Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Bûye çarox îcar dixwaze bidrû, heheyyyy!

Hesen Keleþ-20/08/07-London- Carna hinek kes dibêjin:”Ma yabo Lotikxane dev davêje xelkê”.

   Ê lawo bi serê Bîll Clînton û bi lêvên Monîka Lewînsky, em belasebeb neheqîyê li kesekî nakin, wîî! Bela xelk xwe nexin devê me go em jî lotikan li wan nexin brao, waweylê! Aha ji we re nimûneyek:

   Modela Ingilîz Katîe Prîce (Jordan) rabûye ji rojnama Bîld re gotiye: “Jibo ez heyecanekê têxim nav zewaca xwe, ezê perda keçkanîya xwe bidrûm. Bi vî awayî ezê diyarîyekê bidim mêrê xwe Peter Andre û kêfa mêrê xwe bînim. Ez bawerim bi dirûtina perdê wê jîyana me a seksê bi heyecantir û xurttir bibe” filan û fîstan. 

   De îcar emê çima û çawa dev navêjin xelkê yabo, hêê? Ma ev karê aqila ye? Xanimê bûye çarox, gemî û trên têre derbas dibin, îcar radibe wê perda xwe bidrû, arkuna xwe teng bike û heyecanekê têxe jîyana xwe!

   Haaaaa, dibêjin emelîyata perdê 15 deqîqan dajo û bi 400 euroyî ye.     

   Heyran bi soz û peyman, tu were Lotikxanê ber destê operatorê me, emê di 5 deqîqan de û bi 250 euroyî perda de bidrûn!  Ma insanetî miriye bavo, wey!