Mrz 7, 2014

Kategorie: Kadîn

ZIMAN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
*Ev nivîs bi zimanê Badikanî hatiye nivîsîn( eşîrek pir mezin a ku ziman û çandik wê ya serbixwe hey e) Herê bavo herê. Win jî ravûne ji me ra behsa zimanê çêkiriyê ku em nikarin di  nav mal û merivê xu da xeberdin dikin. Bi serê beranê biquloç kim, gava em di şîn û şahiya […]

Partîya Demokrata Netewî ya Kurdistan (PDNK) ava bû, kilîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, partîyên me zêde dibin û her roj partîyek nû ava dibe. Wey xwedê ji Kasimpaşalî Receb razî be rebbî. Bi xêra wî Kurd bêtirs partîyên xwe ava dikin û tew navê „Kurdistan“ jî lê zêde dikin. Axir, piştî damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd Bakur (PDK-B), niha jî Partîya […]

Evîna me bû seroka Sosyaldemokratên cîhanê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava Sosyaldemokratên Swêd û Danîmarkayê be. Dibêjin endama rêvebirîya ciwanên Sosyaldemokratên Swêdê Evîn Încîr (hejîr) terfî kiriye û bûye seroka ciwanên Sosyaldemokratên Cîhanê (ÎUSY). Evîn Încîr ji Diyarbekirê ye û di şeş salîya xwe de hatiye Swêdê. Xwendevana hiqûq e û keçek jîr û çalak e. Axir, em […]

Dengê te

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Dengê te sitrana min e, porê te jenîna evîna min e Kenê te hêvîya şahîya min e, tu wek stêra êvînê geş î Dengê te Dengê te sitrana min e, dîma te roka welat e Hêstir û axîna min e, bejna te destpêka jîyanê ye Di dîlanan de semaya digerîne Dengê te Dengê te sitrana […]

Jiyana Serokê Netewî M. Mistefa Barzanî (14.03.1903 – 01.03.1979)

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Di dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di bizava siyasiya başûrê Kurdistanê de piştî têkoûna serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêşiya xebata Kurdên başûrê welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex şervanên wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna […]

Ez di pêşketina tenduristîyê nim!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Dest e, nîvê laş e. Mirov ji du tiştan pêk tê, dest û çav.  Û bêxwedîkê belalûkan jî di dest û çavan de derdikevin. Di vê dema herî xweş de, di ciwaniya me de, ev belalûkên bêrû dev ji me bernadin. Ne hûn dikarin destê qîzekê bigirin, ne jî hûn dikarin biramûsin. Erê gelî canik û […]

Dev ji axretê berda û bi dinyayê girt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Xanima nîvnermik û nîvgermik Kate Stoltz, endamek ji endamên mezhebê Amîş bû. Amîş mezhebek radîkal û hişk ê Filehan (xiristiyanan) e. Kate xanim di dêrê (kilîsê) de dijîya û ji gotina dê û bavê xwe dernediket. Lê çi bû, çi nebû kes nizane, Kate Stoltz lotikek li hezhebê Amîş û li dêrê xist û terka […]

Malxerabê wek liba hinarê ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Lotikvana germik û nermik Candîce Swanepoel, wek libek hinara miz û şîrîn e. Malxerabê tu dibê qey yezdanê pak ew bi qelemê çêkiriye û ji xwe re xemilandiye. Ev çend roj in Candîce Swanepoel xanim daye ser pişta me û bela xwe ji me venake. Her em jê direvin, ew dibeze û dide pey me. […]

Her tişt bûye montaj

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, teknîk ewqasî pêşketiye ku nayê gotin. Çi wêne bin, çi deng bin, êdî kesek tiştekî ji hev dernaxe. Heta meriv îspat û piştrast bike ku ew wêne û deng montaj in, qûn li meriv diqete. Îro li Tirkîyê modeya kasetan derketiye holê. Ew kes yan dezgehên ku ji wan re „paralel dewlet“ (dewleta paralel) […]

Doxînsistîzm derket

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, pirtûkên erotîk û doxînsistîzmê jî ketin nav ref û refikên pirtûkxaneya Kurdî. Devliken Kelogirî lotikek qerase avêt û erotîzma Kurdî ji çand û zimanê Kurdî re kir diyarî. Devliken Kelogirî pirtûka xwe ya yekem bi navê Doxînsistîzmê derxist. Her çiqas erotîzm û doxînsistî di çand û kultura devkî ya Kurdî de xwedîyê cîheyî berfireh […]

