P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Giştî






Avdilê Bedro tilya xwe kir kulmozê 22/01/2012

Nanê sêwiyan di qirika Abdilê Bedro de ma Hîna gava apocî li Sûrî herî xurt bûn, li şamê malek li ser navê Avdilê Bedro nivîsandin. Qaşo Avdile hevalê Apociyan bû, xweya dike timatî kurkuj e, xalê Avdile çavê xwe berda malê Apociyan û got bi telaq ez vî xanî nema didim apociyan. Apociyan gotin qurban heyran ev malê şehîdaye û weraqe weraqe me ji nava vî gelî daye hev, hevalê me xwîna xwe rijandine û em tu cara li malê xwe nabihurin. Dîsa xalê Avdile go bi telaqê bê fitû ez nema didim. ...

XEYALA MİN 22/01/2012

Çêbû sîh û pênç sal Emrê min pêncî û şeş Dema ez zarok û şîmze Hebû xeyalek min Nîvîskar û hozan bûm Ez mirovekî Kurd bûm Jîyan heps û surgun bû Xeyala min mezin bû Helbestên min heja bûn Ji min re mal û milk bûn Wê kengî bibin malê gel Ev ji min re xeyal bû Çend ahlê min jî hebûn Gelekî dilovan bûn Li gundê min civîn bû Xeyala min bi cî hbû Xwarz û hevçeng kur xal bûn Hemû tev ciwanmêr bûn Alîkarî dane min Xeyala min pêk hatibû

Lotikxane bar dike 12/01/2012

Lotikxane meskenê xwe diguhere û bar dike. Heta xeta înternetê bê girêdan belkî em nikaribin 10-15 rojan malperê nûjen bikin.  Ji niha de em lêborînê ji we dixwazin. Hêvîdarim hûn bêhna xwe fireh bikin û me nedin ber lotik û zîtirkan. Bi rêz û silavan Pîrkemal

Ehmedo nikilek avêt Kasimpaşalî Receb 8/01/2012

Piştî ku meclîsa Fransayê qirkirina Ermenîyan qebûl kir, Tirk bûn wek gurên har, wek bergîlên ku mozik bi wan vede dest bi lotik û zîtirkên Tirkane kirin. Fransa û pozdirêjê Sarkozî kirin xayîn, dema bindestîya Cezayir û kujtinên ku Fransîyan li Cezayirê kiribûn di devê xwe de kirin qajik û benîşt û ha ha dicûn. Yanî qaşo dixwazin heyfa xwe ji Fransîyan hilînin, lê Serokwezîrê Cezayirê Ehmed Oûyahîa ev tirr ji wan re nehişt û xiyarek xist devê wan. Serokwezîrê Cezayirê Ehmed Oûyahîa, di civîna partîya xwe de çewalek xist serê Tirkan û ...

De were û nenivîse! 8/01/2012

Min tobe kiribû ku êdî hew li ser van dolheram û bîjîyan binivîsim. Lê bêbavan meriv tînin provokasyonê û destnimêja meriv diherimînin. De binerin bê Tirkê kurê nizanim çi çi anîye serê xwarzîya xwe... Li bajarê Newşehîr qeza Urgup ê, A.U ê 41 salî, bazda ser xwarzêya xwe ya 5 salî Ş.E.K û qûş li rebenê qetand. Ji ber ku dêya Ş.E.K miribû û bavê wê di girtîxanê de bû, rebena Ş.E.K li ba pîrika xwe û xalê xwe dima. Lê xalê wê di vî temenê piçûk de dinya li xwarzêya xwe kir cehneme ...

Dozgerên Kasimpaşalî darek xistin wî jî 7/01/2012

Balkêş e, kesî di xewna xwe de jî bawer nedikir ku wê rojekê desthilatdarîya siyasî lotikek qerase li serekerkanê artêşa Tirkiyê bixe û berê wî bide girtîxanê. Nizanim ne ev elametên roja qiyametê ne, ne jî taktîk û maktîk in. Lê ez zanim ku dozgerên Kasimpaşalî Receb girtîxana Sîlîvrî ji general û orgeneralan re kiriye xan û otêl, xana generalan. Belê, Serekerkanê Artêşa Tirk Îlker Başbûg jî hat girtin û av çû bin qûna wî jî. Başbûg ê ku ji çek û sîlehên çeteya Ergenekonê re digot “lûle û teneke” ne û ji ...

PÎVANA XAYÎNTÎYÊ ÇI YE ? 7/01/2012

Xortekî me ji leşkerîyê nû hatibû, bi heval û hogirên xwe re yarenî dikir. Bavê wî mirovekî pir serhişk bû. Hat ba wan, li cem hevalê wî sîlek avêtê û jê re got “ Tu çi wek anotîya digerî ? Çima naçî zevîyê naxebitî ? “ Ev sîle pir li zora xortê me çû, qehirî, xortê me fikirî ku biçe bigihê gerîla û biçe serê çîyê.       Tarî kete erdê, xortê me berê xwe da çîyê û çû gihîşte gerîla. Ji wir ew şandin kampa Bekaayê. Çendekî li wir telîm û perwerdebûna gerîla dît. Dît ku ...

GAZINA MIN QÎRÎNA MIN E 7/01/2012

Ez bûm ji dayika xwe mezin bûm Meşîm di rêçekê de mîna agirê cehenemê Mîna rêçka zebanîyan, cilê li min bûn awirek ji agir Sûnd li min bû risas Ez bûm mîna nêçîra li ber xefka nêçîrvan Laşê min bû xwarina li ser mewlûda gûr û hirça Ez bûm wek dasîkî di bejna masîyê behra Wanê Ketim bin qûma sitarê Şîn bûm mîna gula Laleş Tev li birûska azman bûm Rengê min ji ava arî û zelal Nabêjim erê ji çewtîyê re, min sûnd xwar.

Kerxana bi jetonan! 6/01/2012

Li ser bextê karker û xebatkarên Hawar Net ê be, dibêjin arkeologekî li Ingîlîztanê jetona Kerxanê peyde kiriye û li ser jetonê wêneyê zilam û pîrekek ku seksê dikin cih digre. Erê yabo , naxwe di demên berê de kerxane bi jetonan dixebitîn ha? Tiştekî ecêb e welle! Îja de ka em bifikirin, dema ku hêz hat bilikê camêra  û kezeba wan kir qîze qîz û divê hawana li tawana xin , wê bi jetonê kerxanê çilo bixebitînin? 1. Qulika jetonan di deriyê kerxanê de ye û berî ku mirov têkevin hundir jetonê dixin qulikê û keça ...

Av çû bin qûna serekerkan! 6/01/2012

Serfermandarê artêşa mehmetçivîkan ê teqawîtbûyî Îlker Başbûx ji alî hukûmeta Erdoxanê qasimpaşayî ve hat girtin. Dest û lingên wî bi werîsekî ji wan werîsên ku Mahmûdê Rizo êzing li ser pişta keran dişidand girêdan û ew xistin hundurê telîsekî û berê wî dan girtîgeha Silîvriyê. (Di dijminayiya Mahfelîtî û Şerefiyan de jî Dawiko ji ber eskeran xwe di hundurê telîsekî de veşartibû) Her çiqas Îlker Başbûx bi dest û lingên girêdayî di nav lepên cewrikên Erdoxan de kir warewar û got hewce nedikir ku we dest û lingên min girêbidaya, ez nedireviyam jî, ...