê êþa rûhî ye. Ew tirsê dixe dilê nayaran û jiyanê li wan dike dojeh.

 

Pirs giring e û dem hesas e. Di demên wisa de, xurtkirina yekîtiya netewî pir giring e. Xwedî derketina li rêvebir, dezgeh û xaka welatî, helwestek û kirinek e pir pîroz e.

 

 22/10/07

 

 

Nivîsên berê

 

Human Rights

û

PDK & PUK

 

 

Human Rights Watch-HRW bi çavdêrî û lêkolînên xwe yên li ser mafê mirovan tê nasîn. Di 1978 an de ava bûye. Di destpêkê de giraniya xebata xwe li ser Soviet û alîgirên wê bû. Paþê berê xwe fireh kir û bû dezgehek e navnetewî. Navenda xwe li New Yorkê ye. Raporên xwe ji aliyê pisporan ve tê amadekirin û çavkaniyên xwe pir xurt in. Lewma lêkolînên wan ji aliyê Yekîtiya Netewan-UN, Yekîtiya Ewropa-EU, dezgehên Emerîkî û welatên din ve cidî têne girtin.

 

Rapora nû a di bin navê "Hêzên Ewlekariya Kurdistanê îþkencê li girtiyan dike" di meha temûzê de bi dawî hatibû û berî niha hate belav kirin. Beþek ji raporê wisa ye:

 

Hêzên Ewlekariya Kurdistanê, li girtiyên ku di bin çavan de ne îþkence û miameleyên nebaþ dikin. Daxwaziya me ji Hikûmeta Herêmê ew e ku rê li ber îþkencê bigire. Pêwîst e rêvebirên kurda di çarçoveya standartên navnetewî de kêmasiyên xwe ji holê rakin û mafê dadgehkirina girtiya bi þêweyekî adîl (li gorî heq û hiqûqê/ bi edalet) biparêzin.

 

Rapora bi navê "Înkarkirin û pêlkirina mafê dadgehkirina adîl û kirina îþkencê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Kurdistanê"ê ji 58 rûpelan pêk tê. Rapora HRW îspat û delîlek e pir mezin e ku, hêzên ewlekariyê gelek caran û bi þêweyekî sîstematîk ji girtiyan re ne baþ in û mafê wan yê dadgehkirinek e bi edalet li ber çavan nagirin. Rapora HRW piþta xwe dide hevdîtina zêdeyî 150 kesên girtî û lêkolîna xwe a li Herêma Kurdistanê.

 

HRW, xemgînî/þikên xwe ji Serok Mesûd Barzanî re û rêvebiriya Herêma Kurdistanê re anî zimên. Barzanî, ji bo serdana girtîgehên navendî û kontrolkirina wan, komîteyek ji endamên hikûmetê da ava kirinê.

 

Dîtina Dîrektora Giþtî a HRW, þaxê Rojhilatanavîn Sarah Leah Whitsonê li ser pirsê wisa ye: Hêzên ewlekariyê bi þêweyekî sîstematîk û bê westan îþkencê li girtiyan dikin. Rêvebirên kurda ji bo ku li girtîgeha rewþê baþ bike û rê li ber îþkencê bigire çend gavên erênî avêtin. Lê ji bo rawestandina îþkencê tedbîrên hene têr nakin. Pêwîst e hikûmet, berpirsên miameleyên nebaþ ku ew kes di zindan û navendên raçavkirinê de wezîfedar in, ceze bike.

 

PDK û PUK li Kurdistanê du partiyê sereke ne/ bingehîn in. Her yek ji wan hêzekî xwe yê ewlekariyê û taybetî, bi navê "Asayîþ"ê heye. Hêzên asayiþê yên PDK û PUK ê bi Wezareta Karê Navxweyî a Hikûmeta Herêmê ve ne girêdayî ne. Ew bi þêweyekî serbixwe û di navendên girtîgehên xwe de kar dikin. Di girtîgehên wan de bi sedan kesên girtî hene. Gelek ji wan bi terorîzmê têne sucdarî kirin.

 

HRW, li navendên asayiþê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Mirovên Girtî di dema hevdîtinê de anîne zimên ku, hêzên asayiþê bi copên (doqik) hesinî îþkencê li wan dikin. Ew demek e dirêj di bin zordestiyê de dimînin, çend rojan çav û destên xwe girêdayî têne hiþtin. Girtî wextek e zêde di hucreyan de têne tecrît kirin (îzole). HRW di serdana xwe de tesbît kir ku, di girtîgehan de hejmarek bilind mirovên girtî hene û paqijiya wan deveran xirab e.

 

HRW di dema çavdêriya xwe de derxist holê ku, kesên hatine girtin mafê xwe û prosesa hiqûqî tune ye (girtiyên bê demî ne), mafê xweparastina li dijî girtina xwe (itiraz) û dadgehkirinek e bi edalet tune ye. Rêvebirên Kurdistanê sucê girtiyan diyar nakin û îcazê nadin girtiyan ku ew, malbata xwe û parêzgerê xwe bibînin. Kesên girtî îfadeyên xwe ji aliyê darazdêr ve nayêne girtin û ew di demek e makul de nayêne dadgehkirin. Çi dezgehek e fermî tune ye ku kesên girtî pirsên wisa li wir bînine zimên...

 

HRW tesbît kiriye ku, rêvebirên (wezîfedar) kurda ji bedêla (di þûna) "kesên ji sucê terorê têne lêgerîn" de, xizmên wan weke rehîne didine girtin. Ji aliyê din, girtiyên ku cezeyên xwe bi dawî hatine, di dema xwe de nayêne azad kirin, ew li ser sedema berdewama zîndanûbûn û rewþa xwe çi tiþtekî nizanin.

 

Li gorî Whitsonê, pêwîst e birêbirên Kurdistanê, an sucê girtiyan diyar bikin an jî wan azad bikin. Giring e ku kesê girtî li dijî girtina xwe, mafê xwe û parastinê hebe, sedema girtin û sucên wan, ji wan re zû bê gotin û ew bi þêweyekî adîl bêne dadgehkirin.

 

Di temûza 2006 an de Parlementoya Herêma Kurdistanê qanûna li dijî terorê pejiranibû. Li gorî qanûnê çalakiyên terorî suc e. Lê qanûn, rewþa girtiyên kevin diyar nekiriye. Ji ber ku di nava girtiyan de kesên ji aliyê hêzên Emerîkî û Iraqê ve hatibûn girtin hene.  Li gorî Whitsonê, pêwîst e rêvebirên kurda, rewþa wan girtiyan ronî bikin. Komîteyekî serbixwe bide avakirin ku li ser dosyayên wan kur bibin.

 

Divê em bêjin ku, di dema amadekirina vê raporê de hevdudîtinên me û rêvebirên Kurdistanê bi rêk û pêk derbas bû. Hevkariya di navbêra me û rêvebirên PDK û PUK ê erênî bû. Hem PDK û hem jî PUK ê rê vekirin ku em xwe bighêjînin navendên girtîgehên asayiþê. Ji bilî vê, rêbevirên asayiþê, midûrên girtîgeha, þewirmendên hiqûqî û kesên berpirsiyar alîkariya me kirin. Rêvebirên Kurdistanê li ser þik/xemgînî/kêmasiyên di raporê de bi awayekî cidî radiwestin. Rêvebirên asayiþê, sala derbasbûyî rewþa girtiyan ji nû ve kontrol kirin, gelek kesên ku di dema xwe de nehatibûn dadgehkirin, berdan.

 

Em bi erênî li hevkariya rêvebirên Kurdistanê dinêrin. Lê ev hevkarî têr nake ku li girtîgehên asayiþê rewþa girtiyan baþ bibe. Hevkarî dê çi caran cihê pêþniyara me negire. Avakirina komeke serbixwe pêwîst e ku, prosesa girtiyan a lêpirsinê û pirsgirêka wan a hiqûqî çareser bike...

 

***

Rapora Dezgeha Mafê Mirovan, bi gelek zimanan li tevayê cîhanê belav bû. Di raporê de vekirî xuyanî dike ku, serok û birêvebirên PDK û PUK ê li dijî îþkencê ne û dixwazin pirsê çareser bikin. Lê endamên di asayiþê û girtîgehan de wezîfedar in, hayê xwe ji mafê mirovan tune ye, li ser mafê girtiyan yê hiquqî û birêvebirina girtîgehan, zaniyariya wan kêm e. Mafê dadgehkirinê ji xwe re nakin derd. Xebatkarên asayiþê, yên girtîgeh û dadgehên Kurdistanê, raporên navnetewî, rexnekirina kurda û rêvebirên kurda nabînin, an jî naxwazin bibînin...

