Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Jina xwe ji xwe berda

Enwerê Mûþî-13/03/08-Varto- Partîya CHP berê xwe daye Kurdistanê û ha ha dixwaze bi çîrokan gelê Kurd bixapîne. CHP wekîlên xwe yeko yeko diþînin Kurdistanê da ku Kurdan ji AKP û DTP veqetînin û têxin nav refê partîya xwe.

 Îcar çîrok çiye? Çîrok dîsa çareserkirina mesela Kurd û pakêta CHP ye.

Wekîlê Samsûnê û cîgirê serokê CHP Halûk Koç jî ket nav karwanê virrekan û li Vartoyê çend lotik avêtin. Koç got:”Emê CHP nûjen bikin û bikin ku xelk û CHP bibin wek goþt û nenûkê. Bi salane Tirkiye bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû ye, ev jî girêdayî çareserkirinên aborî, kulturî, siyasî û civakî ne. Em tev merivên hev in, canê me pir þewitî. Em tev xwedîyê vî welatî ne, divê bi bawerî û piþtgirî mesela Kurd bê çareserkirin” filan û jehr û ziqûm.

Werhasil, Halûk koç jî çend derewên qirase kirin. Çawa be hestîyê zimên tuneye û derew jî belaþ in.

Ê de bajo qardeþim bajooooo! Tu bi xêr hatî nav refê karwanê virrekan babam!