Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Nûçevaniya tazî û mafê Henano

 

 

M.O-13/12/06-Nisêbîn-Li gorî hinekan, di dawiya hefteya derbasbûyî de, kanalek emerîkî ji aliyê rojnamevaniyê gaveke nû avêt. ``You Tube Broad Yourself`` li navenda nûçeyan, bi nûçevanên xwe yên jin, weþanên xwe zindî û bi awayek e tazî weþand. Ev gavavêtina wan li cîhanê, di demek kin de weke sernûçeyek e giring belav bû. Li gorî wan, ev bûyer nû ye. Balkêþ e. Giring e...

 

Em, rêzê ji bo dîtina wan nîþan didin. Lê rastiyek din heye. Bi baweriya min, li ser vê pirsê neheqî li kurdan hatiye kirin. Ev nêrînên yekalî dikare du bajarên Kurdistanê, Nisêbînê û Qamiþlokê rake ser nigan. Ji ber ku nûçevanên pêþî ku xwe tazî kirine û nûçe belavkirine, ne emerîkî ne, lê kurd in. Yek jê Nisêbînî ye. Yên din jî Qamiþlokî û Nisêbînî ye. Di dema ku nûçe zêde pere nedihanî, û tazîbûnê bala mirov nedikiþand, wan kesên kurd, xwe tazî dikir û nûçe belav dikir. Wan, ne li studyoyê, lê li navenda bajêr karê xwe birêve dibir. Fermo, îspat li vir e:

 

Henano: Bê pasaport diçû Qamiþlokê û dihate Nisêbînê. Di jiyana xwe de derpêyê kinik yê bin cila li xwe nedikir. Zincîr, an jî piþkokên ber zincîra xwe nedigirt. Nûçeyên serxetê dibir binxetê. Yên binxetê jî li serxetê belav dikir. Ji aliyek e bajêr dest bi weþanê dikir hetanî ber heykelê Kemal. Li hemberî peykerê Kemal ku li navenda bajêr e, ji newqê pêve tazî , jê re nûçeyên dawî dixwend, û berê xwe dida dawiya bajêr. Dimeþiya û nûçeyên xwe belav dikir. Haletê wî jî, weke xiyarekî, li vî alî û li aliyê din diket. Rojê, tonek kaxez di bin destê wî re derbas dibû.

 

Ehmedê Heramî: Nîvê emrê wî li nexweþxana dîna li Elezîzê derbas bû. Piþtre ji bo tedawiya xwe hate welatê bav û kala Nisêbînê. Bi virikê serê xwe hine dikir. Hina wî jê re ji bûhiþtê dihat. Û nûçe ji asmên dihatin xwarê. Nûçeyên olî, li gel çêrên wî rengek nû werdigirt û di nava xelkê de belav dibû. Ne nûçe, lê bêhna serê wî û peyvên wî ku diya xelkê dihanî pereyekê, bala xelkê dikiþand. Wî rojê sê derpêyê bin cilan diqetand. Piþkok û zincîrê ber pantora xwe li ber nedigirt. Carna pantorê wî jê diket. Haletê wî li holê û pantorê wî di nava nigan de, dima. Lê wezîfe wezîfe ye. Wî nûçeyên xwe di gel nifir û duayên rojane, bi awayekî jêr-tazî belav dikir.

 

Hûnê bêjin ku ew ne nûçevanê televizyonê bûn. Rastiyek heye divê neyê jibîrkirin. Wê demê li bakurê welêt, mecalên belavkirina nûçeyan bi kurdî di tv de tune bû. Birakê Henano û Ehmed pir caran serî li TRT dan. Dîplomên xwe nîþanî wan dan û tecrûbeyên xwe ji birêvebirên kanala fermî re anîne zimên. Lê kar nedan wan. Wan, ji bo protestokirina dewletê, û pêþxistina nûçeyên zindî bi kurdî gavek e dîrokî avêt. Jor bi cil, jêr þip-tazî nûçevaniya kurdî kirin. Dîroka belavkirina nûçeyan bi þeweyekî tazî bi wan dest pê dike. Di dîrokê de bavê nûçevaniya tazî Henano û Ehmedê Heramî ne.

 

De fermo, vê bûyerê jî bikin sernûçe! Hem giring e. Têra xwe jî balkêþ e. Dema hûn ji me bawer nekin, þahidê vê yekê Nisêbînî û Qamiþlokî ne.