Okt 15, 2012

    Kategorie: Rêwîyê Kal

    BÊŞEREFÎ BÛ LÊ PERÊ WÊ XWEŞ BÛ

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Di salên nodî de Şemo ( Şemdîn Sakik)  li devera Mûşê nêzî  gundê xwe li serê çîya ye. Gundê wan nêzîkê Qûlpê ye, gerîla çend cerdevanan (qoricî) serdest dikin. Wextê cerdevanan dibin ba Şemo, mêze dike yek ji wan jî berê şivanê wan bûye, navê wî Hesko ye. Lê Hesko Şemo nas nake. Şemo dibê […]

    ERRIKKKK ÇIQAS MEZINE !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
     Meta Xezo pîrekek hişsivik û hinek jî xêvik bû. Xelkê gund  gelek cara pê henek û laqirdî dikirin. Dînik nebû lê bibaqil jî nebû. Rojekê pîrek rûniştîbûn suhbet dikirin. Yekê tiştek got ya din bersiv da û got “ Xwedê mezine “. Meta Xezo jî wê demê di heyştê salî ya xwe de bû.  Zivirî […]

    BIREVIN EHMEQ HATIN !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
     Mirovên ehmeq bi kêrî tu kesî nayên, ji xeynî zerarê tu fêdeyek wan jî nagihê kesekî. Ehmeqî xûy xisyetekî pîs e, ha êzing ha ehmeq tu ferqa wan tune. Lê ehmeq xwe zana dihesibîne, derheqê her tiştî de nezan diaxive, rastî çiye nizane. Kerose kerose pesnê xwe dide. Rojekê Hz. Îsa berê xwe dide çiyê […]

    QAHWEXANA MISTO

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
     Li Bakurê Kurdistanê ji bêkarîyê hijmara qehwexaneyan pir in. Lê belê hinek qehwexane hene taybet in, wek qehwexaneya xalê Misto. Xalê Misto bi nimêja sibê re radibe, diçe ocaxê pê dixe, çaya xwe amade dike. Domdarên qehwexana xalê Misto yeko yeko tên, bi vexwarina çayê re dikevin suhbeteke kûr. Xalê Misto domdarên qehwexaneyê hemûyan nas […]

    EZ BI QURBANA AQILÊ MÊRÊ XWE BIM

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Şûkir ji xwedê re, êdî Kurdên me jî gelek dewlemend in û xwedî sermîyan in. Belêndar in, karsaz in, kardar in. Yek ji wan jî Kurdekî me yê ji Bêdlîsê Nûredîn e. Nûredîn li bajarê Stenbolê dijî. Nûredîn ji xwe re otmobîleke (trimpêl)  pir biha kirî. Ew û çend hevalê xwe siwarbûn û di papûrên […]

    EV XIRKER ÇI DİKIN ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 8
    Ez gelek fikirîm min pê dernexist, ev koma xirkeran çi dikin. Kî pê derxe emê çewalek pîvazên Sêrtê û pênc serî kelemên Erdîşê jê re bi rê kin. a-    Ev pêşmergeyên Artêşa Azad a Sûrîyê ne, silavê didin ala Turkîyê. b-    Ev şervanên Kurda ne, dest dane ser tankên Beşar Esed dibên “ ha ji […]

    DÎSA BÊHNA GENÎ TÊ !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Xalê Zahir va pîreka wî Cemîle xwestin biçin serdana lawê xwe yê li Tekirdaxê leşker. Xaltîka Cemîle mirîşkek ser jê kir, di rûn de sor kir, qatme û borek çêkir. Ku lawê wî pir jê hez dikir mast jî parzîn kir, xiste qabekê. Demsal havîn e, li otobusê siwar bûn ji Mûşê bi rê ketin. […]

    DI DOJEHÊ DE CEJIN !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
     Karmendekî Kurd ji xwe re li bajarê Mersînê vîlayek (keşane) havîngeh çêkir. Di demsala havînê de zar û zêç diçûn li wir dema xwe derbas dikirin. Karmendê me havînek bi trimpêla xwe ya Mercedes çû  dayîka xwe ji Mûşê siwar kir û anî ku ew jî di dawîya temenê xwe de çend rojên bextewar bijî. […]

