Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dermanê derdên bê derman li çiyayên Hekarya peyda bû:

Gulnixwîn!

Bavê Jîndar-29/11/07-Cûlemêrg

 Duh me qala navdarîya hingivê Hekarya û hunerên wê kiribû.

Îro jî emê qala gulek ji yên bilindahîya çîyayên Hekarya çêdibe bikin. Ev gul di dinyayê de cihê xwe di nava gulên herî navdar de digire. Tê gotin ku di dinyayê de bi tenê li çîyayên Hekarya û Afqanîstanê bi xwezayî dipiþkivin. Gelek navên wê û hûnerên wê hene. Nav :  1-  Guldexûn  2- Gulnixwîn, 3 -Taca Mîr  4 – Guldigirî.  

Ev gul herroj spêdê çênd dilopên rondikan dirijîne. Di gelek çîrok û histiranan de navê wê derbaz dibe û li ser tê gotin. Binikê wê wek pîvazê ye. Tê gotin pivaza wê dermanê penceþêrê ye. Gula wê li jêr pelên wê wek por li jor e. Tê gotin dermanê gûrrîtî, keçellî û porweþanê ye. Gula wê berbijêr dinêre . Tê gotin: Dermanê AÎDS ê ye. Rondika wê jî dermanê hitimbûn û korbûnê ye. Lewre di van salên dawî de, ji Amerîka, Japonya û Ewropa gelek profesorên gulkolox  jibo lêkolin û vekolîna vê gul ê diçin Hekarya. 

Li gor fesadî û galgalên sûkên Cûlemêrg, Gever û Þemizdînan, mafîa pîvaza wê peyda bûye, heyla li wî ku ji xwe re çend pîvazên wê hilbiçine û bîne Ewropa û bike pere.

Gelî Hekarîno! Li gula xwe xwedî derkevin û bi dest bîyanîyan ve bernedin. Ew gul ne bi tenê sembola Hekarya, herweha sembola Kurdistanê ye . Ji bîr nekin, emê di diwarojê de bi xêra vê gûlê karîbin çend lotikên Kurdistanî li dinê xin.

Gelî keçelno, gurîno, kor û hitimîno, aids î û penceþêrîno! Berîkên xwe tijî dolar û euro bikin û berê xwe bidin Hekarya, diravan ji wan re bihêlin û derdên xwe derman kin.

Bibin wek nêrîyê kûvi û lotikên nedîtî û nebînayî  li hev xin û hûn sax.