Fêriz û Evdo

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Fêriz wergêr e, lê ji mirinê re nabe. Derewîn û ji Keslanê Bexdê Keslantir e. Bîst û çar saetan karê wî araq û doxînsistî ye. Lê nizanim çawa rojekê karekî pir tê ber destê wî û Fêriz di ber vî karî re nagihêje. Bi tena serê xwe nikare biqedîne. Xwediyê kar jî dilezîne ku zûka […]

Ol û siyaset

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ku em îro li siyaseta Tirkiyê, Îranê, Iraqê û dewletên din yên li Rojhilata Navîn temaşe bikin, em dibînin ku ev bi her awahî ol û siyasetê bi hev re dimeşînin. Herkes li gorî xwe olê wek lastîkekê bi aliyê xwe ve dikişîne. Ev çend hefte ne ku medya, siyaset û civak li Tirkiyê bi […]

Fatê were dawetê!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Pişo Mihemed Belê, ez nizanim çi bêjim, ez ne dîn im, ne gêj im. Lê bi namûs ezê bêjim! Ê de were û kirasê xwe neçirîne, nedirîne û neke tîş û terîş. Wekîla BDP Perwîn Bûldan xanim efendîlerî hevpeyvînek wek tirşikê bi rojnama Hurrîyetê re kiriye û dilê meriv bi wê tirşikê dixele. Çi dibêje […]

HPK gund û bajar dane ber xwe

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, Hewldana Partîyek Kurdistanî (HPK) ji gund û bajarên Kurdistanê dest bi lotikan kir û pêde çû. Ciwamêran wek mêşên hingiv nasekinin. Ha li vî gundî, ha li vî bajarî, ha li vê aşxanê û ha li vê hotêlê, civînên xwe çêdikin û amadekarîya partîyek Kurdistanî dikin. Axir, piştî bajarên Kurdistanê, îcar lotikvanên HPK berê […]

GELO WE BI XWE DE RÎT ?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Alo Kurdekî Sêwasê ji navçeya Divrîgê ye. Alo mêrxas û jîr bû, gelek jî hişdar bû. Rojek di nav nivîna de ye, xwest him pîrekên malê biceribîne û him jî henekek nesh bike. Bûka wî ya mezin li ber çavê wî ket, got “ Keça min bi bexşîne, min bi xwe de rît, tu dikarî […]

Kûçik nehiştin, îcar dora kera ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, hingî zarokên Mao Zeytûn goştê seg û kûçikan xwarin, li Çînê kûçik neman û qira wan hat. Li Çînê 1,5 milyar (milyar û nîvek) mirov dijîn. Êêêêê, ma têrkirina zikê 1,5 milyar mirov rehet û hêsan e? Na bavoooooo, kî kare zikê wan têr bike! Û ji bo têrkirina zikê 1,5 milyar mirov çi […]

XEM TUNE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Bi sala min dil daye te, nikarim dev ji te berdim Ketme xefka te dîlberê, ez ketime li ber şet im Min bikuje min bihêle, di destê te de me yarê Ku tu berdî min bi dara, dîsa bêm bate bi xarê   Bûme çûkê di rekehê de, min bixe rekehê tu zanî Min ne […]

XEM TUNE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Bi sala min dil daye te Nikarim dev ji te berdim Ketme xefka te dîlberê Ez ketime li ber şet im Min bikuje min bihêle Di destê te de me yarê Ku tu berdî min bi dara Dîsa bêm bate bi xarê   Bûme çûkê di rekehê de Min bixe rekehê tu zanî Min ne […]

Ne ji kesî ditirse, ne jî fedî dike

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Devîn Justîne lotikvanek germik û nermik a Playboyê ye. Xanimê di her fersendê de xwe şût û rût dike û xwe berdide çolê. Ne ji kesî ditirse, ne jî şerm û fedî dike. Devîn Justîne, van rojan serê hefsarê xwe tam berdaye û kes nikare wê bigire. Xanimê pir ji xwe û berdena xwe hez […]

Eniya hevbeş (Suriye, Îran, YNK, PKK û Malikî)

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Piranîya alîyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PYD/PKKê bi serê xwe nirxandin û dinirxînin. Di hemû bûyeran de PKK /PYD rexne kirin. Lê li Rojavayê Kurdistanê PKK û YNK li gel dewleta Îranê siyasetek hevbeş rêve birin. Tu caran YNKê siyaseta PKKê li Rojava rexne nekir. Eger di destpêkê de siyaseta ku PKK li Rojavayê […]