    NEHÊLIN KES HESPA XWE Dİ MÊRGA WE DE BIDE ÇÊRANDIN !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Li hêla Serhedê şerê êşîrî qe kêm nedibû, ji bo tiştên vala ji hevdu bi dehan mêr dikuştin. Ji hev kîn digirtin, her tişt dikirin mahne ku mêran bikujin. Hinekan jî raste rast tiştên kesanedîtî dikirin ku belayê peyda bikin. Yek ji van tiştan jî ev bû. Bi hefsarê hespa xwe digirt dibir di mêrga […]

    HAY JI ROJÎYA XWE HEBIN,BILA BETAL NEBE !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Kurdên me yên Sêwasî berê bi pişt gerandinê cacim difrotin. Gund bi gund, bajar bi bajar digerîyan, bi wî awayî debara xwe dikirin. Gelek serpêhatîyên wan yên balkêş hene. Yek ji wan jî ya hatîye serê  Osmano ye. Osmano û Hesen  meha remezanê bi rojî ne, diçin hêla Bêlecûkê navçeya Bozoyûkê caciman difroşin. Cacimên xwe […]

    XALÊ MÎRO DERKET HOLÊ, LI SER XÊRÊ BE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    lLi ser bextê fitne û fesadên  televizyona Haberturkê be,  xalê me Mîr Dengir Firat di bernamê de lotikên Kurdewarî avêtiye. Bajo Xalê Mîr bajoooo, hol fireye ji hespa te re! Xalê Mîro gotîye “ Yên Leyla xanê rexne dikin ne wan û ne jî zarokên wan  bi qasî wê êş ne kişandine. Leyla xan bi […]

    HÛN LI SER ÇI DIPONIJIN !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Xalê Memo hinek hiş sivik e, jê re “Memoyê Dînik” dibêjin. Ji alîyê malê dinê de jî feqîr û xizan e. Salê carek ji Divrika Sêwazê bi rê dikeve, tê li ba hembajarî û gundîyên xwe pere berhev dike û bi vî awayî debara xwe dike.  Hembajarî jê gelek hez dikin, hesreta welêt bi gotinên […]

    NERMIK Û GERMIKÊN SOR

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 5
    Ev mirovên rût tazî û boyax kirî kî ne,  çi dikin ? Kî pê derxe emê, elelokek sorkirî li ser sênîya savarê bidinê. De haydê, dest û lepê xwe ji bo xwarinê amade bikin. a-    Ev alîgirên El Esed in. Xistina balafira Tirko pîroz dikin. b-   Ev revîyên zîndana xalê Qezafî ne. Li benda cila […]

    MA TU MIXTARÊ KÊFA MİN Î ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Hûn zanin, zemanê berê li welêt berfeke dijwar dibarî. Bi berfok û bêran ser xanîyan ji berfê pakij dikirin. Rojekê wisa berf dibare, bager e, tofan e. Ji Kurdên me yên hêla Sêwasê gundîyek bi berfokê radibe ser xanî ku berfê pakij bike. Cînarê wan Qûlî jî dike biçe destavê  birî, wê demê avdestxane tunebûn. […]

    QOLINCA WAN BIŞKÎNİN

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Kurdên me yên Sêwazî exlebî li bajarên Tirkan karmend in, havînan diçin zozanên xwe kon vedikin û çend rojan hesreta welat divemirînin. Çend hogir û heval bi hev re çûn li Divrîkê Zozanên Çîçekên Zer konê xwe vekirin. Bi henek û laqirdî heta berbanga sibê suhbet kirin, paşê razan. Kekê Hiseyîn ji xewê rabû xwe […]

    KURD KEDHERAM IN !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Di kavilê gundan de şevên zivistanê suhbet  gelek caran li ser  defîneyê (gencîne) ye, behsa  kûpikên tije zêr dikin. Behsa peykerên zêr dikin. Xiyalên wan mezinin, çavê wan li dewlemendîyê ye. Îcar di derheqa defîneyan de gelek qewlik û çîrok jî tên vegotin. Dibên “ Di her defîneyê de sêhr (efsûn) heye, ku hat dîtin […]

    BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Ku mirov kengî kal û pîr bû ew çax hewcedarî hevûdu dibe. Mêr an pîrek  kîjan bimire, jîyan  ji yê din re dibe dojeh. Bi tenê mayîn weke darek bê pel e, weke teyrek bê ref e.      Apê Zahir hevjîna xwe winda kir, bi tenê ma. Demek dirêj li ba kurên xwe rûnişt, dît […]

