|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Hemdemê lotikek li edîtorê xwe xist
S.Omerî--17/08/07-Hewlêr-Malpera Hemdemê go vaye 4 meh e dest bi weþanê kiriye, ji bo nivîsekê edîtorê xwe avêt. Edîtorê giþtî yê super rêveber ê Hemdemê go hema çi dihat ser devan digot, ji aliyê rêveberiya malperê ve hat avêtin. Xwedêgiravî rojek go xwedyê malperê Mîrhac Mistef çûye bajarê Silêmanî, edîtor jî rabûye lotikek wilo li gotara xwe xistiye û komek þaredar û nivîskar û rewþenbîr û filan û fîstan ajan îlan kiriye lo. Malxerabo wisa bi nav de çûye go heta xwediyê malperê pê hesiyaye hasil çûye di Silêmanî re derketiye.
Li ser vê yekê edîtorên malperê jî bi hev ketine. Li gor lotikên go gihiþitine lotikxanê, her edîtorekî Hemdemê mehê 250 dolar pere distînin û ev kaniya dolaran jî þerîkeyên kurdan tê. Lê ji ber go nivîsên edîtorê giþtî Sîdar Nûxak zêde dihatin xwendin, camêr mehê 350 dolar pere distand. Edîtoran jî her roj þer dikirin go çawa dikarin wî bavêjin û xwe jê rehet bikin. Welhasil yekî pif kiriye devê Sîdar go têkilya komek kesan bi MIT a tirk re heye û Sîdar jî xwe avêtiye ser. Lotikek ji wan û yek ji wan Sîdarê reben di navbera 24 saetan de hatiye avêtin.
Îcar Sîdar gotiye rojnameya Hurriyetê û malpera Hemdemê li hev kirine ku operasyonekê bikin û ev operasyon bi biryara MITê hatiye kirin. Ev lotika Sîdar hîn nehatiye weþandin û îcar dijminê kurdan Emin Çolaþan jî ji Hurriyetê hatiye avêtin.
Ez serê we nekim zirne, Hemdemê edîtorek kiriye edîtorê giþtî go îcar ew jî nizane bi soranî. Edîtorên din jî lotikek li bin dilê wî xistine û hindik maye wî jî serobina bavêjin qutiya xwelîserê. Li ser vê yekê xwediyê malperê Mîrhac Mîstefa gotiye "welahil ezîm heg malper di navbera 3 mehan de nebe yekemîn malpera kurda ezê lotikek wilo li we xim ku þîrê diya we di dev û pozê we re were."
Ew jî li aliyekî, dibêjin go Mîrhac Mistefa edîtorê Netkurdê Welat Azad jî transfer kiriye û hindik maye lotikekê li Azadiya Welat jî bixe. Ji ber go hejmara xwendevanên Hemdemê ketine pêþiya Azadiya Welat û lotika wan jî lotikek tarîxî hatiye qebûlkirin.
|