|
info@lotikxane.com |
Ji www.kurdshow.com ê hatiye dizîn / Lotikxane
SEMBOLA NETEWEYÎ

Jîr Dilovan
Berî her tiþtî netewe çiye? Dixwazim bi kurtayî binivîsim û derbasî sembolên neteweyan bibim ku her neteweyek bi sembolekê tê nasîn...
Têgîna netewe ji peyva latînî ya“nation” (bûyîn) derketiye holê. Bi awayek objektîf netewe civakeke çandî ye. Ango rabirduyeke netewe ya hevpar, zimanekî netewe yê hevbeþ heye û endamên netewe bi heman baweriyê ne.
Ev þert û mercen neteweyîbûnê, mîna gelek neteweyên li ser rûyê cîhanê, ji me kurdan re jî derbasdar in. Lê mixabin, þert û mercên jiyana me kurdan naþibin ên ti neteweyan. Dîrok, çand û zimanê me bi hezar salan e ku ji aliyê dagirkerên welatê me ve hatine xerakirin û rûxandin. Di pêvajoya dîrokê de, parçebûna Kurdistan û talan û asîmîlasyona ku vê parçebûnê bi xwe re anî, em ji neteweyîbûna me jî dûr kirin.
Di serhildanên kurdan de, ji bo ku yekîtiyeke neteweya kurd pêk neyê, dewletê herî bêtir derdorên qaþo çepgir bikar anîn. Serhildana Þêx Seîd li gor van paþverû bû û doza þerîatê bû. Gelek rewþenbîrên elewiyên kurd þandin nava gelê kurd û kirin ku kurdên elewî dûrî serhildanê bimînin. Bi heman rengî di serhildana Dêrsimê de jî, nav di rewþenbîrên kurd ên sunî dan û gotin elewiyên bê ol in. Herwiha pêþî li kurdên sunî girtin ku arîkariya wan negihe Seyid Riza. Çepgir û rastgirên tirkan duvelangên xwe yên kurd jî bikar anîn û pêþî li yekîtiya neteweya kurd girtin.
Heta salên 1970an li Bakurê Kurdistanê nave kurd û Kurdistanê jî nedihat ser zimanan. Em tev tirk bûn… Bi taybetî rewþenbîrên me kurdan, di van salan de bûbûn duvelangên çepgirên tirk û li pey M. Alî Aybaran, li pey Mihrî Belliyan û Perînçekan digeriyan. Xwe ji neteweya kurd diþûþtin.
Îro jî heman leyîstik bi awayek din tên gerandin. Propagandayên dewletên xasûk didomin. Yên mina Mihrî Bellî û Perînçekê ku rewþenbîrên me hê jî mîna wan tevdigerin, ji bo neteweya kurd, ji bo tevgerên kurd û bi taybetî ji bo Kurdistana Federe peyvên herî rajêr bikar tînin. Kurdan tevan dikin neteweperestên paþverû. Herwiha jevdexistin, jevbelavkirin û neyarkirina kurdan a ji hev re, geþ û gurtir dikin.
Me got ku her neteweyek bi semboleke xwe tê nasîn. Ale sembola gelekî ya herî berbiçav e. Her netewe aleyeke xwe heye û ew ale rûmet, þeref û þana wan e. Ya me kurdan, her çiqas ku em ne xwedî dewletin jî, lê aleyeke me heye û ev ale sala 1920an ji aliyê Cemiyeta Teþkîlata Îçtîmaî ya Kurd ve hatiye derpêþkirin. Aleya kurdî li jor sor, li nîvî spî û li jêr kesk e. Rojeke zer di nîvî de li ser rengê spî hatiye bicihkirin. Rengê sor þoreþ e, yê spî aþtiye, yê kesk bereketa Mezopotamya ye û zer jî roja li asîmanê Kurdistanê ye.
Ev ale ji aliyê hemû Kurdan ve tê pejirandin. Hemû rêxistinên kurdan, çi PDK, çi PKK, çi YNK, çi PSK û çi rêxistinên din, vê aleyê ser hemû sembolên din re digirin û pêwîste jî bigirin. Lewra sembolên partiyan qet nabin sembolên neteweyekê. Her partiyekî semboleke xwe heye bêguman… Lê ev sembol ji aliyê alîgirên wê partiyê ve tên pejirandin. Aleya kurd ne sembola partiyekê, hizbekê yan jî komiçkekê ye. Ew sembola gelê Kurd ên li her derên cîhanê ye.
Heger em aleya xwe ji bo neteweyîbûn û yekîtiya gelê kurd bikar neyînin, bawer dikim em ê ji bo dijminê xwe xizmetekê bikin ku yeka me kurdan nebe dudo…