    KEMALE EV ÇI HAL E !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Mamosteyekî Zanîngeha Wanê Murad Oto xwedêgiravê di arşîva TRT ya dewletê de stranek bi Kurdî li ser Misto Kemalê bapîrê Tirkoleran dîtiye. Ev stran  di sala 1967’ de hatiye tomarkirin. Ev stran li navçeya Wanê Payîzava yê (Gurpinar) gundîyekî nav Semut hatiye nivîsandin, Elî û kurapê xwe Babacan stran xwendine. Ez ne bawerim ev Kurd […]

    ŞIRÎNMEH LI ME BÛ ZIQÛM

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Osman  piştî çil salî pîrekek dît û pê re soz û  qewlê xwe kirin yek ku bizewicin. Hat ba firoşkarê xalîça Zîyayê Kurd, jê re got “ Mam Zîya, sê  heb xalîçe bide min, ezê daweta xwe bikim û werim emê hesabê xwe bibînin.” Mam Zîya got “ Fermo haliçê xwe biecibîne, hesab dîtin hêsan […]

    KÊ ZÎN LI WE KIR GELO ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Zînek li hevserokê BDPê Silhedîn kirine, hûr û kûr dibeze . De bibeze  Silhedîn bibeze binê te erd e, berde ha berde. Dizgîna te berdin jî tu ber ve Kurdistanê nabezî, Enqere ji te  re mêrg û çîmene.     Silhedîn bûye aqilbendê dewleta Tirko, dibê “ Heke hûn bi ya serokê ser erd û bin […]

    PISMAMÊN ME SÎNORÊN ME GUHERTINE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Pismamên me yên Ermenî bi van herdu xweşik û nermikan nexşeya Kurdistanê xemilandine. Bi baldarî min lê mêze kir ku sînorên me berjêr kişandine, li jor ji xwe re ax hiştine ku bibin pardarê me. Ma hûnê di wê axê de bacanên sor, xîyar an zebeşan  biajon bavê min ? Xaka Kurdan ji we re […]

    DADAŞÊ BÊ PERWA

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Karmendekî  dewlemend, dadaşê Erziromê, rojekê gazî parêzerê  şirketa (pardarî)  xwe kir. Bi hev re xwarin û vexwarin û paşê  di nava daristanê de dest bi meşê kirin. Li ser rojevê suhbet dikirin. Mijara suhbeta wan hate ser Kurdan.  Dadaş got “ Bi ya min be ez yek ferdekî  Kurdan bernadim, hemûya bi kujim bela welat […]

    KURD BIZINÊN KOL IN !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Pêşgotinek bapîran heye dibê “ Xwedê ayê bizina kol ji ya bi qoç re nahêle “. Ev ji binî ve derew nebe virr e mixabin !  Emrê min hate nîv sedsalî, min hîna nedîtiye ku ev cîhê xwe bibîne. Di her qadê de, di her warî de û her dem bizinên bi qoç îmana bizinên […]

    XALO EM KETINE BER BEXTÊ TE !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Tucarek Kurd li navçeyek bajarê Antalyayê karê xalîçe û caciman dike, navê wî Nûredîn e. Hîna nû dest bi vî karî kiribû, ji ber wê malbat neanîbû, bi serê xwe tenê di dikanê (firoşgeh) de dima.  Demekê di dikanê de radiza. Li wir cîranên wî yên  bêşekar (esnaf)  pir jê hez dikirin û rêzgirtî bûn. […]

    KERÊ ŞAMÊ NABE HESPÊ KIHÊL

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Berê etar dihatin li gunda hûrmûr difirotin, barê xwe bi keran digerandin. Ji wan keran hinek pir gir bûn, jê re digotin “kerê Şamê” bi rengê xwe jî  boz bûn.        Niha jî li Şamê kerekî boz, qirikdirêj  û gir heye, ji berê de heta niha Kurdan dide ber pehînan. Tu carî aramî nîşanî Kurdan […]