Divê ez Hikûmeta Herêmê þiyar bikim ku, pirsa girtîgeha û îþkencê îndîrek diçe ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Di rojnameya "Sesam" a swêdî hejmara 26 ê  îlonê de, kurdekî penaber li ser pirsê wisa nivîsî ye: ... Bûyera me naskirî ye û Human Rights li ser nivîsî ye. Li Herêma Kurdistanê pêlkirina mafê mirovan bi þêweyekî pir cidî pêk tê. Ez dixwazim pirsê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê...

 

Pirs cidî ye. Beyanên niwênerê hikûmetê têr nake ku rê li ber îþkencê û raporan bide girtinê. Çend gavên bi biryar dikare barê Hikûmeta Herêmê sivik bike:

- Pir giring e ku, serokatiyên PDK û PUK ê hevkariya xwe xurt bikin. Weke partiyên demokratîk, rê ji reforman re vekin. Berpirsiyariya asayiþê û girtîgeha bi tevayî bidine Hikûmeta Herêmê, anku Wezareta Karê Navxweyî û Wezareta Edaletê. Hikûmeta Herêmê pirsa perwerdekirina personelên girtîgeh, ewlekarî û dadgehan ji awira mafê mirovan ve cidî bigire.

- Pirsa "girtiyên sucê terorê" pisporiyê dixwaze. Pir giring e ku îfadegirtin, lêpirsîn û lêkolînên girtiyên terorê ji aliyê kesên pispor ve bê kirin. Prosesa raçavkirin, lêpirsîn û lêkolînê demek e xwe hebe û daweyên wan di wî wextê diyarkirî de bi dawî were. Kesê girtî mafê xwe û hilbijartina parêzgerekî hebe, parêzgerê xwe bibîne û di wextê xwe de bê dadgehkirin. Girtîgeha terorîstan taybetî be. Navendek ji bo berhevkirina zaniyarî û dokumentan li ser pirsa teror, terorîzm û terorîstan bi þêweyekî modern bê ava kirin...

- Kesên bêsuc, ji ber þik û þûpheyan, bi helwestên kêfî di girtîgehan de bi dirêjî neyêne girtin. 

- Piþtî têkçûna Sadamî li Iraqê û Kurdistanê, ji awira ewlekarî, hiqûqî, avakirina dadgeh û girtîgeha valahiyek çêbû. Prosesa rêk û pêk kirina dezgeh û kêmasiyan demek e baþ girt. Hejmarek ji hemwelatiyên Kurdistanê ji bilî sucên terorê, sucên din kirin. Ew ji ber dizî, birîndarkirin û kûþtina mêran/jinan û sucên din bûn qûrbana hîsên xwe yên xelet û niha cezayên xwe dikþînin.

Mehkûmên me yên wisa pêwîstiya xwe bi efûyek e giþtî heye. Efûyek e giþtî dê germahiyek e xurt di navbêra Hikûmeta Herêmê û hemwelatiyan de pêk bîne. Efû dê gelek birîna derman bike û barê Hikûmeta Herêmê sivik bike...

 

Raçavkirin û parastina mafê mirovan li Kurdistanê wezîfeyekî pîroz e. "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye, pirsê ji nêz ve raçav dike. Li ser pirsê, raporên pir alî tên navenda servicê. Mafê raya giþtî, partî û dezgehên netewî heye ku hayê xwe ji rewþa zindan û girtiyên li Kurdistanê hebe. Ez dê bi hevkariya "Zarathustra News Service" li ser pirsê kur bibim û raporên wisan bi awayekî sîstematîk pêþkêþî we bikim. 

 

 

Ji Serokên bi rêz Celal Talebanî û Mesûd Barzanî r

 

Hêja Barzanî, Talebanî û Endamên Parlementoya Herêma Kurdistanê...

 

Weke hûn jî zanin, ji bo ku li Tirkiyê efûyek bê îlankirin çend roj in beyanên cewaz têne belav kirin. Kevnedîplomatekî Emerîkî jî dîtinekî wisan însanî anîbû zimên. Li Iraqê efûyek sînorkirî jî be ji bo mehkûman hate îlankirin. Lê li Herêma Kurdistanê ji bo efûyekî ku mehkûmên kurda hemêz bike bêdengiya heye berdewam dike.

 

Ji Tirkiyê tê xwestin ku, mehkûm bên efû kirin. Li Iraqê, bi biryara derxistina efûyê dê girtiyên ereb, turkmen, asurî bêne azad kirinê. Lê ji bo efûkirina zîndaniyên kurd li Herêma Kurdistanê çi tiþtek nehatiye gotin/çi agehdarî nehatiye belavkirin!?

 

Bi salan e em bi germî nêzî dagirkêrên welatê xwe dibin. Wan, ew germahî, li me kir dojeh, em pê þewitîn/diþewitin. Þewata wê, gund, bajar, dar û çiyayên me rapêça ye. Ji erd û ezmên ve agir li me barandin/dibarînin. Ne kal, na pîr, ne jî zarok, dilê wan bi pîrekên hamîle jî neþewitî/naþewite. Xwe ji çiya û newalan ve avêtin xwarê qîz û xortên kurd, di çemên kur de fetisîn, di nav pêlên har de winda bûn ji bo ku nekevin destê dijminî...

Neyarên me nizanin merhamet çiye. Giring e ku em jibîr nekin: Ew dixwazin me jî bikin mîna xwe!?

 

Rêvebirên me yek bi yek, beþek li welatê xwe, beþek jî li welatê xerîbiyê. Ji ber destê neyaran, derketin serê çiyan an bûn biyanî. Ji bo azadiyê fedekariyên mezin kirin. Di gel malabata xwe, dost, xizm û þerkerên roja giran ve dest bi þerê azadiyê kirin. Gelek kes winda bûn, þehît ketin an seqet man, bûne êsîr. An jî li xerîbiyê nexweþ ketin û mirin. Neyaran, welatê me li me kir zîndan. Gepa nanê me li me kir jehr. Ne însaf, ne wijdan û ne jî îman. Ne însanetî û ne jî tirsa Xwedê nekete dilê wan.

Divê neyê jibîrkirin! Þerê me kurda ji bo azadiyê bû/ye. Em tî bûn/ne, tiyê azadiyê ne. Û niha girtiyên me pêwîstiya xwe bi azadiyê heye. Divê birêvebirên me, dûhî jibîr nekin, nirxê azadiyê bînîne bîra xwe û mehkûmên kurd ji azadiyê bêpar nehêlin...

 

Pêwîst e em dîroka zindana Amedê jibîr nekin! Ji zarokên xwe re bêjin. Bikin fîlm û romana binîvisînin li ser lehengên kurda. Li ser wan salên ku di reþahiyê de derbas kirin. Ne xew, ne xwarin, ne vexwarin, ne dîtina mirovan, ne jin, ne dêûbav û ne jî zarokan. Mafên wisan qedexe kiribûn. Tenê îþkence kiribûn paya ciwanên kurda, ji bedêla taþtê, firavîn û þîvê. Saet li wan kirin roj, roj bûbûn meh, meh jî bûbûn sal. Peyva "wext, dem, þev û rojê" li wir bê wate bûbû. Xwedayê wir bûbû Esat Oktay. Cendekê ciwanên kurda kiribû meydana ceribandina þêweyên îþkencê û hovîtiyê. Lê kurdên ciwan a xwe kirin yek. Serî dan ji bo ku reþahiya zindanê bikin ronahî. Berxwe dan ji bo pêþerojên ronîtir. Agir xurt bûbû di bedenên zindî de, ji Mazlûman dest pê kir hetanî çaran û rengên me yên din, dîtinên cewaz.

 

Neyaran, Amedê, dilê Kurdistanê li ciwanên me kiribû dojeh. Navê neyaran bi barbarî li cîhanê belav bû. Pir giring e ku birêvebirên welatê me berevajiyê neyaran gavan bavêjin û zindanên herêmê bikin cihê perwerdê, karxane û qezenckirina mehkûman. An bi efûkî zindanan vala bikin û girtiyên kurd azad bikin.

 

Efûkirina girtiyan nîþana mirovahî, hezkirin û mezinahiya dewletekî ye. Mirov þensekî dide mehkûman. Þensekî din, ji bo ku li sucê xwe poþman bibin û weke tevayê hemwelatiyan, ji welêt re xizmetê bikin.

 

Hûn jî baþ zanin ku, dewletbûyîn û mezinantiya birêvebiran ne bi cezekirinê, lê bêhtir bi hezkirinê diyar dibe. Hezkirina hemwelatiyan: Karker, gundî, cotkar, hunermend, nivîskar, dadgêr û girtîyên zindanan... û belavkirina hezkirin û edaletê di nav wan de...

