Lotikxane » Tendurustî

Reng û tenduristîya ruh
Dibêjin reng û bandora rengan di tenduristîya ruhê meriv de rol û bandorek mezin dilîzin. Li gora ku pisporan lê kolaye û derxistie holê, rengê ruh û hissîyeta merivan jî heye.

Pispor û zanyarên psîkolojî û tenduristîya merivan, derxistiye holê ku lesên saxlem û zînde rengên germ û zînde hildibijêrin û kesên ku di bohranê de ne rengên sar û çilmisî hildibijêrin.

Li gora ku rojnama Îtalî ya La Repubblîka radigihîne, zanyarên Zanîngeha Manchesterê lêkolînek li ser 105 kesên saxlem û 108 kesên ku di deprasyon û bohranê de ne kirine. Tabloya rengan danîne ber wan û ji wan hatiye xwestin ku ji “ rengên sor, pirteqalî,şîn, şîrikî,mor, qehweyî, reş, spî û arî“ rengên li gora ruhîyeta xwe hilbijêrin.

Di encamê de eşkere bûye ku kesên saxlem bi zêdeyî rengên zere û kesên di deprasyonê de jî rengên arî û çilmisî hilbijartine.

Di beşê duyem de ji wan kesan hatiye xwestin ku rengên pozîtîf (erênî) û rengên negatîf (neyînî) hilbijêrin. Eşkere bûye ku kesên saxlem rengên pozîtîf, germ û zînde hilbijartine û kesên nexweş jî rengên sar û negatîf hilbijartine.

Werhasilî kelam, kesên saxlem rengên germik û nermik û kesên nexweş jî rengên sarik û marik hildibijêrin gelî xwendevanan. Lê ez nizanim ew kesên ku nîv saxlem û nîv nexweş in kîjan rengan hildibijêrin. Xuyaye pisporan serê xwe bi vî beşî re neêşandiye.

Îcar hûn kîjan rengan hildibijêrin cîgerlerim? Meselen ez ji rengê sor hez dikim. Sor xwîna meriv dikelîne, meriv wek golikê nav garanê dîn û har dike û agir ji pozê meriv dipijiqîne.

Hûn bi kîjan rengan dîn û har dibin ka hûn nabêjin?

Ev nivîs 219 carî hatiye xwendin

Pirsgirêka pêşerojê: MÎGREN
Teknolojî hem baş e û hem jî qûşê li meriv diqetîne. Her ku teknolojî bi pêş dikeve, hewa û xweza jî tê guhertin û ji fabrîqeyên teknolojîyê dûman, jehr û ziqûm bi ezmên dikeve, ev jî dibe sedema peydebûna gellek êş û nexweşîyên bêderman.

Yek ji nexweşî û acizmendara bêderman jî êşa Mîgrenê ye. Ango; serêşa giran û bêderman e.

Di peydebûna mîgrenê de sedem û bandorên herî mezin kirêtbûna hewayê, stres û pirsgirêkên aborî ne. Gava hewa kirêt, stresa zêde û pirsgirêkên aborî dikevin ser hev, serê meriv dibe wek mak û kunmoza êş û derdan û di pêvajoyê de ev êş û derd nexweşîyên bêderman, serêşên jandar ji meriv re çêdikin. Ne tenê mîgren, lê herweha hewa ne pakij, stres û pirdgirêkên aborî karin bibin sedema nexweşîyên pençeşêr û hinek nexweşîyên din jî.

Migren bi gellek mirovan re û bi taybet jî bi jinan re zêde peyda dibe.Heta niha jî çareserîyek yekser ji mîgrenê re nehatiye ditin û pirê caran derman jî tu faydeyê nagihînin êşa mîgrenê, serêşa giran.

Li gora îstatîstîkên pisporên tenduristiyê, bi taybet kesên ku li bajarên mezin dijin, ji kesên ku li gundan dijin zûtir raseri vê êşa xedar tên. Stresa bajêr, hewa ne pakij, bohranên abori û zehmetiyên jiyanê, dihêlin ku mirov zûtir raseri êşa migrenê bê û ev ji pirsgirêkek ji pirsgirêkên pêşerojê ye.

Li gora istatistikên ku hatine çêkirin, jin ji zilaman zêdetir raseri êşa migrenê tên. Migren serêşandinek giran e û çare jê re nehatiye ditin. Pispor bi taybet di seri de stresê wek sedema heri mezin a migrenê dibinin û pêşniyaz dikin ku divê mirov xwe ji stresa zêde bi dûr bixin.

