|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ev çi xezeb û tofane?

Þîndar Berwarî- 02/02/08-Dihok- Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî dîtiye û bînaye ku jina Kurd mêrê xwe berdaye? Gelo di dîroka milletê Kurd de ecêbek bi vî awayî hatiye dîtin? Mêrê Kurd jî zû bi zû jina xwe bernade ji ber ku di civaka me de jinberdan eyb û þerm bû. Lê xuyaye êdî Kurd beravêtî bûne, biserxweve çûne û tu qedr û qîmetê nadin nirxên netewî.
Zêdebûna ser kezebê û sosreta mezin ev e ku îcar jinên Kurd mêlrê xwe berdidin û pehînekê li qûna wan dixin. Hem jî çi lotik û pehîn pekkkkkkkkk, tirrê ji mêrê xwe berdidin tirrêêêêêêêêê!
Ez bi xwe nizanim çi navî li vê helwestê bikim.
De ji xwe re li sosret û lotika kesanedî binerin.
Dibêjin li bajarê Dihokê di nava du salan de 330 jin bi fermî ji mêrên xwe hatine berdan. Rayedarekî Dadgeha Dihokê diyar kiriye ku di sala 2007an de 172 û di sala 2006an de jî 158 jin ji mêrên xwe hatine berdan. Rayedarekî bi navê Mihemed Mûsa eþkere kiriye ku piranîya wan jinan doza hevduberdanê li mêrên xwe kirine û ew dane ber lotik û pehînên Behdînankî. Yanî, ne mêran lê jinan mêrê xwe berdane. Hem jî jinên di navbera salên 20-30 î de.
Îcar ka hûn bêjin bê ev çi tofan û felakete ku civaka Kurd têre derbas dibe! Bi namûsa Seddam Hisên, bi tirba Xumeynî, li Ewrûpayê jî di salekê de 172 jin û mêr hevdu bernadin, wîî! Kurdekanên me Ewrûpî jî derbas kirine bavooooooooo!
Wey xwelî li serê me be û hûn sax!
Îcar ka hesab bikin, hîna em nebûne dewlet jinên me zilamên xwe berdidin, îcar go em bibin dewlet wê çi bê serê me hûn zanin? Bi sê telaqan emê li keran bihesilin û xelas!