Pêwîstiya girtiyên kurd bi hezkirina we pir heye. Giring e ku ew neyêne jibîrkirin. Merhamet û hezkirina We û Hikûmeta Herêmê ji ser wan kêm nebe. Xebata me tevan ne ji bo cezekirina girtiyan, lê ji bo qezenckirina kesên poþman be.

 

Birêvebirên Welatê Me...

Meha îlonê ji bakur ê welêt re xwedî wateyekî taybetî ye. Bi sedan ciwanên kurda piþtî cunta leþkerî ya 12 ê îlona 1980 î hatibûn girtin û zindanî kirin. Îþkenceya li ser wan ku bi salan berdewam kiribû, di meha îlonê de hatibû plankirin.

 

Meha îlonê destpêka meha ramazana pîroz e. Dema mirov poþmaniya xwe bîne zimên, Xwedayê heq, di vê mehê de tevayê gunehên mirovî efû dike.

 

Û cejna ramazanê li pêþiya me ye, nêz dibe.

 

Di van rojên bi wate de, em li benda gavekî însanî ne. Ku ev gav bi piþtgiriya Serokomarê Iraqê birêz Celal Talebanî û pêþengiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bê avêtin. Pir giring e ku Endamên birêz yên Hikûmeta Herêmê jî li piþt vê gavê rawestin û piþtgiriyê bikin:

 

Derxistin û îlankirina efûkî li Herêma Kurdistanê pêwîst e. Efûkirina mehkûmên kurd li zîndanên Herêma Kurdistanê karekî pîroz e. Gavek e wisan ji gelek awiran ve pozîtîf e û dê bandorekî mezin li ser welatê cîran û cîhanê bihêle.

 

Hêviya me ew e ku hûn rêberiyê gavekî wisan însanî re bikin.

 

 Stockholm

  

Hikûmeta Herêmê û îþkence

 

Ev demek e nûçeyên cewaz li ser rewþa zîndanên Iraqê û yên Herêma Kurdistanê dighêjin destê me. Nûçe, ji dezgehên mafê mirovan, beyanên welatên cewaz û ji Kurdistanê dighêjin "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye. Li gorî îdîa û zaniyariyên dighêjin navenda nûçeyan a Servicê, di zîndanan de îþkenceyekî sîstematîk (rûhî û fîzîkî) heye û mafê girtiyan yên dîtina parêzger, serdana malbatê a girtîgehê û mafê parastina þexsî tê sînor kirin. Kesên zîndanî, demek dirêj li ser þik û þûpheyan ji bo raçavkirinê ûhwd. girtî dimînin...

 

Kesên sucdar ji bo ku bedêla gunehên xwe bidin û xwe ji gunehên xwe pak bikin, tên zîndanîkirin. Sînorkirina azadiya kesan û derbaskirina jiyanekî di navbêra çar dîwaran de, ji malê, dêûbav, jin, mindal, dost û xizman durketî û îzolekirî bi xwe cezeyekî pir mezin e.

Bêwijdanî ye ku kesên di zîndanê de ji bo sucekî, ji bilî cezeyê xwe, her roj bi þêweyên guhertî bêne cezekirin. Kesên girtî, di welatên demokratîk de cezeyên xwe dikþînin, lê ji mafê hemwelatî jî ne bêpar in û li gorî qanûnan mafên xwe bikar tînin. Hovîtiyek vekirî ye ku kesên zîndanî bi hîs û helwestên þexsî û hewildanên li dijî mirovahiyê weke qûrban bêne hilbijartin. Divê bê zanîn ku, zîndan eyneya (neynik) welatan e. Eyne, rastiya dilê mirovî li hemberî girtiyan derdixîne holê. Wêneyê hizirkirina mirovî di helwesta mirovî de dide derve. Rastî dikare di nava hîs, dil û mêjiyê mirovî de bê veþartin. Lê eyne, anku rewþa zîndanan tercumanê hîs, dil û helwesta birêvebiran li welatekî ye. Biryarên birêvebiran li hemberî mehkûman sergirtî namîne û ew kirin dereng an jî nêz derdikevin holê...

 

Peyva "zîndanîkirin, îþkence, mafê dîtina parêzger û a malbata xwe" ji Gelê Kurd re ne xerîb e. Bi hezaran kesên kurd di zîndanan de hatine îþkence kirin, beþek ji wan þehîd bûne û hinek jî seqet mane. Mafê wan û dîtina parêzger, xwe-îfadekirina azad û dîtina malbata xwe herdem bi sînor bûye, an qet nebûye. Pêwîst nake mirov li dîroka zîndanîkirina kurda bi dirêjî binêre. Ya nêz bi nimûneyên piralî li ber çavan e: Hovên mîna Saddam Hisêyn, Kenan Evren û Hafiz Esad kesên girtî winda dikirin. Þopa gelek kesên windakirî îro jî nehatiye dîtin.

 

Hejmarek mezin ji birêvebirên kurda jî di dema xwe de hatibûn girtin û îþkence kirin. Birêvebirên Herêma Kurdistanê bi xwe jî ji ber zilma neyaran derketine serê çiya. Gelek caran dijminên hov, welatê wan, li wan kiribû zîndan.

 

Îro di nava birêvebiriya giþtî a Iraqê de hejmarek kurd hene. Pêwîst e rêvebirên kurd hewil bidin ku rewþa zîndanên Iraqê bê kontrolkirin, tedbîrên pêwîst bêne girtin û rê li ber bêheqiyê bê girtin.

Herêma Kurdistanê jî hikûmetekî xwe heye. Divê vekirî bê gotin ku, qalkirina îþkencê di zîndanên li Herêma Kurdistanê de û îþkencekirina kurda eybekî pir mezin e. SKANDAL E?! Kurdên ku hetanî duhî bi hejarî dihatine nasîn, bûbûn qûrbana îþkence û hovîtiya Sadam, Evren û Esadî îro hatine ser hikûm û zilmê li girtiyan, li kurda, li nijada xwe dikin. Ev yek kirêt e! Ne karê mirovan e! Pêwîst e ev eyba mezin bê dîtin û pirs pir cidî bê girtin.

 

Beyanên niwênerên Hikûmeta Herêmê ji bo îdîa an kirinên wisan têr nake. Li ser pirsê, ji bo "bersivek aqilane ji raya giþtî re" û "amadekirina raporekê ji bo Serok û Hikûmeta Herêmê re" û "çaraserkirina pirsê" pêwîstî bi komîsyonekî serbixwe ku ji hiquknas û endamên dezgeha/ên mafê mirovan pêk tê, heye. Li hemberî îþkencekaran û kirina îþkencê li zîndanan pêwîstî bi qanûnekî hiþktir heye. Pir giring e ku zîndanên me ji çavdariya navnetewî re vekirî bin û em li hemberî îþkencê peymanên navnetewî îmze bikin û cihê xwe di nava welatên pêþketî bigirin.

 

Dema pirs cidî neyê girtin û li Iraq û Kurdistanê neyê çareserkirin dê dezgehên însanî yên navnetewî û welatên demokratîk pirsê bînin rojevê. Ji xwe ji aliyê Wezareta Karê Derve a Fransayê ve sînyelekî wisan li hemberî rewþa zîndan/iyên Iraqê hatiye belavkirin. Bi raporên xwe, Amnesty International-AI jî qala pêþketinên li Iraqê dike...

 

Rewþek wisan, ne erênî ye û diyar e ku dê cî û nirxên welêt û bi teybetî birêvebiran kêm bike.

 

                                                                                         

 Encama Tuðluk ê

 

Di serî de divê ez bêjim ku ez dostê DTP ê me. Hayê wî jê hebe an tune be, ne giring e, lê weke kes û malbat hezkirin û rêzdariya me ji bo Ehmed Türk bûye, heye. Bavê min gelek caran qala dostaniya xwe û rehmetiyê Evdirrehîm Türk kiriye...

Lê hezkirina þexsî û rêzgirtin nikare bibe sedem ku mirov qala þaþîtiyan neke. Ji xwe dostên rastgo, bi rexne, pêþniyar û peyvên xwe yên tehl gelek caran dikarin dilên dostên xwe ji xwe bihêlin. Lê paþê tê fêmkirin ku dostên esîl, ji hevalên þelaf û "kûndîtiya wan ya serxwêr" baþtir e.

Ne tenê DTP ê, ez xwe dostê hêz, dezgehên netewî û xebatkarên medîa kurdî dibînim. Ez wek xebatkarek serbixwe ji yê medîa kurdî, piþtgiriya xebatên wan yên erênî dikim. Pîvana min parastina berjewendiyên netewî ye. Dema þaþitî bên kirin, wezîfeya medîa serbixwe û netewî ew e ku xeletiya wan bîne bîra wan û helwesta xwe diyar bike. Ji li aliyê din jî bi lêkolîn, îstatîstîk û xebatên cewaz alîkariya wan bike. Bê guman weke însan, dikare xeletiya me jî çêbibe, mîna ku em rexneyan dikin, pêwîst e em jî ji rexneyên erênî re vekirî bin.

