Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Li navenda medenîyetê bêhna rîxa Erebî

Gulnaza Torî-14/12/07-Parîs- Serokê Lîbyayê Mûammer Qeddafî hat Fransayê û serdana serokkomarê Fransa Sarkozy kir.

Wek hûn zanin, Qeddafî berî hatina xwe þertek danîbû pêþ rayedarên Fransî û gotibû:”Heger hûn konekî (çadirekê) li kêleka qesra parlamentoyê venekin, du-sê deve, çêlek, ker û qantiran li devê çadirê girênedin, ezê serdana welatê we nekim” filan û bêvan.

Werhasil, ê ji xwe Serkozy jî ji Qeddafî teradîntir e. Wî jî rabû konek ji Qeddafî re xemiland, çend heywan li devê derî girêdan û li bendî hatina Qeddafî ma. Ez serê we neêþînim, dibêjin hingî wan heywanan rîx serkul kirine, bêhn bi ser Parîsê ketiye û çendsed kesek ji bêhna rîx û serkulên deve, çêlek, ker û qantirê bi jehrî ketine û yekser ew rakirine nexweþxanê. Neyse, Qeddafî hat û li dîwanxana çadira gewrik vezilîya.

Lê tiþtê ku ji kon û çadirê zêdetir bala xelkê kiþand zêrevanên Qeddafî bûn. Yanî, zêrevanên jin! Xuyaye Qeddafî jî wek hinek serokên partîyên Kurd ji jinan pêve bawerîya xwe bi kesî nayne. Hem jî keç û jinên nezewicî, ciwan û bedew! Qeddafî bi 30 jinên zêrevan re hat Parîsê. Bi Xwedê û Pêxember, li axret û bihuþtê jî ev 30 keç û jinên xweþik bi dest kesî nakevin. Mêrik di nav van berxik û horîyan de bûye wek beranekî kofî ellawekîl!

Ma hinek ji serokên gerîllayên me jî di nav komên gerîllayên jin de nebûne beran? Belê bavoooooooo!