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan. Hay ji xwe û nexweşîyan hebin. Bi taybet jî gerek jin hay ji xwe hebin ji ber ku barê jinê ji barê mêr girantir e. Derdê mêr, derdê zarokan, derdê malê, dan û stendina pêwistîyên malê, mezinkirina zarok û xemxwarina wan û bi dehan sedemên din, dibin sedem ku jin zûtir ji taqat bikevin û têkevin kemîn û tor û dehfikên nexweşîyê.

Ji ber vê, xwe ji stresê dûr bixin û bêhnfireh bin.

Ev nivîs 346 carî hatiye xwendin

Zingîniya guh
Car caran xuşînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re “tînnîtus” tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweşiyek e.

Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin.

Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifş e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:

-Xwîn baş nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.

-Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh

-Hestiyên guhê hundirîn kils digrin

-Nexweşiya şekir

-Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin

-Nexweşiyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn baş bigere

-Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh.

-Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa şevê de jî berdewam dikin.

Heger zingîniya guh ji nişkê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serêşiyê, divê meriv  zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.

Ev nivîs 116 carî hatiye xwendin

Brîna reş ( Pençeşêr – Kanser)
Brîna reş, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reş – kanser – . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reş nehatiye dîtin. Derman’in henin ku pêşketina brîna reş li paş dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.

Pisporên vê nexweşiyê li dijî vê nexweşiyê van pêşniyazan dikin:

1-) Gava yekem:  xwarina hêşînayiyan. Divê rojê 600 – 800 gram xwarinên bi nişadir û hêşînayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hêşînayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hêşînayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pêşiya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin.

2-)  Gava duyem : Xwarina sebze û fêkiyan. Divê her roj zêdeyî 400 – 800 gram cûrbecûr fêkî û sebze bên xwarin. Têrxwarina sebze, fêkî û hêşînayîyan %20 rîzîko’ya kanserê kêm dike. Bi taybet jî Şelim, Kundir, Gêzer, Firingî (bacanê sor) û cûreyên narinciyan ( pirteqal, lîmon, mandalîn, greyfurt û.w.d) li dijî kanserê bandorekê baş dilîzin.

3-) Gava sêyem: Parastina kîloyan û jiyanek aktîf a fîzîkî. Kîloyên zêde û kêm rîsk’a kanserê zêde dikin. Ji bo vê jî li kîloyên xwe miqatebin û xwe bilivînin, tevgerê bikin. Heger hûn karibin, rojê seetekê bimeşin yan jî bibezin.

4-) Gava çarem: Tûtin û Alkol. Hem tûtin û hem jê alkol rîsk’a kanserê zêdetir dikin. Divê alkol zêde neyê vexwarin. Tûtin qet neyê kişandin.

5-) Gava pêncem: Rûn û Xwê. Xwe ji rûn û xwêya zêde biparêzin. Ji xwe, di xwarinên pakêtkirî û hazir de xwê û rûn pirr e. Vêna jibîr nekin. Rûn û tewaşê zêde hem rîsk’a qelewbûnê zêdetir dike û hem jî ev qelewbûn dibe sedemek ji yên kanserê.

6-) Gava şeşem:Xwarina kevnikgirtî û şewitî.Xwarina kevnikgirtî – kufikbûyî – û a şewitî nexwin. Divê xwarin di sarinc’ê (buzdolab) de baş bê parastin. Xwarinên ku wextê wan derbasbûne nexwin. Goşt û Masî zêde neqelînin, neşewitînin. Ji şewat û qelandina zêde maddeyên kanserojenê çêdibin. Heta ji we bê xwarina şewitî û zêde qelandî nexwin.

Li gor pisporan, goştê braştî û qelandî di laşê meriv de malzarên kanserojenê çêdikin. Xazên jehrîn yên di nava komir û tupxazê de bi goşt ve dizeliqin û dikevin bedena meriv. Jib o vê jî pispor bale dikşînin ku, goştê ku li ser komir û tupxazê tê braştin û qelandin, neyê xwarin. Maddeyên xazê yên wek: karbonmonoksît, kukurtmonoksît û dîoksît’ê bi riya qelandin û braştinê, bi goşt ve dizeliqin û dibin bedema meriv de kanserojenan çêdikin û dibin sedema kanserê. Li gor tê gotin, divê germiya agirê goşt 250 dereceyî derbas neke. Gava 250 derece derbas bû, îcar maddeyên kanserojenê derdikevin holê û dibin sedema gelek cûreyên kanserê. Jib o vê, gava goşt bê qelandin yan braştin, divê ew 15-20 cantîmetre ji êgir dûr be da ku ev maddeyên kanserojenê sererast nekevin nav goşt û zêde bi zirar nebin.