Li hemberî xeletiyan bê helwêstmayîn ne karê me ye. Rexne û helwesta me, rêyeke erenî û tilînîþandana xeletiyan e, û xwestina guhertina metodên þaþ e, piþtgiriya pêþketin û konaxeke nû ji bo hevkarî û serkevtinê ye... 

 

Wekîlê hevserokê DTP ê Nurettin Demirtaþ diyar dike ku DTP di hilbijartina 2007 an de ne winda kiriye û ne jî serketî ye. Di daxuyaniya xwe de qala kêmasiyên partiyê dike û dibêje ku, ew ê ji bo serastkirina xeletiyan tiþtên pêwîst bikin...

 

Helwêsta Demîrtaþî li hember xeletiyan cihê kêfê ye û bi nirx e. Lê dema DTP, ji hilbijartina 2007 an, ji xwe re paya serkevtinekê derxîne, þaþ e. Ji ber ku îstatîstîkên li ber destê me tiþtekî din dibêjin.

Divê bê gotin ku nirxandina þaþ û xebatên li ser nirxandinên þaþ bêne ava kirin piþtî demekê dê çi sûdan negihêjîne xwediyê/n xwe. Pir giring e ku DTP ne bi berçavka xwe, lê ji awira normên cîhanî ve hilbijartinên 2007 an binirxîne. Hilbijartin ne mîna bilêta milli piyango ye (lotto) ku car carna ne qezencê bide û ne jî xesarê, û ji mirov re "amortî" derkeve.

Istatîstîka ku ji aliyê "Zarathustra News" ve hatiye amadekirin berevajiya nirxandina Demirtaþî derdixîne holê. Îstatîstîka bajarên Amedê, Hakariyê, Mêrdînê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê, Qersê, Mûþê, Rihayê, Wan ê, Batmanê, Þirnexê û Dêrsimê dîtinên Demirtaþ napejirine:

 

Li Kurdistanê (bajarên jimartî) bi qasî 2 824 311 deng hatine bikaranîn. Partiya AK ê, kêm zêde li tevayê bajarên Kurdistanê (%) serkevtinek mezin bi dest xistiye. Dengên girtiye bi tevayî 1 419 406 e. Di navbêra hilbijartina 2002-2007 an de 806 828 deng li yên xwe zêde kiriye. Li Amedê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê û Rihayê bi dengên girtiye û li gorî hejmara rûniþtvanan (%) piþtgirya ku bidest xistiye ber bi rekorê ve çûye. Dema mirov dengên hatiye dayîn bide serhevûdû dê bibîne ku kurda ji % 46.23 dengên xwe dane Partiya AK ê.

CHP û MHP li Kurdistanê ber bi îflasê ve diçin, rengên wan hêdî hêdî winda dibe. Herdu partiyan di navbêra herdu hilbijartinan de zêdeyî 120 000 deng winda kirine. Ev yek nîþan dide ku Gelê Kurd neyarên xwe baþ nas dike û dawiya wan tîne.

DTP ê ji bilî Colemerg û Þirnexê pêve, li tevayê bajarên din deng winda kiriye. Dema mirov dengên winda têxe ser hevûdu dê bibîne ku di navbêra hilbijartinên 2002-2007 an de dengên xwe ji % 8.35 kêm bûne. Ev kêmbûna dengan bi tevayî li dora 170 000 î ye. Ew rastiyekî tîne zimên ku baweriya bi DTP ê kêm bûye.

Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng girtiye. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioðlu, Mesut Yýlmaz, Kamer Genç ûhwd. jî di nav de) ji % 5.20 deng girtine. Li gorî vê DTP dikare tenê qala têkçûnê bike...

Îstatîstîka tevayî ya bajarên Kurdistanê wisan e:

Amed:  Hejmara dengan, di 2002 an de 615 103, di 2007 an de 674 136 e. Hejmara dengên hatiye bikaranîn, di 2002 an de 437 595, di 2007 an de 471 006 e.

Dehap ê, di 2002 an de 236 689 (% 56. 13), DTP ê di 2007 an de 200 747 (% 43. 5) deng girtine. Dengên hatine windakirin 35 942 (-% 12.63) e. DTP, li Kurdistanê dengên herî bilind ji Amedê girtiye. Lê dema bilindbûna dengan (%) li gorî nifûsa bajêr bê hesibandin, Amedê, bajarê 3:em ku bi xurtî piþtgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 67 298 (%15. 96), di 2007 an de 190 313 (%41. 23) deng girtiye. Dengên ku zêde girtine 123 015 (+%25.3) e. Amedê di nav bajarên Kurdistanê de bajarê 3:em ku bi hejmara dengan û bilindbûna dengan li gorî nifûsê (%) piþtgiriya xwe daye Partiya AK ê. 
CHP ê di 2002 an de 24 963 (%5. 92), di 2007 an de 8 884 (% 1. 92) deng girtine. Dengên hatine windakirin 16 079 (-% 4) e. 
MHP ê di 2002 an de 6 415 (%1, 52), di 2007 an de 13 186 (%2, 86)  deng girtine. Dengên zêde bûne
6 771 (+%1. 34) e.

DTP ê li Amedê baweriya bi xwe her ku diçe winda dike. Partiya AK ê pêþ ketiye. CHP ê winda kiriye û MHP ê ji DTP ê bêhtir pêþketin (%) bi dest xistiye.

Colemerg (Hekarî): Hejmara dengan, di 2002 an de 95 937, di 2007 an de 103 150 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 77 662, di 2007 an de 89 284 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 881 (%45. 10), DTP ê di 2007 an de 43 830 (%50.11) deng girtine. Dengên zêde bûne 9 949 (+%5.01) e. Hekarî bajarê 2:em e ku li gorî nifûsa bajêr (%) piþtgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê di 2002 an de 5 115 (%6. 81), di 2007 an de 28 937 (%33. 08) deng girtine. Dengên zêde bûne 23 822 (+%26. 27) e. 
CHP ê di 2002 an de 6 121 (%8.15), di 2007 an de 3 080 (%3. 52) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 041 (-%4. 63) e.
MHP ê di 2002 an de 2 994 (%3. 99), di 2007 an de 1 658 (%1. 90) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 336 (-% 2. 09) e. 

DTP li Colemergê li gorî girtina hejmara dengan hêza 1:em e. Lê ji awira pêþketinê ve (%) piþtî Partiya AK ê tê.

Mêrdîn: Hejmara dengan, di 2002 an de 312 132, di 2007 an de 311 655 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 236 836, di 2007 an de 244 355 e.

Dehap ê di 2002 an de 89 113 (%39. 58) , DTP ê  di 2007 an de 84 021 (%34. 86) deng girtine. Kêmbûna dengan 5 092 (-%4. 72) e. 
Partiya AK ê di 2002 an de 34 716 (%15. 43), di 2007 an de 105 535 (%43.  78) deng girtine. Zêdebûna dengan 70 819 (+% 28. 25) e.
CHP ê di 2002 an de 26 151 (%11. 62), di 2007 an de 16 535 (%6. 86) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 616 (-%4.76) e.
MHP ê di 2002 an e 6 241 (%2. 77), di 2007 an de 3 179 (%1. 32) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 062 (-% 1.45) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP û CHP deng winda kirine, xesara MHP ê hindiktir e.

Agirî: Hejmara dengan, di 2002 an de 210 094, di 2007 an de 218 439 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 153 636, di 2007 an de 165 516 e.

Dehap ê di 2002 an de 51 947 (%35. 06), DTP ê di 2007 an de 37 316 (%22. 86) deng girtine. Dengên kêmbûne 14. 631 (-%12.2) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 26 219 (%17. 70), di 2007 an de 103 362 (% 63. 34) deng girtine. Dengên zêde bûne 77 143 (+% 45.64) e. Li gorî hejmara nifûsa xwe (%) bajarê 3:em ku piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 14 230 (%9. 61), di 2007 an de 4 231 (%2. 59) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 999 (-%7.02) e.
MHP di 2002 an de 7 835 (%5. 29), di 2007 an de  5 988 (%3. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 1847 (-%1.62) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paþê CHP û MHP piþtgiriya xwe piralî winda kirine.

Bîngol: Hejmara dengan, di 2002 an de 119 040, di 2007 an de 133 561 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 94 211, di 2007 an de 113 454 e.