Xeto çû ma zeytûn

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Belê, rehma xwedê lê be, xalê me Xeto mir û berê xwe da axreta gewrik. Wek hûn zanin, Dêrika Çiyayê Mazî bi du tiştên xwe meşhûr bû. Bi Xeto û bi zeytûnan. Xeto gula civatê, sebra ber dilê Dêrikîyan bû. Û zeytûn jî xwarina ser sifra Dêrikîyan bû. Û gava herdu, ango Xeto û zeytûn […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“//www.youtube.com/embed/R7buqHBoHQs“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

PDKT Newrozê pîroz dike, kilîlîlîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
BANG JI BONA PÎROZKIRINA CEJNA NEWROZÊ! Emê Cejna Newrozê li bajarê Amedê bi raqs û govendê pîroz bikin. Hemî Kurdên welatparêz vexwandî ne. Emê bi çek û bergên xwe yên pak û xweşik, raqs û govend û şahîyê bikin. Da cejna Newrozê ji rengê cengê vegere renge Cejnê. Nemaza di Bakur de.  20.02.2014 CÎ: Qada […]

Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ Hevwelatîyên hêja, Dengê xwe bidin kandîdatên Kurd û Kurdistanî! Li Turkiyê, di dawiya meha Adarê de, hilbijartinên şaredariyê pêk tên; bêguman ev hilbijartinên herêmî û yên xizmetê ne. Wekî tê zanîn, xizmeta beledîyan bi alîkarîya erk ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, em, hemû hevwelatîyên xwedîray berî ku dengên […]

Berdevkê PDK lotikek li PKK û PYD xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, Berdevkê Polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî lotikek qerase li baskê radîkal yê PKK û PYD xist û tirr ji wan berda. Xalê me Emînkî ragihand ku hinek medya û berpirsên“baskê radîkal” ê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tohmetên bêbingeh li PDK dikin û daxuyanîyên nerast di derbarê […]

Serok Barzanî tilîyek avêt bin dûvê Reşo

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Wek tê zanîn, Amerîkayê bi alîkarîya Kurdan Saddam Hisên têk bir. Û ji wê rojê û vir de, ango ji 2001an û vir de, partîyên wek PDK (Barzanî) û YNK (Talabanî) di lîsteya terorê ya Amerîkayê de cîh digrin. Herdu partîyên ku mezintirîn partîyên başûrê Kurdistanê ne û nûnertîya 4-5 milyon Kurd dikin, di sêyemîn […]

Em jî 1,5 wezaretan dixwazin kaka!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, li ser bextê doxînsist û zikmezinên Silêmanîyê be, dibêjin her du partîyên îslamî yên Herêma Kurdistanê (Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê) bi giştî 5 wezîran ji kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin. 5 wezîr û wezaret ha! Îcar we fêhm kir bê çima ev 5 meh in hikûmet nayê […]

Kongreya Netewî ket kewara „Kanton – Karton û Kartolan“

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Zinar Qelemşûr Belê, çîroka kongreya netewî bû benîşt û ket devê xelk û alemê. Hem em Kurd pê rezîl û riswa bûn, hem jî dinya û alem bi me kenîya û dikene. Berjewendîyên partîtî, terîqetî, eşîrtî û rêxistinî bûye bela serê Kurdan û rê li ber berjewendîyên netewî girtiye, digire û ji yekîtîya Kurdan re […]

Do û îroj: “Rastiya” netewperweriya hinek siyasetmedarên Kurd

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ez ê di vê gotarê de bi kurtasî li ser hinek siyasetmedarên Kurd rawestim; hinek pîvanên netewperweriyê kifş bikim. Pîvan bi xwe jî bi kêmasî ne, cihê guftûgoyê ne. Mijar berfireh e, nikare bi gotarekê tenê bê zelalkirin. Ez pêşî bi kurtî behsa hinek modelên çareserkirina pirsên kêmjimaran/minoritet (kêmaran) û neteweyan bikim. Ji bo mijar […]

Aha Kurdayetî ev e!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Kurdayetî ne bêdengmayîn e. Kurdayetî ne sersarî û xemsarî ye. Kurdayetî ne bêxîretî û berjewendperestî ye. Kurdayetî ew e ku meriv li her cîhî û li her derê li qewmîyeta xwe xwedî derkeve û li ser Kurdan bêşe. Kurdayetî  ew e ku poz û bêvila meriv bişewite û meriv sînga xwe ji êrîşên ser gelê […]

Qewîtîya (wesîyeta) Qazî Mihemed

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Bi navê Xwewêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min î qehrxwarî û gelê min ê zorlêkirî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwewê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, […]