    TIRREK Û FISEK

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Hinek pir pesnê ewledê (keç,kur)  xwe didin, hinek jî ji ewledê xwe bi gilî û gazinc in. Her ewled ne ewled e, hinek ji wan bi kêrî tu tiştekî nayên, ne kêrhatî ne. Ne ji dê û bavê xwe re, ne ji cîvatê re bi kêrî tu tiştekî nayên. Car heye ji bo xwe jî […]

    KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Xalê Sidîq bi  temenê  xwe nêzî 70 salî ye, mirovekî gelek miqelîde henekvan e. Bejin kinik şîşman e, serê wî rût  keçel e. Rojekê hat ba me silav li  me kir, çavê wî bi notirvanê (bekçî) fabrîqê Xelîl ket (Serê Xelîl jî wek neynik dibiriqe); bi  lez çû ba Xelîl,  di guhê wî de tiştek […]

    PÎVANA XAYÎNTÎYÊ ÇI YE ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Xortekî me ji leşkerîyê nû hatibû, bi heval û hogirên xwe re yarenî dikir. Bavê wî mirovekî pir serhişk bû. Hat ba wan, li cem hevalê wî sîlek avêtê û jê re got “ Tu çi wek anotîya digerî ? Çima naçî zevîyê naxebitî ? “ Ev sîle pir li zora xortê me çû, qehirî, […]

    YÊ BAVÊ MIN BI QASÎ YÊ KEREKÎ BÛ!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Herdu Kurd jî karsaz in û li Stenbolê dijîn. Yekcara dihatin ba hev suhbet dikirin, bi henek û laqirdî dema xwe derbas dikirin. Rojekê mijara suhbeta wan  li ser mezinayî  û biçûkbûna xiran (kîr) bû.  Karsazê Sêwazî behsa çend xirmezinên devera xwe kir.Dor hate  yê Elezîzî, bi kelogirîn got “ Keko wexta dêya min mir, […]

    ME CEHŞIK KEDÎ DIKIR

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Di salên 80’de, li Elezîzê ji gundekî nêzî bajêr, du xortên Kurd diçin sînemayê. Wê demê gelek fîlmên porno (sex) dihate temaşekirin. Memo û Heso jî fîlmek wilo temaşe dikin, ji sînemayê derdikevin ber bi gund dimeşin. Agirê xirê wan li serê wan xistiye, nizanin çi bikin.           Li nêzî gund kerek bi cehşik rastî […]

    Dirankişandin an zayîn zehmet e?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Wexta diranê mirov diêşe tirsa diransaz dikeve dil û hinavê mirov. Gelek car ji tirsa hinek kes êşa diran  dipejirînin,  lê dîsa jî naçin ba diransaz.  Gava behsa êşa diranan vedibe, qewlik û metelokên diransazan jî tê vegotin bi xof, bi tirs û carna jî bi ken. Rojekê jinikek sosyete ji ber êşa diran , […]

    QENC KİRIYE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Komîteyek sosyologan di derbarê hesudîyê de vekolînekê dike. Li ser bûyerek bûyî mînak didin û  ji jinên (pîrek) cîhanê  pirs dikin  û dibên  “ Mêrê te bi jinikek  dosta xwe re bê girtin, tuyê çi bikî? Çi bêjî ?“  Jinika Îngilîz dibê “ Ez tiştekî nakim û nabêjim jî “  Jinika Fransiz dibê “ Ezê […]

    BORAQ BÛ XWARINA GURÊ GEWRIK

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Îbo merivekî hinek hiş sivik e û pir jî pesnê xwe dide. Li ba pîreka xwe, ji heval û hogirên xwe re dibê “ De herin lo, hûn ji mêr in hûn ji pîrekên xwe ditirsin. Weleh bîleh ez 62 salî me, çavê min lê ye ez pîreka duhem bînim. “ Pîreka wî Xasê jî  […]

    ÇIMA WE TIF DEVÊ WAN NEKİR ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Kurdekî me li Stenbolê ji kurê xwe re keçeke Tirk xwest. Daweta wan kirin, li taxek din warxanek kirê kirin û li wir bi cîh  bûn. Piştî dawetê xinamîyên xwe herî baştir nas kirin.” Kultur û kevneşopîyên wan ji hev cuda bûn, ji hev xweşnûd  nebûn. Ev mijar li malê dihat axaftin, zar û zêç […]

    EMÊ ÇAWA DÎYAX BIKIN ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Kurdekî me yê welatparêz û Kurdperwer, lî gundekî herêma Behra Reş (Kara Denîz) mamoste bû. Xelkê wî gundî jî xwe bi henek û gelek car jî bi qestî (bi mebest) derheq Kurdan de tiştên ne baş digotin. Mamosteyê me yê Kurdperwer herdem bi wan re di gengeşîyê de bû.       Rojekê lî qehwexanê rûniştibûn, mijar […]

    QEY JINIKA CÎNARÊ TE MÊRÊ TE ECIBAND ?

