-
Vê sibê, bi xewnekê ji xew şiyar bûm. Xewneke bi tesîr ku kir ez berî li peyamên duh bi şev li ser înternetê ji min re hatine binêrim, serî li rojnivîska xwe yanî bloga xwe bidim û binivîsînim. Dema li gundê xwe bûm, kêfa min herî zêde ji demsala...
-
Sevdîn pişta xwe dabû dîwarê mizgeftê, li ser kursîyeke ji darên spîndaran rûniştibû û berê xwe dabû tava payîzê ya ji alîyê nizara gund ve dida nava gund. Cixareyeke ji tûtina Bilîsê pêçabû kiribû nav lêvên xwe û dûmana cixareyê dikişand nav kezeba xwe. Li gund mêvan bû. Ji...
-
Ev çend roj in min terka nivîsandina ser blogê kiriye. Nizanim çima, taqet di xwe de nabînim binivîsinim. Hin caran ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim kar û emeleke min ê din tune be, ez ê şev û roj binivîsînim. Hema çi hat ser zimanê min, birijînim...
-
Sal 2005 bû, ez hîn hevde salî bûm. Min ji ber kar û barên zehmet yên gund baz dabû ez hatibûm Stenbolê li nav malxalên xwe. Xwedê emrê wan dirêj bike, çar xalên min hene. Du xalên min sê çar salan ji min biçûktir in û du ji wan...
-
Berî teknolojî têkeve nav jiyana me. Em Kurd ji hevdu û ji deverên hevdû bê xeber bûn. Li gundekî nêzikî gundê me bûyerek çêbûya em ji bûyerê bê hay bûn û xeberê me ji hevdu çênedibû. Li gundekî cîran yek bimira piştî çend hefteyan gundê din bi mirina wî...
-
We qet dizîya xwedê kiriye? Ez ne diz im û kesî jî dizîya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji xwedê televîzyonekê dizî! Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr de girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji...
-
Yê bi tenê li hêlekê ji cimûetê dûr rûniştiye bavê min e. Ne ji ber tirsa wî ji koronayê ye, Xwe perçeyek ji cimûetê nabîne, lewre nakeve nav cimûetê. Li cimûetekê sê kes hebin naaxive, tenê guhdarî dike. Lê li hizûra wî tenê kesek hebe, kesê hemberî wî ji...
-
Di serê min de şerê du eşîrên morîyan e. Du eşîrên morîyan êrîşî moristanên hev dikin û hêkên hevdû talan dikin. Nalet li vî serî were, ne mey ne cixare ne jî madeyên hişber bikartînim, lê hişê di serê min de di bonzayîkêşekî de jî tune ye. Şifêrê dolmîşê...