Siyasetmedar, şervan û şair: Alîşêr

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Koçgirî li bakurê rojavayê Kurdistanê ye. Di dîrokê de him bi cografî him jî bi çand û civakî mîna rojavayê Dêrsime tê binavkirin. Mîna parçeyekî Dêrsimê ye. Îro dikeve hêla başûr û rojhilatê bajarê Sewasê. Di dîroka Osmanî û ya Komara Tirk de desthilatdarên Tirk kengê êrîş birine ser Dêrsimê, wê çaxê Kurdên Koçgiriyê jî […]

KOMELEYA PARASTIN û BIPÊŞVEBIRINA YEKÎTIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN û NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK (PYR)

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Komeleya Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya gelên Rojhilata Navîn û Navenda Lêkolînên Stratejîk (PYR) hate damezrandin. Roja 12.02.2014an bi serlêdana fermî, Navenda Lêkolînên Stratejîk û Parastin û Bipêşvebirina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn (OHAK-DER), bi serokatiya nivîskar û ramyar M. Burhan Hedbî hate damezrandin. Armancên Komeleyê;        Derbarê çimayên (sedemên) wendabûna huqûqê brayetî û destpêkirina bêasûdeyî û nearamiya […]

Kêmasîyên me…

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Pêvajo û rewşa mirov bi hevdu re girêdayî ye. Her ku dem pêş ve diçe, mirov kamil û zana dibe. Ew mirovê ku kamil û zana ye, ber bi pîrbûnê ve diçe. Pêşveçûyîna demê tu tişt wek xwe namîne, tê guherandin.. Carcaran mirov di hundurê wê pêvajoyê de tiştên çê diafirine.Û carna jî rûxên e. […]

KURTEJÎYANA HUNERBAZÊ KURD ‘’TALHET HEMDÎ’’

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
‘’Talhet Hemdî’’ di Sala 1941an de ji dayîk bûye. Derhêner û hunerbazekî Kurd e, ji Kurdên Sûrîyê ye Navê wî yê resen ‘’Talhet Hemdî Kaka’’ye. Ew bixwe di sala 1941an de li ‘’Paytexta Sûrîyê’’ li ‘’Şama Şerîf’’ li ’’Zebedanî’’ ji dayîk bûye. Di 1 Adara sala 1968an de tev li Encamên Hunerbazên Sûrîyê bû, karê […]

Jessîca Bîel silavek da civata hazir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, xanima germik û nermik, bedewa devmezin û diranferşikî Jessîca Bîel, silavek ji xwendevanên Lotikxanê re şand û tepa xwe li nav serê wan xist. Jessîca Bîel yek ji jinên herî seksî û agirpêketî yên Hollywoodê tê naskirin. Me şeg şû pekên lotikên wê nedîtine û ramûsanên wê jî ne ceribandine. Lê yên ku lêvên […]

HUDA-PAR lotikek li başqanê me xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, berberî û rikberîya navbera PKK(Ocalan-BDP) û HUDA-PAR (Hizbûllah) berdewam e. Şerê salên 90 î heta bi îro didome û herdu alî car caran hevdu didin ber lotik û zîtirkên kesanedî. Di salên 90î de di şerê herdu alîyan de bi hezaran welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Lê balkêş e, tenê welatperwer û Kurdperwer hatin […]

GÛ GÛ YE, GÛYÊ PAK TUNE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Xalê Hiseyînê ji  Elbîstanê li qehwexanê rûniştî bû. Tirkekî jê re got “ Hiseyîn, hûn Kurd çito mirovin lo ? “ Xalê Hiseyîn zanibû wê dîsa tiştek nijadperestî bibêje, got “ Çi bû Kurêmin, te xêr e oxlim ? “ Yê Tirk got “ Çi çibû, hûn Kurd wexta dirîn li gûyê xwe mêze dikin […]

BEDEW NAZÊ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Bedewê…. Gulên avdarê tu vedikî Xunav li ser sîngên te dihele Wî rûyê te yê nazik geş dike Hestên min tu serxoş  dikî Dilê xort û ciwanan şa dikî Dîlanekê tu digerînî li ser vê xakê Bedewê, bexçê gulan û evîndaran Tu dilê birîndaran, derman û melhem dikî Bedewê, şox û şengê,  nazika cîhanê Binefşa […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“//www.youtube.com/embed/IQWpOWbQdfc“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Raya min ji xaltîka Makbûle re ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê kezebno, şaredarên me yên jin pir in. Û ji xwe wê di hilbijartinên îsal yên meha Adarê de hê jî zêdetir bibin. Lê muxtarên me yên jin kêm in û xaltîka me Makbûle Fîdan yek ji wan muxtaran e. Xaltîka Makbûle 16 sal berê çûbû cem muxtarên navçeya Qulpê ji bo ku pirsgirêkek xwe […]

