|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bajo Fethullah beg bajoooooooo, Kurdistan bi te maye!

Cemîl Cewher- 19/02/08-Hewlêr- Êdî dinya û alem, heta bi miþk û dûpiþkên binê erdê jî dizanin ku cemeeta Fethûllah Gulenê Tirk di xizmeta dewleta Tirk de dixebite û bûye wek „Þîrketa Asîmîlekirina Gelên Dinyayê“. Terîqeta Fethûllah Gulen li her welatê ku dibistanên xwe ava dike, zimanê Tirkên bêbav dide xwendin û di binê projeya wan de Tûranîzm, û avakirina Împaratorîya mezin a Tirkiyê heye. Ji ber vê helwesta wan a qirêj jî, dibistanên Fethûllah Gulen li hinek welatên wek Rûsyayê hatin girtin û niyeta wan eþkere bû.
Lê mixabin ji me Kurdan re her roj dawet û dîlan e. Bi ser ku em bi qumaþê Fethûllahçîyan dizanin, lê dîsa jî em qîmetek kesanedî didin wan û qaþo xizmeta ku ew ji bo asîmîlekirina keç û xortên Kurdan dikin, dipesinînin. Werhasil, dibêjin li Hewlêrê destûr hatiye dan ku Zanîngeha Fethûllah Gulen „Zanîngeha Iþik (þewq)“ bi fermî bê vekirin.
Wey ne ser xêrê be rebbî!
Çima ma Kurd mirî ne? Bi hezaran mamoste û pisporên Kurd li derve û hindurê Kurdistanê hene, çima hûn bi alîkarîya wan Zanîngehan venakin kaka? Yan illeh divê perên me têkevin bêrîka çeqel û keftarên Tirk!? Çiyî pisporên Tirk ji ê Kurdan zêdetir in? Yan xwîna wan ji xwîna me þîrîntire? Êêêê, naxwe ev çi hezkirina Tirkan û evîndarîya zimanê Tirkî ye ey hewarrrrrrr!? Wezîrê Perwerdeya Bilind kek Idrîs Hadî Salih jî radibe dibêje:“ Ji bo perwerdeya bi kalîte wan rê li ber sermiyanên derve vekirine. Iþik Kolejî bi salan e li herêmê perwerdeyek baþ dike, Em jî ji bo perwerdeyek baþ piþtgirî didin van dibistanan. Ji ber ku tecrubeyên Tirkiyê yên unîversîteyan zêde ye. Ev jî wê perwerdeya herêmê xurt bike." Filan û fîstan.
Yaw kekê mino, kîjan perwerdeya bi qalîte li Tirkiyê tê meþandin heta go li Kurdistanê bê meþandin bavê min! Ma li welatekî ku heta bi general û serokerkanên wê eþqîya, çete, diz û keleþ bin, hûn behsa kîjan kalîta perwerdê dikin canekem? Werhasil, îcar wê perwerde bi zimanê Tirkî û Ingilîzî be û wê Soranî jî wek derzsa bijartî bê xwendin. Hûn dibînin newilo? Zimanê Tirkî sereke, Ingilîzî duyem, Soranî sêyem û Kurmancî 000000000000000000000!
Aha em Kurd ev mexlûqatin haa! Heta Tirk nexin me û li ser kezeba me nesekinînin sebra me nayê qardeþim! Wille û bille Kurd xerabe ne. Û ji ber vê jî xwedê yeka me nake didu û xelas! Ma milletê ku ji dijminên xwe hez bike, milletê ku aþiqê zimanê dijminê xwe be, wê çi xêr û bereket ji wî milletî derkeve? Hêççççççççç!
De bajo Fethûllah beg bajoooooo.... Berîyên baþûrê Kurdistanê ji hespê te re mêrg û çîmen in qardeþimmmmmmm! Bajoooooo!