Hêşînayî, fêkî ,sebze û şaraba sor dijminên kanserê ne û rê li ber çebûna kanserê digrin. Heta ji we bê, xwe ji van xwarin û vexwarinan kêm nehêlin û li xwe miqatebin.

Ev nivîs 150 carî hatiye xwendin

Apandîsît
Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweşxanan dixin, sedî 40 ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên. Zarok gelek caran ji êşa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiştekî normal e. Lê divê em zanibin ku, ji du salan û pêde her zarok kare êşa apandîsîtê bikşîne. Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piştî êşa wê bi 12-36 seetan go operasyon çênebe, apandîsît kare biteqe û di xavka zik de înfeksiyonê belav bike, Ev bûyer ku, jê re “perîtonît” tê gotin, kare bibe sedema mirinê. Kesê ku apandîsîta wî biteqe xwîna wî jehrî dibe û mirina wî an wê ne dûr e.

Apandîsît wek tiliyekê di serê roviya qalind de çêdibe û tu erkek wê a taybetî tuneye. Sedema çêbûna wê nayê zanîn. Tê texmînkirin ku, piçek xwarin di apandîsîtê de dimîne, ew dibe sedema înfeksiyonê (îltîhabê). Zarokên ku, nava wan dêşe û esirî (qebiz) bûbin, tu dermanê esirbûnê nedin wan. Dibe ku apandîsît bi wan re hebe û ev derman li wan neyê.

Dema kamilbûnê

Kesên ku operasyona apandîsîtê derbaskiribin divê li van tiştan miqatebin:

-Heger agir (temperatur) di ser 40.î re be û ev zêdeyî rojekê bajo,

-HeDi dema kamilbûna keç û qîzan de teşhîsa apandîsîtê zehmet e. Qîzên kamilbûyî; ji ber ku, di wan deman de problemên wan yên cinsî destpêdikin û nava wan tim dêşin, gava agrê wan zêde be û verşin bila zanibin go ev nîşanek ji yên apandîsîtê ne. Gava teşhîsa apandîsîtê hat danîn divê zûtirîn operasyona wê destpêbike. Di dema îroyîn de tu tirs û tehlûka operasyona apandîsîtê nemaye. Ev operasyon di navbera 30-60 deqîqan de temam dibe.

ger ciyê operasyonê bêşe û ev êş piştî operasyonê 4-7 rojan bajo, dibe ku înfeksiyonê destpêkiribe.

-Verşandin ê êşa navê

Di vê rewşê de divê meriv serî li Doktorekî ne.

Ev nivîs 154 carî hatiye xwendin

Dil
Malzarên laşê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen’ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lêş bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê laş bigere. Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lêş bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li laş digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks’a mirovekî ye. Dengê Dil ji guvaştin  û sistbûna wî derdikeve. Gava ew sist dibe û tê guvaştin deng derdixe. Gera xwînê bi alîkariya qapaxên Dil çêdibe. Di her lêxistinê de dilê mirov 50-60 cantîmetrekup xwîn dipijiqîne. Di her lêxistina Dil de 1,4 kîlogrammetre kar tê dîtin. Dil, di deqîqekê de 4-6 lître xwîn dipijiqîne. Xwîn, di deqîqekê de 6 carî digere. Ji bo vê jî karê ku, dil di rojekê de dibîne, digihê heta bi 20 hezar kîlogrammetro.  Dil, wek motora laş e û vî karê giran jiyanek dûr û dirêj berdewam dike.