Jinên HAK-PAR ê daw û delingên xwe hilgavtin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, jinên HAK-PAR ê li hev com bûn û ji bo xebat û tekoşînek xurttir daw û delingên xwe hilgavtin. Li gor fitne û fesadên nava HAK-PAR ê dikin qulte qult, dibêjin jinên HAK-PAR ê biryar girtine ku dest bi lotikên xurttir bikin û di pêvajoya hilbijartinê de çalaktir bin. Li gor sîxura Lotikxanê „Eyşoka […]

Partiyên me, xistine me

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
 Eger pêdiviya mirovan bi partiyan tune ba, ewqas partî li cîhanê nedihatin damezirandin. Dîroka yekemîn partiya siyasî vedigere Emerîka, Tomas Jeferson û Cîmis Madîson di sala 1792an de partiya Demuqratî damezirandin û ji wê rojê ve li gel partiya Komarî Emerîka mezin birêve dibe. Xweda di Qurana pîroz de dibêje “her partî bi yên li […]

Here name û were name

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, vê heyamê çûn û hatina nameyan zêde bûye. Û helbet qasid û navgîn jî pir in, lingekî wan li Îmralîyê û lingê din jî li Qendîl û Hewlêrê ye. Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan nameyek qerase ji serokê Kurdên dinya û axretê birêz […]

Tevger lotikek din avêt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Belê, Tevgera Ciwanên Kurdistan (TEVGER) lotikek din avêt û komela xwe ya 4. an li Silopîyê vekir. Di vekirina merasîma komelê de dê weledê xwe avêt. Ji gellek gund û bajarên Kurdistanê beşdar amade bûn û vekirina komelê pîroz kirin. Vekirina komela ciwanan bi def û zirne, bi lotik û zîtirkan hat pîrozkirin û ala […]

Germik û nermikên me berê xwe dan Dersimê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, li gor fitne û fesadên nava germik û nermikên Kurdistanê û Tirkîyê qal dikin, dibêjin endamên LGBTÎ (Lezbîyen, Gay, Bîseksuel, Transeksuel, Înterseks) berê xwe dane Dersimê û dixwazin li Dersimê, li warê Seyid Riza û Elîşêr komela xwe vekin. Li ser navê endamên LGBTÎ Xuzrev Orgun, di konferansa çapemenîyê de anî zimên û got: […]

Yasînê me bû cîgir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, siyasetmedarê Kurd, axayê eşîreta Bûbilanîyan, kilê çavê keç, jin û pîrên 17-65 salî Yasîn Kut, dîsa ket rêveberîya Partîya Çep û bû cîgirê partîyê.     Ev çend sal in Yasînê me li bajarê Ludenscheîd ê di nava partîya „Dîe Lînke – Partîya Çep“ de lotikan davêje û wek Kurd xizmetên baş ji Kurdan re dike. […]

EZ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ez şêrê Kurdistanê me, qebûl nakim bindestî Çar terefê me dijmin e, bi rastîne ne bi qestî   Di şer û cengê giran de, qet min lavlav nexwestî Ji rizgarîyê nagerim, bimênim ra û hestî   Di nav cîyan de namirim, diçim mirin bi zanetî Bi sed sala zilm û zor e, yek kêlîyê ne […]

Aha jin ev e haaaaaaa!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, xanima germik û nermik, bedewa têrgoşt û qelew, dermala malê Vîktorîa Manas, yek ji jinên herî bedew û seksî tê hasibandin. Ferqa wê û jinên din tenê ev e ku Vîktorîa Manas hinekî têrgoşt e. Ango piçekî qelew e û wek dermala malê ye. Laşê wê malmîratê wek wan masîyên nava avê ye, şahîk […]

KURDISTAN YA ME YE, BICEHIMIN HERIN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Xalê Hiseyîn ji Elbîstanê hate Enqerê, wê li wir bi otobusek din biçûya bajarê Bûrsayê. Otobus amade bû, hemû çûn siwar bûn. Xalê Hiseyîn ji sîmsar pirsî: “ Bihayê bilêtê çiqase ? “ Sîmsar got “ Bursa bîst lîre ye.” Xalê Hiseyîn bîst lîre da û çû li paldanka pêşîyê rûnişt. Paşê yekî wek erfît […]
Page 30 of 87« First...1020«2829303132 » 405060...Last »