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Remezan firoşkarê xalîçeya ne, him kal e û him jî ji dil nexweş e. Divê zêde xwe newestîne. Lê karê ku dike girane, kiriyar (mişterî) wî pir diwestînin.      Rojekê jinikek (pîrek) hat bi Remezan dinga xalîçan da vekirin û yeko yeko lê mêze kir, bihayê wan pirskir. Got “ Ez biçim hinek bifikirim, werim. […]

    MÊRANÎ BI XESANDÎYAN NABE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Havînê naxira dewaran diçe li mêrgan diçêre, çêlek an nogin  wextê kelê wê tê conega dixwazin pê re bikevin lotikan. Çêlek, nogin  ji ber conega direvin; bazdidin û berê xwe didin gund. Conega û mozik bi xiroş baz didin ser çêlek û noginan.        Îcar carna conegayên hatine xesandin jî, tu dibê qey dikarin tiştekî […]

    HEMÛ QUMAŞ NE YEK IN

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Sed mixabin, li hêla Serhedê hîna jî qelen (next) ji bo zewaca ciwanan astengîyek mezine. Faro li metrepola Tirko dijî, rabû çû ji bo kurê (law) xwe keça pismamê xwe Sado  ya mezin xwest. Sado got “ Pismam daxwaza te li cî ye, lê belê tuyê 12 hezar next bidî û deh heb jî zêr […]

    QUZÊ ŞIL ŞIROVE NAXWAZE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Karsazê Kurd Kerîmo li Stenbolê dijî, Cemal jî Laz e û hevalê hev in. Laz Cemal herdem behsa dosta xwe dikir, Kerîmo jî hesûdî dikir. Çimkî Kerîmo bê dost bû. Rojek ji rojan Laz Cemal jinika dosta xwe anî ba Kerîmo, pê da nasandin û got “ Canan, va Kerîm Kurd e; destebirakê min e. […]

    ŞÎRETEK WEK ŞÛJIN !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
     Teknolojî kete jîyana mirovan, jîyan lewitî. Qirêj û gemar bi xwe re kire nav me mixabin. Kesayetîya mirova  jî  pêre qirêj girt.          Remezan li bajarê Eskîşehîrê firoşkarê xalî ya bû. Rojekê ji hevalê xwe Betal (herdu jî Kurd in) re got “ Ezê biçim Ispartayê ji bo xalîyan, tu jî bi  min re […]

    OXXXX XWEZÎ Bİ CANÊ WE !

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Firoşkarekî Kurd çûye gundekî Tirkan, li ber derê malekê destgehê xwe vekirîye. Malxoyê malê jê re bi sênîyê hinek xwarin û çay tîne. Piştî xwarinê, herdu suhbet dikin û cixarên xwe dikişînin, jinek ji  malê derdikeve qûna xwe li ba dike û seksî  ber bi navenda gund diçe.      Kurdê me bi  rindikbûna jinikê matmayî […]

    LI ALÎYÊ DIN MÊZEKE KEFTORÊ HERAM

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 0
    Apê Silêman nexweş li ber mirinê bû. Doşega wî raxistin, mela bi ser de dixwend. Xebera reş giha gund, gundî ji bo heq helalîyê çûn serdana wî.      Rebeno wisa nexweş bû, ji  jan û êşa  nexweşîyê nikarîbû serê xwe li xwe bigirta. Serê wî carê bi alîkî ve diket, çavê wî beloq dibûn û […]

    BELA DI KERA AXÊ NE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 0
    Li bajarekî Tirko em qeflek hevalên hembajarî çûbûn nêçîra kêvroşkan. Piştî nêçîrê em birçî bibûn, hevalên me ji şivan kavirek kirîbûn û ser jê kiribûn. Li ser kanîyê em kombûn ji bo xwarinê. Şivan jî  li tenişta me pezê xwe diçêrand. Wexta goşt pijîya hevalê me Basrî, şîşikek tijî goşt kire nav perçek nan û […]