Dehap ê di 2002 an de 19 709  (% 22. 18), DTP ê di 2007 an de 15 330 (%13. 76) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 379 (-% 8.42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 28 198  (%31. 73),  di 2007 an de 79 738 (%71. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 51 540 (+% 39.84) e. Bajarê 1:em ku li gorî hejmara xwe (%) piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 6 998 (% 7. 88), di 2007 an de  4 684 (%4. 20) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 314 (-%3. 68) e.
MHP ê  di 2002 an de 7 801 (%8. 78), di 2007 an de 2 779 (%2. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 5 022 (-% 6. 29 ) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paþê CHP û MHP piþtgiriya xwe piralî winda kirine.

Erzirom: Hejmara dengan, di 2002 an de 458 895, di 2007 an de 451 506 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 346 146, di 2007 an de 373 909 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 291 (%9. 84), DTP ê di 2007 an de 16 878 (%4. 56) deng girtine. Dengên kêm bûne 16 413 (-%5. 28) e. Li Kurdistanê, li gorî nifûsa bajêr (%) piþtgiriya herî kêm daye DTP ê.
Partiya AK ê  di 2002 an de 184 870 (%54. 65), di 2007 an de 251 939 (%68. 09) deng girtine. Dengên zêde bûne 67 069 (+%13. 44) e. Bajarê 2:em ku ji aliyê dengdayînê û li gorî rûniþtvanan (%) piþtgiriya Partiya AK ê kiriye.
CHP ê di 2002 an de 19 495  (%5. 76), di 2007 an de 17 311 (%4. 68) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 184 (-%1. 08) e.
MHP ê di 2002 an de 36 749 (%10. 86), di 2007 an de 50 231 (%13. 58) deng girtine. Dengên zêde bûne
13 482 (+% 2. 72).

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêþ ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Qers: Hejmara dengan, di 2002 an de 176 648, di 2007 an de 170 527 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 126 085, di 2007 an de 125 503 e.

Dehap ê di 2002 an de 23 659 (%19. 58), DTP ê di 2007 an de 16 014 (%12. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 7 645 (-%6. 64) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 20 831 (%17. 24), di 2007 an de 51 625 (%41. 72) deng girtine. Dengên zêde bûne 30 794 (+% 24. 48) e.
CHP ê di 2002 ande 20 227 (%16. 74), di 2007 an de 16 655 (%13. 46) de deng girtine. Dengên kêm bûne 3 572 (-%3. 28) e.
MHP di 2002 an de 14 257 (%11. 80), di 2007 an de 24 493 (%19. 79) deng girtine. Dengên zêde bûne 10 236 (+ % 7. 99) e.

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêþ ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Mûþ: Hejmara dengan, di 2002 de 168 085, di 2007 an de 181 137 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 133 873, di 2007 an de  143 003 e.

Dehap ê di 2002 an de 49 302 (%38. 09), DTP ê di 2007 an de 47 248 (%33. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 054 (-%4. 42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 21 876 (%16. 90), 2007 an de 54 041 (%38. 51) deng girtine. Dengên zêde bûne 32 165 (+% 21. 61) e.
CHP ê di 2002 an de 8 067 (%6. 23), di 2007 an de 4 395 (%3. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 672 (-% 3.1) e.                                                                                                          MHP ê  di 2002 an de 3 999 (%3. 09), di 2007 an de  3 230 (%2. 30) deng girtine. Dengên kêm bûne 769 (-% 0.79) e. 

Partiya AK ê serkevtî ye.      

Riha: Hejmara dengan, di 2002 ande 570 168, di 2007 an de 553 032 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an 444 163, di 2007 an 451 796 e.

Dehap ê di 2002 an de 83 600 (%19. 28), DTP ê di 2007 an de 27 125 (%6. 10) deng girtine. Dengên kêm bûne 56 475 (-%13.18) e.
Partiya AK ê  di 2002 an de 98 331 (%22. 90), di 2007 an de 266 408 (%59. 86) deng girtine. Dengên zêde bûne 168 077 (+%36. 96) e. Li Kurdistanê bajarê 1:em ku bi hejmara dengan piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 42 946 (%9. 90), di 2007 an de 21 502 (%4. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 21 444 (-%5.7) e.
MHP ê di 2002 an de 34 442 (%7. 94), di 2007 an de 24 436 (%5. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 10 006 (-%2.45) e.

Partiya AK ê piþtgiriyek xurt ji rûniþtvanan girtiye. Ji awira baweriya dengdaran xesar li DTP ê, paþê li CHP ê û MHP ê bûye.

Wan: Hejmara dengan, di 2002 an de 341 562, di 2007 an de 414 681 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 268 840, di 2007 an de 313 227 e.

Dehap ê 2002 an de 105 320 (%41. 05), DTP ê di 2007 an de 92 443 (%30. 21) deng girtine. Dengên kêm bûne 12 877 (-% 10.84) e. Bajarê 2: em e ku bi dengên xwe piþtgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê 2002 an de 66 797 (%25. 86), di 2007 an de 163 142 (%53. 31) deng girtine. Dengên zêde bûne 96 345 (+%27. 45) e.
CHP ê di 2002 an de 13 371 (%5. 21), di 2007 an de 12 646 (%4. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 725 (-% 1.08) e.
MHP ê di 2002 an de 8 297 (%3. 21), di 2007 an de 9 918 (%3. 24) deng girtine. Dengên zêde bûne 1 621 (+% 0.03) e.

Dengên bilind gihiþtiye DTP ê. Lê baweriya li DTP ê kêm bûye. CHP winda kiriye. Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. Biçûk be jî pêwîst e qala serkevtina MHP ê jî bê kirin.

Batman: Hejmara dengan, di 2002 an de 201 528, di 2007 an de 213 03 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 152 854, di 2007 an de 161 207 e.

Dehap ê di 2002 an de 70 027 (%47. 10), DTP ê di 2007 an de 61 694 (%39. 01) deng girtine. Dengên kêm bûne 8 333 (-% 8. 09) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 30 654 (%20. 62), di 2007 an de 73 137 (%46. 25) deng girtine. Dengên zêde bûne 42 483 (+%25. 63 e) e.
CHP ê di 2002 an de 10 229 (%6. 88), di 2007 an de 6 059 (%3. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 170 (-%3. 05) e.
MHP ê  di 2002 an de 2 942 (%1.98), di 2007 an de 1 481 (% 0. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 461 (-%1. 04) e.

Ji bilî Partiya AK ê pê ve, partiyên din tev baweriya bi xwe kêmtir kirine.

Þirnex: Hejmara dengan, di 2002 an de 142 173, di 2007 an de 151 874 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 108 530, di 2007 an de 129 040 e.

Dehap ê di 2002 an de 47 567 (%45. 94), DTP ê di 2007 an de 68 198 (%53. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 20 631 (+% 7.63) e. Li gorî hejmara nifûsê (%) bajarê 1:em ku piþtgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 14 512 (%14. 02), di 2007 an de 35 520 (%27. 90) deng girtine. Dengên zêde bûne 21 008 (+% 13. 88) e.
CHP ê di 2002 an de 4 876 (%4. 71), di 2007 an de  8 159 (%6. 41) deng girtine. Dengên zêde bûne 3 283 (+%1.7) e.
MHP ê di 2002 an de 2 979 (%2. 88), di 2007 an de 2 549 (%2.00) deng girtine. Dengên kêm bûne 430 (-%0.88) e.

DTP pêþ ve çûye, bawerî bi xwe aniye. Lê baweriya zêde li gorî pêþketina partiya (%) dikeve paya Partiya AK ê.

Dersim: Hejmara dengan , di 2002 de 57 002, di 2007 an de 55 351 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 42 420, di 2007 an de 43 013 e.

Dehap ê  di 2002 an de 13 437 (%32. 58), DTP ê di 2007 an de 11 515 (%27. 11) deng girtine. Dengên kêm bûne 1922 (-% 5.47) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 2 727 (%6. 61), di 2007 an de  5 275 (%12. 42) deng girtine. Dengên zêde bûne 2 548 (+% 5.81) e. Bi dengên xwe piþtgiriya herî kêm daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 10 144  (%24. 59), di 2007 an de 7 052 (%16. 60) deng girtine. Dengên kêm bûne 3092 (-% 7.99) e.
MHP ê di 2002 an de 4 057 (%9.84), di 2007 an de 2 767  (%6. 51) deng girtine. Dengên kêm bûne 1290 (-% 3.38) e.

Di rastiyê de, li Dersimê baweriya li hemberî partiyan kêm bûye. Bi taybetî piþtgiriya herî kêm ji bo AK ê û têkçûna CHP ê gavekî herî bi wate tê hesêp.

