
Wek hûn zanin, Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, ji ber zilm û gefên Nûrî Malikî reviya û hat li Tirkiyê bi cîh bû, bû koçer û penaber. Dema ku li Kurdistanê bû, serok Barzanî xwedî lê derket, ew parazt û ew radestî qûndeyê Malikî nekir. Ji ber vê, Haşimî rêzek mezin ji serok Barzanî û helwesta wî ya Kurdayetî û mirovatî re digre.
Tariq Haşimî, di derbarê dadgehkirina parêzer û zêrevanên xwe de axivî û got ku îfadeyên wan bi darê zorê, di bin êşkenca zebanîyên Nûrî Malikî de hatine girtin. Haşimî gotin anî ...