|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
|
|
Li ser “Nîhate” yek çû û dudu jî man!!

Nûçegihanê Lotikxaneyê Karûþê Bûblanî, ji Geverê ragihand ku doh bi êvarkî re, li hindama senemê Ata Virqo, neh-deh mêrên Geverî û Diyarbekirî xwe di hev werkirine. Sebeba pevçûna wan jî li ser navê mêrikê Diyarbekirî Nîhat e, derketiye. Ji xwe ev diyarbekirî wilo ne, navekî pîs li ku hebe li xwe dikin. Neyse, ew mijareke dine. Îcar komika mêrên ku li ser navê DDTê, ji bona qerasekirina ”Demokratîk Cumhûriyetê”çûbûn Geverê, dema ku xwe bi Geveriyan didin naskirin û yek ji wan dibêje ”navê min Nîhat e”, cefil li komê dikeve û herkes behetî li Nîhate dinere!
Bi kurtî, piþtî ku mêrik radihêje destê Geveriyê simbêlboq û dibêje ”erê heval, navê min Nîhat e”, kêr digihê hestî, simbêlboqo þiqamekê pê ve dizeliqîne û qiyamet radibe! Di dawiya pevçûnê de, li ser Nîhat e, yek tê kuþtin û dudu jî ji nav þeqên xwe xerab birîndar dibin! Karûþo di telefonê de þikiriya xwe bi rebê banî dianî û digot ”mala Xwedê ava ku navê mêrik ne Nîhame, yan jî Nîhawe bû! Bi telaq ku navê wî tiþtekî wilo baya, Geveriyan yek ji wan jî sax bernedidan.” Ha, piþtî ku nûçegihanê Lotikxaneyê Dimsoyê Omerî bi vê rûdana kesnedîtî hisiya, wî jî ji Swêdê ragihand ku navê birayê seroka Komeleya Jinên Kurdên Tam Pêþketî jî Nîhate ye! Li me gotin, pêhisandin û ravekirin. Îcar hayê we ji we hebe!