Encam

Îstatîstîk nîþan dide ku DTP di hilbijartina 2007 an de çi serkevtin bi dest nexistiye. Xesirî ye. Dilê xelkê ji xwe hiþtine. Xelk di pratîkê nehatiye qanîkirin ku DTP weke partî li ser pirsên aborî, bijîjkî, þaredarî, hevkariya bi hêzên kurdan re, kêmasiyên navxweyî ûhwd bersiva pêdiviyên wan bide.

Partiya AK ê hedefa bidestxistina belediyên Kurdistanê daniye pêþiya xwe. Hêviya mirov ji DTP û partiyên kurda heye ku ew tifaqekî li ser presîbê rêzgirtina hevûdu û pirengbûna dîtinan pêk bînin. Ji bo berjewendiyên netewî, heza xwe û ya gelê xwe kanalîzeyî cihekî bikin da ku mirov karîbe encamên mezintir û baþtir bi dest bixîne. Divê neyê jibîrkirin ku her belediye dikare rola dewletek biçûk bilîze.

Niha jî îdîayên cewaz dighêjin ber destê çapemeniyê. Li gorî yekî ji wan, "aboriya hinek belediyên DTP ê, ji aliyê hinek kesan ve ji bo berjewendiyên þexsî tê bikaranîn an talankirin". Malê belediyê pîroz e, divê tenê bibe xebat û li bajêr û rûniþtvanan vegere! Pêwîst e ev îdîayên wisan ciddî lê bê kolandin.

Pêwîst e DTP xwe bighêjîne kesên dilmayî û wan bîne nava partiyê. Weke partiyên modern, xwedî programekî hemdem be û li gorî wê programê, bi beþên xwe yên cewaz û aqilmendiya pisporên xwe, xebatê pêþ ve bibe.

Pir giring e ku ki ji bo xurtkirina DTP ê, niqaþa xeletiyên hilbijartina 2007 an û tezekirina baweriyê, birêvebiriya DTP ê, partiyê bibe kongrê û ji wir bi xurtî derkeve. Di kongrê de rê ji endamên xurt re vekin da ku bi birêvebiriya DTP ê bi hizirên rengîn bersiva demê bide.

Piþtî sundxwarina li meclîsa Tirkiyê bi serê "Kemalê li ber dilê Tugluk ê þêrîn û ezîz e", pir giring e ku DTP navenda xwe bi þeweyekî ciddî li Amedê bi cî bike, xebata xwe li Kurdistanê xurt bike. Taktîka pevçûna li meclîsê û rûniþtina li ser kursiyên nerm û germ jibîr bike. DTP, di gel hêzên kurda xebatên xwe ji Amedê bide meþandin. Li ser pirsgirêkên navçê kur bibin û bi belediyan re li çareseriyan bigerin. Ji bo çareseriya pirsên giring, li Amed ê û dema pêwîst be li Enqerê, bi piþtgiriya gelê kurd yên li welat û derveyî welat û dostên xwe yên li Tirkiyê û cîhanê, zoriyê bidin hikûmetê ku gavan bavêje...

 

---------------------

Hogir û Tuðluk

Ez li Xelîl Xemgîn guhdarî dikim. Li Stirana "Ax Hogir Hogir". Dengê wî min bi xwe re dibe, li çiya û zozanên Kurdistanê digerîne:

 

"Erê Hogir Hogir...

Þehîdê me ye Hogir...

Dilovanê ber dilê dayikan e Hogir..."

Hogir navê þervanekî ye. Þehîdek Kurdistanê ye Hogir.

Ew, berdewama vejandina helwêsta Seyid Riza, Þêx Seîdê Pîran û Qasimlo ye...

 

Bi baweriya min, romana lehengên kurda piralî nehatiye nivîsîn. Fîlmê wan nehatiye kiþandin. Hîsên hilgirtina tivingê, ajotina beran ber bi lûleya wê, ketina tengasiyê û xefka bêbext, çûna bi ser mirinê, mirina cemidî û tehl piralî nehatiye zimên. Êrîþa ser neyaran, li hemberî firokên li esmên û agirê ji devê timatîkên li kemînan ku weke baranê dibare, rola sîxûrên xwefirotî û serfiroþ neketiye ser rûpelên spî. Evîna þervanên kurda, hesret, kul û keserên wan pir nehatiye nivîsîn.

Pêwîst e romanên wisan bê nivîsandin û fîlm bên kiþandin ku hinek ji "zanayên me yên nezan" ji xew þiyar bibin...

 

"Mizginî ketî nava welat

Keçû xort tevde rabûne...

Ax Hogir Hogir..."

 

Gelo Hogir kî ye? Min lêkolînek kir. Pêþî ez li navekî geriyam. Ez tê gihiþtim ku Hogir sembolek e. Bi dehan xortên kurdan di bin navê Hogir de bûne fedayî. Þehîd bûne. Ji Mêrdînê, Amedê...

Gera min li Hogirekî, "bersiva Rizo yê Dêrsimî ji bo birêvebirekî" anî bîra min. Min mezinbûna Seyid Riza baþtir fêm kir: "Li serê çiyayên Kurdistanê bi sedan Rizoyên Dêrsimî hene. Tu li kîjan Rizoyî digerî, dipirsî!..

 

Ez li Xelîl Xemgînî guhdarî dikim. Stiran bi hîsên kurdî hatiye barkirin. Xemgîn, bi zimanek kulûkeser barkirî û xwezayî mêjiyê mirovî bombebaran dike. Hêstir û hîs tevlîhev dibe û agir bi kezeba mirovî dixîne...

Stiranên wisan, pir rengînbûna zimanê kurdî derdixînin holê: Evînî, mêranî, derd, kul û keser û wêneyên dîrokî.

Ez bi xêra berhemên wisan bi kurdî hizir dikim û hez ji hîsên kurdî dikim. Em bi zimanê xwe û çanda xwe hene. Dîroka me ye ku me li ser kesên baþ û nebaþ, buyerên serkevtî û yên têkçûyî agehdar dike...

 

Min cara pêþî di stiran û serpêhatiyan de navê "Kemal", anku bavê tirka bihîstibû, nas kiribû. Paþê jî ji dîrokê: Biratî û nêzîkbûna kurda li Kemal. Rizgarkirina Komara Tirkiyê bi saya serê þervanên kurda. Paþê bêbextiya wî tê: Bicîkirina sêdaran li kolanên Amed ê, Dêrsim ê û Agirî yê û daleqandina rêberên kurda. Û înkarkirina ziman, çand û dîroka kurda. Polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyên ku berê xwe dide hebûna kurda. Kûþtin, nefîkirin, zinadnîkirin û îþkence. Bomberankirina gundan, wêrankirina deveran û destavêtina jinan, bêhurmetiya li hember ixtiyar û zarokan.

Çi kes mîna kurda ne aþtîxwaz e, nirxê nade biratiya gelan. Lê tê jibîrkirin ku îdolojiyên mîlîter û hiþk mîna yên Kemal nikare bibe dermanê çi birînan. Tenê birînan xwirtir dike û kurtir dike...

 

"Ax Hogir Hogir

Dergevanê ber devê çiya ye Hogir

Þehîdê me ye Hogir..."

 

Ez Li Aysel Tuðluk ê difikirim. Berendama parlementoyê. Wek namzetek serbixwe, "ji Amed ê" dê tevlî hilbijartinan bibe!?.  Beyanên Tuðluk ê têne bîra min. Bi zanabûn anjî nezanî: Nêzîkbûna wê ya erênî li îdeolojiya mîlîter ya Kemal û sînorên misak-î milli. Û dijîtiya statûya baþûrê Kurdistanê...

Li aliyê din, Hogir tê bîra min. Bi simêlê nûderketî û xwêdangirtî li erdê razayî û dilopên xwînê ji êniya wî xwe berdide ser simêl û bedena wî. Hogir, ji bo azadiyê serê xwe da, lê serî netewand. Armancên wî hebû: Ji bo rizgarkirina kulmek axa azad berxwe da. Ji bo þikandina zincîra qedeya li ser ziman, çand û dîroka kurda têkoþîn da...  

Du wêneyên cewaz ji ber çavê min naçin: Hogirê ji bo armanca xwe ava þehadetê vexwarî. Û Aysela ku vê rastiyê nabîne û bi evîna kursiyekî ji meclîsa Tirkiyê diþewite...

 

Spas ji wan re ku ji siyaseta rojane bêhtir, bi dirêjî li çareseriya pirsê dinêrin. Berfirehtir hizir dikin û xebatên xwe dikin. Berjewendiyên gelê xwe û lehengên xwe jibîr nakin. Spas ji Gelê Kurd re ku bi derengî anjî zûtirîn wext "zanayên me yên nezan" nas dikin û wan ji xew þiyar dikin. Piþtre ji ser text dihênin xwarê. Xwedî li ziman û çand û hebûna xwe derdikevin...