Nexweşiyên Dil

Înfeksiyona kîskê Dil (Perîkardît)

Dil, di nava kîsekî de daliqandiye. Ev kîskê dil e. ( yan jî kirasê dil). Ev kîsik kare ji hundur de înfeksiyonê (îltîhabê) bigre. Ji vê elemgirtinê re Perîkardît tê gotin. Ev nexweşî pirr kêm tê dîtin. Li der û dora dil perçiqandin çêdibe û kîsê dil brîndar dibe. Carna sedema vê nexweşiyê nayê dîtin, lê tê bawerkirin ku, ev ji bandora nexweşiyên din, peyde dibe. Carna kare ji înfeksiyona romatîzmayê jî çêbibe. Perîkardît kare ji bandora romatîzmayê, elemgirtina Gurçikê. jana zirav (verem-tuberkuloz), Tîfo, nexweşiyên qapaxên dil, înfeksiyona qirikê û.w.d, pêk bê. Bi piranî bi xort û ciwanan re peyde dibe. Bi înfeksiyona kîsikê dil re, der û dora dil dêşe, bêhnçikandin û tirs destpêdike. Gava înfeksiyon derbas dibe, ava ku ketiye kîsik tê vexwarin. Lê carna zarên kîsik cî bi cî zeliqandî dimînin. Di van ciyên zeliqandî de carna kils tije dibe. Nexweşiyek giran e. Bi operasyonê (ameliyatê) derbasbûna wê gengaz e.

Mezinbûna Dil

Gava meriv zêde dixebite û dikeve stres’ê, dil jî li gor wê zorê dide xwe û dixwaze xwe li gor wê tempoyê bipîvê. Gava ev têr neke, zorê dide xwe û bêhtir xwînê dipijiqîne. Ji bo vê jî divê zêdetir binepixe û tevbigere. Gava dil dinepixe û firehtir dibe, pê re dîwarên dil jî qalindtir û bihêztir dibin. Bi firehbûn û nepixandina dil re, mezinbûna dil jî tê holê. Vexwarina zêde jî dibe sedema mezinbûna dil. Kesên ku zêde bîra vedixwin, karin zûtir têkevin bin bandora nexweşiya mezinbûna dil. Gava qapaxên dil qenc neyên girtin jî ev nexweşî kare serî hilde. Ji ber xwîna ku, ji maldamara mezin tê, paş de vedigere. Di girtîmayîna qapaxên dil û di vexwarina zêde de (a alkolê) tevgera dil serûbinê hev dibe û ji vê nexweşî peyde dibe.

Jarbûna Baz’ên (kas-adale) Dil

Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di kefteleftê de be, dil jî hevqasî dixebite û zorê dide xwe. Xebat û stresa zêde a lêş dil jî bi xwe re diwestîne. Gava dil jar dibe, di reh û damaran de xwîn kom dibe û baş nagere. Gava xwîn baş negere, zorê li damaran dike û tadê dighîne wan. Wî çaxî xwîn dinuqute nav lebatên hundurîn. Ji ber vê jî lebat (organ) dinepixin û dêşin. Carna ev êş û jan zêde dibin û dibin sedema avgirtina zik. Wek ku, di paq û zik de tê dîtin, xwîn, kare têkeve nava Sorsorkê (kezeba sor) jî. Wî çaxî bêhngirtin zehmet dibe û kuxik destpêdike. Ji vêna re Astim’a dil tê gotin.

Înflamatîona Baz’ên Dil (Mîyokardît)

Sedema wê, nexweşiyên mîna : Romatîzma, tîfo, Dîfterî û.w.d (û wekî din) in. Sedemek din jî ev e ku, înflamatîona kîsê dil kare xwe çeng bike ciyên din. Bi jehrîketina ji alkol û fosforê jî  sedemek ji wan e. Nexweşiyek kirêt e. Ji vê nexweşiyê, bêhnçikandin, çelqa dil, westan, jihaldeketin û astim çêdibe. Ev nexweşî tam nayê çareser kirin. Li xwe haybûn û dîet girîng e. Tevgera zêde bi zirar e. Heyecan (xof) nebaş e. Qehwe, çay û tûtin qedexe ye. Divê alkol neyê vexwarin. Kesên xwedanê vê nexweşiyê ne divê di bin baldariya Doktor de tevgera xwe bikin.

