|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ma we zanîbû goþtê hirçan dermane?

Bavê Jîndar-10/02/08-Colemêrg-
Hirç dahbeke (dirinde) xwedî taybetîyên wusa ne ku ew aeybetî di çi dahbeyên din de peyda nabe. Pênc mehan dikeve xewa zivistanê. Bi tenê kefa destê xwe dalêsin. Di wê xewa pênc mehan de, hêza xwe ya jîy (kezî- adale ) %10 ji % 22 proteîna laþê xwe vinda dike. Hestîyên bedena wan jî nahelin. Dilê wan ê ku di deqîqekê de 30- 40 caran lêdixe, di dema xewê de dikeve 9-14 caran. ( Di pêvajoyek weha de mirov %85 jîyê ji ji proteînê ji %90 winda dike.) Gera xwîna laþê wan % 80- 90 dikeve, lê bi dilêþê nakevin. Ku biharan rabûn pîyan, wê hêza biçûk ya windakirî, di navbera çend rojan de berhev dike. Heta ji berê bihêztir jî dibe.
Hirç di sê salîya xwe de balix dibin (li wan radibe). Lê nêrê wan heta 7-8 salîya xwe bi mêhirçê re nagehin hev. Ji ber ku hewceye gelek bihêz bin da ku hirçên din jê bitirsin, xofan jê bikin û mêhirç jê re bimîne. Bixwe hirç di salê de carekê, heke þansê wî hebe dikare du caran bike. Hirç sala yekem sê, sala duyem du, sala sêyem jî kutêlekê ( kutik- cewrik ) ditirikîne (çêdike – dizê ). Û paþê stewr dimîne û çi kutikan nayne. Ji cihê kutikan lê xwedî dike re Land (landik- meqer – war ) tê gotin. Herçen hirç dahbeke zexime lê dema kutikên wan dibin, bi tenê 500 gr in. Di mehekê de bi zor çavê kutikê wan vedibin. Ku kutik bûn sê salî bera wan didin û ji xwe vediqetînin.
Berê hirçan dikarîbû 30 -40 salan bijîn, lê niha ji ber giranbûna þertên jîyanê û nêçîrvanan, temenê wan bi zor digehê 10-12 salan. Di nav wan de hinek hebûn ku 800- 1000 kilo dikêþan. Min bixwe yên qasî boxekê zexim dîtîne. Dema rêya gelîyê Colemêrgê çêdikirin, pir diketin bin qamyonên kar. Wan jî bi pêy qamyonan girêdidan û tanîn bajêr. Em jî diçûn me lê temaþe dikir. Berî þerê qirêj destpê bike ji Ewropa bi grûbên ji deh heta panzdeh neferên nêçîrvan ji bo nêçîra hirçan dihatin bajarên Betlîs, Wan Û Hekariya.

Li Kurdistanê çend cûreyên hirçan hene, lê piraniya wan hirçên gewr û nîv qahweyî ne. Berî niha bi 40-50 salan li Kurdistanê xasma li Hekaryan hîç mîþe bûn ( pir- gelek-zehf ). Ji ber ku di daristanan de heywanet, gûz, hirmî, sêv, tirî û hwd pir bun, hirçan karîbû li wan deveran bihewin. (star bibin ) Lê niha hejmara wan gelek kêm bûye û hewceyî parastinê ne.
Gelo we zanîbû goþtê hirçan hem gelek xweþ e û hem jî dermane? Di nav dahban (dirinde) de tiþtê herî xweþ hirç dixwe . Hirç pir ji hingiv hez dike. Dema þanê dibîne, tevahîya þana hingiv bi destên xwe, bi zikê xwe ve didevisîne heta mêþ ji bê hewatî di þanê de difetisin . Paþê wê þanê bi mêþ û hingiv ve dixwit. Dema fêkîyekî bixwe, dara wê dihejîne, yên herî gihîþtî û tamdar dikevin binî û wan dixwe, hîç nêzîkî fêkîyên negiheþtî nabe. Her wiha çiqas pincar û gîyayên xweþ hene nas dike û dixwe. Goþtê heywanan berê çal dike û rojekê þûnde dixwe. Lewre goþtê wê hem xweþ e hem jî derman e. Hem jî ji goþtên gelek heywanetên din ku em dixwin paqijtire.
Lê mixabin Kurdên me, ji ber ku ola Îslamê heram kiriye goþtê hirçê naxwin. Li gelek cihên cihanê postê wan jî giran tê firotin, lê li nîk me tu nirxekî postê wê jî nîne.
Eman Kurdîno! Li hirçên xwe jî xwedî derkevin û wan nekûjin.