Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Hîp-popa Kurdan û ala Kurdistanê

 

Berzan Berwarî-17/12/07-Elmanya- Me wek xebatkarên Lotikxanê biryarek standibû ku emê di van demên zîz de rexneyên giran li tu kesayet û rêxistinên  Kurdan negirin. Lê heke bûyer û doz ya þeref û sembola welat be, divê herkes li dij raweste û rexneya ku þennê (laiq ) kesên bi þeref in, li wan bike.

 Ciwanên Kurd li hev dicivin  û dibêjin: Li dewsa em herin dîsko û lotikxanên Almanan û li ber muzîka Almanî lotikan bavêjin, em ji xwe re cîyekî bigirin, ban hûnermendên Kurd bikin û lotikên Kurdewarî bavêjin. Û jibo lotikhavêtinê jî 14.12.2007. Roja înê  li bajarê Koln a Almanya, li Euro salê  digirin. Hunermend Serhedo, Rizgar, Ayhan, Kawa, Sîpan û Dîno li þeva ciwanên Kurdistan amade dibin. Çend xortên baþûr  ala Kurdistanê li ser dikê dadiliqînin. Paþê çend apoyî hatin Ala Kurdistanê anîn xwar û ala PKK ê û resmê Ocalan li þûna wê dadiliqînin.Çend kes dixwazin li wan xin û ala PKKê bînin xwar, lê berpirsê ciwanên baþûr nahêle û dibê: “Ew dixwazin þevê xirabikin û ciwanan ji hev belavkin da ku di navbera ciwanan de dan û sitandin û yêkîtî çênebe. Ev lîztikên dijmin in û divê em neyên van lîstikan”. Bi vî awayî xortan dide sekinandin.

Ev bûn 180 salin bê rawestan em þerê dijmin dikin . Gundên me xirabe dibin. Xwîna me wek coyan diherike. Zarên me di zikê dêya wan de tên singû kirin.Qetlîamên wek Helepçe, Dêrsim, Agirî, Palo û bi sedan wekî wan li me dibin. Em derbeder li dinyayê belav dibin û bi sedan tiþtên din tên serên me. Ma ev hemi jibo çi ne? Ma ne jibo ku em jî wek milletên din serfiraz bin û ala xwe li welat û serê çîyayên xwe bidin pêlvedan? Ala her milletekî þeref, namûs û sembola wî milletî ye. Her millet xwe ji bo ala xwe dide kuþtin . Lê hûn werin ala milletekî ji ser dikê daxin û di þûna wê de ala partîyekê û wêneyê kesekî ku ev 30 salin bûye bela serê milletê Kurd di þûna wê de daliqînin!? Ma ev karê aqila ye? Li welatê xwe em ji ber dijmin nikarin ala xwe bilind bikin. Lewre me, ala xwe li ser dilê xwe kolaye. Li derveyî welêt dijmin bi me nikarin. Em di mal û komel, þahî û meþên xwe de, alên xwe bilind dikin. Lê mixabin li deverên ku dijmin bi me nikarin, meramên xwe bi kesên cahil û xeþîmên Kurd didin kirin.

Kurdino! Ala xwe, li þeref û sembola welatê xwe xwedî derkevin! Kî dibe bila bibe, gava ala we daxist, qet û qet li ronahîya çavê wan nenêrin û lotikekê li wan xin. Ji bîr nekin, ew Kurdên ku nahêlin Ala Kurdistan bilind bibe,wê dadixin jêr, pêpes dikin, didirînin û  diþewitînin, kesên xwefiroþ û lîztokên destê dijminên Kurd in û hûn sax!