Bez’girtina Dil

Du cûreyên bezgirtinê hene. Yek jê hundurê bazên dil bez digrin. Yek jê jî bazên dil bi xwe bez digrin. A yekem ji xwarina zêde û ji zêdebezgirtina laş çêdibe. Rûn’ên ku, di laş de nayên şewitandin, li laş û lebatan belav dibin û dibin sedema bezgirtina baz û rehên meriv. A duwem jî, ji jêdera (encama) hin nexweşiyên din pêk tê. Wek: Pirsgirêkên qapaxên dil, elemgirtina baz û damaran, kilsgirtina maldamarên sereke, hinek ji wan in. Jehrîbûna fosfor û alkolê jî sedemek e. Di vê nexweşiyê de bazên dil dihilin û dibin sedema çêbûna bez’ê dil. Di giranbûna nexweşiyê de, bêhnçikîn, qrîza dil, sergêjî û çavreşî çêdibe. Dil hêdî lêdixe û di laş de av dicive Ji ber ku, sedema herî mezin xwarin û qelewbûn e, divê xwedanê vê nexweşiyê kîloyên zêde bavêje. Bê agahiya Doktor divê tevgerê neke. Kîloavêtina zêde jî nebaş e û mêzêna bedenê serûbinê hev dike. Ji bo vê jî li gor şîretên Doktor bilivin.

Qrîza Dil  (sekta dil)

Sedema qrîza dil a herî girîng Kolesterol (bez û rûnê nava xwînê) û xitimandina damarên dil e. Gava damarên dil ji ber kolesterol’ê dixitimin, gera xwînê radiweste û ev dibe sedema qrîza dil û mirinê.

Dil, di deqîqekê de 60 -80 carî xwînê pimpeyî laş dike. Ew pimpeyek pirr bi hinner e. Gera xwînê girêdayî pimpekirina dil e. Gava dil xwînê li laş pimpe dike û lê digerîne, bi xwe jî pêwistiyê bi xwîn û xwarinê dibîne. Ev xwîn bi riya damarên bi navê Koroner’ê tê ser dil û dil xwedî dike. Gava di xwînzêm’ên (arter, serkaniya xwînê) Koronerê de aloziyek çêdibe, di damarên Koronerê de kêmasî tên holê. Xitimandina damaran yek ji wan kêmasiyan e. Xitimandina van damaran dibe sedema negerîna xwînê û di jêdera vê de, di sînga meriv de êş’ek xurt peyde dibe û pê re qrîza dil û mirin tê holê.

Hinek nîşan û alametên qrîza dil ev in:

* Di qefesa sîngê de tengayî, perçiqîn, giranî û nerehetî..

* Li pî ( mil, kolînk), stû û mil (çeng) belavbûna êşa sîngê..

* Sergêjî, bêhişketin, xwêdana sar û gazînên qefesa sîngê..

Bi vî awayî xwe ji qrîza dil biparêzin:

* Tûtinê nekşînin..

* Li tansiyona bilind miqatebin û kontrol bikin

* Xwe ji rûn, xwê û kolesterolê biparêzin..

* Fêkî û hêşînayiyê zêde bixwin..

* Kîlwê xwe normal bigrin..

* Di malbata we de nexweşiya dil hebe sererast saxtî bibin..

* Nexweşiya şekir bi we re hebe, li gor mercên wê bilivin..

Ev nivîs 91 carî hatiye xwendin

Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin
Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Piştî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin.

Xwarinê liser piyan nexwin, rûnin û xwe fêrî xwarina hêdî bikin. Di orta xwarinê de ger êdî hisa we ya birçîbûnê derbas bûbe, zorê nedin xwe û ji ser sifreyê rabin. Ger xwarina we gelekî xweş be jî vêya biceribînin.

Liser sifrê bila bala we tenê ne liser xwarinê be. Kevçî û çetelê we bila her ne di destê we debe; hewl bidin wan deynin ser sêniyê. Wexta hûn tenêbin xwarinê nexwin, jiber ku mirov gava tenê dixwe zû bi zû têr nabe.

Di amadekirina xwarinê de hin tiştên balkêş

Pisporên tenduristiyê bala we dikşînin ser van xalên jêrîn.

-Sebze û fêkiyên ku we kirîn berê bişon û dûvre hûr bikin. Heger berî şûştinê hûn wan hûr bikin û piştre wan bişon,ew bi oksîjenê re temasî hev dikin û C wîtamîna wan kêm dibe.

-Gava hûn baqilan (fasûlî,nok,nîsk û.w.d) dixin nav avê û wan şil dikin (dinimînin) ava li ser wan nerjînin. Ji ber ku, gava ew dinimin, B wîtamîna wan dikeve nava avê. Wê avê nerjînin lê hûn karin pê xwarinekê din çêkin.

-Gava we meqerna keland, ava li ser nerjînin. Ava wê qenc bipîvin û bila di ava xwe de bikele û wê avê bikşîne. Yan B wîtamîna di nava meqerna de kêm dibe.

