Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ha li serê çiyê û ha li berîyê

 

Serdar Mirad-28/11/07-Amed- Dewleta terorîsta Tirk bela xwe di partîya me DTP û rayedarên wê daye û wek tajîyê ku bide dû keroşkê ha ha êrîşî partîya me dike. Herçiqasî rayedarên me li ber xwe didin jî, lê rebenan mefera revê ji wan re nemaye û berê xwe bidin ku kevir li serê wan dikevin.

 

Niha jî îcar serokê partîya me Nûrettîn Demîrtaş bûye golikê beş (gotinek Kurmancî ye-filankeso wek golikê beş e-xuyayî ye). Dibêjin Xwedêgiravî Nûrettînê me bi belgeyên sexte xwe çirûk kiriye da ku neçe eskerîyê neke. Yanî qaçaxê eskerîya dewleta virqo ye.

  

Werhasil, îcar li ser tenûrên kolanên Amedê dibêjin ku serokê me reviyaye çûye Belçîkayê û ji tirsa eskerîya dewleta virqo newêre vegere. Parêzerê wî Farûk Dûran jî îhtîmalê dide ku di vegera wî de ewê bê girtin û wê yekser berê wî bidin eskerîyê, îstîqlal marşî û ayakşamdan işiktir pê bidin xwendin.

  

 Ê law îcar çi hêê? Ma hindik kurê bavan îstîqlal marşî û ayakşamdan işiktir yaylalar yaylalar xwendine qurban? Ma ji xelkê re adet û ji Nûrettînê me re qebhete brê min, wîî!? Başqan Ocalan ji Îmralî KCK îdare dike, bela Nûrettînê me jî ji serê Çiyayê Bagokê DTP îdare bike û hûn sax!

  

 Vegere kuro vegere, vegere û wek mêran bêje: „Aha ez hatim lannnn!“ û destê xwe li masê xe…..

 

Vê tirrê ji Tirkan re nehêle deeee.....