Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Dengê xwe bidin xwe!

Hilbijartin nêzîk dibe û herkes rabûye lotik û zîtirkan dide xwe. Tirkên ku nikarin ji Tirkên xwe rayan bistînin û bi navê demokratbûnê xwe di nava partîyên Kurdan de vedişêrin, xwe wek namzetên serbixwe pêşkêşî Kurdan dikin û dixwazin ji safîtî û dilpakîya me Kurdan îstîfade bikin.

   Meselen wek Akin Bîrdal û Nîl Demîrkazik! Gelo çima ew ji partîyek Tirk nabin namzet? Zanin go wê nikaribin biserkevin û ewê Tirk wan bidin ber lotik û zîtirkan.

   Îcar, divê em Kurd aqilê xwe bidin serê xwe, dev ji wê bratîya Kurd û Tirk berdin û deng û raya xwe bidin xwe. Yanî, deng û raya xwe bidin namzetên Kurd, namzetên welatperwer û Kurdên go birastî jî cefakarî kişandine. Meselen wek Dr.Kamîran Yildirim!

   Dr.Kamîran Yildirim, di 1965an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî xelaskirina Fakulteya Mihendisî Beşê Jeolojîyê, derbasî Zanîngeha TIP a Cimhûrîyetê dibe û di 1994an de xelas dike, dibe doktor. Dr.Kamîran Yildirim Kurdekî welatperwer e, ji malbatek welatparêz e û xizmetkarê gelê xwe ye.

   Werhasil, êdî roj hatiye ku Kurd li xwe, li namzetên xwe, li Kurdên go birastî jî dilşewatê welatê xwe ne xwedî derkevin, rayên xwe nedin Kurd û Tirkên doşirme û rûn li ser nanê dewleta Tirko nekin. Nisêbînîno! Li Dr.Kamîran Yildirim xwedî derkevin, wî bi tenê nehêlin!