-Gellek kes birincê di nava rûn de diqelînin û piştre dikelînin. Ev ne rast e.Gava birinc tê qelandin proteînên wê winda dibin.

-Nehêlin goştê qeşagirtî di ciyê germ de dawerive û nerm bibe. Berê goşt têxin ciyekî cemidî – wek jêra sarincê – û bihêlin di wir de dawerive. Gava goşt qeşa xwe berda û nerm bû divê hûn wî goştî dîsa nexin qeşanê. Wîçaxî wîtamîna xwe winda dike û dibe sedema zêdebûna mîkroorganîzmên bi zirar.

-Zeleta ber xwarinê divê bi xwarinê re bê amadekirin û ne berî xwarinê. Heger zelete berî xwarinê bê amadekirin û veşartin wîtamîn jê kêm dibin. Lîmon û xwê’ya zeletê dawiyê têxin nava wê.

-Ava ser mast nerjînin. Di vê avê de proteîna “rîboflamî” hete û ev proteîn ji bo tenduristiya meriv pir pêwist e.

-Heger hûn dixwazin birinca we spî û liblibî be, pênc-şeş dilop ava lîmonê berdin nav.

-Heger hûn naxwazin bêhna qelandina goşt têkeve hundurê malê, hinek Caferî (beqdûnis) bavêjin nav rûnê qelandinê.

Ev nivîs 103 carî hatiye xwendin

Allerjî
Allerjî zîzbûna lebatan a li dijî maddeyên biyanî ye. Ji van maddeyan re Allergen tê gotin. Hinek maddeyên di nava xwarinan de, derman û maddeyên ku bi hewê re dikevin nava Sorsorkê (kezeba sor) hinek ji wan in. Ev madde ji lebatan re biyan tên.

Laş li hember van maddeyan -dijmadde-yan diafirîne. Ji van dijmaddeyan re -Antîkor- tê gotin. Ev madde di lêş de bersivên bi hinner (bi hêz) didin û ji pevçûna herdû aliyan allerjî çêdibe. Ne şerte go laş allergenan ji derve bistîne. Carna mîkrobên ku, di laş de bi cîh bûne û parazîtên di nava roviyan de jî, karin van allergenan bînin holê. Li dijî van maddeyan reaksiyona her lebatê ne wek hev e.

Xirabûna hormonan û a aşik, rovî û kezebê jî gelek caran dibin sedema allerjî yê. Mîkrob (bakterî), acizî û qehr, guherîna demsal û hewayê jî hinek sedem in. Zekem, astim û.w.d (û wekî din) di vê beşê dene. Allerjî kare îrsî jî (ji malbatê derbas bibe) bibe. Hêk, masî, çîlek, şîr û toza hundurê malê hinek ji van allergenan in.

Allerjiya toz’a çîçek û kulîlkan

Bi hatina demsala buharê re bi gelek kesan re zekem, hêsrên çavan, sorbûna dest û ruwan peyde dibe. Ji vê re allerjiya Polen tê gotin. Bi taybetî zarok di bin bandora vê allerjiyê de dimînin. Hinek alametê vê allerjiyê Pişkîn, Kuxîn, Herka Poz, Sorbûn û Şilbûna çavan in. Heger di dema xwe de ev allerjî neyê çareserkirin, kare bibe sedema înfeksiyona (îltîhap-elemgirtin) çavan, zekem û astima allerjîk.

Di hemû allerjiyan de tehlûka herî mezin Şok’a anaflaktîk e. Ango, zehmetiyên bêhnstendinê ne. Ev zehmetî carna kare bibe sedema mirinê.

Xweparastina ji allerjiya toza çîçekan (polen) zehmet e. Bi destpêka buharê re toza çîçek û kulîlkên daran û simbilên geya û çîmenan, bi hewê re dest bi firê dikin. Ev toz di hewa ziwa û bi bê re li her derê belav dibin. Bi piranî serê sibehê û berêvarî belav dibin. Ji bo vê, kesên allerjîk divê hay ji xwe hebin û heya ji wan tê di van wextan de zêde dernekevin derve.

Heger kesên allerjîk zêde li derve mabin, êvarî gava hatin malê go karibin serê xwe bişon wê ji wan re baş be. Ev şûştin allerjiyê ji holê ranake lê kare bandora wê kêmtir bike. Çareserkirina allerjiyê zehmet e. Ji ber vê jî divê meriv têkiliya xwe ji  Doktor nebire û li gor şîretên wî tevbilive.

