Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hemîdo: Yabo Mihemedkê Mûsê çi ji me dixwaze?

 

Þeþqeto- 28/01/08-Rojava-Qamiþlo

 sheshqeto@hotmail.com

 

Ev cara duwemîn e ku sikreterê Partiya Çeprem, tîra xwe ber bi singa Hemîdê Hecî Dewrêþ ve dide, lê xuyaye evê carê li bin tira Hemîd xist, ew jî di aliyê avakirina lêvegerek Kurdî de, ku rêxistinên rojavayî Kurdistan dixwestin pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku Mûso bi xwe ew Hemîdo û Simo, di carçêweyekê de bi navê (HEVBENDÎ) ku pênc rêxistin tê de ne hevkarin, ew jî ev in:

1-      Pêþverû (Rast-Raman)- Yemîn (Hemîdo)

2-     Çep (Mûso)

3-     Yekîtî (Simo)

4-     Partî (Nisro)

5-     PDKS (Cimo)

Daxuyaniya Mûso li ser koçka Dengê Gel ji Rojavayî Kurdistan hat, ku têde diyar kir; ew civatên sêqolî û çarqolî ku di tariyê de dibin, ti sûde jê nîne, lê ew civatên di tariyê de dibin, bi mebesta jihevxistina lêvegera Kurdî ye.

Mûso diyar kir ku Hemîdo û Simo çûne mala Nezîrê (Partî), û jê xwestine ku lêvegerek Kurdî ji 4 partiyan damezrînin. Lê wek Mûsiko got, Nezîrê qebûl nekiriye. Paþê berê xwe dane mala Xêro û jê xwestin ku evê pirojeyê bibin serî. Xêro bi xwe bi kêf û eþq pêþwaziya evê pilanê kiriye, ji ber ev lîstik bi xwe li gor berjewendiyên Xêro hatiye. Xêro bi xwe rewþa wî di partiya wî de pir aloz e, û ev pilan bi xwe wê Xêro ji astengiyê xelas ke. Xêro wek birçîyê ku çav li nanekî bike, yek ser û bê dudilî ev piroje qebûl kir û xwest zû bête emzekirin. Lê gelo wê hevalê Xêro evê lîstikê qebûl bikin yan na? De bere bimînê li hêviya xwedê, emê di rojên bê de nas bikin. J*Hema wek çîroka pîrebiyê û melê çênebe baþe.

Hêjayî gotinê ye û li gor Mûsika hiþkere kirî, wê lêveger ji çar partiyan be, ew jî ev in:

1-      Pêþverû (Yemîn)

2-     Yekîtî (Wihdê)

3-     Partî (Nezîr)

4-     Azadî.

 

Ew partiyên ku lêveger ji wan wê bi serokatiya Hemîdo, Simo, Nezîrê û Xêro be. Xwedê xêrê li rêxistinên rojava bibarîne, belkî çend rêxistinên din jî bizên û bibin þeþsed qet.