Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Þîretên Lotikxanê têxin serê xwe û bibin wek ta û derzîyê

Dr.Mengene- 29/03/08-Lotikxane- Qelewî û kîloyên zêde li serê insên bûye bele. Her ku diçe qelewî zêdetir dibe û xwarinên bi hormon tirrê ji insên berdidin.

   Werhasil, berî bi mehekê xwendevana me Xibþê serî li me xistibû û ji ber qelewbûna xwe ketibû bûhrana xwekujtinê.

   Me jî rabû bi metod û awayên textorên Kurmancî hinek þîret lê kirin û xuyaye þîretên me ketine serê wê ku di nava mehekê de ji 130 kîloyî daketiye 85 kîloyî.

 

Þîret û pêþniyazên me ev in:

 

1-) Taþtê:  Beroþek þorba nîskê, bi 5 serî pîvaz vixwin

2-) Firavîn: Beroþek savara bi rûn (bi tewaþ, bi dohn), kîlok tivir û 10 îsotên no (tûj) bixwin.

3-) Þîv: Kîlok fasûlîyên hiþk, nîv kîlo nokên kelandî bixwin û bi ser de galonek ava lîmonê (tirþok) û satilek devê tirþ vexwin.

4-) Paþîv: Berî razanê xwe di salona malê de bigindirînin, bazdin, bidin lotika û xwe li erdê xin.

 

Îcar adinî rojê çi tê serê we hûn meraq dikin?

 

Þorba nîskê, fasûlî, nok, savar, tivir û dew zik li meriv dikin meþk û meriv dibe wek nepoxa ku bi gazê difire. Gaz, tirr û fis di zikê meriv de þerê serokayetîyê dikin, pev diçinin û zorê didin wan kîloyên zêde. Îcar îsota tûj jî ji xwe tewaþê bedenê dihilîne û agir pê dixe.

 

Îcar hesab li cem we. Þorba nîskê, fasûlî, nokên kelandî, savar, dew û îsota tûj! Yanî, dibe atom û qelewbûnê parçe parçe dike, meriv dike wek ta û derzîyê.

 

Haaaaaa, heger gundî û cîranên we ji ber bêhna tirr û fisên we bi jehrî bikevin û agir bi xênî keve ew ne sûcê me ye heyran! Hûn kefîlê tirr û fisên xwe ne û hûn sax!