    KER JÎ ROJÎYÊ DIGIRIN

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 0
    Mam Mihemed û Hecî Huseyin heval û hinkûfê hev bûn. Li ser  bûyerên rojanî qerf û henek dikirin. Niha herdu jî çûne ser dilovanîya xwe, xwedê rehma xwe li wan bike.  Dîsa wek niha meha remezanê havînê destpêkiribû. Mam Mihemed çûbû Enqerê, ji wir dizivirî. Wexta ji otobosê peya bû, ewil berê xwe da firoşgeha […]

    DI GORÊ DE JÎ REHETÎ TUNE

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 1
     Rojekî Mam Osman û zarokên xwe çûn mîhrîcana bajêr lûna parkê. Zarokan xwestin li balerînê siwar bin. Mam Osman dilê wan ne şikand  got: “ De hûn siwar bin ez jî  li jêr we temaşe bikim”. Keça wî got: “ Bavo wele tu siwar nebî, ez qayîl nabim. Tu jî siwar be “.  Mam Osman […]

    QÛNA ME BER BI ENQERÊ NEÇERIXÎNIN !

    • by Lotikxane
    • 8 Years ago
    • 0
    Kurê zîlamekî Mûşî nexweş e, ew û pîreka xwe kurik birine Erzirûmê ba doktor. Doktor miayene (sehandîye) kiriye, derzî û derman nivîsîye. Bûye êvar ji mecbûrî çûne otêlekê bi cîh bûne. Wextekî nîvê şevê dilê zîlêm xwestîye bi pîreka xwe re bikeve lotikan, fîşekekê bi teqîne. Kurik jî razayî bûye, ji bo bi wan nehese […]

    WEY LIMINÊÊÊÊ EZ PÎRO BIM !

    • by Lotikxane
    • 8 Years ago
    • 0
    Li devera Mû?ê di gundekî de zilamek hebû navê wî Pîro bû. Pîro  gelek ?erûd bû. Bi cîranên xwe re ji bo ti?tên beredayî û vala her roj ?er dikir û dida çêra. Gundîyan xûyê wî dizanibûn, ji ber wê dengê xwe nedikirin.      Du pîrekên Pîro hebûn, ji wan re jî qet ne ba? […]

    HELA WERIN WERIN TUCARÊ NOKAN HATIYEEEE !

    • by Lotikxane
    • 8 Years ago
    • 1
    Wextekî zilamek ji Mû?ê nexwe?ê xwe dibe Erzeromê ba doktor, doktor miayene (sehandin) dike û di nexwe?xaneyê de dide razandin. Zilam derdikeve  çar?îyê  digere, dilê wî leblebîyê nokan dixwaze.        Dikeve  dikanekê (firo?geh) û dibê: “ Leblebi var m? acaba? (gelo leblebî heye ? )“  Macirên (koçber) Kafkasî dada?ên Erziromî ji berê de neyarê Kurdan […]

    JI ?ERÊ NAVNOYAN DÛR BISEKININ

    • by Lotikxane
    • 8 Years ago
    • 0
     Karsazekî Kurd  Cemal bi trimpêla xwe diçû Îzmîrê, nêzî Manîsayê konê qereçîyan (mirtiv) hebûn. Hespên qereçîyan ji ni?kêve derketin serê rê û trimpêl li hespan qelibî, canîyek (kurik) mir. Qaporte û tampona trimpêlê jî pelixî û xesar dît. Qereçî bi komî dor li Cemal girtin, bû galgala wan û gotin: “ Ma tu korî, te […]

    MELE BANG DA ÇOYÊ XWE DEYNIN

    • by Lotikxane
    • 8 Years ago
    • 0
    Gelê me yê herêma navbera Mû?ê û Qulpê zanin, devdora wêderê  hemû daristan e. Îcar diçûn daristanê ji darên qewîn çoyên serê wan bi çogan (çomaq) ji bo lihevxistinê amade dikirin . Navê çoyê wan jî ‘batkanî’ bû.      Zemanê berê ?erê gundîyan qet xilas nedibû, ji bo zarokan ji bo pez dewar, ji bo […]
    Page 3 of 4«1234 »