 -----------------------

 

Firat Cewerî

 

Min cara pêþî wî li taxa Kiþlê, salên piþtî 70 î li Nisêbînê nas kir. Taxa Kiþlê, navê xwe ji avahiya dîrokî ya leþkerî digire. Îro, ew avahî xirab bûye. Tenê dîwarek Kiþlê li ser nigan maye. Ji mitirbên Nisêbînê, ji ``Eþîra Sivûk`` çend malbatan xaniyên xwe bi dîwarê Kiþlê ve girêdan e, lêkirin e. Îro, bi saya serê ``Þemo``, ``Sorê`` û ``Dolmîþo`` dîwarê dîrokî yê Kiþlê li ser nigan maye. Piþtre malbat mezin bûn, ``Piftî`` û ``Hesenê Kinê`` ji wir barkir.

 

Taxa Kiþlê bi yekîtî û tifaqa xwe ya xurt bûbû cihê parastina gelek malbatên mexdûrbûyî. Malbatên ku bardikirin wir, diketin bin þemsiya parastinê. Piþtre pirsgirêkên wan dihate niqaþkirin û çareserî dihatin peydekirin. Girêkên kor û birînên nû bi bêhnfirehî dihatin çareserkirin. Dema êrîþ diçû ser malbatên mexdûrbûyî, kesên li taxê di rêberiya muxtêr û giregirên taxê ve rêya têkiliyê bi êrîþkaran re peyde dikirin û rê li ber bûyerên nû digirtin. Problemên wan bi þêweyek mirovahî çareser dikirin. Ev aliyê Kiþlê dibû sedem ku ew bibe taxek parastî û dayiktiyê ji gelek malbatên cewaz ku ew ji gelek aliyên Kurdistanê hatibûn, bike.

Li wir sûryanî bi hunera desta, bi dirançêkir û zêrkeriyê, Tixûbî û Qelenderî bi çandiniyê û firotina sewêl, Omerî bi dikandarî, Sêrtiyê Botanê bi kaçaxê û bazirganiyê dadiketin. Pirengiya pîþeyî û dewlemendiya xwezayî ya derûdora Nisêbînê wek erdên bi bereket, pemboçandiniyê, tirî û beniyê Omeriya, dehlên Bûnisra, mast û þîrê ``malê Dala`` û hwd. nirxê bajêr bilind dikir.

 

Siyaset! Ew jî dihat kirin. Wê demê, Eþîra Sivûk bi Kawa re bûn. Bi taybetî ``Gûro`` dijminê ``herdû super dewletan`` bû. Bi 50 mêrî dimançek wan hebû. Ew jî xirabe bû. Beþek ji Omeriya bi koma serbixwe, Rêya Azadî, KDP ê û KUK ê re bûn. Piþtre PKK ê jî alîgirên xwe çêbû...

 

Dîn! Dînê bajêr gelek jê Kiþle ji xwe re kiribûn navend. ``Xelîlo`` xeberên nexweþ digot.  Li gorî ``Ehmedê Heramî`` pisîtiya mirovan ``hineya buhiþtê`` bû. ``Heçikçiko``, þifêrtî dikir, lê bê kemyon. ``Henano``, haletê xwe û xeyaran, anku ``termosê binê deryayê`` tevlu hevûdû dikir. ``Hesenê mala Sivûk`` stirana xwe digot, hem jî jina mirovan dihanî perakî. Li gorî ``Saliho`` ku ew bi xwe kurd e, Kurd nanê cehî dixwin. Lewma ew nikarin baþ bifikirin. ``Xerîbo`` ne dîn e lê xarîban e. Tamîra motoran dike. Motorsîkletên nû di nav destê wî de qûnek dibûn. ``Piftî`` bi riha xwe ku çend muyên wê hene, kêfa taxê ye. ``Ramazano`` seqet e, dikûle, lê pir diþibe Yilmaz Guney. Bi çavê Yilmaz li xwe dinêre...

Kêf bê Þemo û Sorê ku hûnermendê kemançê û daholê ne, nedibû. Belekirên taxê jî hebûn: Dîk, Atamûto, Jîjo, Qîqîyo, Keftaro, Hitiko, Çeyno, Þêxo Dîno û hwd...

 

Taxa Kiþlê ji rûniþtvanên rengîn pêk dihat. Malbatên li wir bi cî dibûn ji ber sedemên guhertî dihatin taxê. Lê ji sedemên hatina wan bêhtir, qala exlaqê cîrantiya malbatan dibû cihê pirsê. Kurd dibêjin, ``ne li xanî, lê li cînarekî baþ bigere``. Lewma ye gelek caran li ser rola cîrantiya malbatan dihate rawestandin.

Malbata Firat Cewerî li taxa Kiþlê, di kûçeya ``Þêxo Bêzo``, ``Xezebo``  û ``Gozelê`` de bi cî bibû. Bêzo, kaçaxçiyek navdar bû. Nîvê lingek wî bibû qûrbana mayinekê. Paþê tobe kir û nema keçaxî kir. Ji mala Þêxo bêzo wir de, malbata ``Qanûndirêja`` û ``Pîro``, di kûça teng de malbata ``Sofî Incas`` hebû. ``Mêhdî Xoce`` þoreþger û kurdçiyek nasdar e. Ew lawê Sofî ye. Germ e, kêfa xorta jê re tê. Ji mala Incas bi wir de, Kiþle heye û Eþîra Sivûk li wir bi giranî bi cî bûne.

 

Li gorî muxtarê taxê, bavê Firat Cewerî mirovek mêr bû, lê wî hez ji pevçûnê ne dikir, ji belê dûr bû, hez ji dostên xwe dikir û qiymet dida wan. Bi gotinek din, bavê Cewerî melekek ji yê Xwedê bû. Yezdan, wî wek nimûnek baþiyê þandibû nav mirovan. Birayên Cewerî M. Elî û Remazan mirovin bê deng, hurmetkar, mirovhez bûn. Malbat, ji aliyê Dêrika Çiyayê Maziyê hatibûn taxa Kiþlê. Hêza taxê û tifaqa wir, bi malbatê xurtir bibû.

Firat zaroktiya xwe li aliyê Çiyayê Maziyê derbas kiribû. Bingeha zimanê xwe yê xurt ji dayika xwe, der û dora xwe girtibû. Di navbêra zaroktî û xortaniyê de, bi malbata xwe re hatibû Nisêbînê.

Cewerî, di salên xortaniya xwe de hez ji xwendinê dikir. Qiymet dida têkiliyên hevaltî û dostaniyê. Aktîf bû. Hevalên wî û derûdora wî hez jê dikir. Xortek lihevhatî, bi peyva ``bajariyan``, ew jî mîna gelek xortên taxê `` kisîr yaqiþiklî`` bû.

 

Taxa Kiþlê kaniya welatperweriyê bû. Serdanên siyasetvanên nasdar Mûsa Anter, Zûbeyir Yildirim, endamên KDP ya bakur ji taxê qût nedibû. Mala beþek ji wan kesên welatperwer li taxê bû. Pir rengînbûna taxe û xwezaya bajêr ya welatperwerî bandora xwe piralî lê kir. Zilma li ser gel, ziman û çanda qedexekirî dît. Weke gelek ciwanên bajêr, mezinbûn, kûrbûn û xweþbûna zimanê kurdî û çanda kurdî di helbestên Cegerxwîn, di pirtûka ``Brîna Reþ`` de ya Mûsa Anter, di çalakiyên Newroz ê û hwd. de dît. Û di destpêka xortaniya xwe de biryar da ku jiyana xwe têxe xizmeta gelê xwe û li ser çand û zimanê kurdî xebatek bê westan bike...

 

Belê, ziman û çanda qedexekirî bala wî bêhtir dikiþand. Pir dixwest li ser wan kur bibe. Rojekê Firat Cewerî winda bû!? Paþê em pê hisiyan ku ew çûbû welatê xerîbiyê. Derketibû Ewropayê. Li Swêdê bi cî bûbû û bi kurdî dinîvisî. Pirtûkên wî belav dibûn...

 

Firat Cewerî hejmarek pirtûk nivîsand. Beþek ji klasîkên cîhanê wergerand kurdî. Kovara Nûdêm ê bê westan hejmarek sal weþand. Xebatên pir alî ji bo ziman û çanda kurdî kir. Kutûpxaneya kurdî dewlemend kir. Berî niha jî ji bo endamê Komîteya Karger ya PEN a Swêdê de hate hilbijartin...

