Piþtî ku agirê Xwedê bi balafirgeha Atapûto ket

Niha jî qirikên reþ (qijak) bûn dijminên wan

Gormuþ Satilmiþ-07/06/07-Stenbol-Du roj berê me dabû xuyakirin ku agirekî no bi balafirgeha Atapûto ya li Stenbolê ketiye. Piþtî ku agir hate tefandin, îca bi dehhezaran qirikên reþ gihane hevûdu û êrîþê balafirgehê kirine.

Helbet ev jî tofanek e ku bi emr û fermana Xwedê çêdibe, ji ber ku Tirk pir zalim bûne û nema Xwedê ew zulm li ba xwe rewa dibîne. Refên qirikan meydana balafiran vegirtiye û di nava balafirên ku di parkan de ne, hêlîn ji xwe re di qulikên motoran de çêdikin, tê de dest bi kirina hêkan jî kirine. Lê meazelah eger çêlîk derxînin, hingê karesatek pir mezin derdikeve holê.

  Karbidestên meydanê, ev e çend roj in ji bo ku qirikan biqewirînin, gelek kiryar ceribandine, wek qûþlastîk, demaçeya lazerê, ev demaçeyên ku bi dizî pê zilam têne kuþtin tev li qirikan ceribandine lê dîsa jî qirikan meydan neterikandiye.

   Serokê komela balafirvanan Sefa Inano gotiye: Ev qirikên reþ, gava xwe li camên kokpitê dixin, can diderizin. Gava xwe li rexê radarê jî dixin, pozê balafiran didewixe û tîneke xirab li sistema radarê dikin. Ev qirik gava dikevin nava motorên balafiran, ji girtina hewayê re dibin asteng û balafir jî hêza xwe wenda dikin. Ji ber vê yekê balafir êdî nema karin bifirin û rêwiyan bibin.

Hinek alim u zana dibêjin ku ev qirikên reþ heta sed salî jî dikarin bijîn. Zanîna wan ji ya kuçik, gur û pisîkan zêdetir e.

Yanî bi kurtî mesele ev e: Eger Balafir bimîne, wê heta sed salên din jî ev qirik bela serê wê bin...