|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Jordan xanim „Toba Îmamê Çaroxî“ kir

Rozê-22/11/07-London- Katîe Prîce, yan jî bi navê ku zêdetir tê naskirin Jordan, wek „jina skandal û sosretan“ tê naskirin. Xanimê tiþtekî di dilê xwe nahêle û kes nizane bê heta niha ewê çend lotik li xwe û li xelkê xistine.
Hinek dibêjin „Hejmara zilamên ku di ser re derbasbûne bê hed û hesab in“. Hinek dibêjin „ Na canim, pir pir 300, 400, 500 lotik xwarine“. Hinek jî dibêjin „Em bi herdu memikên wê yên wek þebeþên Diyarbekrê kin, bûye çarox. Trên, keþtî û firoke jî têre diþemitin“ filan û fîstan.
Werhasil, li ser van gotin û paþgotinên xelkê, me jî rabû xwe gihand Jordan xanimê û doza devjêberdana lotik, zîtirk û pehînan lê kir û gotê:“Êdî bes e! Te em hetikandin, tiþtê te xwar, vexwar û kir xwe bela ji te re bin, lê ji vir û pêde em qebûl nakin. Heger tu bi vî awayî dewam biki, emê derîyên Lotikxanê li te bigrin“ û þûjinek tê rakir.
Wê jî rabû bi Incîl, Tewrat, Zebûr û Mishefa Lotikxanê sûnd xwar û got:“Tobeee! Ji vir û pêde ezê jî wek zîtirkvanên Tirk serê xwe bipêçim û berê xwe bidim Umrê, Mek û Medînê. Heger car caran ez çend lotikan ji vir û wir de li xwe xim jî, çavên xwe bigrin û xwe li xeþîmîyî deynin“.
Ez serê we neêþînim, me lotik û zîtirk li Jordan xanim dan betalkirin û lê heram kir. Lê dîsa jî insan e. Insên þîrê xav vexwariye. Ne dîn pêre maye û ne îman. Te nerî Jordankê jî toba xwe xerakir û dîsa dest bi ajotina cot kir, ma kî zane,wîî!