|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
|
|
Îlkel Milliyetçî » yên
zimanê kurdî û enternasyonalîstên kurd (!)
Kurdistan Post-17.Eylül
2006

Jîr Dilovan
jirdilovan@hotmail.com
Ev demeke dirêje ku di nava dudiliyekê de li ber xwe didim... Gelo ez vê mijarê binivîsim an nenivîsim? Lê hinek bûyer û rûdanên balkêþ ez mecbûr kirim ku binivîsim.
Em kampanya li ser kampanyayan li dar dixin, em daxuyaniyan li ser daxuyaniyan didin û dibêjin : «Zimanê me rûmeta me ye ...» Lê ev ji gotinê û wê de naçe. Mixabin bi xweziyan kesekî ranehiþtiye baqên keziyan. Bi gotinên bi vî rengî yên bê hewldan û tevger, em ne xwe bi tenê em gel jî dixapînin. Êdî demeke wisa hatiye ku gel jî hew pênc qurûþan bi gotina me bide.
Bûyer yek : Ez li xwaringeha Televizyona Roj bi hevalan re rûniþtîme û firavînê dixwim. Li kêleka min a rastê hevaleke me ya ku bernameya kurdî çêdike û li kêleka din hevalekî me yê ku nûçeyên kurdî pêþkêþ dike jî xwarina xwe dixwin. Serê çend xeberan bi tirkiyeke bêteþe bi hev re diaxivin. Min hêdîka rahiþte tepsîka xwarinê û ez çûm li ser maseya li hemberî wan rûniþtim. Min xwe negirt û got : «Hûn du bernameçêker û axaftvanên kurdî ne. Bi ser de jî hûn di saziyeke kurdî de dixebitin û bi hezaran kîlometro dûrî Tirkiyeyê ne. Ez wateyekê nadim vê rewþa we!» Keçka me ya nazik çi bersivê bide min baþ e : «Ben ilkel milliyetçi degilim» (Ez ne neteweparêza kevneperest im!)
Li gorî keçika me ya bernameçêkera kurdî lê axivgera tirkî, axaftina bi kurdî kevneperestî ye!!!
Bûyer dudo : Hevalê me nivîskar û bernameçêkerê radyoya Dengê Mezopotamya Diyar Botî, beþdarî civînekê dibe. Berî civînê li dalana xanî rûdinin û hinekî diaxivin. Hevalê me Diyar jî mîna min þor e û ji kurdî pê ve li tu zimanê din nabanê. Piþtî qasek axaftina bi kurdî, hevalê ku yê civînê bi rê ve bibe, li hevalê me Diyar vedigere û digel kurdiya xwe ya baþ jî dibêje : «Heval, artik resmiyete geçelim ve Turkçe konuþalim!»
Li gorî rêveberê me yê hêja axaftina bi tirkî fermî ye lê ya kurdî pûç e!!!
Bûyer sisê : Dîsa em li kafeterya Televîzyona Roj in û ez û hunermend Rotînda diaxivin. Mijar dîsa bû zimanê kurdî û bi carekê axîn ji devê Rotînde bilind bû. Bi axîna xwe re got : «Mamoste karê me zor e! Berî çend rojan me civîna komîsyona çand û hunera kurd li dar xist. Berî civînê min dîtina xwe anî zimên û min got hevalno, em civîneke bi navê çand û hunera kurd çêdikin. Pêwîst e em tenê bi kurdî biaxivin. Bawer dikim di vê dema kampanyaya zimanê kurdî de ev yê hê bêtir watedar be...» Bersiva hunermendekî kurd ê li wira dibe ev : «Sende mi ilkel milliyetçi takimina transfer oldun?» (Tu jî transferî tîma neteweparêzên kevneperest bûyî ?)
Li gor hunermendê kurd ê ku li ser piþta kurdî dijî lê tirkî qajikê devê wî, kesên bi kurdî diaxivin di nava tîma neteweparêzên kevneperest de ne!!!
Heta ku hejmara enternasyonalîstên kurd (!) yên bi vî rengî, ji kurdîaxêvên kevneperest(!) zêdetir be, bi hezaran kampanyayên ku werin lidarxistin jî, vala ye!
Heta ku saziyên me di bin rêveberiya kesên tirkîaxêv de bin jî, pêþketina kurdî ji bîr bikin!!!