|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Qirdê wê
kor e
Þemal Amedî-26/10/07-Hollywood- Di her beþê jîyanê de xweþî û nexweþî, bedewî û kirhî (nebedewî-nexweþikî) heye. Gi insên de jî wilo ye. Hinek insan hene meriv ji nerîn û temaþekirina wan têr nabe. Hinek insan hene wek bûkên lastîkî xweþik û bedew in, lê ne xwînþîrîn û ne balkêþer in. Lê hinek insan jî hene ne xweþik in, ne bedew in, lê xwînþîrîn in, germ in û bala meriv dikþînin ser xwe.
Werhasil, di jîyana paparazzî û lotikvanîyê de tim jinên bedew û spehî derdikevin pêþ. Lê vê carê kovara Maxîm berevajî kir û jinên herî nexweþik hilbijart. Di serî de topa naletê li porkura Sarah Jessîca Parker ket. Xwendevanên kovara Maxîmê Jessîca Parker wek jina herî nexweþik hilbijart û lotikek bêîman li rebenê xistin.
Werhasil, me bi telefonê xwe gihand Jessîca xanim û me jê pirsî:”Keçê nemayê, ev çima tu kirhî? Keçê birastî jî tu nayê xwarin haaa, wîî! Ne derman eyba te vediþêrin û ne cil û berg, ev çi mesele ye keçko?’” Wê jî hilorîkên xwe barandin û kelegirî bersiva me da:”Wey li min kezîkurê, wey li min bextreþê! Keçê ma ne hemi sûncê bavê min bû. Tu nabê bavê min þeva go dêya min dabû ber lotik û pehînan, serxweþ bû. Îcar bi wê serxweþbûna xwe nîþan li malzaroka dêya min girtibû û bi tofelaqî fîþeka xwe berda bû. Êêêêê, ji wê fîþeka tofelaqî jî ez çêbûm. Wey Xwedê ji bavê min re nehêle rebbî! Ma ne go hema wê þevê serxweþ bibûya, wey liminnnnnnn!” û telefon girt.