Ev nivîs 66 carî hatiye xwendin

Derew nayên veşartin
Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dikşînin û ev jî ji we re serêşiyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin îşaretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, şiklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide.

Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide.  Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi rehekî têderxin ku rast an derew diaxife. “ Nivîskarê pirtûka “Zimanê bedenê” Allan Pease jî îdia dike ku zimanê bedena mirovan ramanên wan yên rast radixe ber çavan.

Hûn jî bi pêşniyarên Brown û Pease dikarin tê derxin ku çi di serê mirovê li himber we derbas dibe.

VEŞARTINA DEST: Gava em bi kesekê/î re samîmî bin, em destê xwe venaşêrin û kefa dest ber bi jor dizîvire. Lê wexta em derewan dikin em destê xwe dixin bêrîka xwe an li paşiya xwe vedişêrin.Gava mirov bi gavekê be jî bide pêşiya hevala/ê xwe dibe ku mijara axaftinê wî nerehet dike.

XURANDINA POZ: Xurandina poz klasîk îşareta derewên mezin e. Gava mêr rastiyekê vedişêrin an derewa dikin bi îhtimalek mezin destê xwe dirêjî çav, guh û lêvên xwe dike. Beden bi vî awayî li dijî derewan radiweste û reaksiyona xwe eşkere dike.

KUXANDIN: Wexta we pirsek ji yekê/î re kir û berî ku dest bi gotinan bike bi kuxik bersîva bide, ev ne îşaretek ji xêrê re ye. Kuxandina derewîn yek ji teknîka xapandina klasîk  e. Beden li himber derewan liberxwe dide. Kuxik an paqijkirina qirikê jibo kirina derewa şansê dide mirov ku wextekê ji xwe re qezenc bike.

XWÊSIYA XWE DAQURTANDIN: Yek ji metodên reaksiyona bedena me ya li dijî derewan ew e ku qirik di bicîhanîna foksiyonên xwe de dijwariya dikşîne. Ev jî axaftinê zor dike. Ango gava yek derewan dike, jibo ku peyvan ji qirika xwe derxe derve liser hevdu xwêsiya xwe dadiqurtîne û lêvên xwe dialêse.

HEREKETÊN ÇAVA: Di vê mijarê de tiştê hûn bikin gelekî basît e: Pirsên ku hûn bersîvan zanin bikin. Mesela navê xwarina ku rojekê berê we bi hevdu re xwaribû yan wek ku nayê ser hişê we, navê kesekî hûn herdu jî baş nasdikin bipirsin. Gava bersîv dide an jibo bersîvdayînê difikire, bişopînin ku çav ber bi ku diçe, li ku dinere. Gelek mirov piştî ku derewek kir çavên xwe ber bi jêr berdidin.

LEZA AXAFTINÊ: Hevala/ê we hebo hebo diaxife an dilezîne? Ligor pisporan mirov çiqasî zû diaxive hûn dikarin ewqasî zêde şik bikin ku derewa dike. Mirov zen dike ku gava zû biaxife wê karibe derewên xwe baştir veşêre.

CÛRÊ KEN: Gelek mirov piştî ku derewekê dikin rehet dibin. Bandora vê rehetiyê li dengê wê/î jî dike. Bi dengekî bilind û kêfxweş dipeyive. Jibîr nekin ku kesekî derewa dike rehet nikare nefesê bistîne, bîhn lê diçike. Wexta di bin tehdayiyekê de be mêr ne ji zikê xwe lê ji sînga xwe nefesê distîne.

Ev nivîs 85 carî hatiye xwendin

Nexweşiya Şekir
Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf’ê Pankreas’ê çêdibe. Ev lûf (bez – paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du şikil in.

1-) Lûf’ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok’ên (kanal – rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf’a tif’ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf’a aşik’ê, maddeyên avê valadikin êş. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan’î ne. Bi riya van heyvan’an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.

2-) Lûf’ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf’ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laş de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf’ên stû, lûf’ên ser Gurçik’an û.w.d.

Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re “Însulîn” tê gotin. Nexweşiya şekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê. Erka hormona Însulînê ev e ku, şekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, şîr) li bêjingê xe, wan di laş de bişewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê, şewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexweşiya şekir.

Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexweşiyên lûf’ên hormon û damaran jî heye. Wek: Lûf’ên hormon û damarên dil, aşik, kezeba reş û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexweşiya şekir peyde dibe. Di nexweşiya şekir de ji xeynî Pankreas’ê, hinek lûf’ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, şekir baş naşewite û di laş de hinek nexweşiyên din jî dest pê dikin.

Ji aliyê din, di peydebûna nexweşiya şekir de, hinek tiştên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. Şekir û nişadir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de dişewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê şewatê de, şekir bi temamî dişewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laş de maddeyên bi zirar namînin. Ji bo ku şekir qenc bişewite, divê di nava xwînê de hormona însulîn’ê hebe. Ji ber ku di nexweşên şekir de însulîn kêm heye, şekir tam naşewite û di laş de kom dibe. Zêdebûna şekir, bi şekirê nava xwînê kifş dibe. Di nava xwînê de tim hinek şekir heye ku, jê re xwîna şekir tê gotin. Nîşana şekir di xwînê de kifş dibe. Di mîzê de şekir dîtin ne hevqasî ewlekariye.

Hinek mirov hene di mîza wan de şekir heye lê di xwîna wan de tuneye. Nexweşiya bingehîn a şekirê xwînê ye. Hinek mirov nexweşên şekir’in lê di mîza wan de şekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweşiya şekir nexweşiyek tevlihev e. Kifşbûn û ewlekariya vê nexweşiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram şekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram şekir peyde dibe. Lê di nexweşên şekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baş Însulînê nade. Di van nexweşan de bi zikê birçî, di xwîna wan de 0,15 – 0,30 şekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarnê dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in şekir baş naşewite û nakeve rewşa xwe a normal. Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laş tije şekir dibe û jehriya şekir destpêdike.

Însulîn dihêle ku şekir di laş de bişewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku, Însulîn şekirê zêde di laş de depo dike. Ev şekir di kezeba reş û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev şekir di rewşa xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn baş naxebite, laşê mirov nikare şekirên cîgir jî biafirîne.

Girîngiya vî tiştî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê şekir naşewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaşên ku, bi xwarinê re dikevin nav lêş, baş bi kar nayên. Rûn û tewaş jî dişewitin û kaloriyê didin. Bi wê şewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava şekir neşewite û çêkirina Glîkojenê raweste, ev rûn û tewaş jî tam naşewitin û nahilin. Ji nîvşewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laş de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di laş de jehrî û bêhişketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.

Li elametên diyabetê miqate bin

Nexweşiya şekir li dinyê sal bi sal zêdetir dibe. Ji her sê kesan nexweşek bê ku hay ji cidiyeta nexweşiya xwe hebe wek ku tu tişteq neqewimîbe jiyana xwe didomîne.  Glîkoza (şekir) ku bi miqtarek zêde di damarên nexweşên diyabetê de heye dibe sedema hişkiya damar û nahêle ku xwîn qasî pêwîste biçe ser dil, ev jî dibe sedema qrîza dil û mirinên kardiyak ku bi derbekê tê. Ligel vê telûkê ji her sê nexweşan yek kes bê ku zanibe di bin rîskek wiha de ye jiyana xwe didomîne.

Elametên nexweşiya şekir

Gelekî û zû birçîbûn

Bi awayekî zêde xwestika xwarina şêraniyê

Kilo stendin û gelek av vexwarin

Zuhabûna dev

Zû westandin

Ji nişka ve jar bûn (kilo dan)

Bilindbûna tansiyonê

Bi zahmetî kewandina birînên çerm

Zêde derketina destavê

Zuhabûna çerm

Di dest û lingan de xur

Qaîdeyên ku divê lê bên miqatekirin

Her sal çavên xwe bidin kontrolkirin

Di her sê mehan carekê de tahlîla îdrara (mîza) xwe bikin

Di her şeş mehan carekê de kontrola dil û damaran bibin

Ger nexweşiyên sinir bi we re peyda bûbe, serî li textorekî bidin

Dest û lingên xwe kontrol bikin û ger nexweşiyek peyda bû serî li dermatologekî bibin

Ger tu ducanî bi (bi halekî ) an dixwazi bibi, bi textorê xwe bişêwire

Cigarê nekişînin û ji alkolê dûr bikevin

Ger piştî hemû tedbîran hûn hizûrê nabînin, serî li psîkologekî bidin.

Ev nivîs 95 carî hatiye xwendin