|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Herdu bi hevre nepixandin kurooo!

Þemal Amedî-03/11/07-Hollwood-Lotikvana çîlolatayî, bedewa esmer û xwînþîrîn Halle Berry, hem zik li xwe nepixand û hem jî memikên xwe kirin wek zebeþên Diyarbekrê.
Hinek dibêjin:"Sedî sed ew kezîkur avis e, dibe ku du-sê zarokan bi hevre bîne". Hinek jî dibêjin:"Na kurooo, ew jî wek siyasetmedarên me derewan dike, xwe dixe rojevê" filan û bêvan.
Me jî rabû ew li bajêr, di kafeteryakê de girt û jê pirsî: "Halle xanim, zik nepixîye, memik jî mezin bûne, gelo te xêr e?"
Wê jî bi dilovanî got:"Yes yes, herdu bi hevre nepixîne. Ez þevekê bi hevalê xwe re ketin nav nivînê, û adinî rojê hema min dît herdu bûne wek meþka koçerên Çiyayê Qerecdaxê. Bi serê min û Lotikxanê, ez zanim tiþtin di zikê min de dilebitin lê nizanim çi mexlûqat in. Memik jî serî rakirine û dibêjin "Ma memikên Pamela Andersonê ji me çêtirin, emê jî wek wan mezin bibin" û dane çargavê".
Werhasil, de hema li Halle xanimê binerin û hûn biryara xwe bidin. Nepixî ne yan hatine nepixandin!?


