P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Giştî






De here 5/02/2012

De here de here De here li paş xwe nenêre De here de here Te li paş xwe nêrî jî venegere De here de here Bila hişê te ji serê te nefire De here de here Ma hiş di serê te de heye ku bifire De here de here Nahlet li şeytanê te were De here de here Xwe fahş neke û venegere De here de here Bi ser dimsê de dew venexwe De here de here Ker jî wek te ne ker e De here de here Serî bi hêlekê qûn bi hêlekê ve dihere De here de here Lêvên te gewher pozê te gulover e De here de here Ez bi ...

Hoşeng di rêya apê xwe re dimeşe 5/02/2012

Min çend nivîsên biraderê xwe Hoşeng Osê yê berî berdanê û piştî berdana ji Roj tv xwendin. Berî berdana ji Roj tv, Hoşeng egîdê mêra bû û çawa diket parastinê û pesnê wan camêran dide. Bi telaq meriv  pê dihisya ku hestiyên baş ji Hoşeng re davêtin û pişta wî baş miz didan. Lê xwedê bi tenê dizane bê çima Apociyan bera Hoşengê me da.  Pirs: Gelo hestiyan nema têra wî dikir? Guzlik  xerabû û çavên wî dilîstin?  Di rêya Apê xwe Emer Osê de meşiya? Yan jî birçî ma û roviyên wî bi heve zeliqîn û perê Apociyan ...

Batkî û Ekîba Xwe Ji Bo Çi Civiyane? 5/02/2012

Gelo Mûrad Batkî û ekîba xwe ji bo çi li dora vê maseyê civiyane? 1: Hêdî hêdî ji xwe re mirîdan çêdike da ku rêxistineke ne pir fahş û ne pir cahş ava bike. 2: Ji bo biratiya kurd û tirkan zexmtir û xurtir bike hewl didin. 3: Ji bo navê sîtkoma xwe ya bi navê “cîran cîran” ku di TRT6 ê de diweşe biguhere û bike “cîran cîran xwedê min neke cîranê wan û min nexe pirika wan” 4: Pere û kariyerê hemû nirx li ber çavê wî reş kirine, lewma jî hewl dide ku ...

Dewsa Dr. Şivan zû bi zû nayê dagirtin 1/02/2012

Min nuha di malpera Kurdînfo da xwend, hin hevalên me yên kevn(Mehmet Alî Ateş), par li Almanya li bajarê Kolnê 40 saliya şehadeta Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak )bibîr anîne. Min heta nuha nebihîstibû, min nuh bihîst. Gelkî kêfxweş bûm. Wek tê zanîn bûyera herdu Saîdan(Saîd Kirmizitoprak û Saît Elçî)di dîroka kurdan ya nêz da trajediyeke pir mezin e. Herdu Saîd û du hevalên Dr. Şivan(Çeko û Brûsk)di sala 1971-ê da li başûrê Kurdistanê, di nava şoereşê da bi rengekî trajedîk hatin kuştin. Ev cara pêşî ye, 40 sal piştî şehadeta Dr. Şivan, hin hevalên wî yên ...

Pêkenoka Muxtarê Keran 1/02/2012

Camêrekî ji muxtarê keran pirsî: "Hûn ker herî pir ji çi ditirsinş" Muxtarê Keran: "Ji Tirkan." Camêr: "Çima?" Muxtarê Keran: "Dixwazin me jî asîmîle bikin." Camêr: "Çawa?" Muxtarê Keran: "Ji me re dibêjin heke hinekan ji we re got hûn çi ne, hûn ê bibêjin em kûçik in, an na em ê we bixesînin!" Camêr: "Wê çaxê ji niha şûn de hûn ê bireyên." Muxtarê Keran: "Na. Min ji wan re got, hûn a rast bixwazin ji me ji kûçikan ê nêzîkî we em in. Ya din jî di zimanê Tirkî de nabe peyvek bi tîpa "h"yê dest pê ...

KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ ! 1/02/2012

Xalê Sidîq bi  temenê  xwe nêzî 70 salî ye, mirovekî gelek miqelîde henekvan e. Bejin kinik şîşman e, serê wî rût  keçel e. Rojekê hat ba me silav li  me kir, çavê wî bi notirvanê (bekçî) fabrîqê Xelîl ket (Serê Xelîl jî wek neynik dibiriqe); bi  lez çû ba Xelîl,  di guhê wî de tiştek got û hat.        Xelîl qirqilî reng lê çû, soro moro bû. Yekî got “ Xelîl beg çi bû? Tu çima aciz bûyî geloş? “ Xelîl got “  Tiştek tune .“ Lê rewşa Xelîl qe wilo nedigot, bi ...

Lotikvanê me Nêrekerê Colemêrgî tiştek nû keşif kir! 1/02/2012

Gelî camêr û lotikvanan, wek em hemû zanin , Tirkên faşîst ên Ernevotî gelek caran hebûna Kurdan înkar dikin û dibêjin Kurd tunene, an jî ji me re dibêjin Tirkên çiyayî . Gelî arqedaşlera, îro birê min tiştek ji min re got, birastî pir li zora min çû . Birê min got:" Kuro Nêrekerê Colemêrgî, tu zanî Tirko çi ji Kurdan re dibêjin?" Min got ne wila! Got: "Wele dibêjin di dema xwe de hejmarek Tirk çûbûn çiyê û li çiyê jî pir berf bariye, dema ku meşiyane piyê wan di nava berfê de KURTE ...

Emaîla me hat guhertin 28/01/2012

Kezebno... Ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî û ewlekarî, emaîla me lotikxane@hotmail.com hew dixebite. Hûn karin nivîs û lotikên xwe bisînin ser vê emaîlê. lotikxane@web.de Bi rêz û silavên germik û nermik Lotikxane

Çûçik û Teyrên Kurdistanê 28/01/2012

(Diyarbekir- Deşta Gewra- Gundê Kêylikê)  Fikret Ertek û Rûken Bağdu Keskin     Pit-boqsor / Çalı bülbülü / Cercotrichas galactotes / Rufous bush robin     Bet / Toy / Otis tarda / Great bustard   Çixik / Çulluk / Scolopax rusticola / Eurasian woodcock   Zirzûl / Ak karınlı ebabil / Apus melba / Alpine swift Şalûr / Şalûl/Arıkuşu / Merops apiaster / Bee-eater Cîq / REŞÊLE / Sığırcık / Sturnus vulgaris / Starling

VATINÎYÊN MÎNERAL Û VÎTAMÎNAN 28/01/2012

                                 XWENDEVANÊN HÊJA ! Me di Lotikxanê de di beşê „ Bavê Jîndar“ de li ser faydeyên xebitandin û kêrhatîyên riwakan/nebatan agahîyên berketî radigehandin we. (Û ew ê her  bidomin.) Lê niha jî em dixwazin di (DERMANXANA XWERISTÊ ) de  li ser cûreyên, vîtamîn, mîneral, proteîn, karbonhidratan û vatinîyên wan, di kîjan xidayan de çiqas hene û dema di bedenê de kêm an jî zêde bin, dibin sedemê kîjan arêşeyan we agahdar bîkîn. Madeyên ku xidayan pêktînin û ji bo jiyana mirovan hewceye  dibin şeş beş. 1 Cureyên vîtamîn 2-Mîneral 3-  Karbonhîdrat 4-protein 5- ...