 

Cewerî di xwezayek pirçandî de xortaniya xwe derbas kir. Xwend û xwe bi pêþ xist. Nivîsand û cihê xwe bi nirxtir kir. Da pey þopa bavê xwe û qiymet da heval û dostên xwe. Mirovheziya wî ji nêz ve tê nasîn. Lewma ye Nisêbiniya hez jê kir û wek nivîskarek Nisêbînî wesfê wî da. Ew bû zavayê Nisêbîniya û îro Nisêbînî bi zavayê xwe serbilind in...

 

Pîroz be, salvegera bûk û zavatiya Ceweriyan. Ji bo wezîfeya nû ya PEN a Swêd ê em Cewerî Pîroz dikin. Ji Yezdanê Heq jiyanek dirêj û bi sihet jê re dixwazin ku ew di rêya xwe de bê westan bimeþe û em bi Cewerî û xebatên wî gelek carên din serbilind bibin...

 19/06/2007

 

 

Terorîzm

 

Wateya terorîzmê diyar e. Wateya xwe ji þêweyê çalakiya xwe werdigre. Lê binavkirina hêzên cuda bi terorê, pirsek ne zelal e. Girik e. Yekîtiya Milletan gelemþeya ji bo binavkirinê hîna jî çareser nekiriye. Hêzên terorîst bi çalakvanên xwe, li gorî hinekan gunehkar, li nik hinekan jî leheng in. Kesên ku terorîst tên nîþandan dikarin piþtî demekê bi hilbijartinên demokratîk bên ser hikûm û di karên dewletê de bixebitin. Ev pêþketin bi xwe re pirsên bêbersiv tîne holê...

 

Di rojên derbasbûyî de li Hewlêr û Mexmûr ê du çalakiyên terorî pêk hatin. Hejmarek hemwelatiyên kurd hatin kûþtin. Piþtî bûyerê, hinek kes ji ber çalakiyên hemreng li Silêmanî, Germiyan û Þarezûrê hatin girtin. Li ser sînorê baþûr û rojhilatê Kurdistanê jî, grubek terorîst bi cilên leþkerê Iraqê êrîþ birin ser gundekî kurdan, 13 kes hatin kûþtin...

 

Divê neyê jibîrkirin ku xêrnexwazên me pir in. Dora me hatiye pêçan. Li benda fersendekê ne. Ew li dijî xurtbûna kurdan û avakirina dewletek kurdî ne. Dema mecalê peyde bikin ji bo qelskirin û têkbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi pêwîst be dikarin bikin. Lewma ji bo bûyerên Hewlêr û Mexmûr ê jî, mafê me heye ku em ji plan û provakeyên dilnexwazan þikê bikin. Divê ev awir, bi dirêjî bê kolandin. Þûphe û þopên hene bên þopandin. Hêz û kesên hene bên e raçavkirin...

Hetanî lêkolînên kur û dirêj neyên kirin, delîl û ispat nayên peydekirin, -hêzên terorîst jî di nav de- pir þaþ e ku kes anjî hêz bên e mahkûmkirin. Weke sucdar bên nîþandan. Ji ber ku em miletek aþitîxwaz in û çi niyeta me tune ye ku em neyartiya hinekan bikin...

 

Divê vekirî bê gotin ku têkoþîna li hemberî terorê ne karekî hêsan e. Ji bo rêlêgirtina hizir û çalakiyên ekstrêm (terorîzm, plan û provakisyonên neyaran, îstîxbarat û kirinên neyênî) li Kurdistanê, di destpêkê de sê kar divê bê kirin:

 

- Kesên nexwende û hejar dikarin bibin navgînên hêzên ekstrêm. Pêwîst e þerê nezanî û xizaniyê bê westan bê kirin. Piþtî perwerdeya bê alî û serbixwe, mecalên kar bên e peydekirin. Gel, ji dewlemendbûna welatê xwe payê wergire.

Pir vekiriye ku mirovên civatên pêþketî zû bi zû li dijî welatê xwe kar nakin...

 

 - Çalakiyên provaktîv anjî terorê, bi saya ewlekariyek xurt dikare bên e rawestandin. Ewlekariya modern, ne tenê ji bo parastinê ye. Ew bi îstixbarat û tedbîrên xwe, rê li ber çalakiyên neyênî digire û mecalên pêþketina wan qût dike, helwesta wan têk dibe. Hikûmeta Herêmê ji bo ewlekariyek xurtir dikare bingehê ji bo kirinên jêr amade dike:

* Diyarkirin û kontrolkirina sînorên Kurdistanê. Raçavkirin û bisînorkirina çûn û hatina nav Kurdistanê,

* Kontrolkirin û raçavkirinek sîstematîk ji bo cî û kaniyên aborî,

* Berhevkirina zaniyariyê li ser þîrket û þixûlkêrên biyanî ku li Kurdistanê kar dikin. Raçavkirina wan û îcazeya rûniþtin& karkirina wan,

* Berhevkirina zaniyariyê li ser hemwelatiyên nenijad kurd. Kontrolkirina xebatên wan yên neyenî,

* Perwerdekirin û raçavkirina hêzên ewlekariya Kurdistanê ji bo pirsa mafê mirovan, rêzdariya qanûnên welêt û rûniþtvanan,

* Bêçekkirina hemwelatiyan. Qedexeya peydekirin, hilandin, bikaranîn, li ser xwe gerandina çekan li Kurdistanê,

* Li hemberî provekayên navxweyî, hevkariya Hikûmeta Herêmê bi tevayê partî û hêzên netewî re.

 

- Kontrola aboriyê: Stabîlîzekirin û kontrola ekonomiya herêmê di bin rêberiya pisporan de. Kontrola li ser çûn û hatinên aborî. Rawestandina trafîka perên reþ û bazara reþ li Kurdistanê...

 

Ji me gotin. Hêviya me ew e ku birêvebirên me pirsên wisan giring ciddî bigirin, li ser pirsê wisan gavên erênî bavêjin...

 23/05/2007-Swêd

 

Xezeba giloverî

 

Cîhanek wisan bifikirin ku herku diçe germ dibe. Çiyayên qeþayê dihilin, derya bilind dibin û girav di bin avê de dimînin. Tîrêjên rojê bi þewat in. Xwêdan ji ser çavan diherike, nefes li mirov diçike, ji firnikên mirov hilma germ, agir dide der. Ax tî ye, li benda baranê ye. Çem û golên hene her ku diçe ziwa dibin. Ava vexwarinê giranbûha dibe. Darên gulan hiþk dibin. Bilbil nema dixwaze bixwîne. Li zozana þînahî kêm dibe, dijwar e ku þivan cihê çêriyê peyde bikin. Bêrîvan nema karin herin bêriyê. Pez qels dibe, þîr di guhanan de kêm dibe. Qeymax û pênêrê bisîrik nayên ser sifran, di xewn û xeyalan de mane.

Li bajaran otomobîl zêde dibin. Bêhna gaza þewitî ya giran tevlî zibilê bajêr dibe. Darê parkan hiþk dibin. Kûlîlk nema þîn tên. Zarokên biçûk dibin qûrban. Vê carê ne li Helebcê. Ne ji bêhna gazên xerdelê. Lê belê ji ber yên otomobîlan û lûleyên fabrîkan.

Baran dibare. Carna dike berfebaran, carna jî teyrok. Dibe lehî. Lehî çi navnîþanan nas nake. Pêþî mal, paþê goristan, cihên çandî û dîrokî dibin hedef. Gelek ji wan bi erdê re dibine yek.

Li gelek welatan hawar e. Ji bo rawestandina germa giloverî. Lê girî fêde nake. Trên rabûye. Rawestandina wê ne hêsan e. Hinek kes ji germa, hinek ji ber lehiyê, beþek jî dibin qûrbana bahoz, pêlên deryayê û erdhejiyê. Dîrok deriyê xwe ji bo çend pelên dawiyê vekirî ye. Wênekêþ peyde nabin. Edebnas winda ne. Hîs xerîkê rih e, canê nabîne. Dîrok ji ber bahoza nû westiya ye, tabloyên xwezayê bûne mîna bextê min, reþ e, nayên kiþandin, çîroka wê nayê nivîsîn. Cîhan ji dest diçe, gazin, nalîn, derman têr nake, xêr nake. Cihê dûeyan hatiye girtin, qûrban û xêr pere nake. Ne mizgeft, ne sînagok ne jî dêr derda derman nakin. Qûbeya jorîn, deriyê xwe vekiriye. Ne ji bo rehmê, ne ji bo bereketê, ne jî ji bo guhdarîkirina mirovan û dermankirina birînan. Xezep dibare, baranê kiriye lehî, carna jî teyrok, gunehên mirovan paqij dike. Xweza, heyfa xwe distine. Tola qilêrkirin û jehrdayînê.

Çi perda parastinê nema ye. Trên rabûye. Mecalên rêlêgirtina germbûna giloverî bisînor bûye...

***